Rastî û hûrgiliyên êrîşa PKK’ê ya pêngava 15’ê Tebaxa duyemîn a 1995’an – beşa «1»

Rastî û hûrgiliyên êrîşa PKK’ê ya pêngava 15'ê Tebaxa duyemîn a 1995’an

Dîroka Kurdistanê rastî gelek xeletî û berevajiyan hatiye. Dîroka van 50 salên dawî jî gelek şaşî û xeletî têde hen. Bi taybetî li ser dîroka Başûrê Kurdistanê û têkoşîna wê manîpulasyoneke mezin heye.

Bi taybetî kurdên ku Tirkî dixwînin tenê materyalên PKK’ê çapkirî dixwînin. Li aliyê din PKK’ê daneyên dîrokî hemû serûbin kirine. PKK’ê hewl da ku Kurdayetîyê bi derketina xwe ve girê bide û ji xwe re efsanekî çêbike. Şêwazê dîroknivîsa kemalîstan û ya Apocîyan heman tişte. Valahiya di vê mijarê de divê ji aliyê hêzên Kurdistanî ve were dagirtin.

Armanca vê nivîsê eşkerekirina pîvanên rast ên Pêngava 15 ê Tebaxa duyem a 1995’an e. PKK’e vê xîyaneta xwe bi berevajîkirinên mezin pênase dike û dema ku hewce nebe qed behsa vê yekê nake.

Beşa yekem: PKK’ê di Kongreya 5’an de berê lûliya tifenga xwe zivirand Başûrê Kurdistanê û PDK’ê

Sedemên helwesta dijminatiya PKK’ê ya li hember Başûrê Kurdistanê û rêxistinên siyasî yên kurda ku ji salên 1990 î vir ve didomîne, ji layê milletê Kurd ve baş nehatîye deşîfrekirin. Ev şerê PKK’ê tenê weke nakokîyên desthilatdarî û serwerî şîrovekirin wê şaş be.  Bi taybetî jî îdîa û gotinên PKK’ê yên weke “dewletên Nato ji bo PKK’ê biqedînin Başûrê Kurdistanê erkdar kirîye, Hêza Çakûç li dijî me hatîye bi cih kirin” lê ev îdîayên PKK’ê hem pêkenokin hemjî tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne.

Xaleke din a şaş tê fêmkirin jî ew e ku tu hêzeke Başûr tu carî dest bi êrîşa li dijî PKK’ê nekiriye. Her tim PKK’ê fîşeka yekem avêtîye partî û layenên Kurd. Mîna pêngava 15ê Tebaxa duyem ya sala 1995’an.

Xîyaneta Pêngava 15 ê Tebaxê ya duyemîn çima girîng e?

Di sala 1995’an de PKK’ê li Başûrê Kurdistanê li dijî desthilata Kurdan dest bi êrîşan kir. Şeva 25 bi ser 26 ê Tebaxê bi awayekî hemwext êrişî 35 xalên pêşmerge kirin. Di nava wan de gund, bajarok, çeper û baregehên PDK’ê hebûn. Navê wê pêngava jî kir pêngava duyem ya  15 ê Tebaxê. Pevçûnên 80 rojan dom kirin, hevdîtin hatin kirin û agirbest hat ragihandin. Lê zihniyeta PKK’ê ya ku dest bi vê pevçûnê kirinê hê jî didome.

Biryara PKK’ê ya êrîşa li ser îradeya Başûrê Kurdistanê êrişekî lokal û demkî bû. Berevajî vê yekê, ev êriş stratejîya nû ya PKK’ê bû. Heya ku sedemên êrişa PKK’ê ya 1995 baş neyên fêhmkirin ev pêvajoya dijmînî ya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê nayên fêhmkirin.

