Bersivek ji bo Sozdar Avesta, Qeyûma PKKê ya Şengalê

Sozdar Avesta-KCK-PKK-HPG-kurdistan-yazidi-kurd (2)

Sozdar Avesta endama KCKê îro bo Ajansa ANF ê axivî û nirxandin ji boy êrîşa dawîn a ser Şengalê kir û got: “Êrîşa li ser Şengalê ji encama Peymana 9’ê cotmehê ye”.

Sozdar Avesta kî ye?

Sozdar Avesta endama KCKê ye, Êzîdîya Bakurê Kurdistanê ye, paş êrîşa DAIŞê a li ser Şengalê, PKKê ew îna pêş ji bo ku Êzîdîyên Şengalê pê bi xapîne û birînên Êzîdîyan ji bo berjewendîya rêxistinê îstîsmar bike, wate PKKe nasnameya Avestayê ji bo xwe îstîsmar dike û Avesta jî ji hêla xwe ve birînên Êzîdîyan ji boy PKKê îstîsmar dike û siyasetê li ser serê Êzîdîyên belengaz dike.

Avesta wusa pêş çivaka Êzîdî ve di axive yê ku bibîne wê bibêje ev li Şengalê ji dayik bûye û ji hêla Şengalîyan ve hatîye hilbijartin, nexêr ne usaye, Avesta weke Qeyûm ji hêla PKKê ve li Şengalê hatîye erikdar kirin.

Sozdar Avesta, di hevdîtina ANF ê de ku 22 xolek û 46 çirkeyan dewam kir, ji bilî êrîş û çêkirina tuhmetên bê esas ji boy “Hikûmeta Başûr û PDKê”, sitratejîya rêxistina xwe careke din ji boy gelê Êzîdî, pêşeroja navçeyên wan tekez kir û bi zelalî ji Êzîdîyan re got: “Em dê di Şengalê de bimînin û hûn jî li kampan, warê we ji boy PKKê helal be û çi dibe bila bibe, ji xwe yê ku bixwaze li ser esasê “Biratîya Gelan” bi Erebên Şîe re bibe bira û asmîle bibe, hûn bi xêr bihên Şengal Şengala we û birayên we yên Haşda Şîe ye”.

Sozdar Avesta nirxandin ji bo Peymana 9’ê cotmeha sala rabûrî a nêvbera Hikûmeta Başûr û Hikûmeta Îraqê kir û got: “Êrîşa li ser Şengalê ji encama vê Peymanê ye!, Her wiha dibêje: “PDKe dixwaze bi vê Peymanê vîna gelê Êzîdî bikuje, dixwaze Şengalîyan ji Şengalê derxîne”! Di beşeka din ya axaftina xwe de got: “Hêzên xayînên li Herêmê jî di vê êrîşê de xwedî roleke mezinin”!.

Peymana 9’ê cotmehê çî ye û kî xayîne?

Sozdara genî ku bi mîha KCKê tê nas kirin û tenê di kare wê tiştê bibêje ya ku “Girûpa Enqerê” bi guhê de bang dide, tişta ku ji bîr kirî di hevdîtinê de ji Êzîdîyan re zelal bike, emê li şûna wê bêjin û zelal bikin, emê jêre bêjin vîna Êzîdîyan bi t away hatîye kuştin û kî bûn sedem ku heya roja me ya îro 80% a şêniyên Şengalê di kampan de bimînin, her wiha kî bûn sedem heya roja me ya îro Şengal wêran û kavil bimîne, kî ne yên ku dixwazin Şengalê bixin ser Îraqê û Îranê û şêniyên wê di nava gemara Erebên Şîe de asmîle bibin.

Li 9’ê cotmeta sala rabûrî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa federal peymanek ji bo asayîkirina rewşa Şengalê îmze kir, bi kurtasî li gorî peymanê pêwîste PKKe û çekdarên wê ji Şengalê derkevin, ji bo ku rê ji boy avedankirina Şengalê û vegera koçberên wê were vekirin.

Rêxistina PKKê ji bo ku ev Peyman ti encamekî negire, kete nava tevgerê û hewlên mezin û bi Haşda Şabî re peyman çêkir û got: “Em ji Şengalê dernakevin, pêwîstîya Şengalê bi Peymanê tune”  û ev Peyman weke Peymanekê li nêvbera PDKê û dewleta Tirk a dagîrker ji bo Êzîdîyan şîrove kir, lê belê ya rast gelê Êzîdî bi tevahî dizane ev Peyman wê wan vegerîne ser warê wan.

