PKKe rêya navbera Mayê û Kanî Masê TNT dike

Rêxistna PKKê careke din bi terzê terora DAIŞê rêya gundên Başûrê Kurdistanê mayîn û TNT dike, lê belê ev hewla wan ji hêla hêzên Pêşmerge ve rastî şikestinê hat.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 27/7/2021an, hêza Pêşmergehan hewleka din a rêxistina PKKê ji bo TNT kirina rêya gundên Başûrê Kurdistanê ji nav bir û maynên ku çekdarên rêxistinê li ser rêya gundê Mayê çandîn, ji nav birin û poç kirin.
Dest nîşan kir, çekdarên PKKê rêya nêvbera gundê Mayê bo navçeya Kanî Masê li nêzî pirê TNT kirbû, hêza Pêşmergehan jî bêy ku tu zirarek çêbibe, ev TNT poç kirin.
Di 6 mehên rabûrî de, PKKê 7 caran rêya gundên Dihokê TNT kirine
Rêxistina PKKê li van mehên dawiyê bi terzê terorîstan navçeyên Başûrê Kurdistanê bi teybet rêya Pêşmerge mînrêj dike, Dawî car li 28 nîsana îsalê rêya Kanî Masê TNT kir bû û bi wê sedemê 3 karmendên Hikûmetê ku ji bo çareserkirina eliktirîkê çûbun navçeyê, birîndar ketin.
Her wiha li 12 adara îsal 2021an, rêya navçeya bi navê “Çepên çiyayê Gamêrkê” ku dikeve pişta gundê “Ravîna” yê sinorê parêzgeha Dihokê TNT kirbû.
Li 13î heman mehê jî, PKKê mayînek di rêya Pêşmergehan de li devera Sîdekan danabû û di encama wê de Pêşmergeyek şehîd ket.
Her wiha li meha şubata îsal 2021an jî, rêxistina PKKê rêya gundên “Batîfa Seyda û gundê ravîna” ku dikevin navçeya Kanî Masê ya devera Berwarî Bala TNT danabû.
Cînayetên PKKê yên hemawa li sala rabûrî jî hebûn û li rojên 3-8-11 meha 11 ya sala 2020an 3 navçeyên Başûr TNT kirbû, lê belê ev hemû hewlên PKKê sernegirtin û ji hêla hêzên ewlehîya Başûrê welat ve hatin ji nav birin.
Hêjay gotinê ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji nemana rejêma Sedam di hewlên berdewam de ye ji bo ku navçeyên Başûr ji mîn û teqemenîyan xelas bike, ew mînên ku li dema xwe vê rejîma diktator di rêya Pêşmergehan de di danan, lê belê PKKe ji nûve hatîye û çav li rejîma Sedam dike û rêya Pêşmergehan mînrêj û TNT dike.