“Darka Mazî” yekem bû kuştina “Ehmed Rûbar” ragihandî

ehmed-rubar

Di êrîşa Mexmûrê de ku du rojan berê hatbû encam dayîn, endamekê konseya HPGê yê bi navê Ehmed Rûbar û şofêrê wî yê bi navê Rojger hatbûn kuştin, îro ji nû ve nasnameyên wan hat ragihandin.

Pêgeha Darka Mazî li roja 21 vê mehê di nûçeyeke xwe ya taybet da nasnameya Ehmed Rûbar endamê konseya HPGê eşkere kir bû, wexta balafireke bê firokevan ya artêşa Tirkiyê ew li gel şofêrê wî li Mexmûrê hedef kirî.

Mehmet Ardogan yê bi kodnavê Ehmed Rûbar weke fermandarê PKKê yê qada Mexmûr – Kerkûkê û Silêmaniyê bû, ew li 21 vê mehê ket ber êrîşa Tirkiyê.

Ehmed Rûbar kî ye?

Ehmed rûbar ji şênyên Bayezîdê a Bakurê Kurdistanê ye, ew li sala 1991ê tevlî rêxistina PKKê bûye û bi dirêjahîya van salan de erik di rêxistinê de wergirtine, endamê konseya leşkerî ya PKKê bû ku bi navê HPGe tê nas kirin.

Herî dawî di rêveberîya leşkerî ya kampa Mexmûrê jî de erik wergiritbû û weke fermandarê HPGê yê Mexmûr – Kerkûk û Silêmaniyê bû.

Pustên heman beş