Beşê 2: Kadroyên PKK li Îmraliyê
Kîjan kadroyên PKK’ê çûn Îmraliyê û kê destûr da wan?
Di van mehên dawî de yek ji nivîskarên tirk Ehmet Nesîn di nivîsek xwe de ev pirs kiribû: “Erdogan çend caran bi Evdila Ocalan re hevdîtin kiriye?” Wî got ku ewê di pêşerojê de bêne ragihandin. Em mafê xwe yê bersivdayîna vê pirsê veşartî bihêlin, emê vê pirsê bikin: “Sebrî Ok çend caran li Îmraliyê bi Evdila Ocelan re hevdîtin pêk aniye?”.
Bandora AKP’ê li ser Îmraliyê zêde bûye
Piştî qasidê Evdillah Gûl di sala 2004an de çûyî Qendîlê têkiliyên AKP ê û PKK ê ava kirin, lê ji ber hindek sedeman pêwendiya bi zehmetî jî berdewam kirin. Ji ber ku AKP di saziyên di nava dewletê de, bi taybetî jî di navbera MÎT û hikûmeta AKP ê de bi cih bû, her ku lihevhatin zêde bû, têkiliya AKP ê ya bi Îmraliyê re ji ya artêşê zêdetir pêş ket.
Vê rewşê rê ya têkiliyên AKP ê yên bi PKK-Qendîlê re jî guhert. Ji bo AKP ê ku ji sala 2004 an heta 2006 an têkiliyên xwe yên li ser Qendîlê bi qasidên xwe re didomand sekin û rêyeke nû vebû. Êdî AKP ê dikarîbû rasterast bi Îmraliyê re têkilî deyne. Li vir nav û erkê Sebrî Ok derdikeve pêş. Sabrî Ok di têkiliyên PKK û dewleta Tirk de navek e ku divê mirov qed kêm nebîne.
Rola Sabrî Ok ya berê çi bû?
Sabrî Ok di sala 1985 an de di şerekî li devera Garzanê birîndar bû û xwe radestî dewleta Tirk kir. Keseke ku heta sala 2005 an jî berpirsê PKK ê yê girtîgehên Tirkiyeyê bû û bi lêkolînên siyasî re eleqedar bû. Pirr balkêşe ku dema ew di girtîgehê de bû, bi Evdila Ocelan re bi qasî ku li Şamê bû bi telefonê axivîye. Di sala 1999 an de dema Ocalan çû Îmraliyê, dewletê Sabrî Ok ji girtîgehê derxist û bi helîkoptereke taybet bir gel Ocelan. Bi kurtasî hem PKK ê hem jî dewletê helwesta Sabrî Ok di salên 1990 î de pejirand û ew erkdar kir.
Îdîayên ku dibêjin Sabrî Ok “ji bo dewleta Tirk dixebite” hene. Di nava PKK ê de jî yên wisa difikirin ne hindik in. Lêbelê, ev ne mijara nivîsa me ye loma jî em ser nasekinin.
Sabrî Ok li Îmraliyê ye
Piştî ku Sabrî Ok di sala 2004 an de ji girtîgehê derket rast çû leşkerîya Tirkan û li wir Mît bi wî re têkildar bû. Wî di şert û mercên dewletê jêre ava kirin de wek mêvan leşkeriya xwe kir. Piştî leşkeriyê, hevdîtinên bi MÎT ê re zêde dibin. MÎT despêkê wî dişîne Qendîlê û peyamê rêdike. Bi kurtasî tê gotin, “Em di nava kar de ne, AKP wê pirsgirêka giran çareser bike, astengî ji holê rabin, em bi hev re bixebitin, Ocalan jî amade ye.” Sabrî Ok van peyaman di sala 2006 an de ji Qendîlê re radigihîne. Her wiha MÎT soz dide ku hin PKK’eyî dê karibin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Yanî, ji bilî têkiliyên prosedurî û parêzerên fermî derveyî wan pêwendîyan nefermî jî despê dikin.
Rêveberiya PKK ê ya li Qendîlê naxwaze Sabrî Ok di nava kadroyên PKK ê yên ku biçin Îmraliyê de cih bigire û navên cuda pêşniyar dike. Lê dewleta Tirk û Ocalan li ser sê navan li hev kirin. Ehmet Tirk, Yuksel Genc (yek ji endamên yekemîn koma Aştiyê ku di 1 ê Îlona 1999 an de ji çiya çûbû Tirkiyeyê û li gel Ocalan li Sûriyeyê ma bû) û Sabrî Ok.
Ev her sê nav li Enqerê kom dibin. Dewlet pêşî wan dibe Stenbolê û dû re jî dibe Bursayê. Ji van 3 kes ku 2 ji wan kadroyên PKK ê ne û yek jî siyasetmedar diçin bi Ocelan re hevdîtin dikin.
