Afyona gelan û Afyona kurdan – Beşê 2

Sala 2020an ji bo gelê başûr pirr bi êş bû, wan bi dehan cînayetên hov jiyan kirin, cînayetên ku bi fermana Qendîlê hatine encam dayîn.

Vê salê rûyê rast yê PKKê pêtir eşkere kir, gelê başûr baştir fêm kir ku xêreka vê rêxistinê ji wan re tuneye.

Di vê salê de, armanca cînayetên rêxistina PKKê, şênî, hikûmet, pêşmergeyên başûr bû, bi dehan caran şer bi hikûmeta başûr firot, pêşmerge û berpirsên ewlehiyê teror kirin, ciwan bi hinceta sîxuriyê revandin û kuştin, rêkên gundan TNT kirin.

Piştre çavkaniya sereke ya jiyara gelê başûr ku borîya petrola Kurdistanê bû bi terzê terora DAIŞê teqand.

Berxwedan û lehngîya ku PKKe qala wê dike, ev cînayetin ku bûne beşek ji jiyana rojane ya gelê Başûrê Kurdistanê.

Cînayetên sala 2020an

1-Revandina ciwanekê Duhokê bi hinceta ajantiyê.

  • Corê cînayetê: revandin.

  • Dem: 29/1/2020.

  • Cih: gundê Bêbadê girêdayî Çemankê.

Li serê sibeha roja 29 meha Kanûna duyemîn ya sala 2020an, çekdarên PKKê bi rêya xapandinê ciwanekê gundê “Sîyarê” kêşî gundê Bêbadê kir û piştre desteser kir, ev ciwan “Cotyar Mushin” bû.

PKKê piştre ew veguhastibû zîndanên xwe li Rojava Kurdistanê, “Cotyar” bi awayekê hovane ji hêla PKKê ve li Gare hat qetil kirin û piştre got ku eskerên tirk ew qetil kirîye.

2-Qetil kirina pêşmergeyekê Başûrê Kurdistanê.

  • Corê cînayetê: qetil kirin.

  • Dem: 24/6/2020.

  • Cih: gundê Keşanê girêdayî bajarê Zaxo.

Çekdarên rêxistna PKKê li roja 24 xizîrana sala rabûrî 2020an, gulle berdane hemwilatîyê bi navê “Ebdal Ebdal” û piştre cesedê wî avêt gundê “Xêzava” yê girêdayî Batûfê, ev bûyer li nava gundê Keşanê çêbûye.

“Ebdal Ebdal” pêşmergeyê xanenişîn yê yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê bû.

3-Desteser kirina pêşmergeyekê Başûrê Welat.

  • Corê cînayetê: desteser kirin û revandin.

  • Dem: 2/7/2020.

  • Cih: sînorê Sîdekan.

Li 2 Tîrmeha sala 2020an, çekdarên PKKê hemwilatîyê bi navê “Egîd Taha” ku berê pêşmergeyê lîwaya 7 a hevbeş bû û ji şêniyên gundê “Lîlkan” yê girêdayî Sîdekan e, desteser kir û revand.

Çekdaran dest bi ser erebeya navbûrî jî de girtibû, çarenvîsa “Egîd” heya roja me ya îro nediyare.

4-Mecbûr kirina Hemwelatîyekê jiboy seks kirinê bi Keçe Gerîlayek PKKê.

  • Corê cînayetê: Exlaqî û gef xwarin.

  • Dem: meha 9 ya sala 2020.

  • Cih: gundê Cafirkan girêdayî Xelîfanê.

Tu core cînayet nemane ku rêxistina PKKê di rasta şêniyên Başûrê Kurdistanê de encam nedabe, bê exlaqîya rêxistinê gihaye astekî wisa ku êdî bihayê şeref û namûsê jî li cem wê tuneye.

Li naverasta meha îlona sala rabûrî 2020an, 3 çekdarên PKKê yek jê jin, çûn cem Hemwelatîyekê bi navê “Sadiq Kesîr Elî” ku ji şêniyên gundê “Sergelî” ye, wan li projeyeka xwedî kirina Masîyan li nêzî bendava Bêxme hevdîtin bi “Sadiq” re çêkir.

Paş ku ev hersê çekdarên PKKê digel “Sadiq” rûniştî û ça vexwarî û hinekî nîqaş kirîn, çekdarên zilam yên PKKê “Sadiq” û çekdara jin bi tenê hiştin û “Sadiq” mecbûr kir ku karê bê exlaqî li gel wê gerîlayê de encam bide û çekdarên zilam ew vîdyo kirin.

