Afyona gelan û Afyona kurdan – Beşê 4

Rêxistina PKKê li sala 2018an jî tawanên xwe li başûrê welat berdewam kirin, qurbaniyên van tawana weke hertim ne dagîrkarên tirk bûn, belku Cotkar, hejar û şêniyên xwediyên vê axê bûn.

Gelê Başûrê Kurdistanê, êdî nizane çend dujminên wê hene, ji alîyekê Ereb, ji alîyekê tirk û fars û ji alîyekê din rêxistin û partiyên kurdî yên ku li hundir bûne milîsên dagirkeran, mixabin PKKe yêk ji wan hêzan e yên ku bê rumet kirina başûr kirîye hedefa sereke ya berxwedana xwe ya sexte, a rast ya ku PKKe li Kurdistanê bi giştî û li başûr bi taybetî encam dide, her di esas de berxwedan nîne, ya PKKe dike bi kuştin dana ciwanên kurd û bi destvedana zêdetira axa Kurdistanê û rêxweşkirina zêdetire ji bo dewleta dagîrkara Tirk.

Bi kurtasî sala 2018an weke salên din ji boy gelê başûr saleke pirr bi êş bû, ji ber ku di vê salê de tawanên wehşî yên PKKê nesekinîn û rêxistinê bi navê berxwedanê stem û zordarîya xwe domand.

Cînayetên sala 2018an

1- Danana gomirkek nefermî û standina bi zora bacê.

  • Corê tawanê: standina bi zora bacê.

  • Dem: 15/1/2018

  • Cîh: sînorê başûr û Rojhilata Kurdistanê.

Grûpeke çekdarên PKKê ku ji 12 çekdaran pêk dihat, li roja 15 meha Kanûna duyemîn ya sala 2018an, li sînorê bajarê Pêncuwîn hatine nêzî sînorê parêzgeha Helebce, wan gomirkek li quntara çiyayê Şeram li sînorê nêvbera başûr û rojhilata welat danî û bac bi zorî ji şênî û kolberan stand.

2- Rêgirî kirin li wesayîtên şirketeke petrolê.

  • Corê tawanê: Rêgirî kirin li karên şirketeke petrolê.

  • Dem: 4/5/2018

  • Cîh: Çemankê.

Li roja 4 meha Gulana sala 2018an, çekdarên PKKê rêgrî li erebeyên şirketa HKN ya Amerîkî ya petrolê kir ku dixwastin derbasî gundê Seferî yê girêdayî Çemankê bibin, piştre çekdarên PKKê bi ser kampa şirketê de li gundê Meseleka girtin û li wir gef li karmendên şirketê xwarin û jê xwestin ku karên xwe ragirin.

3- Desteser kirina 5 hemwilatiyên sivîl.

  • Corê tawanê: desteser kirin û revandin.

  • Dem: 25/5/2018

  • Cih: Çemankê.

Çekdarên PKKê li roja 25 meha Gulana sala 2018an, pênc hemwilatî, du jê buran bi navê Serwer Ebdulkerîm û Hêriş Ebdulkerîm ku xelkê gundê Bilimbasan yê girêdayî Çemankê ne, revandin, PKKê ev 5 Hemwilatî bi cînayeta ajentîya ji bo PDKê desteser kirin û paş ku lekolîn li gel de hatîye encam dayîn, gef lê xwarin û jê xwest êdî serdana van navçeyan nekin.

4- Qetil kirina veqetiyayekê rêxistinê.

  • Corê tawanê: teror kirin.

  • Dem: 1/8/2018

  • Cîh: navenda Silêmaniyê.

Çekdarên PKKê li roja 1 meha Tebaxa sala 2018an, li navenda bajarê Silêmaniyê bi taybet li taxa Azadî, teqe li Qadroyekê xwe ku ji rêxistinê veqetya kir û ew qetil kir.

5- Revandina hemwelatîyekê êzdî.

  • Corê tawanê: revandin.

  • Dem: 12/9/2018

  • Cîh: Sinûnê.

Li roja 12 meha îlona sala 2018an, çekdarên PKKê hemwelatîyekê êzdî bi navê Nasir Mirad Îdo nasyar bi Nasir Tela li gundê bi navê bara yê sînorê navçeya Sinûnê revand û heya roja me ya îro çarenvîsa wî nedyare.

6- Revandin û qetil kirina hemwelatîyekê bi hinceta ajantiyê.

  • Corê tawanê: qetil kirin bi cînayeta ajantiyê.

  • Dem: 29/9/2018

  • Cîh: Başûrê Kurdistanê.

Hemwilatîyê Bakurê Kurdistanê yê bi navê Erol tekîn ku temen 26 sale, li naverasta meha îlona sala 2018an bi awayekî fermî bi passport û erebeya xwe hat Başûrê Kurdistanê, paş gihîştina wî bi demekê li navçeya Xwakurk ji hêla çekdarên PKKê ve hat revandin.

PKKê agahî dan malbata Erol û jêre gotin ku xortê wan bi cînayeta ajentiyê hatîye qetil kirin û ew cesedê wî radest nakin.

7- Revandina hemwelatîyekê sivîl.

  • Corê tawanê: revandin.

  • Dem: 31/12/2018

  • Cîh: Şêladizê.

Çekdarên PKKê li roja 31 meha Kanûna yekem ya sala 2018an, hemwilatîyê bi navê Hecî Îsa Şîno ku xelkê gundê Latka yê ser bi navçeya Şêladizê ye, revand û bo dema 8 roja zîndan kir û paş tehdîd kirina wî ew serbest berda.

Di Beşê 5ê de, em wê bas li tawanên rêxistina PKKê yên sala 2017an li Başûrê Kurdistanê bikin.
Li benda me bin

Pustên heman beş