PKK’Ê KANI YILMAZ ÇAWAN KUŞT Û YNKE ÇIMA BÊDENG MA!?

PKKÊ KANI YILMAZ ÇAWAN KUŞT Û YNKE ÇIMA BÊDENG MA!?

Girên “tasaloca” ji dûr ve xuyadikin û rengên wan yên qehweyî û belek di binê qateke tenik ji berfê de mane. Ev girên ku li bajarê Silêmanîye dinerin, ji pişt meydaneke ku tijî “erebe – otomobîlên”rûxîyayî û têkçûyî jiber teqîn û bûyerên tirafîkê, weke bînereke bêdeng xwîyadikin. Ev “erebe” ji zingarê re mane. Erebeyeke “Daewoo” spî û biçûk bûye perçeyek û komek ji lastîk û hesinên têkçûyî û şkestî. Banê erebê, ji xurtbûna teqînê, ji cihê xwe rabûye li kêleka “erebê” ye. Ev “erebe” hatîye kşandin da ku ew jî tevlî “erebeyên” rûxîyayî di vê meydanê de bimexele. Meydan jî, grêdayî Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNKê) ye.

Min erebeya Kani di nava herîyê de perçebûyî dît. Cama wê ya pêşîn hilweşîyaye.  Hîna jî ferek sola Kani liser pêlika banzînê ye. Tevlî ku Serdar Kaya (Sabrîyê Torî) ku digel Kani bû di şewata erebê de bibû komir, lê kursîyê dawî yê erebê gelek ziyan nedîbû. Kani erebê diajot. Qapaxê qutîka banzînê hîna li şûna xwe ye, lê heykelê erebê jiber teqîna li binê kursîya ajovan çêbû, rûxîyaye. Sedema teqînê ne ku problemeke teknîkî di sendoqa banzînê de bû, weke ku berdevkê (YNKê) ji sazîyên medya û ragihandinê re got. Lêkolîngeha (Analytichem) yan bijîşkîya cînayî ku li Brîtanîya ye, ev lêkolîngeha ku bikaranîna rêjîma Iraqê çekên kîmyasal li Helepça tekezkiribû, ev eynî lêkolîngeh, peydabûna madeya teqemenî ya”C-4″ liser sola Kani û ser axa li derdora erebeya wî li cihê bûyerê teqez kir.

Hin çavkanîyê sexte yên PKKê xwestin rastîyê reş bikin û veşêrin dema gotin ku pisporên ji (CIA) li dû raporta lêkolîngeha (Analytichem) ne. Lê ne rast e, jiber ku min bixwe delîlên cînayî, piştî hefteyek ji bûyerê, ji cihê teqînê, min birin, û ez bi şahidê sereke re axivîm ku pisporê madeyên teqemenîyê ye û endamê partîya welatparêzên Kurdistanê (PWDê) ye navê wî Nizamettin Taş e ku ew jî berê berpirseke leşkerî payebilindê PKKê bû û ji PKKê veqetîya bû. Herwisa min digel serokê hêzên ewlekarîyê “istixbarat”ê YNKê jî axivîm.

Sozeke Kani bi sefaretxaneya Almanya li Bexda hebû da ku piştî 2 rojan pasportê bistîne û karibe vegere Ewropa. Biryara deshilatdarîya Almanya derbarê daxwaza Kani ya penaberîya siyasî 2 sal berdewamkir.

Sîxûrê PKKê Kanî Yilmaz kuşt

Yılmaz û S. Torî bi bombeyeke ku li bin kursîyê ajovan hatibû bi cih kirin, hatin kuştin. Ew bombe, Veli Çat (Numan) ku li kursîyê dawî rûniştibû, çandibû. Bûyer di roja 11ê Sibata 2006an rûda dema Kani bi erebeya xwe ji kolana 60 ber bi herêma hilbirînê “seneayî” zîvirî. Bûyer li taxa “Rizgarî” ku ne gelekî dûrî navenda bajêr e rûda. Berî bombe biteqe, V. Çat (Nûman) ji erebê peya bû bi bihaneya ku dê biçe CafeNet.