Kê vîna Êzîdîyan kuştîye, PDKê yan PKKê?

Pirsa li vir tê kirin eve, gelo kîne vîna gelê Êzîdî dikujin, PDKe ya ku hewl dide Şengalê avedan bike û koçberên wê ji dojeha kampan xelas bike û wan bişîne ser warê wan, yan PKKe ya ku ketîye di Şengalê de û bûye sedem ku Şengal wêran û kavil bimîne?, Kî ne bi Haşda Şabî û Îranê re Peyman çêkirî û soz bi dewleta Îranê day ku xeta “Mîhwerê miqawemê” li Şengalê çêkin û Hîlala Şîeyan mezin bikin, PDKe ye yan PKKe? Kî ne dixwazin Êzîdîyan ji Kurdistanê bi qedînin û di nava Şîe û Haşda Şabî de asmîle bikin, PDKe ye yan sitratejî û zihînyeta genî ya Apo a bi navê “Biratîya Gelan”?.

Kî ye zîndanên nihênî li Şengalê çêkirî û bi sedan ciwanên Êzîdî yên li dijî siyaseta PKKê xistîne têde, PDKe ye yan PKKe? Kî ye bi dehan zarok û ciwanên Êzîdî revandî û kêşî çiya kirî û bi destê eskerê Tirk bi kuştin day, PDKe ye yan PKKe? Avesta genî em dikarin bi sedan mînakên din ji sitem û îxaneta hewe di rasta gelê Êzîdî de bi taybet gelê Şengalê berçav bikin, loma wusa nefkire ku Êzîdî wê bawer ji wê gemarê bikin ya ku ji devê we yê lewtî deridikeve.

Avesta heger bi gotina te be û êrîşa ser Şengalê ji Encama Peymana 9’ê cotmehê be, ji kerema xwe bo me bibêje êrîşa ser Metyanyê, Garê, Heftenînê, Xakurk, Qendîl, Şekîf, herwiha Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî ji encama kîjan peymanê ne?, Ma ji xwe ew jî ji encana Peymana 9’ê cotmehê ne?!

Wekî dî, daxuyanîya berdevkê Yekîneyên Seyd El Şuheda a Haşda Şabî ya roja pêncşemîya rabûrî 19/8/2021an ku gotbû: “Emê heyfa çekdarên xwe yên PKKê û YBŞê li Şengalê hilînîn”, mînaka herî zelal û berçave ku PKKe li Şengalê ji bo xizmeta Îranê û Haşda Şabî tev digere, mînakeke zîndî ye ku PKKe gelê Êzîdî ji bo berjewndîya rêxistinê bi kar tîne û li ser xapandina wan bi siloganên pûç domdare.

Sozdarê di hevdîtina xwe de ew qas axaftinên “bê exlaq, bê şeref û xayîn” ji Hikûmeta Başûr û PDKê re go, bi wê qasê êrîşa Tirka dagîrker şermezar nekir.

Heger zereyek wefa, Êzîdîyatî û Kurdayetî bi Sozdarê re hebe, ew rê nade Êzîdî bibin amûrek ji bo ecêndaya PKKê

Li dawiyê em dibêjin: Kurdê Êzîdî, Kurdê resen xwediyê Şengalê ye, ew bi leystokên PKKê û pîlanên wê ên bi dewletên dagîrker re nayê xapandin, gelê Êzîdî ev leystûka PKKê baş fêm kirîye û ji ber vê sedemê ew jiyana li kampan bi romet tir dibîne ji ku veger Şengalê û bikeve jêr bandora PKKê û xizmeta dijimnê gelê Kurd, gelê Êzîdî baş dizane PKKê çi qas ciwanên wan revandine, çi qas ola wan bê wate kirîye û çi qas dixwaze nasnameya wan bi guherîne.

Her wiha em ji Avestayê re dibêjin: Heger raste Avestayê zereyek wefa ji bo Êzîdîyan hebe, zereyek Êzîdîyatiyê pêre hebe, zereyek Kurdayetiyê pêre hebe, tu nahêlî Êzîdî ji bo acêndaya PKKê û Haşda Şabî bibin amûrek, tu nahêlî PKKe Êzîdîyan li bin ala Îraqê û Haşda Şabî bihêle, tiştê êşa Êzîdîyan xelas dike tenê “Peymana 9’ê cotmehê” ye.

Ji bo ku PKKe Êzîdîyan nexapîne, fermûn naveroka Peymana 9’ê cotmehê û şîroveyên wê di van lînkan da bişopînin:

Pustên heman beş