Jin di nav PKKê de – “4”

pkk-jin-4-info

Di nava Partiya Karkeran de, jinên Kurd zirara herî mezin dîtne, rêxistin wan li bin navê berxwedanê û Kurdistana şêrîn dixapîne birêxistin dike û piştre weke amûrekî bi kar tîne, ev yêk jî siyaseteke sereke a partiyê ye.

“Jin di nava PKKê de” nav û nîşana pirtûkekê ye ku Nejdet Boldan bi zimanê Tirkî nivîsandiye û ji hêla Hoşeng ve hatiye wergerandin, “jin di nava PKKê de” ji weşanên 2022ê ye.

Weke di beşên ewl de amaje hatiye kirin, di vê pirtûkê de serhatîya rast ya 10 jinên ku ji PKKê qut bûne hatiye aşkere kirin, “Darka Mazî” dê bi zincîreyeke nivîsan bi kurtasî ji boy xwendevanên xwe yên bi rumet re vegêre.

Şerê 21 rojan yê li dijî PDKê û YNKê

Newal keçeka ji Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, weke bi hezaran keçên din ji boy eşqa welatê şêrîn tevlî PKKê dibe, lê roja ewl rastî şûkeke mezin tê wexta rastiya vê partiyê dizane, partiya ku li ser navê Kurdistanê berxwedanê li dijî Kurdistanê bi xwe dike.

Di beşa sêyemîn de Newalê behsa dîroka Kurdistanê kir kanê çawa PKKê her tiştî di guherîne û bi guhê kadroyên xwe de dibêje, îro Newal wê çîroka 21 rojên wî şerî bibêje yê ku Partiya Karkeran li salên 90an li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê encam day.

Murat Karayilan nedixwest şer bi dawî bibe

Newal dibêje: “Şerê PKKê yê li dijî PDKê û YNKê 21 rojan dewam kir, piştre peymanek çêbû û ferman hat ku em sengerên şer çol bikin, gelek ji fermandarên me li wê demê li dijî ragirtina şer bûn û di gotin me gelek qurbanî da ne, li wê demê bi rîya bêtelê fermandara me rewş bo Osman Ocalan zelal kir û Osman li wê demê got ku hersê biryargehên PKKê li Başûrê Kurdistanê qebûl kirine ku şer were ragirtin û niha tenê heval Cemal astengîyan ji boy me çêdike”.

Her wiha diyar kir ku li dawiyê hemû fermandarên wan neçar man rastîya heyî qebûl bikin, wê demê bi awayekî lezgîn dest bi rêxistina kadroyên PKKê hat kirin û beşekî hêzên wan derbasî kampa “Zelê” bûn.

Newal got: “Beşekî din derbasî herêma Xwakurkê bûn û bi razîbûna YNKê, piranîya hêzên me bi otomobîlan bo kampa Zelê hatin veguhestin, li bîra min tê li wê demê em li hin herêman rawestiyan û gelê deverê bi awayekî seyr li me di nerî, raste şerê Kurd û Kurdan bû, lê belê em rastî şikestineke mezin hatin, vê yekê jî bandoreke mezin li me kirbû, carekê em li gundekî rawestiyan û di mizgefta gund de mayn, ji şênyên gund hat xwestin ku alîkarîya me bê kirin, pirisgrêkên me yên mezin hebûn, a herî mezin jî nan bû, em di birçî bûn nan jî nebû, li dawiyê em gihîştin kampa Zelê, rewş pir xerab bû, li wê demê Ocalan di got: Tişta ku qewmî şaşêtî bû, heger jehir jî be êdî çû û divê em ji boy paşerojê xwe amade bikin”.

Nakokiyên nêvber 3 biryargehên PKKê

Newal dibêje: “Li kampa Zelê bi wî zikê birçî û wê rewşa xerab partiyê xuleka perwerdê vekir, ji rûyê leşkerî ve rewş pir xerab bû, nakokî li nêvbera hersê biryargehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê derketbûn, her weha li wir nakokiyên nêvbera kadroyên Bakur û Rojava yên partiyê derketin”.

Di beşa bihêt de emê behsa yêkem konferansa jinê di nav PKKê de bikin û çima Ocalan ew konferans red kirbû.

Pustên heman beş