Evdila Ocelan li berxwe da yan jî teslîm bû? Beşa 3

Yên dîroka PKK’ê xwendî û lêkolîn li ser kirî çend têgîn hene ku pir dibihîzin. Ji van têgîna ya yekem “Rêberî” ye. Têgîna duyemîn “qehremantî”. Têgîna sêyem a ku hûnê pir bibihîzin jî peyva “xayin-ajan” e.

Hûn nikarin belgeyek PKK ê peyda bikin ku ev têgîne tê de nebin. PKK ji bilî xwe hemû partî, tevger û kesayetan xayîn îlan dike. Her kes sîxur an jî xayin e. Yanî li gor propagandaya PKK ê tenê Ocelan û partîya wî qehreman in. Gelo ev yek raste? Werin em lêgerîna xwe ya ji bo bersiva vê pirsê bidomînin.

Bi rastî ma Evdila Ocelan leheng e? Ji bo ku bibe leheng wî çi kir? Yan jî Evdila Ocelan xayîn e? wî çi kir ku bûye xayîn? Jixwe PKK’e hemû hêza xwe bikartîne ku Ocelan weke leheng destnîşan bike. Lê em tiştên ku li ser Evdila Ocelan nehatine gotin bibêjin. Di helwesta Ocelan de tu berxwedanvanî nîne, helwestek qehremantî nîşan neda, dewletê çi xwest û çi pirsî bersiv da. Ocelan ji dewleta Tirk re Îtiraf kirin. Heger kesekî din piştî girtina Evdila Ocelan helwesta wî nîşan bidaya, wê PKK’ê ew wek xayîn-ajan îlan bikira.

Şemdîn Sakik li ser îtîrafên Ocalan çi got?

Bo nimûne «Şemdîn Sakik»ê ku ji aliyê PKK’ê ve weke xayînê herî mezin hat îlankirin jî wiha digot: “gava Ocelan bi mirinê re rû bi rû may her tişt got. Têkiliyên xwe yên li Sûriyeyê îfşa kir. Lêbelê di lêpirsînê de gotin min ew gundî û şivanên ku alîkariya PKK’ê kirî kîne, min bersiva vê pirsê neda û navê kesê negot. Lê Ocelan her tişt ji dewletê re got.” Belê, Ocalan her tişt got. Beriya her tiştî, wî nav û bîyografîya rêhevalên xwe îfşa kir, li ser rêxistina xwe û dostên xwe her tişt bo dewletê got.

Mînak, gava ku Ocelan hatî girtin PKK’ê kongireya 6mîn lidarxist. Ocelan cîh, beşdarvan û armanca Kongireyê hemû ji dijminî re yek bi yek got. Di belgeyên fermî de em vê yekê baş dizanin.

Pirs: Derbarê kongreya 6. de agahiyan bidin?

Evdila Ocelan: Ji bo lidarxistina kongreyê li quntara çîyayê Zagros ê Bakurê Iraqê min ferman da. Navçeya di navbera Çiyayê Qendîl û Xakûrkê, devera Xinêre de ye. Kongire ji dawiya Kanûnê ve tê lidarxistin. Di telefonên ku min di berîya 15ê Sibata 1999an de kirin de ez hîn bûm ku kongre dewam dike û nîqaş gihiştine mijarên cephe.

Ocelan di 16ê Sibatê de dest bi van îtirafa ji dewletê re kir. Yanî dema ku Ocelan ev agahî day dewletê, kongre hê jî berdewam dikir. Ocalan bê dudilî agahiya cihê 350 rêvebirên rêxistina xwe dan dijminî.

Piştre jî Ocalan derbarê kongreyê de wiha berdewam kir:

Evdila Ocelan: Ev kongre kongreya ji nû ve avakirina rêxistinê ye. Min kasetek jî ji vê kongreyê re şand. Xalên rojeva kongreyê; 1-Îdeolojîk 2-Siyasî 3-babetên leşkerî 4-xebatê eyalet û herêma 5-Eniyên xebatê 6-Rexne-rexnedan 7-Mijarên hilbijartinê tên gotûbêjkirin… Di encama kongreya 6. de wê berpirsyarê Ewropa bibe «Şahîn Cîlo» (Mazlûm Ebdî). Berpirsiyariya «Botanê» wê were xurtkirin, berpirsyariya «Behdînan» bi fermandarîyeke xurt were sazkirin. Ji bo herêma «Soran» îdareyek zana û bijare dê were wazîfedarkirin. «Kanî Yilmaz» naşînin Ewropayê.

Ocelan ne tenê navê Şahîn Cîlo (fermandarê HSD) daye dewletê navê gelek fermandarên xwe da dewletê. Navên hemû rêveberiyê deşifre kir. ne tenê li ser paşerojê di heman demê de li ser tiştên ku dibe di pêşerojê de biqewimin jî agahdarî da dijminî. Mînak, Ocalan di derbarê rêveberiya ku dê di kongreya 6. de were hilbijartin wiha dibêje.

Evdila Ocelan: Kesên wek Coma, Ferhad, Ebubekir, Ebbas, Mahîr welat dikarin di komîteya navendî de cî bigirin. Heman dem ji xebatkarên navendî jî «Zekî, Îsa, Fuad, Nasir, Cemal, Felat û Mistafa Qarasû» ji nav kadroyên komîteya navîn de bên hilbijartin.

