Rastî û hûrgiliyên êrîşa PKK’ê ya pêngava 15’ê Tebaxa duyemîn a 1995’an – beşa «3»

p-k-k-3
  • Beşa Sêyem: Beşdarbûna PKKê di eniya Antî-Kurd a herêmê de û helwesta wê ya salên 1990 î di nava Kurdan de çawa bû

Li despêka sala 1991 ê vir ve li dijî rejîma Seddam parastina Başûrê Kurdistanê ji alîyê hêzên navdewletî ve, welatên kolonyalîst nîgeran kir. Sûriye, Îran û Tirkiye ku têkiliyên wan ne baş bûn, nişkave “li dijî Kurdistanê bi hev re tevdigerin”. Bi taybetî xweserî û xwerêvebirina Herêma Kurdistanê ya bi şêwazên Demokratîk dewletên Kolonyalîst metirsîdar kirin.

Statuya Başûrê Kurdistanê kolonyalîstan anînbahev

Di 19 ê Gulana 1992 an da hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çêbûn. Her sê welatan dagîrker ji bo pêşîgirtina hilbijartinan gelek rê ceribandin. Dixwestin ne tenê pirsgirêkên siyasî yên teknîkî jî çêbikin. Mînak, Tirkiyê ew xûbra ku ji Almanyayê ji bo hilbijartinên Kurdistanê rêkiribû, li balafirxaneya Edeneyê desteser kir. Lê tevî hemû hewildanên rêgirîya hibijartina du roj dereng hatin kirin. Hema piştî wê jî li deriyê sînorî yê Xaburê bi zimanê Îngilîzî “Welcome to Kurdistan” hat nivîsandin. Piştî wê layenên dijî desthilata Kurdistanê bi lez û bez li hember ketin nava hevkarîyê de.

Yekem car di 14 ê Mijdara 1992 an de Wezîrê Derve yê Sûriyê Faruk El Şara û Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber li Enqerê civiyan. Têkildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê jî gotin, “Ev pêkhatineke (Parlemanê Kurdistanê) metirsîdar e ku bêguman dibe sedema parçebûna Iraqê”. Herwiha li ser parastina yekperçetiya axa Iraqê jî daxuyaniyek belav kirin. Bi vî awayî Tirkiye berjewendiyên xwe bi Sûriye û Îranê re sererast kir. Wek dewetên herêmî li hemberî pêvajoya dewletbûna Kurdî bigirin, li hev kombûn. Li gel Saddam li heman berê dij-Kurd de cih girtin. Saddam di got “Ew ê bixwaz Iraqê parçebike emê serê wan jêbikin”.

Konjukturê nehişt ku ev dewletên Kolonyalîst rasterast êrîşî Kurdistanê bikin. Wan jî Hewl dan ji “xeta xiyanetê” sûd werbigirin. Hewl dan nakokiyan navxweyî kûr bikin. Dixwestin pevçûnê di nava Kurdan de derxin.

PKKê bi cephe yê kolonyalîstan re bû yek

Hêzeke din a ku bilindbûna Têkoşîna Rizgariya Netewî ya li Başûrê Kurdistanê ji bo xwe xeterî dît, rêxistina PKKê bû.

PKKê dît ku her çar dewletên kolonyalist nikarin pêşketinên Başûr bisekinînin heman dem li gorî vê helwest girt. Pêşî, PKKê islûbê xwe guhert, û dest bi islûbê ku kolonyalîstan aciz neke kir. Hebûna NATO, Hêza Çekoç û operasyonên li ser Iraqê wek lîstika emperyalîzmê binav kir.  Mînak, Ocalan li ser rizgarîya Başûrê Kurdistanê di sala 1993 wiha digot; “Dixwazin bi destê van her du partiyên (PDK-YNK)Kurd rejîma Seddam biçûk bixin”. Hewl dida rejîma Seddam weke mexdûr û Kurdan jî weke zalim û neheq dest nîşan bike.

Her wiha PKKê teoriyên ku xwe weke navenda bûyeran dest nîşan dike, vehandin. Çend mijarên propagandayê ku ji wê demê û vir ve PKKê û rêxistinên girêdayî wê dubare kirine ev in: “NATO ji bo bidawîkirina PKKê Hêza çekûç ava kir. Ji bo kêmkirina bandora PKKê ya li Rojhilata Navîn, NATO yê di sala 1992 an de bi hevkirina PDK û YNK ê xweserî da Başûrê Kurdistanê. Ji bo ku PKKe Kurdistana Mezin ava neke, NATO yê bi avakirina Kurdistana Piçûk li Başûr hewl da ku pêşî li PKKê bigire û hwd”. Ev 30 sal in PKKe dibêje NATO nekariye me têk bibe loma jî siyaseta Kurd li gorî dijberîya PKKê dîzayn kiriye. Ger hûn li bûyerên wan rojan binerin, hûn ê bibînin ku niqaş û helwestên wê demê îro jî tên dubarekirin.

