Rêxistina Opêkê a wilatên berhemhênerên petrolê, civîya û nirxandin ji bo lihevhatina sînordar kirina berheman kir. Ligur çavkaniyên Erebistana Sûdiyê, endamên rêxistina Opêkê duh roja pêncşemî 17/10/2019an, civînek bi rêya vîdyo konferensê pêk anîye, ji bo gotûbêj kirinê liser lihevhatina sînordar kirina berheman ku li destpêka îsal 2019an bicî bûye.
Author: darka mazi
LİHEVHATİNA EMERÎKA Û TİRKİYÊ KURDÊN ROJAVA BÊ DESTHİLAT HİŞTİN
Wîlayetên yekbûy yên Emerîka û Tirkiyê, lihevhatina sekinandina êrîşa ser Rojava Kurdistanê pêk anîn, evê lihevhatinê statoya Rojava jinavbir, gelê kurd li wê parçeya Kurdistanê 7 salan paşde birin, ew salên 11 hezar xortên kurd canê xwe ji bo gorî kirîn. Darka Mazî li hefteya rabûrî mijara radest kirina êmanetê
EMERÎKA WÊ CEZAYÊN ZÊDETİR LİSER TİRKİYÊ BİSEPÎNE
Wîlayetên yekbûy yên Emerîkayê eşkere kir, dibe ew cezayên zêdetir li ser Tirkiyê bisepînin. Şêwirmendê koçka Sipî a Emerîkayê Larî Kadlu, îro roja pêncşemî 17/6/2019an, daxuyanî li derbara melefa cezayên Emerîkayê liser Tirkiyê da û wiha axvî: ji bo ku êrîşa liser Bakûra Sûriyê were sekinandin, eger pêwîst be Waşinton
RÊVEBERİYA XWESER DAXWAZA KORÎDOREKÊ DİKE
Rêveberiya xweser a bakûrê Sûriyê, îro bang li civaka navnetewî kir, korîdoreke êmin ji bo Serê Kaniyê were ava kirin. Rêveberiya xweser a Bakûrê Sûriyê, îro roja pêncşemî 17/10/2019an, di beyaneke nivîskî de bang li civaka navneteweyî kir, korîdoreke êmin ji bo derketina wilatîyên sivîl ên bajarê Serê Kaniyê were
ESED DİBÊJE WÊ BERSİVA ERDOGAN BİDİM
Serokê Sûriyê di daxuyaniya xwe ya yekemîn de piştî destpêkirina êrîşa ser bakûra Sûriyê axvî û got: emê bi dijwarî berisva dagîrkariyê bidîn. Serokê Sûriyê Beşar Esed, îro roja pêncşemî 17/10/2019an, di hevdîtineke medyayî de ku kenala ÊN TV ya Rûsya federal weşandiye, bo yekemîn car helwesta xwe li derbara
MÊRKÊL ZARAVÊ ARTEŞA KURD BİKARTÎNE
Hikûmeta Elmanyayê careke din ji ber êrîşa Tirkiyê a li ser Rojava Kurdistanê hişyarî da Enqerê û firotina çekan bi Tirkiyê sekinand. Li gur pêgeha Rojnameya “The Independent”, şêwermenda Elmanyayê Engêla Mêrkêl li parlamentoya wilatê xwe gotar xwend û weha behsa HSD’ê û hêzên kurdî kir: li rojên bûrî de,
HSD’Ê ŞER Lİ DİJÎ DAİŞ’Ê SEKİNAND
Ji duh ve, fermandariya hêzên Sûryaya demokratîk tev êrîşên xwe yên dijî rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê li bakûrê Sûriyê ragirtine. Fermandarê giştî ê hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e Mezlûm Kobanî eşkere kir, ji duh şevê ve, yekîneyên wan êrîşên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ’ê li navçeyên Bakûrê Rojhilata Sûriyê dane sekinandin,
TİRAMP BO ERDOGAN: Ê EHMEQ NEBE
Serokê Emerîkayê li 9 Oktobera sala 2019an, nameyek ji Serokê Tirkiyê re şandiye, Donald Tiramp ji bo Receb Teyîb Erdogan nivîsandiye: ê ehmeq nebe, ezê paş bi tere bi axivim. Li derbara êrîşa ser Rojava Kurdistanê ku arteşa Tirkiyê li 9 Oktobera 2019an destpêkir û hat belavkirin ku Serokê Emerîkayê
ÊRÎŞA DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ LİSER ROJAVA KURDİSTANÊ DİDOME
Êrîşa dagîrkariya Tirkiyê liser Rojava Kurdistanê dewam dike, li tev enîyan hêzên Sûryaya demokratîk (HSDe) pêşveçûnên arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê têkşikandine û zirarên canî pê xistine. Îro roja 9 a êrîşa dagîrkariya Tirkiyê ye li ser Rojava Kurdistanê, şer û pevçûn li tev enîyan derketin, hêzên Sûryaya demokratîk ji
SERÊ KANİYÊ Jİ TEV ENYAN DORPÊÇKİRİYE
Arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê yên arteşa azad a sûriyê, îro bajarê serê Kaniyê ê Rojava Kurdistanê ji tev enyan dorpêç kirin, şer û pevçûneke giran lê tê kirin. Di roja nehemîn a êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, îro roja pêncşemî 17/10/2019 arteşa Tirkiyê û çekdarên arteşa