Hilbijartinên parêzgehên Iraqê bi dawî bûn, gelo çi li benda Kurdan heye?

iraq-election-kurd-net-info

Tê çaverêkirin ku encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraq ku di 18 ê Kanûnê de hatin lidarxistin, roja Yekşemê 24 ê Kanûnê bi fermî bên eşkerekirin.

Ji saeta destpêka vebûna sindoqan, çavê Kurdan li dengên Mûsil û Kerkûkê bû. Bi taybetî ji bo Kurdan zor girîng bû ku li Kerkûkê bibin partiya yekem û li Mûsilê jî bibin partiya duyemîn. Bi vê encamê hemû Kurd kêfxweş bûn. Lê mixabin kêşeya Kurdistanê û pirsa navxwe ya Kurd pir aloze ku bi kêfxweşiya xelkê û encamên sindoqan çareser nabe. Wê ne xelet be ku mirov bibêje; piştî ragihandina encamên hilbijartinê êrîşeke stratejîktir li ser Kurdan bê meşandin. Helbet hember vê êrîşa stratejîk bi berxwedaneke stratejîk Kurd dikarin bersivek stratejik bidin.

Gelo wê rast be ku mirov bibêje “Îran li seranserê Iraqê bi ser ket”?

Sedema ku partî li Iraqê ewqas hevrikiyê dikin, bi erkê berfireh a civata giştî ya parêzgehê re girêda ye. hilbijartinên encumenên parêzgehan ne tenê weke erka rêveberiya xwecihî ye. Bi rastî jî têkiliya meclîsan bi nakokiyên li herêmê û şerê desthilatê re nêzîk ve eleqedar e. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku hilbijartin ji bo dewletên herêmê Tirkiye û Îranê pir girîng bû. Bi taybetî ji bo Îranê girîngtir bû.

Îran ji nêz ve bi hilbijartin şopandin û vêre eleqedar bû. Hilbijartinên parêzgehên Iraqê bi dîrektîfên Fermandarê muhafuzên Şoreşa Îranê Îsmaîl Kaanî hatin birêvebirin. Kaanî bi taybetî ji bo hilbijartinan parêzgehên Kurd Mûsil, Kerkûk û herêmên Sunnî pirr xebitî.

Kaanî ye di 8 ê Cotmeha 2023 an de serdan Kerkûkê kir û xebatên hilbijartinê destpê kir. Di nav bajarên hilbijartin çêbuyî de bi taybetî Mûsil û Kerkûk pirr girîng bûn. Ji ber ku encamên hilbijartinên cihên mayî kêm-zêde diyar bûn.

Ne şaş e ku em bibêjîn Îrana hilbijartinên Iraqê de bi ser ket. Belê, her tişt wek wan dixwest neçû; serkeftina PDKê li Mûsilê û partîya Helbûsî Takaddum dengên baş li Bexdayê bidest xist, ne encamên hêvîkirî bûn. Lê bi giştî encamên hilbijartinên meclîsên giştî yên parêzgehan weke ku Îran dixwest dawî bû.

Muktade Sadir hilbijartin boykot kirin. di encamê de vê helwestê destê alîgirên Îranê xurtir kir.

Koordîsnasyona bi ser Îranê ve ya Şîa piştî 48 demjimêran daxuyaniyek da û ragihand ku dê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de hevgir bin. Bê guman di navbera xwe de nakokiyên desthilatdarî wê çêbibin, lê ev rewş tiştekê na guhere. Rastiya stratejîk ev e; Hilbijartinan bi giştî li gorî xwastekên Îranê bidawî bû.

Em dikarin bibêjin ku serkeftina Îranê dê xizmetê ji Kurdan re neke. Di vê zawîyê de mirov li rewşa Mûsil û Kerkûkê binere.

Namzedê PKKê di kotaya Heşdî şeîbî de hate hilbijartin

Beriya her tiştî dengdêrên Kurd hem li Kerkûk û hem jî li Mûsilê xwedî helwesteke bi rûmet bûn û ev yek bûme cihê şanazîyê ye. Lê ji bilî vî aliyê prosêsa dengdanê, di hilbijartinên Kerkûkê de lîstikên mezin jî derketin holê.

Li başûrê Kurdistanê du çekên sereke yên Îranê hene: yek ji wan YNKe ye û ya din jî PKKe. Di dema hilbijartinan de Îranê erkên nû ji bo van her du pêkhateyê xwe danî.

PKKe li Herêma Kurdistanê tu potansiyela dengdêran nîne. Heta niha di ti hilbijartinan de nekariye yek namzet jî derbixe. Lê Îran ji bilî bikaranîna PKKê weke hêza xwe ya paramîlîter, dixwaze di siyasetê de PKKê erkdar bike. Ji bo vê yekê jî Heşda Şeibî hişt ku tevlî hevpeymaniya Neynewa bibe. Namzetê PKKê Qasim Keşko ku PKKê di got li Şengalê hatiye hilbijartin, lêbelê di sindoqên Şengalê de pir kêm deng wergirtin e. Lê bi dengên cihên ku Heşda Şeibî lê heye, hat hilbijartin. Yanî bi rastî ji di kotaya Heşdî Şeibî û Îranê de hatiye hilbijartin.

YNKê Kerkûk bi îmzeyan radestî Şîeyan kiribû, gelê Kurd jî bi sindoqên dengdanê şûnde girt

Îranê helwesta exlaqî ya dengderên Kurd bi taybetî xelkê Kerkûkê di derbarê nasnameya Kurdî de baş dizanî. Ji bo vê jî li şûna ku Kurdan ji derve bihêle, weke nûnerê Kurdan YNK destnîşan kir. Îranê ji despêkê ve plana xwe ji bo ku “PDK bi ser nakeve” darişti bû.

