Rastî û hûrgiliyên êrîşa PKK’ê ya pêngava 15’ê Tebaxa duyemîn a 1995’an – beşa «2»

Rastî û hûrgiliyên êrîşa PKK’ê ya pêngava 15'ê Tebaxa duyemîn a 1995’an
  • Beşa duyem: Têkçûna leşkerî ya PKK’ê li Bakurê Kurdistanê di salên 1990 î de û sedemên cihgirtina PKK’ê di nava konsepta dije PDK’ê çine

PKK tevgereke ku ji roja hatiye damezrandin heta niha bi hemû tevgerên kurd re di nava pirsgirêkan de dijît. Bêtehamuliya PKK’ê ya li hemberî tevgerên kurdan, ji kerb û kîna hemberî kolonyalîstan bêhtir e. Li hemberî hemû tevgerên Bakurê Kurdistanê çek bi kar anîye. Di sala 1982’an de li Rojava hin sivîlên endamên PDK’ê kuştin. Rêveber û serokê Tevgera Agirê Sor ya Rojhilat Kurdistanê radestî Îranê kir. Li Başûr YNK jî di nav de li hember hemûyan şerê çekdarî kir. Yanî nexweşîya ontolojîk a PKK’ê di vegerandina lûleya tifengê ji bo Başûrê Kurdistanê û PDK’ê roleke girîng dilîze.

Ji salên 1980 î û vir ve PKK li ser derfet û hebûna PDK’ê dijî

PKK îdia dike ku destkeftiyên ji salên 1990 î û vir ve li Başûrê Kurdistanê çêbûne li ser hîmê têkoşîna wê ye, heta Raperîn a sala 1991’an a ya li dijî Seddam jî PKK dibêje bi xêra me çêbûye. Rêveberên PKK’ê dibêjin piştî sala 1988’an “li herêmê tenê PKK hebû”. Herwiha îdia dike ku heke ew neba Herêma Kurdistanê jî nedibû. Ev nîqaşa PKK’ê ya ku bi salan e berdewam dike, çi eleqeya xwe bi rastîyê re nîne. Hebûna PKK’ê ya piştî 1980 î li ser derfet û bingeha PDK’ê ava bûye. Çi dijminatî be, çi jî dostanî be, PKK bi saya PDK’ê xwliqîye. Jiyana PKK’ê ya li ser esasê hebûna PDK’ê bi du awayên cuda çêbûye.

Yekem; Demekê wek dostê PDK’ê ji derfetên wê sûd werdigirt. Em dikarin serdema navbera 1983-1987 an wiha bixwînin. Di navbera salên 1999-2015’an de jî têkiliyeke bi vî rengî hebû. PKK’ê di her du serdeman de jî bi PDK’ê re têkildar bû û ji têkiliyên wê yên madî, manewî, erdnîgarî, lojîstîkî û dîplomatîk sûd wergirt.

PKK’ê li ser mîrate û destkeftiyên PDK’ê yên sala 1983’an hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Başûrê Kurdistanê sûd wergirtîye. Cara yekem yên PKK hembêzkîrî li devera Botan-Behdînan hemû dilsozên rêbaza Barzanî û girseya PDK’ê bûn. Her wiha li herêma çiyayî ya ji Heftanînê heta Xaxurkê, tecrubeya şerê partîzanî û îmkanên lojîstîkî yên PDK’ê ji xwe re kirin binyatê şerê çekdarî.

 Ya duyem jî ewe ku PKK li dijî PDK’ê şer dike û dîyarîya xwe ji dijminên PDK’ê werdigire. Ev di navbera 1987-1999 de ye. Di vê serdemê de PKK’ê wek endama îtîfaqa pêkhateyên dijî PDK’ê yên weke Îran, rejîma Seddam û YNK ji xwe re tewîzên maddî û sîyasî ji wan sitandin.  Ger Cemîl Bayik û Riza Altun di sala 1997’an de li Urmiyê di qesran de rûdiniştin, ev ji ber şerê wan yê li dijî PDK’ê ye. Îro jî sedema ku Bayik, Qarasû û hwd li Silêmaniyê di bin garantiya Îranê de dijîn, şerê wan li dijî dewletbûna Herêma Kurdistanê, yanî li dijî PDK’ê ye.

