Cemîl Bayik: “Rejîma Sûriyeyê bi xêra têkoşîna me li ser linga ye”

Piştî Mistafa Karasû Cemîl Bayik jî heman daxuyanî da û got: “Eger rejîma Sûriyeyê îro li ser linga ye, ev bi xêra têkoşîna me ye.”

Gotara Cemîl Bayik tê çi wateyê?

Rêveberên PKK ê ji destpêka danûstandin û peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de, dibêjin ku wan rejîma Sûriyê li ser linga girtîye.

Herî dawî Mistafa Karasû beşdarî bernameya Medya Haber a ku dezgehekî medyaya PKK’ê ye bû û got, “Em rejîma Sûriyeyê li ser pîya dihêlin.” Ji bo gihîştina gotara me a têkildarî vê mijarê: https://darkamazi.info/archives/1034722

Cemîl Bayik duh di hevpeyvîna xwe ya li ser Stêrk TV de got; “Eger rejîma Sûriyê li ser pîya ye, bi xêra Kurdan e.”

Cemîl Bayik: “Çend xeletiyên Kurdan hene”

Cemîl Bayik di axaftina xwe de got, “Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e. armanç ev e. Dixwaze ji bo bigehe vê armanca xwe Sûriyê jî tevlî vê siyaseta xwe ya qirkirinê bike. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e, dixwaze Kurdan qir bike. Divê Sûriye nebe amûrê vê siyasetê. Eger bikeve nava vê siyasetê, ti cudahî di navbera Sûriye û Erdogan de namîne.”

Cemîl Bayik axaftina xwe wiha domand: “Kurdan heta îro Sûriye parastiye. Li ser pîya hişt. Dibe ku hin xeletiyên wê hebin, lewma dibe ku hin rexnên Sûriyê li kurdan hebin, lê divê ev yek negihe qonaxeke dijminatiyê. Jixwe dewleta Tirk dijminê Kurdan, demokrasî û azadiyê; vê yekê jî eşkere dike. Suriyeya ku hin rexneyên wê li Kurdan hebin jî, divê rewşê weke dijminatiya Erdogan derxe qonaxeke wêrankar. Ger ew vê yekê bike, ew ê bi xwe re hilweşîna xwe ango dawîya xwe bîne. Ez we bawerim ku Sûriye wê nebe amûra vê siyaseta qirêj û bi pêşxistina têkiliyên bi Kurdan re wê pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bike. Ya ku wê yekitiya Sûriyeyê misoger bike jî ev helwest e. Banga min a ji bo Sûriyeyê li ser vê bingehê ye.”

Çima Kurd li Rojava mirin?

Axaftina Cemîl Bayik axaftineke weye ku tê heçko dewleta Sûriyê ne kolonyalîst e. peyvên Cemîl Bayik ku dibêje “dibe ku kurdan xeletî jî kiribe” tê wê wateyê ku ne dewleta Sûriyê ye ku bi dehan salan petrola kurdan derdixe û difiroşe û ereban tîne Kurdistanê bicîh dike da ku demografiya axa kurdan biguherîne. Bayik dewleta Sûriyê ne weke Kolonyalîst-Dagirker weke dewleteke dostê Kurdan destnîşan dike.

Gelo Kurdan li Sûriyê çi xeletî kirin? Kurd bi salan li ser axa xwe bê nasname geriyane, zimanê wan hatiye qedexekirin, axa wan hatiye dagirkirin. Di van 13 salên dawî de pêkhateyên PKK’ê yên  weke YPG-QSD’ê, li Heleb, Dêrezor û Hesekê li şûna rejîma Sûrîyê şer kir. Kurdan bi hezaran qurbanî dan. Ne tenê gelê Rojava, bi hezaran kurdên parçeyên din ên Kurdistanê piştgirî dan Rojava û di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ma tenê Ji bo rejîma Esed li ser piyan bimîne ev yek kirin?

Rêveberiya Esed çi soz da PKK’ê ku Kurd ji bo parastina rejîma Sûrîyê, bimirin? Ya ku divê PKK bi rastî jî rave bike ev e.

Siyaseta Esed di derbarê Kurdan de

Li Rojhilata Navîn çar hêzên kolonyalîst hene. Her çiqas Sûriye di nav welatên ku Kurdistan dagirkirine de ya herî lewaz be jî, lê her tim nasnameya kurdî red kiriye. Sûriyê tenê dem bi dem alîkariya hebûna hin rêxistinên kurdî kir ku li dijî welatên din yên cîran bikar bînin. Her wiha rejîma Esad ku bi eslê xwe bingeh Elewî ye, her tim armanc kiriye ku Kurdan li dijî Erebên Sune bikar bîne. Ji bo vê jî dem bi dem pêkhateyên Ereb piştgirî da kurdan. Lê ti carî neketiye nava helwestekî ku mafên Kurdan li Rojava qebûl bike.