Ji bo vê jî hemû hewldanên PDK ê yên ji bo vegera Kerkûkê di hat asteng kirin.  Ji bo PDKe venegere Kerkûkê provokasyoneke mezin hat çêkirin. Di van bûyeran de di 2 ê Îlonê de 4 ciwanên Kurd bi çekan hatin qetilkirin.

Îran ji sala 2013 an ve xwedî hêza leşkerî ye li Kerkûkê û vê hêza xwe bi hemahengiya YNKê vê li wir dihêle. Yanî ji xwe di navbera YNKê û Îranê de tifaqeke stratejîk heye.

Bafil Talebanî di 10 ê Îlonê de, berî proseya hilbijartinan dest pê bike çûbû Tehranê û medyaya Îranê ya bi navê “Nûr News” ragihandibû, ku Talebanî “ji bo gotûbêjkirina mijarên gelekî stratejîk li Tehranê ye.” Hêjayî gotinê ye di wê demê de Darka Mazî diyar kiribû ku Mistafa Qarasû jî di 15 ê Îlonê de di heman wextî de li Tehranê bû.

Mistefa Qarasû li Tehranê ye

Piştî dagîrkirina Kerkûkê di Cotmeha 2017 ê de, Serokê niha yê YNKê Bafil Talebanî, teksta rêkeftina radestkirina Kerkûkê li ber kamerayan nîşan da û got, wan hinde ?? îmze kom kirine ku ji Kerkûkê radestî Heşdî şeîbî bikin.” Wê deme jî YNKe li Kerkûkê partiya yekem bû û parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî endamê YNKê bixwe bû. Rehmetî Necmedîn Kerîm li dijî firotina Kerkûkê derket loma jî ji YNK hat aforoz kirin.

Ji ber vê yekê em dizanin ku YNKê Kerkûk bi îmzeyan radest kir, Kurdan jî bi dengên xwe Kerkûk paşde girt. Tevî helwesta YNKê jî xelkê helwestekî niştimanperwerî raber kir. Helwesta xelkê Kerkûkê ji helwesta YNKê cudatir e. Yanî YNKê bi îmzeyan Kerkûk radestî Îranê kir xelkê jî bi dengên xwe jê sitand.  Li ser vê rastiyê, divê bi zelalî bê gotin ku YNKe li Kerkûk û Iraqê li derveyî berjewendî yên Îranê siyasetê nake.

Beriya hilbijartinan pêşbîniya wê yekê hebû ku YNKê û PDKê tifaqê bikin û danûstandinên piralî dimeşîn. Bi rastî Serok Mesûd Barzanî rasterast destwerdana rewşê kir û gelek tawîz dan YNKê. Lê biryara stratejî ya Îranê eşkere bû: “dixwest di navbera Kurdan de tifaq çênabe”. Ji ber ku YNKê ev yek dizanibû, di dema pêşhilbijartinê de bi zanebûn alozî çêkir û bû sedem ku danûstandinên navmala Kurd bên astengkirin. Yanî YNKe bixwaze jî nikare bî, bi PDKê re tifaqê bike.

Li gorî encamên hilbijartinên niha, Kurd bi tena serê xwe nikarin parêzgarê Kerkûkê diyar bikin.

Gelo di hilbijartinê de Tirkiye piştgirî da PDKê?

Beriya hilbijartinan ragehandina Şîe ya Haşdî Şaîbî propaganda dikir ku Tirkiye li Kerkûkê piştgiriya PDKê dike. Lê encamên hilbijartinê jî nîşan da ku ev îddîa ne rast e. Her wiha hem baskê Şîe yê Tirkmenan ku bi ser Îranê ve ne û hem jî baskê Sunnî ku bi Tirkiyê re ne, bi hev re li dijî PDKê tevdigerin.

Li Mûsilê, Tirkiyê Erebên Sunnî yên ku pêwendiya xwe bi wan re hebû, nehişt ku bi PDKê re hevkarî bikin.

PDKe ku ev demeke dirêj e ne li Kerkûkê bû, lê dîsa jî dengên xwe yên li Kerkûkê zêde kir. Lê şîyanêt wê yên mezintir jî hebû. Di dema dawîyê tevlî bangeşeya hilbijartinê bûn, dezgehên propagandeyê kêm bikar anîn û ew êrişên li ser wan dihatin meşandin ne hişt ku encamên baştir bidest bixe.

Em netewperestên Kurd pirr şanaz in ku, Kurd li Kerkûkê çûne ser sindoqan û weke partiya yekem derketin. Lê ev nikare me ber bi xewnên romantîk ve bibe. Ji bo ku li Herêma Kurdistanê tifaqek di navbera Kurdan de çêbibe, divê YNKe têkiliyên xwe yên bi Îranê û eniya Heşdî Şeibî re qut bike. Xebatkarên ku dikarîn vê yekê di nava YNKê de bikin hemû ji kar hatin durxistin û mîmarên îxaneta Kerkûkê dest danî ser rêveberiyê. Yanî tenê tişta ku YNKe dikare bike ew e ku di nav xetên ku Îranê de tevbigere.

Piştî vê pêvajoyê, Îranê hewildanên xwe yên ji bo ji nû ve dîzaynkirin û birêvebirina Iraqê dê girîngîyek mezin bide kê. Hemû hêzên ku teslîmî Îranê nebin; çi Sunnî, çi Şîe û çi Kurd, wê rastî êrîşeke mezin yên Îranê werin.

Li hemberî van êrişên stratejik yên Îranê Kurd tenê dikarin bi helwesteke hevgirtî-stratejîk bersivê bidin. Helwesta stratejîk Kurdistanîbûn û yekîtiya Kurdan e.

Pustên heman beş