Evdila Ocelan li berxwe da yan jî teslîm bû? Beşa 1

Di ser hatina Evdila Ocelan a Tirkiyeyê roja 15 ê Sibata 1999an de 23 sal derbas bûn. Di van 23 salan de gelek caran pirsên “Evdila Ocelan ji dewleta Tirk re çi got, çawa pêwendî çêkir, dewleta Tirk ji wî çi xwest, Ocalan li ber xwe da, an jî teslîmî dewleta Tirk bû” Hatin kirin.

Gelek belge hene ku têkiliyên Evdila Ocelan bi dewleta Tirk re eşkere dikin. Ger em wan bi kronolojîkî rêz bikin:

1- Di navbera 16 û 21 ê Sibata 1999 an de îfadeya Evdila Ocelan a li dozgeriyê.

2- Axaftinên hevdîtinên Evdila Ocelan ên bi parêzerên xwe re ku bi salan di bin navê “Notên Îmraliyê” de hatin weşandin.

3- Îfadeyên Evdila Ocelan ji Hesen Atilla Ugur re gotî.

4- Nameyên veşartî yên Evdila Ocelan ji PKK ê re şandî lê mixabin em nikarin bigihêjin wan nameyan.

Ji van 3 belgeyên ku em dikarin xwe bigihînin wan, der barê sekin û helwesta Ocalan a li Îmraliyê agahiyên gelekî girîng didin me. Dema ku mirov li van agahiyan dinêre tişta derdikeve holê ev e: Evdila Ocelan li hemberî dewleta Tirk çi berxwedan nekirîye û ji destpêkê ve qebûl kiriye tiştên ku dewlet jê bixwaze bi canûdil bike. Ango Ocelan teslîm bûye.

Ev agahiyên li ser helwest û sekina Ocalan a Îmralîyê ji aliyê dewletê û PKK’ê ji raya giştî re hatin veşartin û hewl hat dayîn ku Apo weke berxwedanvanekê li zindanê bê nîşandan. Teslîmîyeta Ocalan hat veşartin û weke lehengekê hat pêşkêşkirin. Ji ber ku “Ocalanek qehreman” dibe çavkaniyek ku her du alî jî, jê sûd werdigirin. Ji bo vê jî rastiya Ocalan ji hemû raya giştî bi taybetî ji civaka Kurd, tê veşartin.

PKK’ê zarokên 17-18 salî yên li Bakurê Kurdistanê ku nikarin li ber îşkenceyê xwe ragirin, weke sîxur-xayîn binav kirin. Bi dehan kurdên feqîr û nexwenda ji ber tometa sîxuriya dewletê dikirin ji layê PKK ê ve hatin kuştin. Her kesê ku ji PKK ê veqetî û du rexne li PKK ê kir, bi sîxurtî û xiyanetê hatin tewanbarkirin. Lê belê Evdila Ocelan di daxuyaniyên xwe yên ewil ên 16-21 ê Sibata 1999 de dema ku hat girtin bi dehan agahî li ser xwe, li ser rêveberên PKK û li ser sîstema PKK ê yek bi yek ji dewletê re gotin. Ango nepenîyên PKK’ê hemû herf bi herf ji dijminî re vegotin.

Yek ji rêveberên berê yên PKK ê Şemdîn Sakik ji aliyê PKK ê ve weke xayinê herî mezin hat destnîşan kirin. Ji ber ku PKK dibêje Sakık agahî dayîne dewletê, poşman bûye û teslîmî dijmin bûye. Lê di îfadeyên Şemdîn Sakik de bi qasî îfadeyên Ocalan ên 16-21 ê Sibatê yên li dozgerî re gotîn, îtîraf û poşmanî nînin. Şemdîn Sakik derbarê sivîlên ku bi qasî Ocalan alîkariya PKK ê kirine agahî nedan dewletê. Lê yên ku Şemdîn Sakık wek xayînekî mezin îlan kirî, Evdila Ocelan wek qehreman îlan kirin.

Li derdora Evdila Ocelan efsaneyeke berxwedanê ya mezin hate afirandin. Lê belê ev her sê belgeyên girîng ên ku me behs kirin, rastiya Ocalan a xwespêr eşkere dikin.

Werin em li îfadeyên 36 rûpelî yên ku Evdila Ocelan ji 3 dozgerên dewleta Tirk ên bi navê Talat Şalk, Nuh Mete û Hamza Keleş ên dozgerên Dadgeha Ewlekariya Dewletê re dane, binihêrin. Di bin van îfadeyan de îmzeya Evdila Ocelan heye.

Ocalan sûçê çalakiyên întîharî avêt ser rêveberên jin û çalakvana

Evdila Ocalanê ku bi şanazî digot ji bo min mirov xwe dişewitîne û xwe dipeqînin, di roja ewil a girtinê de pişta xwe li wan kesên ku xwe ji bo wî şewitandî û peqandî zivirand. Piştgiriya van çalakvanan nakir.