Piştî ku bi rêya telefonê gefxwarin ji wê re hatin, Kani bi erebeya xwe ber bi kampa kesên ku ji PKKê veqetîyane ve ku li herêma “Seyid Sadiq” e çû, jibo ku hevalên xwe agahdar bikie ku PKKê di salvegera revandina Öcalan amadekarîya êrîşekê li ser wan dike. Kani di nîvê wê şevê de bi min re axivî, lê Kani nizanîbû ku ew armanca sereke ya êrîşê ye. Berpirsên PWDê bi navê Veli çat (Numan)bihîstibûn. Çat pasevan “guvenlik”ê taybet yê MuratKarayılan bû. Hêzên istixbaratê yên bi ser YNKê ve eşkere kirin ku peywendîyên telefonê di navbera Çat û berpirsekî leşkerî yê PKKê bi navê Serdar re hebûn. Ev Serdar ji alîyê PWDê dihat naskirin ku endamê istixbaratê HPGê ye. Serdar madeya C-4 ya teqemenîyê dabû Çat. Piştre, ofîsa PWDê li Ewropa da zanîn ku;”tîma kujer ji alîyê PKKê ve hatibû organize kirin û Çat ji herêma Hîlwana girêdayî Ûrfayê ye, qaşo ji PKKê veqetîya ye û tevlî PWDê bûye û li kampa “Seyid Sadiq” ya nêzîkî Silêmanîyê,bi cih bûye. Berî bûyerê bi demeke kurt, Serdar madeya C-4 ya teqîne da Çat. Û hemû peywendîyên telefonan di navbera Serdar û Nûman/ Çat de tomarkirî ne û hene.”Hêzên ewlekarîya YNKê piştre naskirin ku Nûman vegerîya Qandîlê.

Lêpirsîn nebû

Piştî hefteyekê ji kuştina Kani min tu endamên PWDê nedîtin. Ji Hewlêrê ez vegeriyam Silêmanîye da ez cihê bûyerê bibînim û delîlan kom bikim û bicivînim û hinek zext li YNKê bikim da ku lêpirsîn vekin û raportekê fermî derbarê bûyerê bidin û eşkere bikin. Kurê apê Kani (Selman) ku bi telefonê bi min re axivî, min bir cem Botan (Nizameddin Taş) û hevalên din yên Kani. Li wê derê, ez di odeya Kani ya gelekî normal razam. Tiştek di wê odê de ji bilî hinek cil û tiştên taybet û laptopê ku min ji wî re anîbû, tiştek din tune bû. Min cil û tiştên wî ji malbata wî re birin. Gelekî xemgîn bû. Tiştek ji Kani nema ji bilî saeta dest û berçavka xwendinê ku ew jî di bûyerê de şikestibû, û soleke wî û taximê ku gerek di rêwîtîya vegera Ewropa li xwe bikira, ma bûn. PKKê ne dixwest Kani veger Ewropa jiber ku li wira gelek dihat naskirin û hezkirin.

Ez û Hüseyin Kaytan çûn serdana berpirsê ewlekarîyê ku girêdayî YNKê ye Serkewt Hesen (ku bi navê Serkewt Kûba dihat naskirin). Ji me re qahweya tirk anî. Me ji wî xwest ku lêpirsîneke fermî di derbarê bûyerê de vekin. Piştî nîv saetê, Serkewt, me digel 2 pêşmergeyên YNKê şandin meydana erebeyên ruxîyayî û têkçûyî ku erebeya Kani jî di nav wan de bû û zingar girtibû. Serdana buroya “Serkewt Kûba” gaveke girîng berî serdana buroya têkîlîyên giştî ya YNKê li navenda Silêmanîye bû. Zilamên rûyên wan tirş min Hüseyin Kaytan me birin wezareta karê hundir. Me wezîrê karê hundir dît û bê dilê xwe bi me re axivî û got; “hemû tiştê ji destên me tê, dê bikin da ku tawanbar biçin ber dadwerîyê.” Tiştê balkêş ku di wê rojê de çêbû ku 7 kesên gumabar bi tawana kuştina endamekî PWDê, birin girtîgehê! Rojnameyeke herêmî got: “kujerên ku Kani Yılmaz kuştin, piştî hefteyekê ji bûyerê, hatin dadgeh kirin.”Me nasnekir gelo ev 7 kes kujerên Kamal Şahîn bûn? yan rûniştina dadgehê weke refleksa li ser kuştina Kani bû?!.

