Pirojeya PKKê ya dorpêçkirina Başûrê Kurdistanê – Beşê «3»

Pirojeya PKKê ya dorpêçkirina Başûrê Kurdistanê – Beşê «3»

Beşa Sêyem; Polîtîkayên PKK ê yên ku başûrê Kurdistanê di nava raya giştîya neteweyî û biyanî de reş dikin

Di her du beşên din ên nivîsa xwe de, me behsa hêlên sereke yên rojeva PKK ya beramber başûrê Kurdistanê kiribû. Ev dorpêçkirina erdnîgarî û hewldanên dagîrkirina ji hundir ve bûn. Dibe ku ji van xala girîngtir ew siyaseta PKK ê ya bi rêya medyayê reşkirina başûrê Kurdistanê be. Mixabin, di cîhana siyasî ya Kurd de tu hêz bi qasî medyayê PKK ê çapemeniyê bi hêz kar naîne. PKK bi rêya medyayê dujminên tuneyî diafirîne, serfiraziyên medyayî bi dest dixe, û bi rêya medyayê jî hevala ji xwe re diafirîne. Çima em dibêjin mixabin? Ji ber ku medyaya PKK ê ji dagirkerên Kurdistanê bêtir li dijî Kurdan hêza xwe bikar tîne. Bi taybetî jî, di van salên dawî de, siyasetek weşanê heye ku dixwazin statu û navûdengên Hikûmeta Herêma Kurdistanê xera bike. Hemû xebatên ragihandina PKK ê ji bo jinavbirina desthilata Kurdî ya Hewlêrê ye.

Li gel kaosa li Rojhilata Navîn, PKK ê jî, di medyaya xwe de bi zimanên Engîlîzî, Almanî, Îspanyolî û Erebî dest bi weşana kir. Di nav Kurdan de, medyaya ku piranî bi zimanên biyanî weşanê dike, jî dîsa ya PKK ê ye. Nûçeyên ku bi zimanê bîyanî têne belakirin pir bi dîqet têne hilbijart, Bi hêsanî tê dîtin ku armanca hilbijartina mijarên di van nûçeyan de erkê sereke ewe ku; rêveberiya herêma Kurdistanê wekî paşverû, feodal nîşan bide û tenê aliyên nebaş yên Herêma Kurdistanê dixe fox a xwe. Kesê ku çend roja bi berdewamî li çapemeniya PKK ê binêre dibîne ku her roj têgehek wekî KDP, Pêşmerge, Hewler û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê hedef girtin û reş kirin.

Medya PKK ne tenê kêmasiya derdixe pêş, ew di heman demê de nûçeyên li ser mêzeyê bixwe jî çêdike, ku bê bingeh û rastî be.  Mînak, ji 2014 an ve, çapemeniya PKK ê dixwaze têgehekî mîna AKP = KDP yek in, biafirîne. Ji bo ku vê rewşê birêve bibe, ew li ser masê nûçeyan amade dike. Li ser malpera Tirkî îstixbarata PKK ê NLP, nûçeyên daxwazkirî tên çêkirin, PDK û Herêma Kurdistanê tên şermezarkirin. Mînak, ragihandina PKK ê îdîa dike ku ew hêza AKP’ê SADAT ya ku Daîş û hêzên paramîlîter perwerde dike, di heman demê de perwerdê dide hêza Pêşmerge jî. Di nûçeyê de, “çavkaniyên ku naxwazin bên eşkere kirin, û hwd.” Weke çavkanî têne dest nîşan kirin. Ji ber ku SADAT hêzekî xeyrînîzamî û bêserûber e, PKK hewil dide ku bi vê tewana derew û bê bingeh ve, sîberê bixe ser statuya yasayî ya Pêşmergên Kurdistanê. Dema ku PKK di çapemeniya xwe de pêşmergeyan wekî “çete” bi nav dike, di heman demê de hewl dide ku vê têgehê di qada navneteweyî de jî biafirîne. Li aliyê din de, saziyên çapemeniya PKK ê yên wekî ANF ê gotaran ji bilî tirkî û kurdî li zimanên din werdigerînin û malpera NLP wekî çavkaniya xwe destnîşan dikin. Lêbelê, Pêşmerge bi hevahengiya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî Daîş ê tevdigere, û perwerda wan jî di bin çavdêrîya hêzên hevpeyman tê dayîn. Bi çi awayî tu têkiliyek di navbera Pêşmerge û SADAT de çênebûye. Lêbelê, PKK bi vê rêbazê, têgihiştina dixwaze di hişê xwendevanên biyanî de diafirîne. Mixabin, ji ber ku medyaya başûrê Kurdistanê ji bo şikandin û bersivdana têgihiştinên bi vî rengî ne rêxistin kirîye, malperên înternetê bi derewên PKK ê ve tijî dibe.