Heya sala borî jî wezîrê perwerdehiya Sûriyê gotibû; tenê hefteyê yek ders bi zimanê kurdî weke dersa hilbijartî qebûl bibe. Ango rejîma Esad ne xwediyê polîtîkaya naskirina kurdan û dayîna mafên wan e. Rejima Esed dema ku hewce bû PKK li gorî berjewendîyên xwe bi kar anîye. Ew jî ne li dijî dewleta Tirk, li dijî Kurdan bikar anî ye. Ji sala 1985 an û vir ve di navbera PKK’ê û dewleta Sûriyeyê de peymanek hatiye çêkirin. Li gorî vê rêkeftinê PKK ji astengkirina pêkhateyên kurd ên radîkal ên li Rojava berpirsyar e.

PKK ji bo ku Kurd nekevin xeta cudaxwaziyêango dewletxwazîyê li Rojava weke bendavekê rol leyîst. Ji sala 1980 an ve bi rejîma Esad re nava têkilîyan da ye û bi hezaran xebatkarên xwe bi balafiran ji Şamê birin Tehran û Urmiyê. Bi hezaran şervanên xwe ji Şamê bi trênê rê dikirin Qamişlo û ji Dêrikê bi otomobîlan di şandin sînorê Iraqê. Ocalan li Şam û Lazîqiyê zand û milên xwe dihejandin û digerîya. Piştî sala 2000 ê jî Cemîl Bayik du salan li Şamê di qesra Ocalan de, di ma. Rejîma Esed ewlekariya wî girt û Bayik di sala 2002 an de çû Tehranê û ji wir derbasî Qendîlê bû. Lê di heman salan de bi dehan kadroyên Bakurî ên PKK ê rejîma Sûrîyê ew radestî dewleta Tirk kirin û gelek welatiyên Rojava li Heleb û Şamê hatin girtin û bi tundî hatin îşkencekirin.

Yanî PKK û rêveberên wê yên ku bi salane bi rejîma Esed re dostanî dikirin, li Rojava dijîn, lê mixabin gelê Rojava yek milekî jî pêş neket û tu mafek bi dest nexistin.

Tişta ku PKK dike, hestên welatparêziya gelê Rojava bi kar tîne û pêşkêşî wan dike û difiroşe dewleta Sûriyê. Ev şêwazê têkîlîyan ya Pkk ê  tenê ne bi Sûriyê ve sînordar e. Kontrolkirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê difiroşe Îranê, bi rêya kontrolkirina gele başûr jî bi Iraqê re di nava heman pêwendîyanda ye. Stratejîya PKK’ê ev e: Kurdan kontrol bike û wan bifiroşe dewletên dagirker.

 Gotina Cemîl Bayik a ji dewleta Sûriyeyê re dibêje, “Şaşiyên Kurdan hene, lê em dikarin wan sererast bikin” tê wateya ku “dibe ku hinekî bi Emerîka re bibin dost, lê ez destûr nadim zêde pêşgavî biçin, em ê vegerin ser pêwendîyên salên 1990 î”

Cemîl Bayik bêyî ku şerm bike li ser televîzyonê vê yekê dibêje, ji ber ku dixwaze civakê bixapîne, weke ku dîplomasiyê dikin, weke karekî pir normal nîşanî raya giştî dide.

PKK van nîqaşan bi berdewamî bi rêya medyaya xwe dubare dike ku vê rewşê normalîze bike. Lê ev axaftin ne axaftineke lêgerîna çareseriyê ye. Ev ne gotineke dîplomatîk e. Ev axaftin ji bo bêbandorkirina ramanên antî-kolonyal ên di nav kurdan de, yanî ji bo berovajîkirina hişmendiya Kurdan dibêje.

Rojava di navbera kolonyalîzma Tirk û kolonyalîzma Sûriyeyê de gûvaştî maye. Metirsiya tunebûnê jî heye. Banga rêveberên PKK’ê ya bi israr têwateya “Eger em ê Rojava radestî Sûrîyê bikin, herî kêm di berdêla wê de tiştek bi dest bixin”

Li Rojava hinek pêkhateyên dûrist jî nikarin bandora PKK’ê derbas bikin. Eger çarenûsa Rojava ji bo kesên weke Cemîl Bayik û Mistafa Karasû yên ku ne xwedî hest û ramanên Kurdistanî bê hiştin û çareserî li benda hevdîtinên li Şamê bi îstîxbarata re bên kirin dê gelê Kurd li Rojava pir mezin winda bike.

Erka PKK’ê ya salên 2000 î ew e ku; li Rojhilata Navîn rêgirîyê mafê Kurdan yê qedera xwe dîyarkirinê bike û Kurdan li ber derîyê paytextên dagirkeran bike pepuk û xwaz xwazok.

Pustên heman beş