Ocalan: “projeya me a Tirkîyebûnê ne taktik e, stratejîk e”
Nîqaşa li ser doza gelê Kurd ji ciddîyetê dûr bêtir weke pirsgirêka nava malbatê di hat gengeşe kirin. Ocalan ji PKK ê dixwaze ku baweriya xwe bi dewletê bîne. Dibêje, “Eger şert û merc pêk bên em ê aştiyeke mezin pêk bînin, ev aştî wê Tirkiyeyê bike hêza sereke li Rojhilata Navîn” hevdîtin bi vî rengî tên meşadin.
Piştî vê hevdîtinê Ocalan nameyek ji Qendîlê re dinivîse. Di nameyê de bi kurtasî wiha dibêje: “Ez ji bo çareseriyê hêvîdar im, divê ji hikûmeta nû re derfet bê dayîn, ya girîng ew e ku li Tirkiyeyê xwe birêxistin bike, divê partîya siyasî li rojhilatê Firatê tenê nehê sînordar kirin, tirkîyebûn ne taktik e, hikûmetê nexin nava tengasî yê, muzakere bila bidomin û wê agirbest vê demê de bandorek erênî ava bike.”
Ev civîn di navbera MÎT, PKK û AKP ê de bû. Serokerkanê Tirkîya qebûl nake ku ji civîneke wiha girîng bêpar bie. Roja piştî hevdîtinê serokerkan Îlker Başbug li bajarokê Ercîş ê Wanê peyamek wiha da ” heya ku terorîstek jî mabe emê şerê xwe berdewam bikîn” Lê belê rexmê van gefên Îlker Başbûg jî di 1 ê Cotmeha 2006 an de agirbest hat ragihandin.
Piştî sala 2006 an û vir ve têkiliyên AKP-PKK û MÎT ê her tişt di bin rêveberiya Sabrî Ok de pêk tê. Li ser xeta Îmralî-Enqere-Qendîlê trafîka nameyan û nûneran pirr zêde dibe.
Gel çi difikirî?
Dema ev hemû didomin, televîzyonên PKK ê yên li Brukselê weşanê dikin, bi gotinên “Dewleta Tirk rê li hevdîtina bi Serok APO re digire” raya giştî tehrîk dikir. Wê demê rojên Çarşemê bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin. Gava hevdîtin wê rojê çenê ba PKK ê roja pêncşemê çend dayik û çend ciwan dadixistin ser şeqaman.
Gelê Kurd we difikirî ku bi salan li ser Îmraliyê tecrîd heye, lê bi rastî hevdîtinên gelekî girîng di hatin kirin. Bo mînak; Di 12 ê Tîrmeha 2008 an de PKK ê li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê tam mehekê dewlet protesto dikir û di got ku porê Ocelan hatiye qûsandin. Di heman rojan de Sabrî Ok li Ewropayê nameyên Ocalan ku nûnerên MÎT ê ji wî re anîne dixwend û bersiv di da. Di heman demê de ji bo pêvajoya Osloyê li ser xeta Qendîl, Bruksel, Enqere û Îmraliyê trafîka muzakere yê hebû. Di rastiyê de her ku PKK ê ji bo Ocalan gel dadixist kolanan, tiştên ku ser wan were nixumandin dihat meşandin.
Ango tiştekî bi navê “tecrîda Îmraliyê” ku bi salan e banga çalakîyê li kurdan tê kirin, tune ye.
Di nava vê pêvajoyê de PKK ê xwe ji tiştê ku hikûmetê bixe nava tengavîyan de dûrxist, loma jî AKP e karî hê rihetir xebatê serweriya xwe ya liser artêş û aborîyê, bimeşîne. AKP e karî rewşenbîrên ji zextên Kemalîzmê bêzar bûne li dora xwe kom bike. Lê belê layanên ku ev yeke weke meseleya man û nemanê didîtin jî hebûn.
Yekemîn dijminê hevpar ê AKP û PKK ê: Ergenekon
Zêdebûna xebatên AKP û Cemaetê yên di nava saziyên dewletê de Kemalîst, Ergenekoncî, endamên artêşê yên berê û hinek sermayedar bêzar kiri bûn. Di navbera her du aliyan de alozî zêde di bû. Di Tîrmeha 2007 an de bi girtina endamên Ergenekonê re AKP û Cemaetê pêngavek dijwar avêt. Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil generalên teqawitbûyî û wezîfedar û Serokerkanên artêşê ê di vê astê de di hatin girtin. Ev jî weke rûbirûbûna Tirkiyeyê ya bi rabirdûya xwe re hat nîşandan. Bi rastî, ew pevçûnek bû, di nava baskên dewletê de.
Yekemîn dijminê hevpar ê PKK û AKP ê Ergenekon bû. Di vê operasyonê de PKK ê di şert û mercên agirbestê de piştgirî da AKP ê. Her çiqas PKK niha vê yekê qebûl jî neke, lê berê bi piştgiriya xwe serbilind bû.
