Cemîl Bayik di Cejna Qurbanê de jî kîn û hêrsa xwe li hemberî Kurdan vereşî

Cemîl Bayik di Cejna Qurbanê de jî kîn û hêrsa xwe li hemberî Kurdan vereşî

Rêveberê PKK’ê Cemîl Bayik bi Rêxistina Medyaya PKK’ê ya ku li Ewropayê weşanê dike re hevpeyvînek kir. Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya roja Cejna Qurbanê de gelê Başûrê Kurdistanê bi sîxuriyê tawanbar kir, partîyên Kurdistanî bi tirsonekîyê tawanbar kir, sedema têkçûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê kir sukira gelê herêmê. Bê guman, weke her car kerb û kîna herî mezin nîşanî PDK’ê û Barzanî kir.

Di rojekê de ku dijminan jî rêz û hurmet nîşanî hev didan, layiqî Cemîl Bayik bû ku rabe û hevpeyvînekê biweşîne û dijminahîyê di nav kurdan de belav bike. Bayik di peyama xwe ya cêjna Newrozê de jî tovê dijminayî di nava Kurdan de çandi bû û Hêzên Pêşmerge kiribûn armanc. Ev şaş e ku mirov li bendê be ku Cemîl Bayik baş biaxive; Bayik ew kese yê ku li ser  xwîn, giyan û cenazeyên mirovan dijît, rêhevalên xwe bê dudilî kuştin, guleyek jî neavêtîye dijmin û ji cihê ku xeternak be her tim reviyaye… loma jî em tiştekî baş ji Bayik hêvî nakin.

Cemîl Bayik: Tirkiye bêyî PDK ê nikare tiştekî bike

Cemîl Bayik di axaftina xwe de bi bûyera Ferhad Şiblî ku di êrîşa tirkan ya li Kelarê de jiyana xwe ji dest da dest pê kir, hewl da ku hemû encamên pratika PKK’ê ya binkeftî bavêje ser kiltûra siyasî ya PDK û Barzanî. Xebatkarên DarkaMazî beriya niha li ser bûyera Ferhad Şiblî nivîsîbûn û gotibû dê PKK’e vê bûyerê jî bavêje ser PDK ê. https://darkamazi.info/archives/1030805

PKK’ê em xapandin. Ji ber ku PKK’ê di dîroka xwe de hewl da hemû xeletiyên xwe bike sukira kurdên din û ew bi xiyanet û ajantiyê sûcdar kirin. Hetta kolonyalîstan tewanbar nake tenê kurdan sûcdar dike.

Cemîl Bayik got, “Eger PDK’e îstîxbaratê nede, dewleta Tirk nikare li Başûr gavekê jî biavêje û windahî jî çênabin.” Lê tê zanîn ku gerîla li Bakurê Kurdistanê ji sala 2016an ve hatiye tasfiyekirin. Li çiyayên Bakurê Kurdistanê gerîlla herî zêde bi sê kesan re digerin. Temenê tu tîmeke gerîla ji du salan derbas nabe. Li eyaleta Dêrsim û Amedê 4 sal li pey hev fermandarên wê hatin tasfiyekirin. Li Garzanê gerîla tune. Tenê dem bi dem ji Îranê çend kes derbasî Serhedê ji Rojava jî derbasî Mêrdîn-GAPê dibin ew jî yekser tên îmhakirin.

PKK nikare li Bakurê Kurdistanê yek çalakî pêk bîne. Me çalakî derbas kir, ma nikare bingeheke xwe jî çêbike. Di rastiyê de PKK ji salên 2000an û vir ve tenê ji bo ku çerxên xwe bizivirîne, bi berdewamî şerê gerîla yê kevnar dubare dike, ciwanên Kurd dike qurbanî. Kesên wekî Cemîl Bayik di qadeke biçûk a siyasî û erdnîgarî de ya bi xwîna ciwanên kurd hatiye azad kirin de jiyana xwe ewle diborînin. Niha jî ji bo vê rastiyê veşêrin, hewl didin ku PDK’ê ji binketinên ku li Başûr dîtine sûcdar bikin.

Di destê Cemîl Bayık de tu belgeyek ku têkiliya PDK’ê bi MÎT ê re îspat bike tune.

