Pirojeya PKKê ya dorpêçkirina Herêma Kurdistanê – Beşê «1»
Dorpêça Yekem: Dorpêça erdnîgarî; encax Kurd dikare pêşiya Kurda bigire
Pirsgirêka herî mezin a civaka Kurd, pirsgirêka dabeşbûna navxweyî ye. Di nav beşên Kurdistanê de, di navbera nasnameyên civakî û olî û mezhebî de û di gelek mijarên din de parçebûna civakî heye. Di dîroka Kurdistanê de mirov şopên van parçebûna dibîne. Bi taybetî li dijî bizavên ku hêza wê heyî û bûye cihê hêvîyê, her tim xebatên sîxurî hatine bikar anîn. Evro Başûrê Kurdistanê bi tehdîdên wisa re rû bi rû ye. Başûrê Kurdistan, ji hêla hêzên Iran, Tirkiya û Heşda Şabî ve hatiye dorpêç kirin. Mixabin, yek ji wan hêzên ku başûrê Kurdistanê dorpêç dike û ji hundir ve hewl dide ku destkeftên Başûr tune bike rêxistina PKK ê ye. Dorpêça PKK ê ya li ser Başûrê Kurdistanê bi du awayan tê meşandin.
Ya yekem dorpêça derve ye. Di vê dorpêçê de, PKK ji sala 2011 heya nûke ji bo dorpêça Başûrê Kurdistanê li gel Îranê tevdigere. Hevkariya PKK ê ya bi Haşda Şebî re, ku îro jî diyar e, ji vê serdemê ve berdewame. Bi dagirkirina Mûsilê ji hêla Daîş ê ve di Hezîrana 2014 de, rastîyek tazî derket holê ew jî, dîyar bû ku Iraq nikare xwe liser lingên xwe bigire.
Iraq weke kurteya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e, wate hilweşîna wê dê dabeşbûna Iraqê li ser Şîa, Sonî û Kurdan, bi xwere bîne. Lê Dewletek bi nasnameyek Şîa heye, Erebên Sonî xwedan 23 dewlet in, lê belê, ger Kurd mafê xwe yê birêvebirinê û damezrandina dewletekê bikar bîne ji bo pergala dagirkera da bîte derbek mezin.
“Her çend nakokî di navbera Tirkiyê û Iranê de hebin jî, lê ser dijberîya Kurda ew hertim şirîkin.”
Yekem car di 1 ê Tîrmeha 2014 an de Mesut Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê, ragihand ku ew serxwebûnê dixwazin û got: “Ji vir û pê ve, emê venaşêrin ku [serxwebûn] armanca me ye. Iraq niha bi fîîlî parçe bûye. Ma pêdivî ye ku em di vî rewşa tirajedîk a li welatê xwe de bijîn? Yê ku li ser serxwebûnê biryarê dide ne ezim, gelê Kurde. Emê di nava çend meha de referandûmê bikîn.”
Ew haletê ku Tirkiye, Iran û hin hêzên navneteweyî jê ditirsîyan eynen ew bû ya ku Barzanî gotî. Anku, em naxwazîn bibin beşek ji tevlîhevîya tirajedîk a Iraqê.
Her çend nakokî di navbera Tirkiyê û Iranê de hebin jî, lê ser dijberîya Kurda ew hertim şirîkin. Di sala 2017 an de van her du dewleta li dijî Referandûma serxwebûnê de di nava hevkarî de dijminatiya Kurda kir. Wekî din, tenê mehek piştî ku Mûsil hatî dagîrkirin Serokkomarê Iranê Rohanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul di 2 yê Tîrmehê de li Enqereyê civîyan, ew li ser pirsgirêka Iraq û Kurdistanê axivîn. Tirkiye bi pêwendiyên xwe yê li gel Erebên Sonî heyî ve dixwest ku Herêma Kurdistanê dorpêç bike. Li aliyê din, Iran xwedîyê stratejiyek hê kûrtir bû.
Çîh bûna PKK li Başûr
Tehranê bi berdewamî gef li Herêma Kurdistanê dixwar. Tehranê bi hesabkirina têkilîyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê û hêza aborî ya ku dest bi kombûnê kiriye, siyaseta dorpêçkirina erdnîgarî ya Kurdistanê destnîşan kir, Iran ê dizanibû ku tenê rê û gefên dîplomatîk çi bandorê li Başûrê Kurdistanê neke. Qasim Suleymanî- Ali Şemxanî bûne mîmarên sereke yên vê stratejîya dorpêçê. Di encama vê stratejî û siyasetê de PKK li başûrê Kurdistanê hate bicîh kirin.
