Dîroka têkilîyên PKK’ê û AKP’ê û Qedera Bakurê Kurdistanê – «1»

Dîroka têkilîyên PKK’ê û AKP’ê û Qedera Bakurê Kurdistanê - «1»
  • Beşa Yekem:

Têkiliya rasterast a AKPê û PKKê sala 2004- Nûnerê Abdullah Gül li Qendîlê

Di dîroka dewleta Tirk de du partiyan mohra lêxist: AKP û CHP. Van her du partîyên sîyasî bo demeke dirêj weke dewletê bizavkir. Her du partiyan jî bi Kurdan re pêwendî danîn û hêviyên mezin dane Kurdan û heman wext van her du partiyan têkilîyên dewletê bi Kurdan re şêwandin. Lê belê, tu partiyeke din bi qasî van her du partiyan xiyanet li piştgiriya Kurdan nekir û hêviya Kurdan pûç nekir. Ango CHP’ê û AKP’ê mohra xwe li pêwendiyên dewleta Tirk û Bakurê Kurdistanê xistin.

CHP ê di serê sedsala 20 an de dîroka Bakûrê Kurdistanê bi înkar, qirkirin û komkujiyan ava kir. Ji aliyekî din ve, AKP jî heman tişt serê sedsala 21an anî serê kurdan. AKP’ê dewlet kaşî ser Kurdan kir û Kurd jî kaşî nava dewletê kirin. CHP ê bi darê zorê xwest Kurdan bike Tirk, AKP ê jî bi şêwazek cuda Kurd ji aîdîyeta netewî dûrxistin.

Bê guman, ev pêvajoya ku kurdan dike milkê dewletê ne tenê projeyeke AKP ê bû. Tevlîkirina Kurdan a di nava dewletê de projeyeke dewleta Tirk bi xwe bû. Dîrokê de Cara yekeme ku gelê Bakurê Kurdistanê xwe wekî “Tirk” hîzdike û ji bo demokratîkbûna dewleta Tirk xwîn û xwêdanê dirijîne. Ger mirov behsa trajediyek kurdî bike, pêwîste em behsa çîroka ciwanên Kurd bikin ka çawa  ji bo “demokratîzekirina dagirkerê xwe di mirin”. Mijarên sereke yên vê karesatê jî ev rastîye ye.

Ev projeya dewleta Tirk ji aliyê AKP ê ve hate meşandin. Li baskê Kurdan ve jî PKK’ê ev proje li ser Bakurê Kurdistanê farzkir. Ger em bi awayekî rasttir bibêjim, kurdên bakur di navbera AKP û PKK de bûn mehkumê dewletê, di van 20 salên derbasbûyî de Kurd gorî ku dewlet û PKK’ê dixwest hatin “kedîkirin”. Li aliyekî agirbest, bêçalaktî, pêvajoya çareseriyê, pêvajoya aştiyê, parastina cewherî, li aliyê din berxwedan, tolhildan, girevên birçîbûnê, meş, faşîzm, dijmin, xendek û hwd. Gelê Kurd di bin bombebarana têgînên dijberî hev de, ji rastiyê hatin qudkirin, û ji bo kêşenyên esas hatin bêhiş kirin.

Bandora têkiliyên AKP û PKK ê yên li ser siyaset û sosyolojiya Kurd kirî wê zêdetir bê behskirin. Tiştê balkêş ev e ku dema em îro li daxuyaniyên her du aliyan dinêrin, pirr weke dijminên qedîm li hev dixurin. Tê gotin ku “Hafizay-î beşer bi nisyanê seqet e”. Hevkariyên AKP’ê û PKK’ê yên berê tu carî nayê ji bîr kirin.

Mîna ku kes ji wan hevkariyên ku wê demê çêkirine nizanibe, her du alî bi xûndarî gefan lihev dixwen. Lêbelê, di rastiyê de, AKP û PKK şirîkên hev yên siyaseteke îflaskirî ne.

Ger AKP ê niha di saziyên burokratîk ên dewleta Tirk de weke dewlet xwe tevger kiri be, divê harîkarîya PKK ê ya ji bo AKP’ê xwe bike dewlet, neyê jibîrkirin. Gava ku dem hat û wan hewce dît, her du alî dê van peywendiyan vebêjin.

Armanca me eve ku em hin rastiyên li ser vê mijarê hatine veşartin binivîsin (gava hewce bike emê hemîyan jî bi zelalî binivîsin). Emê basî Têkilîyên herdu aliyan, yên ji raya giştî veşartî, li pişt deriyên girtî; ji bo bizavên hevpişk, li dijî dujminên hevpar hevpeymaniya di navbera wan de, bikin.