Wezareta karê hundir ya Tirkiye hişt karwanê cenazeya Kani û Sabrî sînor derbasbike, di demekî de ku eger herdû zindî bana dê nehiştiba bi fermî sînorê Tirkiye derbasbikin.

Hêsanîya kuştinê li Kurdistanê

Erebe-otomobîl nalive, di dema ku ez liber dîwarê kirêmîtê ji pîyan rawestîya me. Tu dibê qey ez li bin esmanê zivistanê şeht bûme. Ne çirûskeke ronahî ji nav ewran tê, ne destê Xwedê dirêj dibe da ku jiyanê wergerîne mirîyan. Tenê bayekî sar bi çermê qetîyayî yê kursî “qoltix” û têlikên motorê erebê dihejîne û dilîze. Ji bilî vê yekê, tiştek nîne. Ev erebe, di vê koşeyê de her ku biçe dê zingar wê bixwe. Belkî di demeke nêzîk de ev erebe were jibîrkirin, gelo ya kê bû? û kî ew anîyê vira? û ji ber çi?

Siysetmedarê YNKê Sedî Pîre ku li Hewlêrê dimîne got: “Kani siyastmedareke baş bû. Em çi bikin? jiyan wisa ye.” Pîre ji min re got: “Di vê avahîyê de, berî 2 salan, kurê min û birayê min û kurê birayê min digel bi dehan kes, bi madeya C-4 hatin kuştin.” Min ji xwe re got: Ê ma hema tenê mirov siyastmedar be, sedemeke hêjaye ku mirov were kuştin û rastî werin veşatin?!. Li Îraqê mirov weke çûkên esmanan têne kuştin. Ne lêpirsîneke eşkere hebû û ne jî sizakirin “cezakirin”. Kujerên Kani û Sabri karê xwe kirin û te digot qey kesek newêre hesab ji wan bixwaze!?

Dema min çakêtê Kani yê şîn ku perçe perçe bibû ji nav herîya meydana erebeya rakir, hate pêş çavên min dema Kani ew çakêt li pêşîya mirêkeke şikestî ya dukaneke cilan li xwe dikir û diceriband. Kani ev çakêt kirî da ku wî ji serma zivistanê biparêze. Lê va ev çakêt, piştî xwedîyê wî hate kuştin, li vire, qetîyaye, rizîyaye, li kêleka heykelê erebê hatîye avêtin.

Ewr belav bûn û tîrêjên rojê derketin, ez jî bê dilê xwe dûrî kavilê erebeya rûxayî ketim te digot qey bi mana min, dê xwedîyê erebê dîsa vegerînim jiyanê da ku erebeya xwe bajon û berê xwe bide rêyek û alîyeke xweş û şad ne ku li vira bimîne.

——————

Sheri Laizer

* Nivîskar, rojnamevan û romanivîseke Brîtanî ye. Dostekî maf û doza kurd e û hevala K. Yılmaz e.Ev nivîs di 8ê Sibata 2006an de hatîye nivîsandin. Ji îngilîzî hatîye wergêran boerebî û ji erebî hatîye wergerandin bokurdî.

Hunên hêja dikarin di van lînkan de çendîn babetên din li ser kuştina Kanî Yilmaz û hinek welatparêzên din ji aliyê PKK’ê ve bixwînin:

Pustên heman beş