KORONA 21 KESÊN DIN LI ÎRAQÊ TÛŞ DIKE

21 haletên nû yên tûşbûnê bi vîrosa Korona ya nû Kovîd-19 li Îraqê eşkere dibin û hemwilatiyekê din jî canê xwe bi wê sedemê winda kir. Wezareta tendirustiya Îraqê îro di beyaneke fermî de ragihand, 21 haletên nû yên tûşbûnê bi vîrosa Korona ya nû Kovîd-19 li Îraqê eşkere bûne,

LI IRAQÊ WEZÎFEYA AVAKIRINA HIKÛMETA TEZE DAN ZURFÎ

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê wezîfeya ava kirina hikûmeta nû da Ednan Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê. Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê da hat diyar kirin ku Salihê Serokomar li Qesra Serokomariyê Ednan Zurfiyê Parlamenterê Meclisa Iraqê û Waliyê Necefê yê berê qebûl kir. Salih wezîfeya ava kirina hikûmeta nû da

3 KESÊN DIN LI SILÊMANIYÊ TÛŞ BÛN YEK ZAROYE

Sê kesên din li bajarê Silêmaniyê tûşî vayrosa Korona ya nû Kovîd-19 bûn, yek ji wan zaroyekî temen 4 salî ye. Wezareta tendirustîya Herêma Başûrê Kurdistanê îro roja duşemî 16/3/2020an eşkere kir ku 3 haletên din ên tûşbûnê bi vayrosa Korona ya nû Kovîd-19 li bajarê Silêmaniyê hatine tesbît kirin.

AMERÎKA WÊ ÊRÎŞA ÎRAQÊ BIKE

Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê îro hoşdariyên herî dijwar li Îraqê kirin û ragihand, ewê bersiva her êrîşekê bidin heger li ser pêgehên wan bê kirin. Wezareta karên derve ya Amerîkayê, îro roja duşemî 16/3/2020an di beyanekê de eşkere kir ku Mayk Pompêyo di peywendîyeke têlefûnî de li gel Adil Ebdulmehdî

TELAQ JIBER KORONAYÊ ZÊDE BÛYE

Datayên Çînê eşkere kirin ku haletên cudabûna xêzanê paş derketina vayrosa Koronayê ber bi zêdebûnê çûne û sedem ji bo mana bi zor ya jin û mêran di malê da vedgere. Li gor pêzanînên desteya ofîsên pêkanîna xêzanê li Çînê, li hejmareka herêmên Çînê, paş derketina vayrosa Koronayê û rênimayên

NIMÊJ LI YEKEMÎN QIBLEYA MISILMANAN JÎ HAT RAWESTANDIN

Saziya ewqafa îslamî li bajarê “Beyt Elmuqedes” roja yekşemî 15/3/2020an ragihandin ji ber belavbûna vîrosa Korona, hinek pêrabûnên pêş wext ji bo hatin û çûna Mizgefta Eqsa, yekemîn qibleya misilmanan, û xwe parastin ji vîrosa Koronayê hatîn encamdan, û encamdayîna nimêja bi kom di vê Mizgeftê de heya agahdar kirinek