PKK ê biryara şer li dijî Hikûmata Herêma Kurdistanê wergirtîye – Beşa 1

  • Beşê yekê:

Sitratejiyên PKK ê ji bo jinavbirina Başûrê Kurdistanê ji sala 2013 an û virve çi ne?

Her kesê ku ji nêz ve çavdêrî li rêveberên PKK ê û mediya PKK ê kiribe ev Rewşa heyî wê bikare vê şîrovê jêra bike: «PKK ê biryar daye ku li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê şer bike, Vê carê armanca gotinên PKK ê ne ji bo propaganda yê ye, PKK e dîyar dike ku ewê KDP ê bi awayekî pir vekirî bike armanc, ji alîyê Mustafa Karasu ve di 18ê Tebaxê, ji alîyê Konseya Rêveber a KCK ê ve di 23ê Tebaxê û ya herî dawî jî di 24ê Tebaxê, ji alîyê Mustafa Karasu ve hatî çêkirin, ku dema mirov dide ba hev Rewşek wiha xweya dike».

Pilanên PKK ê yên li ser Başûrê Kurdistanê bi salan hene û bi salane hewil dide ku xwe ji bo rêveberîya Başûr weke alternatîf çêbike û bibe hevpar di rêveberiyê de, Lêbelê, êrişên DAÎŞ ê li sala 2013an dema despêkirî û li navçê de derketî, PKK ê ew pilana xwe ya 2013an çêkirî ku bibe hevkarê desthilatê, şûna wê sitratejiyek nû ji bo hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pejÎrand, Lêgerên PKKê yên piştî sala 2013an di warê siyasî, leşkirî û dîplomatîk de pêwîste em di nava sitratejiya PKK ê de ya ku ji bo xirab kirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de bixwînîn.

Kîjan dema sitratejiya PKK ê ya ji bo rûxandina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kete jîyan ê?

Bê guman ne tenê PKK e mîmarê sitratejiya hilweşîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Mirov dikare jêre bibêje pirojeyek hevbeşe li gel Îran û Îraqê, Ligel hatina DAÎŞ ê re guheztina sînoran û zêdebûna derfeta ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê li Rojhilata Navîn, li heman demê êrişên li ser navenda serxwebûna Kurdan anko li ser Herêma Kurdistanê, zêde bûn.

Ger em vê pêvajoyê ji hêla PKK ê ve lêkolîn bikin, PKK ê ji sala 2014an û vir ve dixwest vê sitratejiyê li gelek pêvajoyên cûda bi cîh bîne. Heke em van pêvajoyan lêkolîn bikin

Serdema yekem sala 2014:

PKK ê êrişên çekdarên DAÎŞ ê weke fersend dît li devera ku jêre di bêjin «Kemera Navîn» anko ji Şengalê heya Xaneqînê xwe cîh kir, Ev herêm xeta sînorê navbera Kurdistanê û Îraqê bû, ku devera minaqişe li ser bû, PKK ê dixwest li van deveran mayînde bi cîh bibe, di vê heyamê de girtina Şengalê ji hêla PKK ê ve pêk hat.

Serdema dûyem sala 2015-2017:

Di navbera salên 2015-2017an de, PKK ê pÎranî dixwest ku pilana derbeya di hindirda pêk bîne, tê zanîn ku Riza Altun, Cemîl Bayîk, Sebrî Ok bi rasterast bi rêveberiya Nûrî Malikî – Heyder Ebadî re danustandinên sitratejîk çêkiri bûn, di vê heyamê de, wî pilan dikir ku xelkê devera Behdînan û Hewlerê bi destê Tevgera Goran, ku weke hêzekî opozîsyon bikêşe gel xwe û di heman demê de tevgera Gerîla pêk bîne, Her wiha tê zanîn ku civîn li Qendîlê di hatine kirin. Armanca bingehîn ev bû ku Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bêbandor bike û li Silêmaniyê Parlamentoyek alternatîf vebike, Ji bo vê armancê civîn hatin kirin, Hemîd Hemecan ji YNK ê û Dr. Namiq Îsmaîl beşdarî yek ji van civînên li Qendîlê dibe, Lê belê, karmendên îdarî yan qedîm, hem di nava YNK ê de hem jî di nav Goran de, piştgirîyê bivê pilanê nakin, di esas de yê ku vê pilana PKK ê – Îraqê û Îran ê disekinîne Amerîka bû, Emrîka dizane ku ev pilana Îran ê ye û dest di avêje vê pêvajoyê bi dawî dike.

Serdema sêyem:

 Di dîroka Kurdan de sala 2017 de mijara radest kirina Kerkûkê, yek ji bûyerên herî berbiçav bû, Radest kirina Kerkûkê ne tenê pilana tîmê Lahore Cengî bû, di nava YNK ê de, di pirsgirêka Kerkûkê de PKK e xwedî rolek rasterast wekî pilangerî hebû, tê zanîn ku wî berî ku artêşa Îraqê were kerkûkê hêzên xwe ji wir vekişandin, Lahore Cengî-Riza Altun û Demhat Agit li ser pilanê li hev kirin, vê carê ew pilana qirêj berxwedana Pêşmergan ya li Zumar û Pirdê ji nav bir.

Serdema çarem:

Pêvajoyek e ku ji dagîr kirina Kerkûkê ya 2017an û heya îro berdewam dike, ew konseptek berfireh hebû, vê serdemê dû hewildanên sereke hebûn, Ya yekem bi rêya medyayê ye êriş û reşkirin, pêngava dûyemîn jî bi çêkirina tevgera leşkirî ve destwerdanên çekdarî ava bikin, ji bo vê armancê, PKK ê di sala 2019an de rêxistina bi navê Hêza Parastına Başûr îlan kiri bû, Ji bo ku di hindirda tevlîhevîyê ava bike li Hewlerê yek xebatkarê qonsilxana Tirkîya hate kuştin, Gelek aligirên PKK ê rûveşartî vîdeoyên gefên hilweşandin û sotinê li Hewlêrê parvedikirin, her çend PKK e di bûyera Konsulxanê de bêdeng bimîne jî, lê di rastiyê de ew darbeyek bû, Bajar ne wekî wî difikirîn, qelis bûn, pêwîstî hêjan kûrtir xebatê diker.

Serdema pêncemîn:

Taktîkên PKK ê yên wan her çar serdeman têk çûbûn, PKK ê dît ku Hikûmeta Kurdistana Başûr û KDP e ne parîyekî hêsane ku bişêt di carekî de bidaqûrtîd, Ji bo vê yekê, PKK ê lingê 5 e mîn ji bo hilweşandina Rêveberiya Herêma Kurdistanê damezrand, sitratejîya lingê 5 e mîn li ser vî bingehî ye: PKK e dixwaze qasî bikare din ava bajarên Başûr de mixalifeta gel li dijî rêveberîya Herêmê ava bike û bingehê şer di navbera Gerila û Pêşmerge da bi xuliqîne, nûke ev sitratejîya PKK ê amadeye.

Pustên heman beş