Şoreşa Pêşmerge li Bakurê Kurdistanê hêviyek çêkir

Piştî kongreya sêyemîn a PKK’ê ya sala 1986’an, xeta şer dest pê kir. Lê Ji dewletê zêdetir êrîşî sivîlan kirin. Gel di navbera PKK û dewletê de asê mabû. Loma jî cehşatî pêşket.

Navên wek Mehmet Şener ku dixwestin mudaxeleyî vê rewşa PKK’ê bikin, ji aliyê Evdila Ocalan bi xwe ve hatin tasfiyekirin.

PKK’e bi xeta xwe ya çete keft nava salên 1990 î de. PKK’ê hewl da bi vê pêvajoya têkçûyî û tarî pêşeroja xwe bi bayê giştî yê azadîxwazên tevgera gel a li Başûrê Kurdistanê ve, bigire.

Li Başûr cewekî siyasî yê mezin hebû. Gelê Bakurê Kurdistanê li hemberî bûyerên bi êş ên weke Helebçe û Enfalê helwesteke welatparêz nîşan da. Her wiha di pêvajoya Raperîn û piştre jî ji parastin û pştgirîya hêzên navdewletî, li Bakur jî hêviyek nû û tevgerek nû derxist holê. Li qadan tenê PKK hebû û gel li pişt PKK’ê kom bû. Lê PKK ev firsendên ku bi Şoreşa Başûr, têkoşîna Pêşmerge û destkeftiyên PDK’ê avabûyî rast bo bakûr bi kar neanî û ew derfet hemû birandin.

Dema ku PKK’ê dest bi pêngava 15 Tebaxê ya duyem li dijî PDK’ê û hêzên pêşmerge kirî, PKK rastî wêraniyeke mezin hat. Ger em vê hilweşandinê di bin çend sernavên sereke de kom bikin…

Rewşa giştî: PKK’ê bandora dîplomatîk û siyasî ya Raperîna li Başûr dît. Gelê Bakur jî bi Raperînê pir bi bandor bû û daket kolanan. Gerîla gelê bêçek neparast û gel rastî komkujiya dijminî hat. Di sala 1993’an de enerjiya Serhildana Bakur ji aliyê PKK’ê ve hat qedandin. Li bajarên Kurdistanê cînayetên kiryar nediyar dest pê kirin, mirov li nava kolana dihatin kuştin. Gel li hember dewletê re tena sere xwe hat hiştin. Rewşa wê demê ji ya derbeya leşkerî ya 1980 î xerabtir bû.

Dewletê ji sala 1993’an ve dest bi valakirina gundan kir. Dewleta Tirk ew sîyaseta valakirina Kurdistanê ya di navbera salên 1916-1926 heta 1945’an de tiştê nekarî bike liv an salên 1990 kir. Di şevekê de bi hezaran gund, bi sed hezaran mirov ji gundên xwe hatin derxistin mişextî kirin.

Xeta gerîlla û leşkerî: PKK di sala 1991’an de bi xêra Raperîna Başûr bû xwedî çeken giran. Bi van çekan payîza 1991 dest bi pêngavekÎ taktîka leşkerî kir.  Bi van çekan êrişên mezin li ser qereqolên Tirkan pêk anî.  Her çiqas vê yekê deng veda jî, bi çalakiyên Rûbarokê di Îlona 1992’an de nêzîkî 50 windayî çêbûn. Payre êrişa qereqola Bîşêreş di sala 1994’an de 24 qurbanî dan. Bi van êrişên neserkeftî ew pêngava tektîkî jî bi dawî bû. Eyaletên bakûr jî yek bi yek tasfiye bûn.

