PKK û AKP hember dewleta paralel mil bi milê hev tekoşînê dikin
AKP; weke hêza motorê ya serdema ku jê re “Komara Duyemîn” jî tê gotin, di encama krîza rêjîma Kemalîst a dewleta Tirk jiyabû, xwuliqî û di dîroka dewleta Tirk de cihê xwe girt. Dema ku di hilbijartinên 3 ê Mijdara 2002an de bi ser ket, kesî texmîn nedikir ku AKP wê bibe sedema veguhertineke bi vî rengî ya sîstema desthilatdar.
AKP bi xwe jî bêyî ku bizane dê pêvajo ber bi ku ve biçe, tenê ji tiştên di ketin pêşya wê derbas dibû û dimeşiya. Lê dema ku ev kar dikirin, hevrêyên xwe hebûn û ew hevrê pir xurt bûn.
Yên ku dixwestin komara yekem bê guherîn ango Lîberal, bizava Fethillah Gûlen û helbet PKK li palpiştî vê proja guhertinê bûn.
PKK ê di siyaseta navxweyî de palpiştê AKPê bû
Ji sala 2004 an heta 2014 an PKK ê defakto piştgirî da her gava ku AKP ê dixwest bavêje. Di pêvajoya hilbijartina serokomariyê ya Evdilla Gûl de PKK ê bi îlankirina agirbestan piştgirî da AKP ê. Dema ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 14 ê Adara 2008 an de li dijî AKP ê doz vekir, PKK ê careke din piştgirî yek tûnd da AKP ê. Di pêvajoya referandûma Destûra Bingehîn a 12 ê Îlona 2010 an de dîsa bi eşkere ji AKP ê re li dengan digerîya. Dîsa li dijî Kemalîstên bi navê Ergenekonê yên li Tirkiyeyê piştgirê AKP ê bû.
PKK bi vê jî têr nebû, hemû dijberên AKP ê weke hevrikê xwe dît û bi AKP ê re ji bo tasfiyekirina wan hêzan xebitî. Mînak Cemaata Gûlen yek ji wan bû.
Evdila Ocalan: Cemaet dewleta dûberîn dimeşîne
Piştî pêvajoya referandûma AKP ê ya destûra Bingehîn a 2010 an pêvajoya kontrolkirina dewletê lez û bez tir bû. Hema di wê derazînkê de di navbera wan û şirîkên wan de şikestinê despê kir. Di navbera Tevgera Gûlen û AKP ê de nakokî dijwar bûn. Bi girtina dibistanên taybet ên cemaeta Gûlen ji aliyê AKP ê ve pêwendîyên van her du şirîkan baş hat tavizandin. Li ser dezgehên ragehandinê şerê wan eşkere dimeşî ya.
Di vê pêvajoyê de çapemeniya PKK ê li dijî “Gûlencîyan” palpiştîya AKP ê kir.
Li Amedê saziyên cemaata Gûlen hatin teşhîrkirin û hin endam jî hatin îfşa kirin. Di çapemeniyê de Cemaat weke çavkaniya hemû xerabiyên dijî dewleta Tirk hate nîşandan. Televîzyonên PKK ê yên li Ewropayê weşanê dikin li dijî Fethullah Gûlen çalakî li dar xistin.
Di vî warî de Ocalan weke şêwirmendê veşartî yê AKP ê dixebitî. Bi rastî jî Evdila Ocalan yekem kes bû ku ji Gûleniyan re gotî ev “dewleta dûberîn”e. Erdogan jî 3 meh piştî Ocalan digot di nava dewletê “dewleta dûberîn” heye. Ocalan digot, “Dewleta dûberîn ji aliyê cemaata Gûlen ve tê birêvebirin û dixwazin Tirkîyê kaşî nava alozîyan bikin.” Bi rastî jî Ocalan giliyên xwe di derbarê Midûrên Emniyetê yên Kurdistanê jî ji dewleta Tirk kirin. Ocalan wiha got: “Cemaat bi awayekî bêtirs dixebite. Piraniya fermanberên polîsan di nava Cemaatê de ne. Midûrê Emniyeta Amed û Sêrtê bi bernameyeke taybet hatine wazîfedar kirin.”