Ketina hêzên pêşmerge ya nava Kerkûkê û xuyakirina nasnameya Kurda pirr acizî bi Îranê re çêkir. Sînorê Kurdan ê dîrokî yê Kerkûkê li çiyayê Hemrîn bû. Pêdvî bû hêzek di navbera Kurdistan û Çiyayê Hemrîn de bicîh bibûya. Projeya konseya Ayetûllahên Iranê ew bû ku Kurda li dijî Kurda bikar bînin. Hêzek Şîa an hêzek cûda dê ramanên Neteweperwerî yên di nav Kurdan de çalak bikira. Li ser vê yekê, PKK wek hêzek bendavê hate Kerkûkê.
“Hevkariya stratejîk a di navbera Iran û PKK ê de xwedî dîrokek kevnar û dirêj e”
Daîş di heman demê de êrîşî Zumar, Celawla û gelek deverên din dikir, tank û çekên ku ji artêşa Iraqê stendibûn li dijî pêşmerge bikar di anîn. Êrîşa ji nişka ve ya Daîş ê di destpêkê de bû sedema dudiliyê. Êrîşên herî dijwar li herêma di navbera Mûsil û Duhokê de pêk dihatin. Kerkûk nisbeten bêdeng bû. Daîş ket gelek gundan û piştre hate sekinandin. Heya hefteya yekem a Tîrmehê li herêma Kerkûkê, hêzek din hatibû meydanê. Berpirsyarê vê hêzê di nav xwe de bi Farsî diaxifîn û li deverê digeriyan. Bê guman, eve ji bilî muhafizên Şoreşa Îranê pêve, tu kesek din nebûn. Lê hebûna hêzên Iranî li meydanê ji bo Iranê îmajek ne baş bû, û wekî me gotî, pêşiya Kurdan dê bi Kurdan were qut kirin.
Hevkariya stratejîk a di navbera Iran û PKK ê de xwedî dîrokek kevnar û dirêj e. Hevserokatiya Cemîl Bayık a KCK ê di Tîrmeha 2013 an de zemîna hevkariya stratejîk li gel Iranê zêde kir. Êdî bi Iranê re her roj têkilî hebûn, YNK û PKK li hev hatin. Mîna pîrozbahiya yekem a vê lihevhatinê, gerîla bi merasîmekê ji Qendîlê birin Kerkûkê. Yekine ya yekem ji 20 ciwanên şervanên nû, pêk dihat. Heya sala 2017 an, dema ku Kerkûk ji hêla Iraqê ve hatî dagirkirin, li Kerkûk û derdora wê tenê di du pevçûnên ciddî de ev yêkîna PKK ê keftibû yê. Di van pevçûnan de gerîlayekê jîyana xwe ji dest da.
“Çapemeniya PKK ê bi bêkêmasî ji vê peymana stratejîk a di navbera Tehran û PKK ê û projeya dorpêçkirina Kurdistanê re xizmet kir”
Bi rastî, rastiya wê propogandaya ku PKKê Kerkûk rizgar kir ev e. Daîş xwedî serbilindiyek psîkolojîk bû û li wir êrîşek ku pêşî lê nehê girtin li ser Kerkûkê çênebû. Çapemeniya PKK ê bi bêkêmasî ji vê peymana stratejîk a di navbera Tehran û PKK ê û projeya dorpêçkirina Kurdistanê re xizmet kir, û PKK ê xwe wekî rizgarker pêşkêşî gelê Kurd kir.
Kerkûk bû navê yekem ê vê dorpêçê. Dûv re Mexmûr û Şengal hatin. PKK bi îzaheta ku me windahî daye, şehîdên me hene û berdêlên mezin dane li van deveran bicîh bû. Yên jiyana xwe ji dest dane zarokên rastîn ên vî gelî ne. Wekî din, PKK bêyî pêşmerge li tu erdekî şer nekir. Ne li Şengal, ne li Mexmûr û ne jî li Kerkûkê. Lê belê PKK ê bi propagende ev serkeftine kirin malê xwe. Bedel dayîn nayê wateya paşguhkirina pêvajoyên bi Iranê re heyî. Pêvajoya dorpêça PKK ê ya li ser Herêma Kurdistanê bi Kerkûkê dest pê kir, û ew pêvajoyên li deverên wekî Qelaçolan, Dara Tuyê, Şehîd Harûn û Dabaşan hate plan kirin.