Piştre bi rojekê, ev çekdar careke din diçin cem “Sadiq” û jêre dibêjin pêwîste tu werî geliyê Zenta ji bo hevdîtina berpirsekî PKKê.

Sadiq diçe ciyê mebest, li wir berpirsekê PKKê gefan li “Sadiq” dixwe ku heger ew alîkariya PKKê neke, wê wan dîmenan nîşanî hevjîna wî bidin û piştre wan qetil bikin.

5-Teror kirina Berpirsekê Ewlehîya Başûrê Kurdistanê.

  • Corê cînayetê: teror kirin.

  • Dem: 8/10/2020.

  • Cih: gundê Gelîkê li Berwarî Bala.

Li serê siba roja 8 Cotmeha sala 2020an, çekdarên PKKê “Xazî Salih Alîxan” berpirsê asayîşa xala sînor ya Serzêrê li nava mala wî li gundê “Gelîkê” û li nava zaroyên wî teror kir.

Çekdarên PKKê bi çeka nîşan şikên “Xazî Alîxan” teror kirbû, ev cînayet raste rast bi fermana Murad Karaylan hat encam dayîn.

6-Desteser kirina hemwelatîyekî binara Qendîlê.

  • Corê cînayetê: desteser kirin û revandin.

  • Dem: meha 10 ya sala 2020.

  • Cih: binara Qendîlê.

Li destpêka Cotmeha sala rabûrî 2020an, çekdarên PKKê hemwilatîyê bi navê “Ebdulla Xidir Heme” ku ji şêniyên gundê “Şinawe” yê girêdayî bajarokê Jarawe bû, desteser kir û revand.

Heya îro çarenvîsa “Ebdulla” nediyare û tu agahîyek jê nayê zanîn.

7-Teqandina boriya petrola Kurdistanê.

  • Corê cînayetê: terora navdewletî.

  • Dem: 28/10/2020.

  • Cih: başûrê kurdistanê.

Rêxistina PKKê li roja 28 Cotmeha sala 2020an, karekî herî qirêj li dijî Başûrê Kurdistanê encam da, wê bi terzê terorê boriya veguhastina petrola Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê hedef kir û teqand.

Ev boriya petrolê bi çavkaniya sereke ya jiyara gelê Başûrê Kurdistanê û dabîn kirina mûçeya wezîfedarên hikûmetê tê hesibandin.

Tişta ecêb di vê bûyerê de, rû qaymîya PKKê bû wexta berpirsyariya Teqandina vê boriyê hilgirtî, lê belê Cihê ku borî lê hatîye teqandin, 2 borîyên din jî li wir hene û yên dewleta tirkiyê ne.

PKKê boriyên birayên xwe yên Tirk hiştin û yên Başûrê Kurdistanê teqandin, vê kiryara terorîstî ya PKKê bi sedan milyon dolar zirar li Başûrê Kurdistanê xist.

8-TNT kirina rêya gundên Duhokê.

  • Corê cînayetê: teror û qetil kirin.

  • Dem: 1/11/2020.

  • Cih: kanî masê.

Li roja 1 çirîya duyemîn ya sala 2020an li nêzî demjimêr 5 serê sibê, çekdarên PKKê dû TNT li ser cadeya sereke ya di nêvbera gundên “Bêbadê û Kanîka” li navçeya Çemankê teqandin, ev teqîn bi dûratiya 630mi j şirketa petrolê bû.

9-Teror kirina pêşmergeyekê jîngeh parêziyê.

  • Corê cînayetê: teror kirina pêşmergeyekê.

  • Dem: 4/11/2020.

  • Cih: kanî masê.

Li roja 4 meha çiriya duyemîn ya sala 2020an, li navçedariya Kanî Masê ya ser bi Duhokê ve çekdarên PKKê otombêleka pêşmergeyan ku dixwastin biçin ser karê xwe yê jîngeparêziyê bi bombeyek çandî hedef kirin û di encamê da dû pêşmerge brîndar bûn û yek din şehîd bû.

10-Qetil kirina Hemwelatîyekê sivîl.

  • Corê cînayetê: teror û qetil kirin.

  • Dem: 8/11/2020.

  • Cih: Sîdekan.