Çavkaniya hemû xerabiyan wê demê Cemaata Gûlen bû, niha jî AKP ye
Piştî sala 2010 an Ocalan û PKK ê hemû pêkanînên dewleta Tirk li ser Kurdan meşandî, xistin sitûyê cemaata Gûlen. Çawa ku îro PKK hemû dijminahîya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê dimeşîne dixe sitûyê desthilata AKP-MHP ê de wê deme jî bi heman şêwazî Cemaaeta gûlen tewanbar dikir . Wê demê ji kurdan re dihat gotin ku “eger em dewleta duberî û polîsên wê têk bibin, wê demokrasî were wê kêşa Kurd çareser bibe”.
Rêveberên KCK ê yên weke Mistefa Qarasû jî îdia kir ku “ cemaate Gûlen dixwaze AKP ê bike hêzek faşist” û wiha berdewam dikir: “AKP û Cemaata Fetullah hevkarên hev bûn: Loma jî fethullahçî pir pîs in, xwedî karakterekî faşîst in, dixwazin Ergenekoneke kesk bi awayê xwe ava bikin”(17/12/2014)
Xoşewîstîya Hakan Fîdan û PKK
Ocalan û tevgera wî PKK tu carî saziyên sereke yên dewleta kolonyalist wek artêş, îstîxbarat û hwd ji xwere nekirin armanç. PKK ê bi Kurdên Bakur da qebûl kirin ku dijmin ne dewleta Tirk e, kesên rêveber in. Ji Tansû Çîller heta niha PKK kesên ku dijmin dibîne hene. Lê hevaltiya PKK ê û Ocelan bi saziyên dewletêre berdewam e. Îstixbarata dewleta Tirk Mît yek ji wan saziyên pêşeng ên ku Ocelan bi berdewamî têkildar e. Bi rastî jî ne şaş e Ocalan ê ku bi piştgirîya xwezûrê xwe yê rêveberê Mît ê dest bi siyasetê kirî, pêwendîyên xwe weke deynê dilsoziya bi Mît ê re bibîne. Lê belê Hakan Fîdan ku hîn jî misteşarê Mît ê ye, weke desteya bilind a KCK ê tevdigere.
Rola Musteşarê Mît ê Hakan Fîdan di desthilatdariya AKP ê ya li ser dewletê de baş tê zanîn. Hakan Fîdan îro hem li hundir hem jî li derve kesek e ku AKP ê li ser lingan dihêle. Şêwirmendiya veşartî ya Evdila Ocelan ya ji bo AKP ê dike jî bi piranî bi rêya Hakan Fîdan pêk tê.
Di pêvajoya desthilat bûna AKP ê de Hakan Fîdan jî bo hedefa hinek layenan û di 7 ê Sibata 2012 an de ji bo îfadeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû gazîkirin. Ev hewldane metirsîyek mezin bo AKP ê çêkir. wê demê jî muzakereyên li Îmraliyê bênavber berdewam dikirin. Ocalan li Îmraliyê bang li PKK ê kir ku destê AKP ê li hemberî Cemaetê xurt bikin û parastina Hikmet Fîdan were kirin.
Bi rastî jî Ocalan ji bo wê serdemê wiha dibêje: “Eger min zû hişyarî nedaba AKP ê, hem da Hakan Fîdan û hem jî serokwezîr Erdogan da jinav ben”.
Bi rastî ev qencî ya ewilî nebû ku PKK ê li AKP ê dikir. Ji bo fêmkirina van, divê mirov li hevdîtinên Oslo binêre.
