Mîtê endamekê konseya PKKê û HPGê kuşt

Îstixbarata netewî ya Tirkiyê MÎTê endamekî komîteya navendî ya rêxistinê bi navê “Elî Dînçer” li Qamişlo ya Rojava Kurdistanê bi operasyonekê kuşt. Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk îro roja çarşemî 26\6\2024ê belav kir ku di operasyoneke MÎTê de ku li Qamişlo ya Rojava Kurdistanê hatiye encam dayîn, kesekî girîng yê

Jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat diyarkirin

Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024ê wekî jivanê nû yê hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir. Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 26.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala

Wezareta Derveya Amerîka: HSD hîna li ser leşkerkirina zarokan berdewame

Wezareta Derveya Amerîka piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk berdewame di tecnîdkirin û bikaranîna zarokan di şer de. Wezareta Derveya Amerîka duh roja Duşemî 24/6/2024’an di raporta xweya taybet de derbarê qaçaxçîtiya mirovan de got ku Hêzên Sûriya Demokratîk soza pabendbûna bi biryarên Netewên Yekgirtî bo rawestandina leşkerkirin û îstismarkirina

Rûsya û Îran lihevkirineke nû û tevgir îmza dikin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê di hevpeyvînekê de ku li roja Sêşemê hat parvekirin ji ajansa ragehandinê ya Rûsyayê re ragehand, “Rûsya lihevkirineke nû û tevgir di paşerojeke nêz de bi Îranê re îmza dike.” Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Andriy Rudenko amaje da, “Em pêşbîniyê dikin ku di demeke

Li ser neh hevşaredarên DEM Partiyê merc hatin danîn

Nûnertiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ji bo derketina derve merc danî ser pasportên neh hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM Partî). Cihgirê hevserokê giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştû Tiryakî li parlementoya Tirkiyeyê di konferanseka çapemeniyê de eşkere kir ku Nûnertiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê bê biryara