Li roja 8/11/2020an da Hemwelatîyekê bajarokê Soran bi navê “Mihyedîn Herkî” ku bi merema bi dest xistina darên hişk ji boy zivistanê çûbû çiyayê “Bolê” ku dikeve sînorê Sîdekan, mînek ku bi destê PKKê hatbû çandin bi wî da teqîyaye.

11-Bi sedema PKKê 3 welatiyên Başûrê Kurdistanê şehîd ketin.

  • Corê cînayetê: liv û tevgerên PKKê di nava gund de.

  • Dem: 12/12/2020.

  • Cih: sînorê Dêrelokê.

Li roja 12 meha Kanûna yekemîn ya sala 2020an, cesedê 3 hemwilatiyên navçeya Dêrelokê bi navên “Mushin Hecî Silêman, Hesen Sadiq û Sefer Selîm Hemze” tên dîtin, wan bi sedema PKKê can ji dest da, ji berku çekdarên PKKê liv û tevgerên xwe xistine nava gundên başûr û balefir dewam van gundan bombebaran dikin û şênî dibin qurbanî.

12-Teror kirina pêşmergeyekê Kurdistanê.

  • Corê cînayetê: teror kirin.

  • Dem: 14/12/2020.

  • Cih: gundê Dêreşê.

Çekdarên PKKê li 14 meha Kanûna yekemîn ya sala 2020an, êrîşî nuqteyeke hêzên pêşmerge li sînorê gundê bi navê Dêreşê yê parêzgehîya Duhokê kir.

Di vê êrîşê de, efserekê hêzên pêşmerge bi navê Ebdulrehman Emîn ku pileya Mîlazm Yek hebû û ji Bakurê Kurdistanê bû, şehîd xist.

13-Êrîş li ser pêşmergeyên Kurdistanê.

  • Corê cînayetê: êrîş û şer firoştin bi pêşmergeyan.

  • Dem: 15/12/2020.

  • Cih: Sihêla.

Li sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê li navçeya Sihêla, hêzeke çekdarê YPGê bi fermana Qendîlê xwe nêzî Sihêla kirin û teqe li pêşmergehan kir.

Çekdaran hewil da bi rêkên qaçax derbasî nava sînorên Başûrê Kurdistanê Bibin.

Ev çekdar ku hejmara wan 8 kes bûn, ji bal hêzên pêşmerge ve hatin dîtin, pêşmerge bi erka xwe rabûn û ji wan xwest vegerin, 3 jê vegerîn lê belê yên din mukir bûn derbasî başûr bibin û piştre şer qewimî, wan bi çekên giran êrîşî pêşmergehan kir.

14-Desteser kirina hemwelatîyekê binara Qendîlê.

  • Corê cînayetê: desteser kirin û revandin.

  • Dem: 16/11/2020

  • Cih: binara Qendîlê.

Li naverasta meha 11 ya sala rabûrî 2020, çekdarên PKKê hemwilatîyê bi navê “Qareman Ebdulla Şakir” ku ji şêniyên gundê “Bokirîskan” û alîgirê PDKê bû, desteser kir û revand, çarenivîsa Qareman heya roja me ya îro nediyare.

15-Revandina wezîfedarekê şaredariyê.

  • Corê cînayetê: desteser kirin û revandin.

  • Dem: 17/11/2020

  • Cih: binara Qendîlê.

Li roja 17 meha 11 ya sala rabûrî 2020, çekdarên PKKê hemwilatîyê bi navê “Tuwana Hacî Sofî” ku ji şêniyên gundê “Bokirîskan” û wezîfedarê şaredarîya Wertê bû, desteser kir û revand, çarenvîsa qareman heya roja me ya îro nediyare.

16-TNT kirina pirekê li Çemankê.

  • Corê cînayetê: teror.

  • Dem: 22/12/2020

  • Cih: Çemankê.

Çekdarên PKKê li roja 22 meha Kanûna yekem ya sala 2020an, li Çemankê dîsa xwast nearamiyê dirust bikin, çekdarên PKKê li dema derbasbûn li ser pira “Baremînkê” bombeyek dana û piştre ew Cih bicî hişt.

Lê belê her di zû da hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ev plana PKKê û bombe pûç kirine.

Di beşa sêyem de, emê tawan û Cînayetên PKKê yên sala 2019an li Başûrê Kurdistanê eşkere bikin.
Li benda me bin

Pustên heman beş