Di destpêka lêpirsînê de pirs û bersivên ewilî wihane:

DOZGER– Hat zanîn ku di encama kiryarên rêxistina PKK ê ya ku ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê li ser axa Tirkiyê çalakiyên çekdarî li dar xistiye de zêdetirî 30.000 hezar pasawan û sivîl mirine. Em mirin û kuştin ji alîyê rêxistina ku tu serokê wê bûy û bi sedema fermanên te rûdane û ev yek ji alîyême ve aşkereye?

OCALAN– Rast e ez damezrînerê rêxistina PKK’ê me. Dîsa rast e ku min pêşengiya vê rêxistinê kir û di bin serokatiya xwe de li ser axa Tirkiyê dest bi şerê çekdarî kir. Di destpêkê de bi rastî peyvek me ya avakirina dewleta Kurdistanê hebû. Ev jî rast e, lê di pêvajoya bûyeran de ez gihîştim wê qenaetê ku ne ji bo avakirina dewleteke kurdî ya serbixwe, lê ji bo yekkirina kurdan wek gelên ku beşdarî avakirina Komara Tirkîyê bûyî, bi azadane û hevra tevbigerin. Li ser vê bingehê min destnîşan kirî ku ew dikarin bi azadiya xwe ya aborî, civakî, siyasî û çandî bi hev re bijîn. Ez ji wan kesên ku xwe dişewitandin pirr acizim, ez bi tundî tekez dikim ku divê dev ji van hewlan berdin.

DOZGER-Te di MED tv de li roja 13-12-1998 got ku “eger tiştek were şewitandin bila ne giyanê we yê pîroz be, divê hûn mirov û saziyê ku we dişewitînin, bişewitînin” te ev axaftin di bernameyê de kir. Piştî vê axaftina te çalakvanek bi navê Hamidiye KAPAN (Berwar) li Wanê li dijî wesayiteke leşkerî ya ku personelên Fermandariya Ewlekariya Cendirmeyan tê de bûn, êrîşeke xwekujî pêk anî û di encamê de 14 leşker û 10 welatiyên me birîndar bûn, welatîyek sivîl jî mir. Ma ev gotina te “xwe ne şewitînin yên ku hûn şewitandî, bişewitînin” dijî fikra te ya li ser bingeha azadiyê û bi hevre jiyanê niye?

OCALAN– Rast e min di Med Tv de got, “yên ku hûn şewitandî hûn jî wan bişewitînin xwe neşewitînin” ev axaftin ya min e. Haya min jê heye ku ev axaftina min li dijî fikra jiyana bi hevre ya, lê ez di nava mercên dijwar de bûm û mebesta min bi vê axaftinê ne êrîşa li dijî Hêzên Ewlekariya Tirk e. Bi rastî ez bi rayedarên herêmî yên ku ev çalakî li dar xistin re axivîm. Min xwest kiryarên wiha neyên kirin. Min ev ferman, yanî fermana êrîşa li dijî Yekîneyên Ewlekariya Tirk, ji fermandara me ya herêmê Hekkarî ya jin bi navê kod Pelşîn da. Bi rastî ez nasnameya Pelşîn bi zelalî nizanim. Her wiha min got ku di talîmata giştî de li ser vê mijarê min gotiye çalakîyên xwekujî nekin.

DOZGER– Hûn dibêjin ku we piştî êrîşa Hamdiye KAPAN ê ya li ser navenda artêşa bajarê Wanê, bi fermandara jin a herêmê Pelşîn re axivî û we ferman da ku careke din bi vî rengî êrîş neyê kirin. lê piştî wê tarîxê di axaftineke we ya di 25-12-1998 ê li Med Tv yê kirî de got: “ev kar wiha pêşde diçin û dê li metropolên Tirkiyeyê jî rewş wiha pêş bikeve, Ez dibêjim bila sivîl weha zirarê nebînin, lê sibê ew di nava Trkê ku piştgiriyê didin hikûmeta faşîst bombeya li canê xwe dixin û xwe di nava kesên ku piştgiriyê didin dagîrkeriyê diteqînin. bi vî awayî ye û bi sedan dê bên teqandin” piştî vê axivtina te Yûcel LİKBAY bi nasnameya sexte, Adem LIKBAY û Zeki BİLİCİ  Emnîyeta Îstanbûlê di roja 15-1-1999 ê girtin. Li ser van şexsan ji bo çalakîyên întiharî bi karbînin 8 qalibên TNT yên fabrîqê, 3 TNT yên bi destan çêkirî, 6 libên TG-7 antî-personel roket hatin desteserkirin.

OCALAN– Di bernameya Med Tv ya 25-12-1998 an de rast e min axaftina ku hûn niha ji min re dixwînin kirî ye. Piştî ku ez li Îtalyayê hatim girtin, ez pirr hatim tengavkirin, min xeberek bihîst ku dê me xav-xav bixwin. Min ev axaftin bi hestyarî kir, lê piştî vê axaftinê min fermanên vî cûrê çalakîyan neda ye.

Pustên heman beş