Xizmetên HawarNews ê yên ku bi zimanên biyanî weşanê dikin, ji ber eleqeya bi Rojava re, xwedan rêjeyek şopîner a ye, şûna ku  ew kar û xebatê Rojava belavbikin ew jî tenê li ser başûrê Kurdistanê disekinin. Medya PKK ê berdewam bi koordîne bi hevdu re tevdigere. Navenda KCK û PKK li gorî bernameya xwe a siyasî nûçeyekî dixwaze, û ew jî nûçeyan sererast dikin û belav dikin. Ragehandina PKK ê derbirînên wekî ku Kurdistana Başûr dê bibe Israîla duyemîn di nûçeyên Erebî de derdixe pêş. Ji bo çapemeniya Îngilîzî jî dibêje li Başûrê Kurdistanê mafê mirova tune ye. Ango, çapemeniya PKK di nava lêgerînê de ye ka dê çawa û bi çi şêwazî hinek alîya kaşî gel xwe bike û dê çawa wan alîyên sîyasî bikim dijminê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Heta Cemîl Bayik ku rêveberê sereke yê PKK ê ye, di gotara ku dida ragehandina bîyanî, bê dudilî xwest başûrê Kurdistanê biçûk bixe. Di hin hevpeyivînan de Bayik di got; “Çekan nedin Pêşmergê, bidin me. Dijberiya PKK ya li dijî başûrê Kurdistanê di heman demê de bi dîplomasiya li Ewropa jî tê kirin. KNK û hwd li Ewropa sazî, rojnamevan, siyasetmedar, parlamenter û hwd. Ew hewil didin ku dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bereyekê ava bikin. Erka sereke ya karmandên PKK yên li Ewropa, wekî Nilüfer Koç, ewe ku Herêma Kurdistanê weke herêmekî paşvemayî û metirsîdar bidin xuya kirin. Lêbelê, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn de cihê pêkvejîyanê, karsazî û serokanîya aremî û medenîyetê ye.

Hewldana sereke ya PKK ê di medyayê de ji serê sala 2000 an vir ve ewe ku Başûrê Kurdistanê reş bike. Ev xebata PKK ê weke nîqaşek normal di navbera partîyan de dîtin pir xelete. Ya ku PKK dike eve ku têgehiştina “Kurd nekarin werin ba hev” îsbat bike. Sala 2004 an, gava Seddam hate rûxandin û Herêma Kurdistanê hate nas kirin, Başûrê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan bibû nevendekî menewî û sîyasî. Li her çar parçên Kurdistanê berê xwe da Başûr. Armanca PKK ê pêşîgirtina li vê rêwîtîya Kurdan a liber Başûr ve ye. Ji bo vê yekê, PKK ê gelê Kurd kir du beş. PKK girseyên li dora xwe ji hestên dijminatiya li dijî dagirkerên Tirk bêhtir li ser Herêma Kurdistanê motîve kir. PKK ê ji bo girseya xwe weke nêrîna Dewleta Tirk ku li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, nefsî wê nêrînê lê bi çepgêrî nêrîna înkarcî li Başûr heye. Ango dagirkeriya Tirk û PKKe di derbarê başûr de xwedî yêk hizrûbîrin. Li gorî vê, “Kurdistan dê bibe Israîla duyemîn û dê zirarê bigehîne Kurdan. Civaka Başûr civakek eşîrî, paşvero û feodal e. “

Dijminatiya PKK ê ya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku me di van sê awayên dorpêçê de şirove kir, hewceyê nirxandinek berfirehtir heye.

Her dem yek heqîqet heye ku divê em ji bîr nekin: PKK tevgerek e ku ji kaos û nakokîyan sûd werdigre. Îstiqrara başûrê Kurdistanê ji bo PKK ê asteng e. Ji ber vê sedemê jî, PKK hewl dide ku li başûrê Kurdistanê kaos çêbike. Dîplomasiya PKK ê ku navenda wê li Silêmaniyê ye, bi taybetî YNK ê, têkilîyên Heşda şabî û xebata wê ya dûrxistina girseyan ji başûrê Kurdistanê eve ku hemî ji bo afirandina cewekî kaosê ku PKK xwe tê de xwedî û mezin bike.

Ev helwesta dijminahî ya PKK ê li hember herêma Kurdistanê hêj di nava civakê de baş deşîfre nebûye. Lêbelê, bêyî eşkerekirina armanca rastîn a PKK ê, ew rola neyînî ya PKK ê li Kurdistanê nayê asteng kirin. Divê şerê li dijî PKK ê di asta sîyasî û fikrî jî were meşandin.

Pustên heman beş