Destpêka Pêdivîya pêwendiyên di navbera AKP û PKK de

AKP di bin serokatîya Tayîb Erdogan de di hilbijartinên giştî yên 2002an de bi pirraniyek mezin serkeft û bû sedema bertekên gelek derdorên Kemalîst û klasîk ên Komara Tirk, bi taybet yên artêşa Tirk. Artêşa Tirk ku xwe weke xwediyê welat dibîne, li dijî AKP ê helwesteke vekirî nîşan da. Rakirina Rewşa Awarte di sala 2002an de bû yekemîn hevrikiya di navbera atrêşa Tirk û AKP’ê ya li ser pirsgirêka Kurd . Rakirina Rewşa Awarte, kontrola rojane ya fermandarîya artêşê ya li ser sîyaseta Kurdistanê kêm kir.

Ocalan bi fermanên hêza serdest a dewleta Tirk a wê demê, ango Artêşa Tirk, talîmat ji PKK re dişandin. Ocelan bi sere xwe di 1 Çirîya 1999an de, biryar da ku şerê çekdarî biqede û hêzên gerîlla derkevin derveyî sînorên Tirkiya. Ocalan “ji ber hin sedemên ku em li vir behis nakin” di 2003 de biryar da ku şer ji nû ve destpêbike. Lêbelê, di nava PKK’ê de yên dijî ji nûve despêkirina şer hebûn û wene kirin ku biryara şer were standin. Loma jî Ocalan li dijî PKK’ê helwest girt. Demekê neçû inenîtinên parêzerên xwe. Êdî giranîya Ocelan li ser dewletê kêm bû. Ji ber ku heta wê rojê, Ocelan bi kontrola xwe ya li ser PKK’ê ve li gel dewletê di nava danûstandinan de bû. Li ser daxwaza artêşa Tirk ku 2003 dîsa PKK’e dest bi şer bike Apo ferman da PKK’ê lê ew fermana wî çîbecî nebû. Îhtîbara Apo di nazara dewletê de kêm bû. Çi bibe bila bibe pêwsît bû Ocelan midaxileyî vê rewşa rêxistinê bike. Li ser vê armancê Ocelan –gef li PKK’ê xwarin, ji bo rêvebirîya PKK’ê a kevin lêpirsîn xwest, gilîyên xwe birin ba girseya xwe û wî veqetana nîvî rêveberiya rêxistinê da ber çavên xwe ku ew dîsa bikaribe biryarên xwe di nav PKK’ê de bike desthilat. Fermandarîya artêşa tirk ji bo vê biryara Ocelan heya dawî piştgirî lê kir. Parêzerên Ocalan di navbera Îmralî û Qendîlê de bi hatin û çûnêve tevn diraçand û dawî de biryara şer a Apo û artêşa Tirk bi hevre standî li ser PKK’ê hate ferzkirin. Di encamê de, PKK; Di 1 Hezîran 2004 de, biryara şer da û şer ji nûve despêkir.

Li Tirkiyeyê hêzek hebû ku ji nû ve destpêkirina şerê di navbera artêşê û PKK de îtîraz dikir: AKP

Hikûmeta AKP bi artêş, dadgerî, sermayeya aborî, Mît û gelek saziyên yên dewletê re di nava nakokîyan de bû. AKP ê dizanî ku ger şer dest pê bike, Hêzên Çekdar ên Tirk nahêlin ew gavekê bavêje. Pêwîstiya AKP’ê bi rewşa aram û agirbestê hebû. Lê AKP’ê nizanîbû vê yekê çawa ji PKK ê re ragihîne. Evdila Ocelan li Îmraliyê di bin kontrola Kemalîstên Ergenekoncî û Hêzên Çekdar ên Tirk de bû. AKP’ê ji ber van pêwendîyên Apo û Ergenekonê pir aloz bû. Tenê AKP’ê dikarî hewara xwe bigihîjîne Qendîlê. Loma jî wan nûnerek xwe şand Qendîlê.

Nûnerê Evdila Gûl li Qendîlê

Rojek ji Hezîrana 2004 bû. PKK ê Kongreya gel ya 2yemîn, pêk anî û li gel hemî nakokîyên hundir, parêzerên Ocelan biryara şer li kongrê da stendin. Mirad Qarayilan bû Serokê Kongreyê. PKK di hundir de jî, bi pirsgirêkên mezin ve dikelî.

