Nerîna PKK ê bo parçeyên din yên kurdistanê, nerîna miftxwer bo mêhvandarî – Beşa 2
Her wek pêş niiha me amaje pê day, nerîn û xwastekên PKK ê li beramberî parçeyên din ên Kurdistanê weke pêwendiya dinavbera miftxwer (parasite) û mêhvandarî “Definitive” ye di zanistê zîndewernasiyê de û herçend piraniya bargiraniya PKK ê li ser milên parçeyên din ên Kurdistanê ye, lê belê ji bilî zirara û zîyanan ti xêrek bo wan parçeyên Kurdistanê nebûye.
Li destpêka çalakiyên PKK ê û derbasbûna Ocelan bo nava axa sûryê û paşan çûne dola Bîqa’, herçend Rojava Kurdistanê li bin dagîrkariya hikûmeta Dîmeşqê de bû lê belê bê ku me zêdegavîyek kiribe em dikarin bibêjîn çavkaniya sereke ya samanên mirovî û darayî yên PKK ê, Rojava Kurdistanê û ciwan û xelkê wê perçeya Kurdistanê ne.
Darayî yên destpêkî yên PKK ê, bera ku dest bi wergirtina gomirk û encamdana qaçaxçîtiyên cuda bike, çavkaniya xwe ji Rojava Kurdistanê û wan alîkariyan werdigirt ku gelê Rojava bi giştî û bi taybetî dewlemendên vê beşa Kurdistanê didan PKK ê. Haşayî lê nayê kirin ku fedakartirîn endam û gerîlayên PKK ê ji wan ciwanan pêk tên ku ji beşên din yên Kurdistanê û bi taybetî li Rojava Kurdistanê tevlî PKK ê dibin. Em dikarin bibêjîn Kurdên Rojava Kurdistanê bi ser û malê xwe ve ketîne di xizmeta PKK ê de.
Li ser dema buhara ‘Erebî de û kelecana cemawerî ya xelkê Sûriyê li dijî hikûmeta dagirker û zalima Beşar esed, delîveyek zêrîn ji bo Kurdên Rojava saz bû ku piştî çendîn salan ji dagîrkariyê û zulmê, piştî çendîn salan ji înkarkirina şûnasa wan û bê nasnameyî yê, bikarin li ser axa xwe bi şûnasek Kurdî û bi azadî û serbestî jiyan bikin. Lê belê cihê daxê ye ev delîve bû fedaya mameleyeke dinvabera PKK ê digel welatê Îran û Sûriyê de û supayê Beşar Esed Rojava Kurdistanê weke êmanetek da dest PKK ê daku bikare bi hêzeke zêdetir kelecana cemawerî ya wê jinav bibe.
Herçend bi gihiştina PKK ê hejmarek ji rêberên kurd yên Rojava Kurdistanê hatin terorkirin, baregehên partîyên netewî hatin şewtandin û yên “belê” ji PKK ê re negotî li Rojava bi darê zorê hat derxistin, lê belê dîsa jî kurdên rojava bi vê hêvyê ku PKK e careke din vegere ser rêya rast, ji bo axa xwe xwîn da û xwe kir qurbanî.
Cihê daxê ye PKK e bi hinek karên weke karên zarokan weke bilind kirina ala xwe û wêneyên Ocelan li Rojava Kurdistanê û bi taybetî navçeyên sînorî, hîcet dan destê hikûmeta faşîst a Tirkiyê daku êrîşî Rojava bikit. Li dema êrîşên hikûmeta Enqerê de li ciyê ku hizra xwe bike û guhê xwe bide rênimayên xelkê pispor û welatparêz, dest avêt gef xwarnên bê esas û ragihand emê Stenbolê bikîn agir û weke hercar siloganên agirîn û bê encam bilind kirin. Lê belê Tirkiya hat û beşek ji axa Rojava Kurdistanê dagîr kir û çeteyên dûvelankên xwe jî li wir cêgîr kirin û PKK e nekarî xwe teqteqoşkek zarokan jî li Stenbolê biteqîne!
Paşan bi sedema PKK ê çendîn navçeyên din ên rojava kurdistanê hatin dagîrkirin. Niha Kurdên Rojava tekoşînê dikin ya ku di dest de may biparêzin û pêgeha xwe têde bihêz bikin daku li pêşerojê de bikarin navçeyên ji dest çûy jî careke din bi dest bînin. Lê jiberku dixwazin şûnasa netewî a Rojava bi xebat û tekoşîna xwe bidin û weke Kurdistana Rojava naxwazin careke din çarenvîsa wan bibe qurbaniya destê sîyasetên şaş yên PKK ê, lê vê partiyê piştî ku ewqas ev perçeya Kurdistanê kirî qurbaniya berjewendî û xwastekên xwe yên hîzbî, çavê wan li wê yekê ye ew aramiya niha heyî jî jinav bibin. PKK e û rêveberên wê li ser lihevhatinekê ku Kurdên Rojava digel şirketeke Amerîkî a taybet bi petrolê îmza krî û dixwazin bi wê rêyê dahatekî bi dest xwe ve bînin û Rojava Kurdistanê pê îdare bikin û ji nû ve avedan bikin, tevlîhevyek çêkiriye û hevserokê KCK ê dibêje ev yek îxanete li hikûmeta Sûriyê. Cemîl Bayik wexte li ser Beşar esed Zikê Rêveberên Rojava bidirîne.
Li himber van hemû derdeserî û kawilkariyên ku Rojava Kurdistanê bi sedema PKK ê bi xwe ve dibîne, vê partiyê ti sûdek ji bo vê parçeya Kurdistanê hebûye? Bila em weke Kurdek û Kurdistanî yek bê ti demargîrîyek hîzbî, li berisva van pirsyaran bigerîn. Bila em pêwendiya PKK ê digel Rojava hember bikîn digel wê pênasa zansitî ku zanista zîndewernasiyê ji bo pêwendiya dinavbera miftxwer û mêhvandarî kiriye, wê demî wê ji bo me eşkere bibe di jîngehê de ti miftxwerek bi qasî ku destkeft ji mêhvandarî bi wî gihiştîne ew qas zirar û zîyan ji bo mêhvandarê xwe nebûye.