Mînak Cemîl Bayik di 13 ê Tebaxa 2013 an de bi Mîthad Sancar ê niha Hevserokê HDP ê re hevpeyvînek çêkir. Cemîl Bayik di hevdîtinê de têkoşîna xwe ya hevpar a bi AKP ê re li dijî Ergenekonê wiha nirxand: “Astengiya herî mezin a li pêşiya hewldanên çareseriyê yên berê rejîma şerê taybet û pêkhateya Ergenekonê bû. Pêngava herî girîng a vê pêkhateyê ‘Operasyona Zapê’ ya di Sibata 2008 an de bû, yanî operasyona bejahî ya li dijî me bû. Ger ev operasyon bi seketiba, da AKP ê jî tune bike. serneketina vê operasyonê ne tenê pûçbûna polîtîkayên şer piştrast kir, di heman demê de îmkana tasfiyekirina Ergenekonê jî ava kir.”
PKK piştgirî dide gişpirsîya makezagonê
Tifaqa di navbera Erdogan-AKP û Fetullah-Cemaat de ji bo tasfîyekirina rêjîma berê û ji nûve li gorî xwe dîzaynkirin a rejîmê bû. Hereketa wan a dawî ew bû ku di sala 2010 an de guhertina makezagonê bixin gişpirsîyê.
Referandûma makezagonê û agirbesta ku pêwîstiya AKP ê pê heyî
Berî gişpirsîyê û piştî gişpirsîyê agirbest hebûn. Jixwe di 29 ê Adara 2009 an de agirbestek pêk hatibû. Komên bi navê komên aştiyê bi cil û bergên gerîla ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û bajar bi bajar di geriyan.
Vê pêvajoyê hêviyek mezin di nav kurdan de çêkir. AKP e û Erdogan di nava Kurdan de bi veşartî di hatin ecibandin. Weke ku “AKP partiya kurdan e” dihat dîtin. Wêneya ku her tim dihat xêzkirin ev bû ku AKP bi rastî wê pirsgirêka Kurd çareser bike, lê hinek destên veşartî nahêlin. PKK ê ji bo têkiliyên xwe yên siyasî ev têgeh di civakê de afirand. Her gav we dida xuya kirin ku dê tiştek baş çêbibe. Lê belê tiştek jî mayînde nebû. Li aliyê din kurdan di referandûma makezagonê de ji ber vê têgeha ku PKK ê çêkiriye dengê ‘erê’ dan .
Referandûma makezagonê dê pergala dadweriya Tirkiyeyê heta asteke mezin biguhere û li pêşiya dubendiya AKP û Cemaetê tu astengî nemîne. Vê referandûmê pêvajoya çûna ber bi serokomarîya Erdogan vekir. PKK ê jî bi agirbestan piştgirî da vê pêvajoyê. Referandûm di 12 ê Îlonê de hat kirin. Lê beriya wê jî danûstandin berdewam bûn.
Muzakere berdewam bûn
Ocalan di 31 ê Golanê de gotibû ku AKP e agirbestan nanirxîne û şert û mercên min baş nabin û xwe ji navberê vekişiyaye. Roja din, di 1 ê Hezîranê de, PKK ê daxuyanî da ku ew pêvajoya agirbestê ya ku ji 13 ê Nîsana 2009 an û vir ve didome, bi dawî kiriye. Pevçûn dê dest pê bikin. Li pişt deriyên girtî muzakere di hatin kirin. Di navbera Sabrî Ok û Musteşarên Mît ê de hevdîtinên germ pêk hatin û lihev hatin. Lê diviyabû kesek banga agirbestê li PKK ê bike. Eger AKP ê ev bang bikira, wê encamek neyînî ji referandûmê derketa, loma jî ev bang nekir. Bi daxwaza AKP ê û qebûlkirina Îmraliyê, rêxistinên PKK ê DTK û BDP ê û komek rewşenbîran bangawazî kirin û xwestin çek bên bêdengkirin.
Di encamê de 70 roj şûnde PKK ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di navbera 13 ê Tebaxê û 20 ê Îlonê de hêzên xwe yên çekdar di pozîsyona “parastina pasîf” de bihêlin. Bi vî awayî referandûm di rewşeke bê pevçûn û aram de pêk hat.
Helwesta PKK ê ya giştpirsîyê: Belê ya veşartî
PKK nexwest bi eşkereyî bibêje erê. Helwesta wan ya derbarê referandûmê boykot bû. Lê boykot dihat wateya “Belê”. Mirad Qarayilan di hevpeyvîna xwe ya wê demê ya bi ANF ê re diyar kiribû ku biryara agirbestê ji bo ‘erê’ şansek e û got, “Eger me di vê demê de şerê parastinê bi bandor bidomanda, referandûmê de misoger da yên di bejin “belê” winda kin.”
Ji xeynî vê, gerîllayên PKK ê bi awayekî vekirî talîmatê didin raya giştî ku giştpirsîyê de dengê ‘erê’ bidinî
Di encamê de li bajarên kurdan dengê “erê” bi ser ket. Ev jî alîkarîyeke stratejîk bû ku PKK ê dabû AKP ê.