Lûtkeya hevdîtinên AKP-PKK-Mît ê: OSLO
Hevdîtinên Osloyê ku di 3ê tîrmeha 2008an de dest pê kiribûn, bi qasî ku bi fermî hat ragihandin ji 11 rûniştinan pêk hatibû. Rêveberên PKK ê Sozdar Avesta û Mistafa Qarasu ji Hewlerê bi balafireke taybet birin Osloyê û bi rayedarên Mît ê re hevdîtin kirin.
Hinek hêzên rojavayî hebûn ku navbeynkariya van hevdîtinan dikirin. Di hevdîtinên Osloyê de li ser xeta Qendîl-Oslo-Enqere-Îmraliyê bi dehan name hatin û çûn. Naverok û encamên hevdîtinên Osloyê bi serê xwe mijareke lêkolînê ye. Lê di navberê de çend tişt hene.
Tevî ku PKK û AKP hewl didin ku wisa xuya bikin pêvajoya Oslo qet pêknehatî ye, lê belê demekê li Osloyê gelek tişt bi hev re hatin plan kirin. Û dema ku ev plan dihatin çêkirin, haja kesî jê nebû. Fethullah Gûlen wê demê hevdîtinên PKK ê û Mît ê deşîfre kir. Eger deşîfre nebûya, belkî haya niha jî raya giştî ya Tirk û Kurd çi tişt nezanî ba. Encama ku ji vê bê derxistin ev e: Têkiliya PKK ê ya beriya AKP ê û piştî AKP ê bi dewleta Tirk re qet qut nebû. Her çiqas niha PKK û AKP gelekî li dijî hev xuya dikin jî hevdîtinên Qendîl-Îmralî-Enqere her tim berdewam bûne.
Têgihiştina ku PKK dixwaze biafirîne
Ji ber ku PKK ne saziyek e, her gav dikare her gotinê bibêje û paşê jî wê gotina xwe înkar bike û lê xwedî dernekeve. Loma jî ew dikare di her mijarê de têgihiştinê biafirîne. Di mijara Oslo de jî heman tişt rû dide. Ji ber ku PKK ê dizanibû dewleta Tirk wê muzakereyan ragihîne, bi senaryoya pêvajoya Osloyê her tişt li gorî berjewendiyên xwe dizayn kir û ragehand. Li ser navê rêxistina xwe ev yek nekir. Ev yek rasterast li ser navê xwe nekir bi rîya xebatkarekî xwe yê çapemenîyê Amed Dîcle pirtûkek bi navê “Hevdîtinên Tirkiye-PKK ê yên 2005-2015 an” hate weşandin. Ji ber ku PKK naxwaze di paşerojê de tiştên ku di pirtûkê de hatine nivîsandin biparêze, lewma jî ev rêbaz tercîh kir.
Li gorî pirtûka Amed Dîcle, “PKK her tim bi niyeta baş û bi mesafe hereket kirîye”. Lê bele PKK ê pêwendîyên xwe yên li gel Îran û Tirkiyê û peymanên xwe yên sîyasî vedişart.
Sabrî Ok cara duyemîn çû Îmraliyê ye
Di beşa berê de me behsa serdana Sabrî Ok, Yûksel Genç û Ehmet Tirk a sala 2006 an a Îmraliyê kiribû. Di rûniştina 10 mîn ya hevdîtinên Osloyê de biryar tê girtin ku kadroyên PKK ê du mêr û du jin ji çiyê biçin Îmralîyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. KCK jî navan diyar dike û ji Mît ê re dişîne. Lê Ocalan dixwaze navekî din der bixe pêşiya wan: ew nav jî Sabrî Ok bû.
Lê vê carê navên ku çûbûn hevdîtina berê nehatibûn. Sabrî Ok cara duyemîn di bin çavdêriya dewletên garantor de, bi balafira taybet a ku Mît ê ji Brukselê amade kiriye, diçe Îmraliyê û bi heman awayî vedigere Brukselê.