PKK ê biryara şer li dijî Hikûmata Herêma Kurdistanê wergirtîye – Beşa 2

  • Beşa dûyemîn

PKK dixwaze  ne ji dagirkera ji Kurdistana hatî rizgarkirin perçek  ax bixe dest

PKK ê ku biryara şer li dijî Hikûmata Başûrê Kurdistanê de wergirtîye gelek elamet hene. Pir kes we dihizirin ku PKK vê nake. Lê belê ger mirov dinava gorepana herêmê de cîhê PKK ê û pirsgirêkên wê yên binyatî baş analîz bike, di bîne ku PKK e  şerê dijî Hikûmata Herêma Kurdistanê ji bo xwe weke pirsgirêke kî hebûn û tinebûnê dest digire û dibine. Dê bikare vê plana xwe serbixe anjî ne hêza wê çîye û hwd. Ev mijarên nîqaşêne. Lê rastîde PKK hebûna xwe dixwaze liser tinebûna Hûkumeta Herêma Kurdistanê avabike.

Ger Tîrkîye  dagirker be lê Îran Çî ye ?

PKK her dem argumanan diafirîne da ku wateya xwe ya pêşbaziyê li dijî Başûrê Kurdistanê diyar bike. Ew dixwaze reaksiyona Gelê Kurd  ya li dijî kolonyalîzma Tirkan ku van salên dawî  zêde bûyî  bikar bîne. Di bin her şert û mercê de, PKK bi  berdewamî rêveberîya Başûr û siyasetmedarên wê sûcdar dike ku li gel dewleta Tirk  re têkiliyên wan hene. Ew tewra vê yekê wekî sedemek ji bo destpêkirina şer li dijî Hikûmeta Başûr nîşan dide. Lê belê, di rastî de hêşta PKK ji dewleta tirk qut nebûye. Niha jî  lê digerin ku bi dewleta Tirk re diyalogê çêbikin. Heke nûke Erdogan rabe û bibêje werin em hev bibînîn, hema bê şert û merc wê biçin hevdîtinan bikin. lingê PKK ê yê legal HDP hê jî plan dike ku dewleta Tirkîyê demokratik bîke.

PKK heroj bagawazîya ligel tirkan dîyalogê dike. Li tenişt vê jî em hemû dizanîn ku PKK û tirk ligel hev dinava pêwendîyekî şik da ne. Mînak PKK îdara dewleta tirk AKP-MHP ê faşîst dibine gelo  serokê Îran ê Rûhanî demokrat  dibîne ? dagirkerên Kurdistanê nebes tinê dewleta Tirk e di plana dagirkirin a Başûrê Kurdistanê de lingê duyem jî dewleta Îranê ye. Gelo PKK dixwaze pêşî li dagirkirina başûr bigire yan jî bingehê dagirkirna Îran ê amade bike. Bêguman  serwerîya dewleta Iraq û Îran ê liser başûr heye PKK dixwaze xwe jî bike hevpişk.

Tiştê li Şengalê kirî dixwaze li Hewlerê jî bike

PKK ê ev şêwaz li Şingal ceriband. Parçek ji Herêma Kurdistanê qutkir bi palpiştîya dewleta Iraq û îran ê wir dimeşîne. Nûke dixwaze ew tiştê li Şengal ceribandî ji bo hemû Başûrê Kurdistanê biceribîne. PKK di nava  başûrê Kurdistanê kî di bin serwerî ya dewleta Iraqê de dixwaze û fikirdike ku  deshilatdarî ya xwe xort bike. Jiber wê jî pêwendîyên polîtîk û dîplomatîk pêşdixe.

Ger hûn li rastîyê binêrin ev hewildanên meclîsa bajarê Silêmanîyê ku bajarî bi Iraqê ve girêde,  bagawazîya Şasûwar Abdûlwahît ji bo gel derkeve qadan û bi berdewamî hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine armanc, netesadûfe. Ev hewildan hemû ji yek navendê têne meşandin.

Şer ne dijî dagirkera  dijî Kûrdîstanê

Bi kurtî PKK ê fikirîye ku nikare bibe xwedî parçekî axê.  Niha dixwaze ji Herêma rizgarkirî û azad ango ji Başûrê kurdistan dest xwe ve bîne. Heke ew jî çenebû liser çend Herêman desthilatdarîya xwe cîbecîh bike. PKK ew şerê ku nekarî dijî dagirker bike niha dixwaze li hember Herêma Kurdistanê, bike.

Jİ ber vê jî di plana PKK dixwaze  heya miha Eylol ê bikeve nava bizavdarî yeke leşkerî de.  Ji bona vê jî di gelek başkan de wê provakasyona pêk bîne.  Despêk de dê bixwaze hincetekê ji bo şerê dijî pêşmerge çêbike. Bi vê sedemê jî wê gerîlla bêbe nêzîkî bajarên weke Amedîye, Şêladizê û Sîdekan û li wir cîh bike ku pevçûnê duristbike. Bi şewazekê dê bingehê pevçûnê dinavbera gerîlla û pêşmerge da bixwliqîne.

Bi planakî hevbeş di bajaran de Neweyê Nû bangawazîya liv û alozîya dike PKK jî bi rêka çend ciwanên ku hatîne perwerde kirin ve dê kuştin û kaosê nava gelda pêkbînin. Û  Hemû bajaran bê kontrol dijwarî dêwere bikar anîn. Hêzen xwecihî jî agehdarî vê plana PKK ê ne.  Ya herî dawî li başarokê zaxo hatî ceribandin jî beşek ji vê plana qirêj bû. şeva 20 tebaxê şofêrên tiran jiber seferên wana jibo nava Kurdistanê û Iraqê hatibûn rawestandin xwestin protesto bikin lê çend milîtanên PKK ê yên çekdar ev rûdan kir weke xwepêşandanekî dijî Hikûmetê. Asayîşa herêmê çend ji van porvakatora ku çek liser bûn, girtin. Dê berdewamî ya van kiryaran jî hebe. Armanca PKK ê li başûrê Kurdistanê ewe ku qerqeje û kaosê avabike. Ku Hikûmata herêmê nekaribe kare xwe bimeşîne. Ev jî bibe egera ku Hikûmata Iraqê bi hinceta midaxile kirina bûyeran têkeve başûrê Kurdistanê.

Sehna duyemîn ya îxaneta Kerkûke

 Ev plan bêguman bûyerên Kerkûkê tîne bîra me. Dema ku sala 2017 bûyerên Kerkûkê rûdidan plan evbû : artêşa Iraqê da rêkên dinavbera Silêmanîyê û Hewlêr ê qut ket. Arteşa Iraqê qasî karî da pêşda Çît. Di bere Silêmanîyê da jî Lahor Cengî û koma wî da li ser YNK ê darbekê pêkînin. Heman dem ji herêma Kurdistanê da cûda bin. Ev yek jî dihat wateya belavbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Bêguman ev plan ne ewqas sanahî bû nejî sivik. Lê belê xetên xwe yên sereke ev bûn. Berxwedana Pirdê ev plana neyar jinavbir.

Niha ew plana 2017 ya bi serdestê Lahor Cengî dixwastin pêk bînin, vê carê planekî hêşta mestir ve dixwazin pêk bînin. Ev car PKK serkêşiyê li vê planê ra dike.

Wextekî ku rêveberîya Iraqê û Herêma Kurdistanê  dest bi hevdîtinan dike, ev plane tê bikar anîn pir cihê şik û gumana ye. Dibê PKK dev ji van lîstok û plangerîyan berde.

Pustên heman beş