Di zivistana 1990-1994’an de bi operasyonên ku didomin de li Serhedê zêdeyî 500 gerîla tasfiye bûn. Gerîlayên ku li xeta Îran-Dambat û di bin berfê de berê xwe dan Ermenîstanê derbên giran xwarin. Îranê 30 ji wan radestî Tirkiyê kirin. Yekîneyên fermandar Sûat Agirî (Tekîn Kizilay) jî tasfiye bûn.  Fermandarê Eyaletê Elî’yê Dirêj jî berê xwe dan Dersimê, lê ew jî di rêkê de îmhabûn.

Hêzên Eyaleta Dêrsimê bi taybetî jî li devera Elî Bogazî û her derê ket nava pevçûnên mezin û pirr windahî dan.

Dewleta Tirk di sala 1994’an de bi “operasyona Sandwîç” gerîla ji xeta Besta-Botan-Gabar-Cûdî derxist. Li herêmê ne sivîl, ne gund û ne jî gerîla neman. Eyaleta garzanê bi fermandarê xwe Kemal Sipêrtî ve hat tasfiye kirin.

Sînorê di navbera Başûr û Bakur de ji layê dijminî ve hat girtin û tehkîm kirin. Dewleta Tirk teknolojiya tankên lazer û helîkopteran bi kar anî. Gerîla li her derê bûn hedefa vê teknîkê. Ji ber valabûna gundan, gerîla nikare lojîstîk û pêdiviyên xwe peyda bike. Êdî tenê yek armanca gerîla hebû ew jî xwe parastin bû.

Bi awayekî gelemperî ev rewşa Bakurê Kurdistanê ya di navbera salên 1991 û 1995’an de bû.

Başûrê Kurdistanê bû navenda krîza Rojhilata Navîn

Di destpêka salên 1990 î de li dinyayê gelek guhertin pergalî çêbûn. Berê Sovyetî herfit. Hêzên desthilata cîhanî di nava krîzekê de derbas di bû. Helbet vê yekê bandor li Rojhilata Navîn û Kurdan jî kir. Iraq bû navenda krîza Rojhilata Navîn. Bi awayekî Başûrê Kurdistanê bû navendeke siyasî ya girîng li herêmê. PKK’ê jî derfetên li başûr ava bûyî dît. Ji bo xwe tevlî vê pêla guhertinê bike dest bi hewlên xwe kir. Dixwest çi bi zorî çi jî bi aramî têkeve vê herêmê. Loma jî Partiyeke bi navê PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) damezrand. Ocalan kesên ji Başûrê Kurdistanê yên weke rewşenbîr, hunermend, serokên eşîran û hwd vedixwend akademiya Mahsûm Korkmaz û dixwest bi derfetên xwe yên aborî bi rêya wan ji xwe re bingehekî rêxistinî ava bike. Lê PKK di vê hewldanê de bi ser neket. Karekterê PKK’ê yê ku nirxên civakî xira dike, gelê başûr zû dît û xwe ji PKK’ê dûrxist. Niha jî komek berjewendîperest li dora PKK’ê heye lê bê bandor e. PKK li Başûr nikarîbû bigihije tiştê ku dixwest.

Di sala 1995’an de dema ku PKK’ê li dijî PDK’ê şer îlan kir, bi kurtasî rewş heyî ev bû. Gelo PKK ev biryara êrîşê tenê ji ber pirsgirêkên xwe yên navxweyî û têkçûna xwe girtiye? An jî hinek hêzan hinek gotin di guhê  PKK’ê de kir? PKK çawa li hev kir ku nehêle Başûrê Kurdistanê bibe çavkaniya îlhamê ji bo parçeyên Kurdistanê yên din.

Beşa sêyem: Endamên konsepta li dijî statûya Başûrê Kurdistanê li Rojhilata Navîn kî bûn? Armanca peymana Dablînê çi bû?

Pustên heman beş