Cemîl Bayik îdia dike ku PDK bi MÎT ê re hevkariyê dike û hemû windahiyên xwe dixe stuyê PDK ê de. Lê rastî ev e ku ne di destê PKK’ê de û ne jî di destê Cemîl Bayik de tu belge, agahî û delîl tune ku PDK bi Tirkiyê re yan jî bi welatekî din yê kolonyalîst re hevkariyê bike îsbat bike. Yekane delîl ew nûçeyên derewan in ên ku rojnamevanên wan li ser maseyê amade dikin. Lê di destê me de belgeyên cidî hene ku nîşan didin PKK, Evdila Ocelan û Cemîl Bayik bi welatên dagirker re dixebitin.

Têkiliya rêveberiya PKK’ê ya bi kolonyalîstan re bi îspat e

Em dev ji dîrokê berdin, hema van salên dawî de Cemîl Bayik li Merge Panê û Kalaçolanê di avahîyên ku Îranê jê re terxan kirine de dijîya, gelo Bayik çi daye Îranê? Mistefa Qarasû di zivistana borî de çawa dihat û diçû Tehranê? Ew berîya çend roja ji bo nexweşxaneyê vegeriya Tehranê. Îcar ev beramber çi tê kirin?

Yan jî ji ber ku we ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê li Şingalê kom kirine û amblema Heşda Şeibî ya ku herdem mûşekan li Hewlêrê dibarîne, lê kirine. Bêguman PKK’e karmendê Îranê ye. Cemîl Bayik li Zap û Avaşînê ciwanên Kurd davêje pêşîya artêşa Tirkiyê. Li Şengalê jî dixe hemêza Heşda Şeibî ya dijminê Kurdan.

Evdila Ocelan, mîmarê projeya Osmaniyan e

Cemîl Bayik di axaftina xwe de got, “Hevkarê herî mezin yê MÎT ê Barzanî ye. Her kes vê yekê dizane” Na na, her kes vê rastîya ku Evdila Ocelan Şêwirmendî ji dewleta Tirk re dike baş dizane.

 Yê ku gotiye, “Barzanî xeternak e, ewê bi DYA dewleta Kurdî damezrînin, lomajî werin Tirkiye û PKK’e bi hev re Hewlêrê dorpêç bikin” Evdila Ocelan bi xwe ye.  Hemû video yên van axaftinên Apo jî mewcudin. Qeyd û îfadeyên Apo yên dadgehê jî hene.

Evdila Ocelan û PKK garantorên peymana Mîsaqa millî a Tirkiyê ne.

Hevkarê herî mezin ê MÎTê PKK ye ku ji bo Tirkiyeyeke demokratik bi hezaran ciwanên Kurd dide kuştin.

PKK diçe ku mirinê jî bi xwe re dibe wir

Cemîl Bayik nikarîbû leza xwe kêm bike û got, “Eger Barzanî bi MÎT ê re hevkarî nekiriba, îro da rewşa gelê Kurd gelek baştir be. Ji ber ku Kurd bi derfetên di destê xwe de dikarin li Rojhilata Navîn jiyaneke xurt bimeşînin. Lê PDK û Barzanî pêşiya vê yekê digire.”

Di rastiyê de PKK’ê li cihê ku ketiyê jiyanê ditamirîne. Mîna hêza pêşeng a dewleta Tirk, her cîyê ku diçîtê dewleta Tirk jî bixwe re dibe. PKK’e diçe her derê, tev nirxên civakî, jiyana mirovan, hebûna malbatê, berjewendiyên civakî dejenere dike. Ji ber vê sedemê her cîyê ku PKK diçîtê li wir alozî, kaos, bêhêvîtî, malwêranî, xêzanî û mirin zêde dibe.

Her kesê ku li Bakurê Kurdistanê bi PKK’ê re têkildar bûye koçber bûye, hatiye asîmîlekirin û zarokên xwe winda kirine. Zarokên malbatên ku li Ewropayê di nava PKK’ê de cih digirin, ketin kolanan, xwendina xwe terikandin û bûn mafiya. Em behsa rewşa Efrîn, Cizîr û Sûrê jî nakin. PKK ji xerçkirina gîyanê mirovan sûd werdigire loma jî ji mirinê hez dike û di parêze.

Pustên heman beş