Di wê roja ku konfransa rojnamevanî hête çêkirin de, li ser riya gundê Enzê û Lewcê li quntara çiyayê Qendîlê wesayîtek balkêş sekinî bû. Li wesayîtê de Mêvanek girîng rûniştî bû. Wê wesayîtê jî berê xwe da gundê Lewcê û li sayterê sekinî, ew mêvan ji wesayîtê peya bû û ji kesên li wir re got, “Pêwîste li ser mijarekî gelekî girîng ez bi Mirad Qarayilan re hevdîtin bikim.” Ew neçar ma ku nasnameya xwe pîçek eşkere bike da ku xeber bidin Qereyilan. Ew kes li jûreka nexweşxaneya Lewcê hate cîkirin û bi telefonê xeber dane Qereyilan. Qereyilan jî bilez ji gundê Sûredê hate Lewcê û bi wî kesî ra hevdîtin çêkir. Mêvan ji Qereyiln ra got: “Ez nûnerê Evdila Gûl’im wî ez rêkirime”

Mirad Qerayilan weke Serokê Kongera Gel (PKK) bi nûnerê Evdila Gûl re civiya. Nûner bi kurtasî got: “Artêş pir zextê dixe ser hikumeta me. Ev biryara we ya şer dê destê artêşê xurt bike û dê hikumeta me bêbandor bike. Ger em di nava dewletê de werin rewşek bi bandor, emê pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dixwazin hûn biryara destpêkirina şer betal bikin. Emê di demek kurt de gavên pirr baş bavêjin.”

PKK ê nikarî bo biryarê betal bike, lê dikare biryarê aktif neke. Wisa bû. Berî her tiştî, ev biryar 20 roj hate paşxistin da ku mecalî bide hikûmeta AKP ê. Hin çalakiyên leşkerî jî HPG xwe wekî berpirs dîyar nekir. PKK’ê miha Tebaxê TAK (Teyrên Bazen Azadîya Kurdsitan) ava kir da ku berpirsyariya çalakiyan hilde ser navê xwe. Ji bo ku çalakî bandoreke negatif li nasnamaya PKK neke TAK weke nav hate ragihandin.

Di hewlên AKP’ê yên ji bo desteserkirina dewletê de rola PKK ê

Têkilîyên AKP ê û Qendîlê bi qasidê ku Evdila Gûl rêkiribû ve dest pê kir. Piştî vê tarîxê, di navbera PKK û AKP de tevgerek koordîneyî ya bê navber dest pê kir.

Kongira Gel di 1 Îlona 2004 an de pêvajoyek bi navê “Nexşeya Rêya Demokrasî û Aştîya mayînde” da destpêkirin. Ew agirbestek bê nav bû. Di vê pêvajoyê de, PKK ê kiryarên ku hikûmetê bixe tengasiyê nekir. Wan îşaret pêda ku AKP wê pirsgirêka Kurd çareser bike. Em dikarin bibêjin ku heya sala 2006 a şerekî şermok di hate meşandin. PKK ji ber ku şer hebû girseya xwe motîve dikir. Lê bi rastî şerekî micid çênebû. Lê belê ev rewşa bê pevçûn a ku navê wê nehate zanîn, têra hikûmeta AKP ê nekir. Ji bo ku destê Erdogan hîn zêdetir were xurtkirin agirbestek lazim bû. Agirbest dê pozîsyona artêşa Tirk bêtir qels bike.

Serokomarî ya Gûl û agirbestên yekalî yên PKK ê

Piştgiriya herî mezin a ku PKK ê dayî AKP ê agirbestên di bin navê bêçalaktî û parastina pasîf de hatin kirin.

Mirad Qarayilan di 1 Îlona 2006 de agirbesteke yekalî li hember kamerayan, ku tê de rojnamevanên tirk jî hebûn, îlan kir. Çi sedemên cidî tunebûn ku PKK agirbestekê bi ecele îlan bike. Lê ew ji bo Piştgiriya Evdila Gûl da ku bi be Serokomar hate kirin.

Hêzên Çekdar ên Tirk, Kemalîst, hemû nijadparêzên berê li dijî namzediya serokomariyê ya Evdila Gûl bûn. Artêşê di 27ê Nîsana 2007 de e-muhtira jî derxist ku li dijî serokatiya Gûl derkeve. Di heman demê de artêşa Tirk ji bo ku têkilîyên PKK’ê û AKP’ê têkbibe li dijî gerîla operasyonên tunekirinê pêk anî. Di van operasyonan de li herêma Botan-Besta de 12 gerîlayan jiyana xwe ji dest da.

Tevî hemû îtirazên artêşa Tirk, AKP û hevalbendên wê (PKK jî di nav de) di bin serokatiya Gûl de bûn yek. Cara yekê bû ku kesekî ji kevneşopiya Îslamî û jina wî sergirtî dihatin vê asta dewletê. Serkomarîya Gûl deste AKP ê di hemû astan de xurtkir

Ev tifaqa siyasî ya yekemîn bû di navbera AKP’ê û PKK’ê de. Ji bo vê, her du aliyan jî gavên ku bawerî bidene hev avêtin. Êdî trafîka hevdîtina Qendîlê ya bi Ocelan re hate damezrandin.

Beşê 2: Kîjan serkirdeyên PKK ê ji bo hevdîtina Ocalan çûn Îmralî yê

Pustên heman beş