Pêşengê bijare ê dîrok û netewbûna Kurd: Elîşêr Efendî – Beşa 2
Elîşêr Efendî û Zarîfe xanim li Dersîmê jî xebatên xwe yên ronakbîriyê berdewam dikin. Nûrî Dersîmî, Zerîfe xanim wiha dide nasîn: ” ew şêr ku, di serdema xwe de keçeke Kurd a xwendin û nivîsandin dizanî. Hem kesatîyeke leşkerî û hem jî sîyasî bû. Gelek caran dema Elîşêr tiştek bikiriba destpêkê ji wê dipirsiya û fikrên wê werdigirt. Bê ku ji wê bipirse biryar nedida. Zarîfe şervan bû gelek keçên Kurd li cem wê şer kirin.”
Elîşêr Efendî helbest û çîrokan dinvîse. Di heman demê de hozanê gel bû, gelekî baş sazê dida, helbestên xwe dikirin stran û digot.
Dilo were em bigerin çiyayê Mûnzûrê
Çi welatek xweş e ev Dersîmê
Seyran bikin li çiyayê Sûltan
Çi xweşik in gul û kulîlk li Dêrsîmê
Çiqas padêşah hatine cîhanê
Ji bo vê fêm bikin ketine gumanê
Her yekî wan avêtine aliyekî
Neşkestiye milê Dersîmê
Welatê şeran e rovî nikarin bikevinê
Surra rastiyane mejî nagihijnê
Gula evlîyayan e zalim nikarin bisekinin
Girêdayî wan e rêya Dersîmê
Elîşêr Pîrê gelê herêmê ê cîhana wan a menewî û netewî bû
Nûrî Dersîmî dibêje ku sitranên Elîşêr li serê çiyaya û li meydanên şer de li nav dengê top û tifengan de dihat gotin. Roja me îro jî gelek sitranên li ser Koçgirî, Dersîm û Kurdan tên gotin sitranên Elîşêr Efendî ne. Elîşêr Pîrê gelê herêmê ê cîhana wan a menewî û netewî bû.
Bihêzbûna dewleta Kemalîst, roj bi roj xweseriya Dersîmê jî tehdît dikir. Êdî Kemalîstan ji bona Dersîmê fetih bikin roj dihêjmartin. Bi hêceta Dersîmê îsleh kirinê di bihara sala 1937’an de li Dersîmê de tevgerek destpê dike. General Abdûllah Alpdogan ( zavayê Nûreddîn paşayê kujerê Koçgirîyê) û Albayê Cendirmeyan Nazmî Sevgen, difikirîn ku di paş vê tevgerê de Elîşêr Efendî heye. Ji bona Elîşêr Efendî bikujin gelekî mijûl dibin, Elîşêr efendî di ferqa vê tiştê de ye.
Seyîd Riza efendî dixwaze ku Elîşêr efendî ji Dersîmê derbikeve. Armanca vê xwesteka Seyîd Riza efendî ewe ku Elîşêr efendîyê ku ji bo serhildana Dersîmê roleke wî ê stratejîk heye derbikeve dervey welat (Sovîyet) û komkujiya ku li Dersîmê tê encam dayîn li nav cîhanê de bîne ser ziman, bala Kurdên deverên din bikşîne ser komkujiyê û eger gengaz be ji bona Dersîmê hêzeke alîkarîyê amade bike. Elîşêr efendî derketina dervey welat wekî erkeke mezin girîng dibine û ji bona Seyîd Riza efendî neşkîne xwesteka wî qebûl dike. Elîşêr efendî li şikefteke ku çiyayê Tûjik ê nêzê gundê Seyîd Riza efendî dima. Ev şikeft wekî malekî lê anîbû ew, hevjina wî Zarîfe xanim, birazîyê wî Sebrî û hevjina Sebrî ve wekî malbateke çar kesî li wir de diman.
Dîsa rastiya Kurd a bi lenet, îxaneta hundir diyarbû
General Abdûllah Alpdogan û albayê cendirmeyan Nazmî Sevgen, ji bona Elîşêr efendî bikujin pîlanên xwe ên xayinane didin destpê kirin. Dîsa rastiya Kurd a bi lenet, îxaneta hundir diyarbû. Biraziyê Seyîd Riza Rayber (qop) tê erkdar kirin. Rayber jî ji bona vê karê kesekî ku guman lê nayê kirin kirîvê Elîşêr efendî Zeynel Top dihilbijêre. Eger ku serê Elîşêr û hevjîna wî Zarîfe bînin dê kûpek zêr, gelek erd û tiştên din dê bête dayin li ser vê esasê li hev dikin. Zeynel Top kurê Elî Axa ye. Di bin parastina Seyîd Riza de tê mezin kirin. ” li ser Rayber gumanên ku kurê Seyîd Riza Îbrahîm ê di sala 1933’an gundê Sîn hatiye kuştin de tiliya wî heye hebûn.”