Şerê Başûr yê 1992 ê

Di sala 1992 an de Başûrê Kurdistanê rastî dorpêçeke mezin a aborî û siyasî hat. Di bin dorpêçeke mezin a aborî de berxwe dida. bajar hatin wêrankirin, meaş nehatin dayîn, neft nedihat firotin, yên ku pereyên wan hebûn jî nan peyda nedikirin ku bikirin.

Tirkiye û Îranê di hundir de PKKe bikar anîn da ku Kurdistan xwe komîserhev neke. PKKê ji bo nehiştina desthilatdariya Hikûmeta Kurdistanê hat erkdarkirin.

Di rewşeke wiha de PKKê li ser sînor xalên gomirkê ava kirin û pêşî li ticareta sînor girtin. Di serdema Seddam de Ocalan li Bekaayê mazûvaniya cehşên Başûr dikir ku hêzakî ji wan cehşan ji xwe re çêbike. Mîrateyê Saddam xwedî derket. Berovajiyê gotina PKKê ya“Roja ku li Hewlêrê hikûmet hat avakirin bi fermana NATO yê êrîşî me hat kirin” Dema hikûmet Kurdistanê ava bû, PKKê ev hikûmet weke dijmin dît. Dest bi tevger û daxuyaniyên provokatîf kir.

PKKê hewl dida ku parlamentoya Kurdistanê serweriya axa ava neke. PKKê Başûr kir qada şer da ku nekare piştî Seddam serwerîya xwe ava bike. Di zivistana 1992-1993 an de PKKê hikûmeta şer Botan-Behdînanê weke alternatif li hember Başûr ava kir. Di sala 1993 an de li Zelê pêkhateyek bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk anî. Armanc ew bû ku li dijî desthilata Başûr derkeve û alozîyan jê re derbixe.

Ji ber van helwestên PKKê di 5 ê Cotmeha 1992 an de şerê Başûr dest pê kir û PKKê di şer de şikestineke mezin xwar. Bereyê başûr ji bo ku hêzên PKKê şikestinek stratejik nexwen peymanek li gel PKKê kir û PKKe ji îmhabûnê rizgar kir. Hêzên PKKê yên Heftanîn heya Xakûrkê derbasî devera Zelê hatin kirin. Ocalan der barê wê mijarê de wiha dibêje: “Hêzên me ji nişka ve çûn Zelê. Her kesî ev têkçûn dît. Lê min yekser got divê em vê rewşê veguherînin firsendekê û YNKê jî bi xwe re bikişîn layê xwe û ji PDKê dur bixîn”  Ev gotinên Ocalan ji bo eşkerekirina rola PKKê ya di kûrkirina pirsgirêkên navbera her du hêzan de girîng in. Lê ev yek ew qas hêsan çenebû. Li hev anîna YNK-PKKê ya sala 1993 an ne ji ber hewldanên Ocalan, bi rêberiya Îran û Tirkiyê çêbû.

Têkiliyên YNK û PKKê tenê bi piştevanîya Îranê pêknehat

Rastiyek heye ku îro jî bi bandor e: Lihevkirina YNK û PDK dê destê Kurdan xurt bike û rê li ber serxwebûnê veke. Lê piştî sala 1992 an xwestin pêvajoyeke pevçûnê biafirînin. Ji bo vê jî PKKe hat erkdar kirin. loma jî ev yek şaş e ku mirov bibêje hêza ku PKKe û YNK li hev anîne Îran e, Tirkiye jî di vê planê de rol lîst. Xerakirina aramî û yekîtîya hêzên Başûr karê sereke yê PKKê bûye.

Ka em li dîrokê binêrin. 1992 Dewleta Tirk karakterê PDKê yê netewî-Millî nas kir û bandora wê ya li ser civak û sîyaseta bakûr bi zelalî dît. Ji bo vê jî xwest YNKê derbixe pêş. Tirkiyê rehmetî Talabanî wek muxatab girt. PKKê û YNKê têkiliyên xwe pêşve birin.  Di agirbesta PKKê ya di sala 1993 an YNK û Mam Celal hatin erkdar kirin. Talabanî serokomarê Tirk Turgut Ozal didît û roja din diçû Şamê cem Ocalan. Ev rewş piştî mirina Ozal bidawî bû.

