Pirojeya PKKê ya dorpêçkirina Başûrê Kurdistanê – Beşê «2»

  • Beşê-2

Dorpêça duyemîn; ajan, ajanên civakî, û manîpulasyon

Piştî ku PKK li deverên wekî Kerkûk, Şingal, Mexmûr û hwd… ji hêla cugrafî ve Başûrê Kurdistanê dorpêç kirî, armanc ew bû ku ji hundir de bikeve hin noqteyan û çend deveran bixe dest xwe. PKK ê pêvajoya Daîş ê, Şingal û piştre dema êrîş li ser Kurda çêdibûn ji xwere baş bikar anîn. Şêwazê rêveberiya başûrê Kurdistanê destgirtina mijara PKK ê çewt bû û nikaribû armanca PKK ê rast bixwîne. Li gorî rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PKK jî partîyeke Kurd bû, dema ku wext hat, ewê vekişe. Ev nêrîna kêm, bûye sedem ku PKK li bajaran de xwe ji nû ve ava bike. Ev pêkhate ne siyasî bûn pêkhateyên ajan bûn.

Di nava gelê Başûr de PKK çî ye?

PKK ê bi taybetî piştî 2004an, dema ku Herêma Kurdistanê federasyon fermî bû, bi vekirina gelek saziyan xwest xwe li bajara rêxistin bike. Lê belê ev hewlên PKK di nava gelê başûr de bê bersiva sîyasî ma. Dîsa jî di bin navê PKK PÇDK de, partî, tevgera jinan, tevgera ciwanan û xebatê ragehandinî hatin meşandin. Lê, PKK ê piştî 2013 an stratejîya xwe li dijî Başûrê Kurdistanê guherand. Ew şerê “ji bo xwe cîh vekirinê” yê ku nekarî bû bi Tirkiyê re bimeşîne ev car li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dest bi şerê ji xwe  re cî çêkirinê, kir. Ji bo vê armanca xwe PKK ê du faktorên girîng bikar anîn.

Ya yekem, PKK ê nakokîyên di navbera desthilata Iraqê ya Şîa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heyî weke derfet bikar anî û ligel Şîa tevgerîya. Ji ber vê yekê, ew bû darê di destê Hikûmeta Iraqê de û li dijî Hewlêrê bikar anî. Dê ne xelet be ku mirov bibêje helwesta zorê ya Hikûmeta Iraqê ya dijî Hikûmeta Kurdistanê ji sala 2013 an û vir ve bi piştgiriya PKK ê tê rêvebirin. Mijara me ne ewe ku em tifaqa di navbera PKK ê û Şîa de lêkolîn bikin. Lê bi kurtî, em dizanin ku PKK ê ji bo dorpêç kirina  Herêma Kurdistanê û xwe cî kirina Hewlêrê de, Bexda û Tehran girt gel xwe û  ji xwere kirin palpişt.

Xala duyemîn ev e ku PKK li ser partiyên Başûr de dilîze. Ji xwe PKK ê pir kêm layengir hene. Di dawiya 40 salan de, hejmara kesên ku dê bibêjin ez piştgiriyê didim PKKê li Başûr hejmara wa bi deha tê behskirin. Girseya ku PKK di çalakiyên xwe yên li Başûr de bikar tîne hemû endam û karmendên partiyên din in. Ango; xebatkarên YNK ê, Yekgirtû, Goran, Newey Nu û çend partiyên din in. Ji ber ku YNK û PKK tifaqek stratejîk kirine, YNK destûr daye ku PKK girseya YNK ê ji xwere bi taybetî di xwepêşandana de bikar bîne. PKK bi karanîna vê girseyê hewl dide ku ji xwere girseyek nû bi dest bixe. Ew kesên ku dibêjin Başûr silav dide Ocelan, gelê Başûr ji bo Ocelan îmze kom dike û hwd… yek ji vana çi kes ne PKK ye. PKK ji van partîya re dibêje hûn êrîş bikin emê pêşîya we kevin. Di havîna sala 2020 an de, PKK yekem car ev tektîk li Zaxo, Helebçe û Silêmanî ceriband. Armanca herî dawîn a PKK ê ewe ku darbeyek li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya van partîya, bike. Dema ku PKKe nikaribû vê yekê bike û Hewlêrê bigire, hîngê ev yeke got “an ya minî an jî ya axa reş”. PKKe hewil dide nakokîyên di navbera herêman de kûr bike, statoya fermî ya Herêma Kurdistanê dawî bike û herêm bibe du beşên îdarî yên cûda. PKK ji bo xwe bigehîne vê armancê û stratejîya xwe a dijî Herêmê ektîv bike, dest bi rêxistin kirina tora sîxurî kirî ye.

Çalakiyên sîxuriyê yên PKK ê li Başûrê Kurdistanê

Hewldanên PKK ê ji bo damezrandina tora sîxurî li Başûrê Kurdistanê bi gelek awayan têne meşandin. Yek ji wan hêzên ku vî karî dike, rêxistina girêdayî Cemil Bayık a bi navê NLP ye. Yên din yekîneyên îstîxbarata Hêzên Taybet û HPG yên girêdayî Mirad Qereyilan in. Endamên van yekîneyên sîxurî heya bûyera Hoqqabaz jî li xwaringeh û kafeyên Hewlêrê encam da. PKK ji bo ku li Başûr rêxistinek sîxurî çêbike bi cesaret û destvekirî tevgeriya.