Di kongreya 6. de meclîsa leşkerî ku ji 25-30 kesan pêk tê bê avakirin. Dikarin li şûna sîstema eyaletê sîstema saha ava bikin. Bila biryar were dayîn ku aliyên siyasî û leşkerî bi hev re tev bigerin. Dê îdare ji kesên kevin û nû pêk were. Dikare li başûr bêtir pêşketinên pêk were. Carna dibe ku ew hêza xwe derbasî ciyên din jî bikin. Li Botanê, di bin fermandarîya «Bahoz» (Sûriyê) de (1000) hêz heye. Li «Zagrosê» li gel «Ebubekir» derdora (700-800) hêz heye. Di bin berpirsiyariya «Dr. Alî Amed» (Xwendekarê pizîşkî, 7-8 sal di rêxistinê de) (400) kes hene. li «Erziromê» di bin berpirsiyariya «Yilmaz» de (K) derdora (150-200) nefer hene. Li «Dêrsim» gel «Kazim» (350-400) hêz heye. Li «Serhed»ê di bin berpirsiyariya «Sebrî» de 150-200 kes hene. Li eyaleta «Koçgîrî» dora (40-50) di bin berpirsiyariya «Alişar» da hene. li Deryaya Reş ya di bin berpirsiyariya «Ayhan» (K) de (40-50) kes heye li gel DHKP-Cyê hereket dikin. Li «Garzanê» hêz nîne, hêza li «Amedê» ye.  Li «Mêrdînê» derdora 150 kes ku berpirsê wê «Felat» (K) bû lê min we bihîs ku ew miriye. Li wir pirsgirêk kêmin û gelek îmkanê wan yên aborî heye. Li du herêmên Bakurê Iraqê; (A) herêma «Behdînan» a di bin berpirsiyariya «Ebbas» (K) de (1500) hêz heye ew herêma Barzanîya ne. (B) Li «Soran» 2500 kes di bin berpirsyarîya «Coma» de hene. «Soran» cihekî di navbera «Xakûrkê û Silêmaniyê» de ye. Hêza wan çar ji sê li wê deverê ne. Li «Ruha» di bin fermandarîya «Kemal Sawur» de (25-30) kes hene. Li Derya Sipî «Sari Îbrahîm» li dora (80-100) kes ve berpisryare. Li Başûr (4.500) li Tirkiyeyê jî (3.000) hêz hene.

Ocalan yek bi yek navên hemû rêveberan û agahiyan li ser wan dide dewletê. Bi rastî, di dawiya belgeya fermî de, dibêje: “Li ser vê mijarê kaset û diyagramek berfireh heye”.

Bi rastî, Evdila Ocelan yek bi yek navê hemû fermandar û devera dane dewletê. Di belgeyên fermî de wiha hatîye nivîsîn, “li ser vê mijarê bi hûrgilî kaset û nexşe li gel me mewcudin” bi rastî li ser van gotinan Evdila Ocelan dewleta Tirk jî matmayî dihêle. Serfermandarê Artêşa Tirk «Hasan Atilla Uğur», kesê ku li ser navê dewletê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, pirtûkek bi navê “Min lêpirsîna Evdila Ocelan kir-evin rastî” nivîsandiye, derbara vê pirtûkê wiha dibêje: Min nivîsand ku ew çiqas ji Mistafa Kemal (Ataturk)hez dike û tenê ji bo ku ew neyê darvekirin ma çi got û çi negot.”

Ocalan çima hate girtin?

Hîn Ocelan nû hatî Tirkiyê xwastiye bibe xizmetkarê Dewletê û ji bo dewletê planên bihevre karkirinê pêşkeş kirin e. Ocalan ew qas agahî da dewleta Tirk, çima ji roja destpêkê xwest bihevre projeyên bimeşînin? Ji ber ku Ocalan roja piştî girtinê di belgeyên lêpirsînê de dibêje: Min xwend. Min dîroka tirkan û mijarên ku siberoja Tirkiyeyê ronî dike şopand. Ez dixwazim beşdarî vê pêvajoyê bibim. Di nav me de ji ber kadroyên gundî xeletî hatin kirin. %5 şaşîyên dewletê bûn, %95 jî şaşîyên me bûn. Lê ez xeletiyê qebûl dikim.

Ocalan yekser piştî van gotinan wiha lê zêde dike: “Li Tirkiyeyê 7 milyon kurd hene, girse ji bo xebata me ya din bese. Kontrolkirina piştevanan girîng e. Girse pir çalake û di her çalakiyê de ji kontrolê derdikeve. Gel ji min pir hez dike. Ji ber vê yekê ye ku li ser bingehê min heye berdewam dike, lê serokê ku li dijî fikrên min be, nikare bibe serok û sernakeve” Ocalan dema ji dewleta Tirk re dibêje “xebata li pêşîya me” di xweze çi bêje? Ocalan û dewleta Tirk bi girseya PKK’ê ya li Bakurê Kurdistanê wê çi bikin? Pirsa herî girîng ev e, we kîjan helwesta lehengiya Ocelan di nivîsa 13 hezar peyvî ya lêpirsîna Ocalan de dît ku me di van vîdyoyan de behsa wê kir? Ocalan di hemû nivîsê de carekê jî peyva Kurdistanê ji bo navê welatê xwe bi kar neanîye, dema behsa Başûrê Kurdistanê dike jî dibêje Bakurê Iraqê. Navê hemû hevalên xwe yek bi yek dide. Heta ew dibêje ka birayê wî Osman Ocalan dikare çi bike. Ew peymanek pêşkêşî dewletê dike.

Em jî dipirsin: Dema ku belgeyek wiha li holê hebe û Ocalan ev tişt ji dewletê re gotibe, gelo; Ocalan xayîne an jî qehremane?

Pustên heman beş