Afyona gelan û Afyona kurdan – Beşê 3
Rêxistina PKKê li 11 meha kanûna dûyemîn ya sala 2019an, 4 hemwilatiyên sivîl bi navê Mihemed Eskender Îbrahîm, Îbrahîm Eskender Remezan, Baqî Elî Ebas û Kamî Şêxo Ehmed li ser rêya sereke a sînorê navçeya Batîfê a girêday bajarê Zaxo, desteser kirine, heya roja me ya îro jî çarenivîsa van 4 hemwilatiyan nediyare.
Li 18 meha sibata sala 2019an, hejmareke çekdarên PKKê teqe li xaleka pasewanên sînor ya Başûrê Kurdistanê li nêzî gundê dîhê yê grêday nahya bamernê kir, paş vê teqê çekdarên PKKê xwest kesekî radestî wan bkin ku vê xala pasewanan desteser kirbû, ji ber ku bi rêka qaçax derbasî Başûrê Kurdistanê bbû, pasewanên sînor ji bo şer drust nebe, wan ev kes radestî PKKê kir.
Cînayetên PKKê dewan dikin û li roja 21 meha sibata sala 2019an, Asayîşa rêxistina PKKê li gundê Maredû hemwilatiyê bi navê Şiwan Hisên Hemed Emîn ku endamê PDKê ye û xelkê gundê Serxan ê girêday bajarokê Jarawe ye, desteser kir.
PKKê ev kes 3 rojan desteser kir û jêre go ku nabe ew careke din hatin u çuwînê li sînorê navçeyê bike.
Li 26 meha sibata sala 2019an, hejmareke çekdarên PKKê ku di otumbêleke ji corê TOYOTA pîk ap de bûn, li gundê Spîndarê yê girêday navçeya Çemankê, li gêncekî xistin, ev gênc bi navê Saman Mecîd Ehmede û bi giranî birîndar kir.
Yek ji hezaran cînayetên pir bê exlaq û qirêj yên rêxistina PKKê li 10 meha adara sala 2019an çêbû, wexta ku kadiroykê PKKê bi navê Qoşar Weysî ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, li Şingalê destdirêjîya sêksî kirîye ser zaroyekê Êzidî yê temen 10 sal, ev zaro bi navê Eymen Îbrahîm Silêman Hesen e û ji hoza Feqîr û malbata Zero ye.
Paş ku rêxistin bi vê tewana qirêj a kadiroyê xwe haydar bûy, amade nebû wî ceza bike, lê belê ew veguhestin Rojavayê Kurdistanê.
Asayîşa PKKê li 29 adara sala 2019an, li gundê Maredû yê girêday bajarokê Jarawe, banga hewilatiyê bi navê Xalid Sofî Îbrahîm kir ku ev kes berpirsê komîta PDKê ye li navçeyê û jêre go ku nabe êdî karê rêxistinê li navçeyê bikey.
Li 26 nîsana sala 2019an, dû kadiroyên asayîşa Êzidîxanê a girêday PKKê, teqe li hemwilatîyekê Êzidî bi navê Dawid Heyder Eli Qero kir, ev kes xelkê gundê Kersê ye û ji hoza Aldexî ye, wezîfedarê şaredarîya Sinûnê ye, bûyer li sînorê bajarokê Sinûnê li nêzî baregeha şaredariyê çêbû, lê belê ev kes ji hewla kuştinê rizgar bû.
Asayîşa rêxistina PKKê li dawîya meha nîsana 2019an, 3 hemwilatiyên sivîl ji binara Qendîlê revandin, paş ku rojekê di zîndanê de hiştîn, serbest berdan û gef lê xwarin ku nabe êdî ew hereketê li navçeyê bikin.
Li 28 meha nîsana sala 2019an, asayîşa Yekîneyên Parastina Şingalê YBŞê a ser bi PKKê ve, li gundê Kersê yê sînorê bajarokê Sinûnê, şandeka dezgeha xêrxwazî a Barzanî û şandeke kilêsaya Nîbraska bi serperiştîya Lîroy Lab Tecîz kir, ev şand ji bo gihandna alîkarîyan bo awareyên Serdeşta çiyayê Şingalê serdana navçeyê kirbûn.
Asayîşa YBŞê, her yêk ji Pîrdeyan berpirsê ofîsa Şingalê a dezgeha xêrxwazî a Barzanî û Selah Hesen cihgirê wî destsere kirin û ji boy baregeha asayîşa PKKê hatin veguhestin û piştre serbest berdan.
Rêxistina PKKê her çi karê dibe sedema pêşketina Başûr tecîz dike, li 12 meha gulana sala 2019, çekdarên rêxistinê li Geliyê Hesenka hereketa şirketa bi navê Şanîk tecîz kir ku ji bo lêgerînê li petrolê hatibû wê derê.
Rêxistina PKKê li 30 gulana sala 2019an, mayîneke dije tank li ser rêya bi navê Hope li jêr bildozera hemwilatîyekî bi navê Resûl Ebdulla Hemed dana, ev kes xelkê gundê Sîtkan ê girêday bajarê Soran e ku ji bo mebesta sexbêrkirina rêkê li navçeyê bû, ev mayîn di teqe û şofêrê wê birîndar dibe û zirarên mezin bi bildozera wî ketin.
Çekdarên PKKê li dawîya meha gulana sala 2019an, hemwilatiyê bi navê Serdar Mesûd Mihemed Salih ku xelkê gundê Sîlê ê girêday bajarokê Batîfê ye revand, navbûrî ji ber ku di berê de karê qaçaxçêtiyê dikir, PKKê ew bi cînayeta Ajenbûnê desteser kir, paş borîna demekê dayika Serdar diçe Haftenînê ji bo ku agahîyekê ji cegera xwe bizane, lê belê çekdarên PKKê ji dayika dil şewtî dibêjin: vegere, emê paş çend rojekan cesedê xortê te teslîm bikin.
Çekdarên rêxistina PKKê li roja 14 meha îlona sala 2019an, dû mayînên mezin ku her yêk bi qasî 15 kîlogiraman bûn, li ser rêya nêvbera gundên Dodî ên jûr û jêr û herwiha gundên Şehê ên girêday bajarokê dînartê danan, ji bo ku bi hêzên Pêşmerge ve bihên teqandin.
Çekdarên YBŞê yên girêday PKKê li Şingalê, li destpêka meha oktobera sala 2019an, dû hemwilatiyên Êzidî yên birayên hev bi navên Hecî Îlyas Dawid Xelef û Murad Îlyas Dawid Xelef revandin, ev herdû bira ji gundê Barê ê girêday bajarokê Sinûnê ne û alîgirên PDKê ne.
YBŞê qasî 310 hezar dolarên Amerîkî ji malbata wan stendin heya ku ew azad kirîn.
Çekdarên PKKê li roja 12 oktobera sala 2019an, hemwilatîyekê gundê Wesan yê girêday bajarokê Qesrê bi navê Abdula Hacî Mistefa revand, navbûrî kadiroyê PDKê ye, paş ku wî êşkenceyeke mezin li ser destê PKKê xwarî tê azad kirin.
[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#df5461″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:10px;padding-right:15px;padding-bottom:0px;padding-left:15px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#e5825e||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true” mpc_ribbon__disable=”true”]
Bo dîtina beşê 1 kilîk bike
[/mpc_alert]

Bo dîtina beşê 2 kilîk bike

Bo dîtina beşê 4 kilîk bike

Bo dîtina beşê 5 kilîk bike
[/mpc_alert]