Armanca Rayber ew e ku bi destê Zeynel Elîşêr û Zarîfe bide kuştin
Rayber qop, rewşa Zeynel fêr dibe, wî ditirsîne, vaatên cur be cur jê re dike û dixwaze wî qanih bike. Ji Zeynel re dibêje: ” rewşa te ji aliyê hêzên artêşê ve tê zanîn, eger tu tiştekî nekî dê te efû nekin. Dewlet li pey Elîşêr e. Eger em wî bikujin dê him gelekî pere, mal, milk bidin me, him jî dê rewşa Dersîmê baş bibe.” Û wî qeneh dike. Armanca Rayber ew e ku bi destê Zeynel Elîşêr û Zarîfe bide kuştin. Bi vê awa dê navbera eşîra Ebbasan û Seyîd Riza jî xirab bibe. Dersîm hemû milan de tê dorpêç kirin. Roja înî 9’ê Tîrmeha 1937’an Zeynel Xidêyê Mûrtî, Efendîyê Wankê, Misto Tornê Sûrê, Celoyê Ûsê ber bi şikefta Palaxîne ve rêdikevin. Zarîfe dema dibîne ew ber bi şikeftê ve tên dikeve nav gumanan û ji Elîşêr efendî re dibêje: ” Hevalê min ev hatin ne ya bixêr e, em hişyar nêzbin.” Lêbelê Elîşêr efendî dibêje: ” Binêre hevalê pêşiya wan de kirîvê me Zeynel heye. Tu çawa nebaşiyê jê hêvî dikî.” Û hemû bi hev re derdikevin ber derî pêşiya mêvanên xwe. Yên ku hatine dest bi gule avêtinê dikin. Guleya yekem li Elîşêr dikeve. Elîşêr efendî bi guleya Mistoyê Sûrê şehîd dikeve. Di vê kêliya êrişê de Zarîfe xanim jî li Efendiyê Wankê dixe. Misto û Zarîfe pevdiçin herdu jî li erdê ne ji bona hev bikujin mijûl dibin. Zeynel ber bi şikeftê ve dimeşe, dikeve hundir. Birazîyê Elîşêr û Zarîfeya ku erdê bi Misto ra pevdiçe dikuje. Li koma xayinan jî yek dimre û du kes jî birîndar dibin. Yên êrişkar serê Zarîfe, Elîşêr û birazîyê wî Sebrî jê dikin. Tiştên Elîşêr efendî ên binirx, dokument û belgeyan, lênûsên wî ên helbestan û pirtûkên wî jî digrin. Rayber li Mazîkê benda Zeynel dimîne. Ev êrişkarên xayin li Tilagê’yê hev dibînin û yekser diçin biryargeha dujmin. Albayê îstîxbarata Cendirmeyên liqa 17. Nazmî Sevgen wan pêşwazî dike. Ev herdu xayîn serên Elîşêr efendî, Zarîfe xanim û Sebrî li cem tiştên Elîşêr efendî, dokument, belge, pirtûk û lênûsên Elîşêr efendì bi rêya Nazmî Sevgen digîhînin Abdûllah Alpdogan. Pere û zêrên ku ji wan soz hatibû dayin digrin. Piştê vê em ji Nazmî Sevgen’ê ku wêneyê serê Elîşêr girtiye û yekem car parve kiriye guhdar bikin: ” Min wêneyê serê Elîşêr ê hatiye jêkirin girt. Lê dema min wêne girt ez girûzî bûm( tirsiyam). Mûyên min rabûn ser xwe. Bi rojan ew ser şevê xewnên min de rojê jî xeyalê min de jiya.”
ÇAVKANÎ:
– Dr. Nûrî Dersîmî: Di dîroka Kurdistanê de Dersîm
– Qedrî Cemîl Paşa: Doza Kurdistan
– Dr. Nacî Kutlay: Îttîhaq û Terakî Kurd. Stockholm-1990
– Huseyn Akar: Portreyên ji Dersîmê- Weşanên Kalan
– Nazmî Sevgen. Zaza û Qizilbaş. Weşanên Kalan 2003.
– Tevgera Gel a Koçgirî. Xebata Kolektîf. Komal 2006
– Dr. Îsmaîl Beşîkçî: Jenosîda Dersîmê-1937
– Faîk Bûlût: Bi belgeyan ve raporên Dersîmê. Weşanên Yon
– Ahmet Kahraman. Serhildanên Kurd. Weşanên Evrensel
– Dîrokvan Ayşe Hur rêzenivîsên rojnameya Taraf
– Şahidên bi wan hevdîtin hatî çêkirin: Kahraman Polat û Alî Yerlîkaya
– Mehmet Yurek” Elîşêr efendî” kovara Bîr