Evdila Ocelan li berxwe da yan jî teslîm bû? Beşa 2

Beşa 2: Ocelan navên kê dan dewleta Tirk?

Têkiliyên di navbera Evdila Ocelan û dewleta Tirk de hertim cihê gumanan e. Lê belê piştî ku Ocelan di 15ê Sibata 1999 an de hatî Tirkiyê ev guman pêtir eşkere bûn. Di her hawirdorê de hatiye dîtin ku Ocelan dewleta Tirk weke dijmin nabîne, ji danûstandina bi dewletê re dudil nabe, her agahî û pêzanînên nepenî bi rehetî dide dewleta Tirk.

Heke mirov bibêje Evdila Ocelan teslîmî dewleta Tirk bûye, nabe bêbextî. Ev agahî di pirtûk, vîdyo û axaftinên Ocelan de bi zelalî hene. Dema ku em îro van gotinên Ocelan kirî eşkere dikin, alîgirên PKK’ê nerehet dibin û dibêjin hûn xayînin. Lê yê ku ev pêzanîn daye dewletê Ocelan bi xwe bû. Ew Napirsin “çima ew kesê ku zarokên gelê kurd şandine mirinê, weke bilbilî navên kesên ku alîkariya PKK’ê kirine, kesên pere dane û ji bo PKK’ê siyaset kirine, dide dewletê.” Lê ji wan kesên ku pirsan dikin re dibêjin xayîn. Lêpirsîn û rexnekirin azadiyê bi xwere tîne. Dê ji wî kesê ku bêtirs Zarokê Kurdan dişine mirinê wer pirsîn gava tû hatî girtin çima te got “Dayika min tirk e, ez dixwazim xizmeteke bêberamber ji dewleta xwe re bikim” mafê her Kurdekê ye ku vê helwesta Ocelan rexne bike û bipirse tu çima teslîm bûy.

Werin em li ser îfadeyên Evdila ên di navbera 16-21 ê Sibatê de bo dewletê kirî vekolîn bikin.

Ocelan navên kesên ku alîkariya madî dane wan dide dewleta tirk

Dozger: Gelo ji sala 1990an û vir ve we li Tirkiyeyê alîkariya karsaz, komele an rêxistinên ku alîkariya PKK’ê kirine, kiriye ji bo bidestxistina projeyan? Yanjî we alîkariya karsazên ku ketine îhaleyên dewletê kiriye yan na, ji karsazan alîkarî-bac hatiye girtin an na. Gelo li herêma Zagrosê qaçaxçîtiya madeyên hişber de erka we çi bû, di asteke bilind de pêwendiyên we li gel mafya çibûn?

Li ser pirsa dozger bê ku Evdila Ocelan “wan dostên xwe biparêze” dest bi axavtinê kir

Evdila Ocelan: Di navbera salên 1991-1993 an de di bin navê dahata rêxistinê de ji karsazên herêmê hin pere dihat wergirtin. Dema ku şirketên miqawilan bi bikaranîna hêza rêxistina me îhaleyê distînin, me jî, ji wan nizbeya xwe distand. Dema «Halîs Toprak» dest bi çêkirina fabrîqeyan kir, me ji wîre got, ger hûn li vir fabrîqeyekê çêkin, divê hûn baca xwe bidin, yanî hûn ê berdêl bidin rêxistinê û me ji wî pere standin. Ez kûşmê wê nizanim. Ji ber ku Xebatkarên me yên li herêman pere kom dikirin.

Kargehên kevir şikandênê yên ku «Elî Riza Sepetoglû» bi malbatî xwe re dimeşandin, xebatkarên me yên herêmê li ser navê rêxistinê pere û harîkarî jê girtine. Ez kûşmê wê nizanim. Her wiha yekîneyên me yên herêmê ji şîrketa «Ceylan Holding» pere standin e. Ez kûşmê wê nizanim. Ev awayê wergirtina pereyan li tev herêma bi gelemperî tê kirin. Heta «Behçet Cantürk» jî alîkariya rêxistina me dikir. Rêxistinê li Geverê ji «Cîhangîr Aga» û li Mêrdînê jî ji malbatên paşnavên wan «Tirk û Qahraman» pere kom kirin e. Ji xeynî vê ji gelek karsazên ku ez navê wan nizanim me pere wergirtin. Her wiha li ser bazirganiya tiryakê ya li navçeya «Başkale» ya Colemêrgê, bazirganiya çek û heywanan jî di nav de ye, Osman Ocelan bi kod «Ferhat» li ser navê rêxistinê ji kesan pere kom dikir. Her wiha li ser sînor jî di bin navê “yekîneyên gumrikê” ev karê bac wergirtinê di hate meşandin. Saziya gûmrikê bi vî karî mijûl di bû. Hemû rêxistina, xebatên wiha hene. Hevalê me «Sînan», pereyên ku rêxistinê li Ewropayê berhev dike, di razîne banqên Swîsre. Ev kes «Sînan» bi karûbarên aborî re mijûl dibe. Ji Nisêbînê ye. Di Med-Tv de jî dixebite. Ew pere yên li ser «Heyder Ababa» ku li «Belçîkayê» hatî girtin jî yên rêxistina me bûn.