Ji xwe navê pêvajoya êrîşê ku PKK’ê weke “pêngava duyem a 15 Tebaxê” binavkirin nîşana guhertina stratejîya PKK’ê ye. Ji ber ku PKK’ê ew pêvajoya ku di sala 1984’an de li dijî dewleta Tirk da destpêkirin bi awayekî rawestand û berê lûleya tifenga zivirand ber bi Başûr. (em vê tesbîtê, bê ku behsa dîroka PKK’ê ya nepenî û bi guman û hwd, dikin)

Ji wê demê û vir ve her tim lûleya çeka PKK’ê ber bi Başûrê Kurdistanê ve bûye. Em dikarin bibêjin; ew pêngava êrişkarî ya duyemîn a 15’ê Tebaxê hê jî didome. PKK’ê lûleya çeka xwe li ser Tirkîyê zivirandîye ser destkeftên Başûrê Kurdistanê. Her çend dem bi dem li dijî YNK’ê şer kiribe jî, lê PKK dijminê sereke PDK’ê dibîne.

Kê/kî û kengê biryara êrîşa li ser Başûr girt?

Biryara şerê li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û li dijî PDK’ê ji aliyê Evdila Ocalan û tifaq û têkiliyên veşartî yên li Şamê ve hatiye girtin.

Sala 1994, Evdila Ocelan û hêzên derdora wî li Şamê biryar dan ku êrîşî PDK’ê bikin. Wê demê PKK’ê amadekariyên kongreya 5 emîn dikir. Ocalan Duran Kalkan ji Şamê şand Kongreyê û ji bo birêvebirina şerê Başûr erkdar kir.

Kongreya 5. a PKK’ê di dawîya sala 1994 û despêka sala 1995’an de li Heftanîn pêk hat. Kongreya ku tevahiya meha Sibatê berdewam kir, Başûrê Kurdistanê weke qada şer hate plankirin. Encamên Kongerya 5 da bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bên îlankirin.

Piştî kongreyê keşif, plansazî û erkên leşkerî hatin çêkirin. PKK’ê ji bo êrîşa Başûr tanzîmek leşkerî bi navê Tûgaya Brûsk saz kir. Di 8 ê Adarê de li herêma Metîna Kongreya Jinan ya yekê destpê kir. Gava ku Kongra jinan bi dawî bû wê dest bi êrîşî Başûr bihata kirin. Lê tirkan li dijî PKK’ê di 20 ê Adarê de operasyona Çelîkê da dest pê kirin. Operasyon heta 2 ê Gulanê berdewam kir.

PKK mecbûr ma ku êrîşa xwe ya li dijî PDK’ê paşde bixe. Ji ber ku biryara êrişa li ser PDK’ê stratejîk bû, piştî çend mehan bi fermana Ocelan dîsa heman plan kete dewrê. Li şûna Duran Kalkan vê carê Fuat Dersim (Alî Haydar Qaytan) hat erkdar kirin. Qaytan di serê meha Tebaxê de ji Şamê hat gundê Zilya yê Zapê.

Di 3-9 ê Tebaxê de li Zapê civîna Meclîsa Leşkerî pêk hat û biryar hat dayîn ku şeva 25-26’ê Tebaxê bi awayekî hemwext li 35 xalên cuda yên PDK’ê êrîş were lidarxistin. Li ser xeta ku ji Heftanîn heta Biradost, Barzan û ji wir jî heya Dêrelok, Şêladizê, Amêdiyê û Berwarî Bala hedef hatin girtin. Ev pêvajoya êrîşê jî weke pêngava 2 yemîn a 15 ê Tebaxê hate binavkirin.

PDK rastî êrîşeke neçaverêkirî hat

Piştî ku şerê sala 1992’an di navbera hêzên YNK-PDK û PKK’ê de heya 1995 ê tu êrîşên leşkerî rûneda bûn. Di navbera partiyan de danûstandin hebûn. PKK bi serbestî li senter û dewrûberê Duhokê digeriya. Pêwîstiyên xwe pêktanîn û birîndarên xwe li nexweşxaneyên di bin desthilata PDK’ê de derman dikirin.  Li ser hin platformên hevpar jî nîqaş dihatin kirin. Çend roj berê êrişa PKK’ê, Fermandarê PKK’ê yê herêma Gare Ebubekir (Halîl Ataç) bi fermandarên PDK’ê re li Berêgarê hevdîtin kirin û bi hevra şîv xwarin.

PKK di şevekê de êrîşî 35 xalên Pêşmerge kir. Ji ber ku PDK ne li hêviya êrîşekî wiha bû, di rojên ewil zîyanên Pêşmerge çêbûn û neçar ma li hinek şûna paşde vekişe.

