Afyona gelan û Afyona kurdan – Beşê 5
Asayîşa PKKê li roja 14 meha Kanûna duyemîn ya sala 2017an, li zalgeha Pirdeşal ya quntara Qendîlê hemwilatîyê bi navê Elî Wesu Ebdulla ku pêşmergê yekeya 80 ya ser bi wezareta pêşmerge ye, desteser kir, navbûrî xelkê gundê Xaneqa yê ser bi bajarokê Wertê ye, ew bo dema şev û rojekî li cem PKKê ma û paş ku hatîye tehdîd kirin, hat azad kirin.
Çekdar û alîgirên PKKê li roja 13 meha Şubata sala 2017an bi hinceta xwepêşandanê li komelgeha Xanesorê a ser bi Şingalê, êrîşa mala şêx Hizret Reşo Paço kir û mala wî têkdan, PKKê di vê êrîşê de, alayê Pîroz ê Kurdistanê û wêneyên Serok Barzanî li mala Şêx Hizret şewtandin.
Çekdarên PKKê li roja 10 Adara sala 2017an, 3 keçên temen 14 sal li sînorê bajarokê Pîremegrûn revandin, ev keçe li demekê ji dibistanê vedigerîn malên xwe, PKKê ew suwarî erebeyê kirin, piştre û wexta ku erebe bi rê ketî, du ji wan karîn xwe rizgar bikin û yek jê bi zorî birine Qendîlê û heya roja me ya îro çarenvîsa wê nediyare.
Asayîşa PKKê li roja 7 meha Nîsana sala 2017an, keçeke gundê Rozava yê girêdayî bajarokê Sinûnê, revand û bi darê zorê di xwestin tevlî rêxistnê bikin, lê belê malbata wê karîn li doryana bi navê Bork teqê li wê erebeya asayîşa PKKê bikin û keça xwe jê bistînin.
Hejmareke çekdarên PKKê li roja 16 Tîrmeha sala 2017an, daxwaz ji hemwilatîyê bi navê Kemal Reşîd Hacî ku berpirsê komîta PDKê ye li Sersinkê ku wan bi erebeya xwe derbasî sînorê Garê bikin, lê belê vî kesî red kir, loma ji hêla wan çekdaran ve tê desteser kirin û piştre azad dikin.
Çekdarên PKKê li roja 3 Tebaxa sala 2017an, li sînorê komelgeha Xanesorê teqe li dû hemwilatiyan bi navên Fîras Newaf Mihemed Ehmed, Xdir Elaf kir, ev kes ji navçeya Zumar û ji hoza Gergerîyan e, di encamê de, ev herdu kes bi giranî birîndar dibin û piştre kesê bi navê Fîras li nexweşxaneyê can da.
Li roja 20 Tebaxa sala 2017an, hejmareke çekdarên PKKê ku di 8 erebeyên Toyota PÎK AP de bûn û her erebeyekê tankerek 2000 lîtrî pêve hatbû girêdan, bi ser panzînxaneya gundê Mîska de girtin, çekdarên PKKê kamîrayên panzînxanê vemirandin û 10 hezar lîtrên panzînê û 5 hezar lîtrên Gazwayîlê jê dizîn, xwediyê panzînxaneyê jî tehdîd kir.
Çekdarên PKKê li roja 25 meha çirîya paşîn ya sala 2017an de, gulle berdan Qadroyekê Liqa 18 ya PDKê bi navê Bilind Ebdî Ebdulrehman û hemwilatîyê bi navê Bariş Enwer Sedîq yê Bakurê Kurdistanê kir, di encama vê cînayetê de, kadroyê PDKê yê bi navê Bilind can da û Bariş birîndar ket û ji hêla PKKê ve bi birîndarî tê revandin.
Çekdarên PKKê li roja 26 meha Kanûna yekem ya sala 2017an, dû hemwilatiyên sivîl bi navê Hizirvan Pêşkeft û Mihemed Sefer desteser kirin û revandin, paş ku ev kes bi giranî hatine îşkence kirin, tên azad kirin.
Çekdarên PKKê li roja yekê meha Oktobera sala 2016an, li ser rêya çepên Şingalê, bi çekê bêdeng, teqe li dû wezîfedarên Fermangeha rêk û piran ya parêzgehîya Duhokê kir û şehîd kirin, ev her du wezîfedar bi navên Weys Ebdulla Seîd û Ebulmenaf Teha dihatin nas kirin.
Yek ji Cînayetên herî wehşî û qirêj yên rêxistina PKKê, li roja 8 Tebaxa sala 2014an li sînorê bajarokê Zaxo çêbû, wexta ku bi ser mala Qadroyekê xwe yê veqetiyayî de girtî û ew li gel keça wî ya 3 salî bi awayekî wehşî qetil kirîn, ev kadroyê veqetiyayî bi navê Usman Ebdulrehman Ehmed û kod navê Şoreş Balîç bû.
Çekdarên PKKê li saet 12 şeva 21 ser 22 meha Oktobera sala 1997an, li navçeya Şêrwana mezin bi ser mala du hemwilatiyan de bi navê Wehab Selîm Yehya Hesen û Yasîn Umer Hesen de girtin, xaniyên wan şewtandin.
Ev bûyera dil bi êş wusa bû:
PKKê hevjîna Wehab ya bi navê Qedîfa Eyas ku du giyan bû li gel şeş zaroyên wê bi navê Zerîfa, Îshaq, Dilovan, Tehsîn, Sacîda û Cahîda bi awayekî hov qetil kirin.
Herweha hemwilatîyê din yê bi navê Yasîn birîndar kir û hevjîna wî ya bi navê Neşmîla Hesen Yehya li gel 5 zaroyên wê bi navê Kurdistan, Xelîl, Nîştîman, Sîrwan û Cîhan qetil kirin, herweha xortekê din yê Yasîn bi navê nêçîrvan bi giranî birîndar dibe.
Hêjayî gotinê ye, rêxistina PKKê van Cînayetên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê sivîl encam dide, ji bo xwe bi berxwedan hesab dike, ji roja ku PKKe ketîye di başûr de, ew bi awayê mafyawarî tev digere, hemû lehengîya xwe li ser serê gelê belengazê başûr diyar dike û li himberî dagîrkeran çalakiyên wê tunene, PKKe ji boy gelê başûr bûye barekî pir giran, gelê başûr ji bextreşî û derderseriyê zêdetir tu xêrek ji serê vê rêxistinê nedîtîye.
[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#df5461″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:10px;padding-right:15px;padding-bottom:0px;padding-left:15px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#e5825e||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true” mpc_ribbon__disable=”true”]
Bo dîtina beşê 1 kilîk bike
[/mpc_alert]

Bo dîtina beşê 2 kilîk bike

Bo dîtina beşê 3 kilîk bike

Bo dîtina beşê 4 kilîk bike
[/mpc_alert]