Gelo «Behçed Canturk» yê ku Ocelan behsa wî dike kî ye?

Behçed Canturk ku li vir Evdila Ocelan behsa wî kirî, keseke ku di nav kurdan de bi nav û deng bû. Canturk xelkê «Amed-Licê» bû, di 14 ê Çileya 1994 an ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Tansû Çîller di axaftina xwe ya di 4ê Mijdara 1993an de got, “Lîsteya karsazên Kurd ên ku alîkariya PKK’ê kirine hene. Di lîsteyê de nêzî 60 nav hene. Dewlet çawa ku li dijî PKK’ê şer dike wê li dijî kesên ku alîkariya madî ji PKK’ê re dikin re jî şer bike.” «Behçed Canturk» di vê çarçoveyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Serdozgerê dewleta Tirk ev mijar ji Evdila Ocelan pirsî.

PIRS – Li ser destguhertina rojnameya «Özgür Gundem» ya Stenbolê, têkiliyên wê yên bi rêxistinê re û alîkariya «Behçed Canturk» a ji bo rêxistinê hûn ê çi bibêjin?

Evdila Ocelan: Min di rojnameya «Özgür Gûndem» de bi kodnavê «Eli Firat» meqale dinivîsand. Sedî % 25 hisa rojnameyê ya «Behçed Canturk» bû. Ya mayî hin hevkar hebûn lê bi tevahî di bin însiyatîfa rêxistinê da bû. Di bin kontrola me de bû. Bi nûnerê me yê Ewropayê re girêdayî Ofîsa «ERNK»ê de dixebitî.

Evdila Ocelan di îtîrafên xwe yên li pêşberî dozgerê Tirk de kirî, bi awayekî dewleta Tirk mafdar derxist û qebûl kir ku «Behçed Canturk» şirîkê malî yê PKK’ê bû.

Ocelan: Me bi zorî pere ji Îbrahîm Tatlises stend

Pirs: Em dizanin ku komele, partî, zanayên ilmî, zanîngeh, hunermend û hiqûqnas hene ku alîkariya rêxistina we kirine û bi çalakiyên curbicur li welat û derveyî welat beşdarî ahengên we bûne.

Evdila Ocelan: Hin hunermend çûn konserên MED Tv. Ev wekî piştgirî tê hesibandin. Di nav wan de «Ferhat Tûnç, Ehmet Kaya, Şivan Perwer». di salên 1990an de xebatkarên me bi tirsandinê ji İbrahîm Tatlises pere girtin. Min ew bihîst, jê agahdarim. Di Kanûna 1998 de, «Haluq Gerger» li mala min li Romayê hat serdana min. Naveroka vê hevdîtinê jî di gotara rojnameyê de hatiye nivîsandin. Parêzer «Şerafettîn Kaya» û Parêzer «Serhat Bucak» li Romayê hatin serdana min.

Di lêpirsînên Ocelan de ne tenê ev nav hene, bi dehan rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar û kesanên din jî yek bi yek navên wan dane dewletê. Belkî jî dewletê piraniya agahiyên Evdila Ocelan dayî wan dizanîn jî. Lê ev nîşana bêrûmetiyê ye ku kesê ku xwe wek serokê partiyê, Rêberê gelekî dibîne, van nava bi vekirî ji dewletê re dibêje. Ev yek nîşana bêmebdeîya li hemberî dijmin e. Kesê ku li pêşberî dijminê xwe ne xwedî prensîb be, nikare li pêşberî ti kesî xwedî mebde be.

Helwesta Ocelan vê yekê nîşan dide: Hûn çiqas alîkariya PKK ê bikin, hûn çi dikin bila bikin, gava hewce bike PKK dê we bifiroşe.

Pustên heman beş