Nerîna PKK ê bo parçeyên din ên Kurdistanê, nerîna miftixwer bo mêhvandarî – Beşa 1
Di zanistê zîndewernasiyê de çawaniya peywendîya di navbera candaran bi ser çend curan dabeş dibe, dema mirov ji hêla PKK ê û xwastekên PKK ê li himber parçeyên din ên Kurdistanê dinêre, pênasa wî şêwazî li bîra mirovan tê ku di zanistê zîndewernasiyê de ji bo çawaniya peywendîya di navbera “parasite” miftxwer û mêhvandarî de kirîye.
Li gor zanistê zîndewernasiyê pênasa “miftxwer” ew candarin ku li ser candarekî din jiyan dikin, ku jêre dibêjin mêhvandar. Miftxwer li ser mêhvandar jiyan dike lê belê li beramber ne bi tenê ti sûdekî nagihîne mêhvandarî, belku zirar û zîyanan jî pêre digehîne. Ger li dîroka Partîya Karkerên Kurdistanê binêrîn, wê bînîn ev rêxistine digel vê yekê ku li Bakurê Kurdistanê û li ser potansîyêl û hêza veşartî ya wê perçeya Kurdistanê û ger serve serve jî be ji bo armanca tekoşîn ji bo rizgarkirina Bakurê Kurdistanê li jêr dagîrkariya Tirkiyê hatiye damezrandin, lê belê her ji dema hatye damezrandin piraniya bargiraniya wê li ser milên parçeyên din ên Kurdistanê bûye û piraniya sermaye “Kapîtal” û hêza mirovî, malîyet û…. Xwe li Rojhilat, Başûr û Rojava Kurdistanê werdigire.
Tiştê balkêş eve li himber vê hemû xizmetê de ji bilî zirar û zîyanan, malwêranî, tevlîhevî û dagîrkarî zêdetir nebe ti destkeftek ji bo Kurdên Rojhilat, Başûr û Rojava Kurdistanê nebûye û ji bo careke bi tenê jî karek yan helwestek nebûye ku Kurdên wan parçeyan sûdê jê wergirin. Bi kurtî her li gor pênasa zîndewernasiyê, PKK e rola miftxwer “Parasite” heye û parçeyên kurdistanê jî rola mêhvandar ku ji bilî ku PKK ê bi xwedî dikin, neçarin bi sedema wan rastî ziraran jî bibin.
Belge li ser nerîna miftxweriya PKK ê nîsbet parçeyên din ên kurdistanê pir zorin, ku dibe dawî hevdîtna Cemîl Bayik Hevserokê KCK ê li ser Rojava Kurdistanê û lihevhatina petrolî ya rêveberiya wê perçeya Kurdistanê di gel şirketeke Amerîkî weke dawî mînak bas bikîn.
Bi hinceta dijatî kirina Bayik di gel îradeya rizgarîxwazane ya Rojava Kurdistanê, ew jî serbarî wan hemû bacên ku Rojava li pênavî PKK ê dane û ji ber sîyasetên şaş yên Bayik û Rêveberiya PKK ê tûşî malwêranî û kawilkariyê û dagîrkarî û derbederbûnek zêdetir bûne, wê hewl bidîn di çendîn gotaran de peywendîya miftxwerane ya PKK ê di gel parçeyên din ên Kurdistanê zelal bikîn û li destpêkê li gor dema dîrokî wê li Başûrê Kurdistanê destpêbikîn.
Dema li salên 90an Başûrê Kurdistanê ji encama xebateke bi dehan salan a bi xwîn dixwest binaxeya statoyek siyasî a kurdistanî bidane, PKK e ne bi tenê alîkar nebû, belku bi hemû hêza xwe dest avêt dijatî kirinê û ya ku di şiyanên wê de bû encam da ji bo wê yekê ku rê nede ew statoya Kurdî ava bibe. PKK e û rêveberên wê pir bi hêsanî hemû ew xizmet ji bîr kirin ku Kurdên Başûrê Kurdistanê derheq wan de encam day. Bi bê şermîyek zêde li dijî pêşmergeyên wê perçeya Kurdistanê dest da çekî û çendîn salan digel hêzên sereke yên wê parçeya Kurdistanê şer kir. PKK ê şer dikir, jiberku damezrandina hikûmet û parlamentoya Kurdî bi tawan û zirarek mezin dizanî!
Helbet ev destkefta girîng a Kurdan di nerîna dagîrkaran de tawanek mezine û zirar jî ji bo desthilata wan a dagîrkar heye lê belê çima PKK e wisa difkire? Eve pirseke pir girînge û pêwîste her kurdek dûr ji hizabtiyê li dûv perisva wê bigere.
Ya ku em mêze dikîn niha jî digelda be Başûrê Kurdistanê jiberku PKK ê xwedî dike bûye mêvandara wê partiyê, ketiye bin êrîşa hûv a dewleta Tirkiyê, bi dehan gund bi temamî hatîne çûlkirin û bi dehan hemwilatiyên sivîl jiber êrîşên Tirkiyê û şer û pevçûnan şehîd bûne. Niha jî digelda be PKK e her li Başûrê Kurdistanê hêza xwe werdigire û di hemû dîroka xwe ya damezrandinê jî ji bilî ziraran biçûktirîn sûd ji bo vê perçeya kurdistanê nebûye.