Lêbelê, rêxistinên îstixbaratî yên PKK ê karîn pir kêm di nav gelê Başûrê Kurdistanê de xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê yekê, wan tevnên xwe yên sereke li ser kesên Bakurî û Mexmûrî û qismek jî li ser koçberên Rojava, ava kirin. Wan ew kesên ku digotin ji ber doza KCK ê hatine Başûr, ji wan kesan re Kafe, Xwaringeh, Firoşgeh û şerîkên avakirinê vekirin. Komeleya karsazên li Başûr û hwd… Wan ev kesene wekî karmend di rêxistinên sivîl de bi cî kirin.

PKK ji bo ku xebata xwe ya li hember van mirovên Bakurî bi hêsanî bimeşîne ofîsa HDP ê ya Hewler bikar anî. Ofîsa HDP’ê ya Hewlêrê ji hêla qadroyên PKK ve tê rêvebirin. Her çend weke berdevk mirovên medenî hatibin erkdarkirin jî, bi rastî Ofîsa HDP ê ya Hewlêrê bi Qendîlê tê meşandin û girêdayî PKK ye, ne bi HDP a Enqere an Amedê ve girêdayî ye. Niha jî, nûnerê HDP ê Hewlêrê, xebatkarekî xwedî xizmeteke 30 sale di nava PKKê de bi navê H. E. Ofîsa HDP saziyeke ku ji bo îstixbarata PKK endama peyda dike. Ciwanên ku tên ji bo ku avahiya çêbikin li Hewlêr û Duhok têne wezîfedarkirin. Mînak, weke garson li xwaringehan têne cîkirin ew ajanên PKK ê ne, amûrek guhdarîkirinê ya bi navê kêzik datînin bin maseyên xwaringehan ku ew guhdarî axaftinên berpirsa bikin û ji bo PKK ê bişînin. Mînak, Mehmet Dağ, yê ku provakasyona ku sê kes di xwaringeha Hoqqebaz de mirin kirî, ew jî li xwaringeh û kefêya dixebitî.

Qadroyên PKK- ê bi xwe jî rasterast têne wezîfedarkirin û xebatên bi vî rengî dikin. Saziyên PKK ê yên Başûr qadroyên çapemenî, ciwan û xebatên jinan de têne bikar anîn heman tiştî dikin. Nûnerên KNK yên Başûr kadirên PKK yên 30 sala ne. PKK ê tu carî saziyên xwe radestî raya giştî nekir û qadroyên xwe danîn da ku çavdêriya xwe bikin. Saziyên medyayî yên PKK ê li Başûr yek ji wargehên sereke yên xabata sîxurî lê tê meşandin e. Çi di bin navê Ronahî an Stêrk TV an Tevda pirês de bin, ew tenê wekî xala îstixbarata PKK ê têne bikar anîn.

PKK derveyî xwe rojnamegerên din jî wekî ajan bikar tîne. Mînak, sîxurên PKK ê, ji hêla hêzên ewlekariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate eşkere kirin ku PKK 5 kesên bi navê Şêrwan Emîn (Şêrwan Şêrwanî), Harîwan Isa Muhammed, Guhdar Muhammed Emîn Ebdulmacîd, Eyaz Kerem Reşîd û Şivan Said Omer wekî ajan bikar anî, û vîdyoyên îtîrafên wan ji bo raya giştî hatin weşandin. PKK ê jî beramberî vê di Adarê de li Stêrk TV yê bernameyek weşand û gelek gundiyên Qendîlê bi zorî weke sîxur dan nasandin. PKK, bi taybetî di vê dema dawî de hemû gelê Başûrê Kurdistanê, wekî ku sîxurên dewleta Tirkiyê ne destnîşan dike.

Lêbelê, nêrîna hevpar a hema hema hemî kesên ku ji siyaseta fêhim dikin ewe  ku hema hema hemî ajanên Tirkiyê, ên li Başûrê Kurdistanê ne xelkê  Bakurê Kurdistanê ne û bi nêzîk ve bi PKK ê ve girêdayî ne. Ango yên têkildarî PKK ê ne.

Tespîtên van kesên pispor bi piranî rast in. Ango, girseya Bakur a li Başûrê Kurdistanê dijî, aliyekê PKK ber xwe ve dikşîne, alîyê din jî dewleta tirk wana ber bi xwe ve dikşîne da ku wan mirova bike sîxurê xwe. Xebatê sîxurî liser vê girseya bakûr tê rêxistin kirin.

Ger em Bi zelalî bibêjîn; yê ku her kesê wekî ajan tawanbar dike PKK ye û yê ku herî zêde sîxuriyê rêxistin dike jî her PKK bi xwe ye. Ger Başûrê Kurdistanê dixwaze nefesekê bistîne, divê ewil car ajanên PKK ê yên ku ketine medya, cîhana karsazî, kafê, xwaringeh, nexweşxane û nîzama giştî de ji nava xwe paqij bike. Ji ber ku PKK, pergala îdarî pûç dike, dirizîne û mecalî ji bo bûyerên provakatîf ava dike.

Pustên heman beş