PKK ne tenê êrişî xalên leşkerî heman wext êrîşî gundan jî kir. Mînak gundê Sîda yê girêdayî Şêladizê yê Rêkaniyan şewitand.

Damezrînêrê PKK’ê Duran Kalkan bi xwe ferman da ku hemû gundên welatê jêrî(devera Barzan) werin şewitandin. Piştî zayînê sala 64 ra li Romayê şewatek mezin çêbibû. Dûran Kalkan îşaret bi wê şewatê da û bi bêtêlê ji fermandarên deverêre got “xebatê Roma li ser gundên Welatê Jêrî (Barzan) bikin” ser vê fermana Duran Kalkan 9 gundên ‘Welatê Jêrî’ Gundên Telê, Şingêl, Dawitka û Babsêva hatin şewitandin.

PKK têkçûneke mezin a leşkerî xwar û fermandarên wê çeperên xwe yên şer berdan û revîn

Hêzên PDK’ê di mawekî kêm de ketin nava amade başî û bi heman tundiyê dest bi bersivdayîna PKK’ê kirin. PKK neçar ma ji sengerên şer bireve û herêmê bo Pêşmerge berde. Fermandarê cepheyê Berwarî Bala Mistefa Qarasû heya dawîya şer nekarî girê Bêgûva ji pêşmerge bistîne dawî Qarasû jî revîya çîyayê Sipî.

Hêzên Heftanîn ji xeta Batufa, Şîlankê, Pîrbela, Deşteteqê û Şeranişê derketin hinek derbasî bakûr bûn yên mayî jî bi fermandarê xwe re çûn çîyayê Sipî. Xakûrk, Biradost heya devera Mizûrî jorî PDK’ê ji PKK’ê paqişkir. Pêşmergên devera Sêlkê, Pêndiro û Mêros zerbên herî giran li PKK’ê xistin. PKK’ê bi rojan êrişî girê gundê Gûzê dikir nedikarî ji pêşmerge bistîne dawîyê PKK’ê navê vî girî kiribû “Tepê Namûsê”. Yekîneya Şahîn Cîlo(General Mazlûm) li pişta gundê Mêros hate ji nav birin. Şahîn Cîlo(general Mazlûm) bi xwe ji lingê xwe birîndar bi bû. Pêşmerge çûn ser wî çeka wî anîn lê tişt wî nekirin. Kurê heman Pêşmergê ku çûyî ser Şahîn (Mazlûm Ebdî) sala 2014 bi hawara Mazlûm Ebdî ligel yêkîneya xwe çû Kobanê.

Fermandarê giştî yê Biryargeha navendî ya ARGK’ê yanî fermandarê şer Elî Heyder Qaytan li Zapê hate dorpêçkirin. Ew neçar ma ku bireve geliyê Şîvê (Dola Satora), telefona xwe ya piştî ya esmanî ku bi Apo re diaxivî pay xwe hişt û revî. Ev telefon ket deste hêzên Pêşmerge de. ji bo wê serdemê ev telefona esmanî pir girîng bû yekane amûrê pêwendîyan bi Ocelan re bû.

PKK li gund û bajarokên ku dixwest dorpêç bike, yên weke Bêgûva û Mêros, bi ser neket, gel bi xwe bi pêşmergeyan re tevlî şer bû. Hemû eşîrên herêmê palpiştîya Pêşmerge kir weke Berwarî, Nêrweyî, Rekanî, Nihêlî, Amêdî, Doskî û Barzanî parastina xaka xwe ya azad kir.

Şer 80 rojan berdewam kir. Pêngava PKK’ê ya 15 tebaxa duyem fişar anî û PKK’ê şikesteke mezin xwar. Ocalan bi xwe daxwaza agirbestê kir. PDK ê ev pêşnîyara Ocelan nirxand û dest bi hevdîtina kir. Di 13 ê Kanûna 1995 de agirbest hat ragihandin.

Beşa duyem: Têkçûna leşkerî ya PKK’ê li Bakurê Kurdistanê di salên 1990 î de û sedemên cihgirtina PKK’ê di nava konsepta dije PDK’ê çine

Pustên heman beş