Helbet Îranê jî di xwest sere hefsarê PKKê dest wan da be. Di Mijdara 1993 an de Cemîl Bayik li gel Talabanî ji Şamê bi balafirê hat Tehranê. Li Urmiyê bi îstixbarata re hevdîtin pêk anî. Ji wir çû kampa Zelê. Cemîl Bayik serpereştiya têkiliyên PKKê û YNKê yên ji aliyê Îranê ve dihatin piştgirîkirin, di meşand.

Her çiqas bûyer pir hurgilî û berfirehe jî, lê rola PKKê ya kûrkirina nakokiyên di navbera YNK û PDK ê bû. Îran û Tirkiyê serperştîya vê dikir. Sûriye û rejîma Seddam jî piştgirî dan vê planê. Bi vî awayî dixwestin serwerîya Başûr têk bibin û hevgirîya hêzên başûr ji nav bibin.

Peymana Dublînê û gotinên PKKê

Piştî sala 1996 an pevçûnên navbera YNK û PDK ê veguherî şerê çekdarî. Hikûmet bêbandor bû. DY yên Emerîka xwest ku PDK û YNK bîne cem hev. Gotûbêjên Dublînê, ku PKKê wek dijberî ya xwe bi nav dike, yek ji wê xebata li hevanîna hêzên Başûr bû. Li gorî PKKê ev hevdîtina li Dublînê komployek bû. Digot Dewleta Tirk û DY yên Emerîka dixwaze PDK ê Û YNK li ser esasê tasfîyekirina PKKê li hev bîne. PKKê digot ku ji bo muzakereyên Dublînê têk bibin, wan li dijî PDK ê pêngava 2 yemîn a 15 an da destpêkirin.

Rastiya rojeva hevdîtinên Dublîn yên 9-11 ê Tebaxa 1995 an gelekî cuda bû. Tirkiye li dijî civîna Dublînê bû. Ji ber ku piştgirî di da pêvajoya pevçûnê. wek çavdêr beşdarî hevdîtina dibû. Lê belê bi vê hevdîtinê nakokiyên navbera YNK û PDK ê bi dawî nebû. Weke ku me berê jî anîbû ziman, PKKê di dawiya kongreya 5. de biryar da bû ku êrîşî PDK ê bike. Wê demê çi behsa Peymana Dublînê jî nehatibû kirin.

Tişta ku PKKe bi salan behsa komploya Dublînê dike çi rastî bû nîne.  Dewleta Tirk ti carî nexwestiye ku YNK û PDK lihev bikin. Heta ji bo hevdîtinên aştiyê asteng bike destûr nedan balafirgehan bikar bînin.

Ger bi xwesta dikarîn PKKê biqedînin

PKKê hemû êrişên xwe yên 1990 î li dijî PDK ê weke têkoşîna li dijî emperyalîzmê û dewleta Tirk bi nav dike. Eger dewleta Tirk bixwesta PKKê biqedîne, ne hewce bû ku alîkariyê ji PDK ê bistîne. Gelek rêbazên qedandina PKKê hebûn. Mînak îstîxberta Tirk li Şamê li gel Apo heman Îmarêde dima û dikarîn bi hêsanî wî bixin. Lê beruvajî serok wezîrê dewleta Tirk Mesut Yilmaz bi rêya Yalçin Kuçuk di got Ocelan xwe biparêze klîken nava dewletê dê di xwaze te sûîqat bike.

Dewleta Tirk nexwest PKKê biqedîne. Di salên 1990 î de tenê yek armanca wê hebû ku PKKê li Başûr kom bike û li dijî destkeftên Başûr bikar bîne.

Stratejiya bikaranîna PKKê li dijî Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurd a navenda wê Başûr û PDK ye, ji aliyê Îran, Iraq û Sûriyeyê ve jî hate meşandin. Ji ber ku PKKê ev stratejîya kolonyalîstan qebûl kir û ji alîyê her çar navendên dagîrker ve di hat parastin û bihêz kirin.

Di encam de; Pêngava 15 ê Tebaxê ya duyemîn ku di sala 1995 an de jî PDK ê hat destpêkirin, mijarekî pirr girîng e ku divê bi berfirehî bê lêkolînkirin. karaktera hevkariyê ya PKKê derdixe holê. Têkiliya PKKê ya bi her çar dewletên kolonyalîst ên li dijî bûna Statuya Kurdan re zelal dike. PKKe heman erka wê serdemê di xwaze îro jî bilîze. xwedî roleke wisa ye. Di bin navê dijberîya PDK ê de erka pêşîgirtina serxwebûna Kurdistanê girtî ye ser xwe.

Pustên heman beş