Nirxa petrolê îro bilindibûneke berçav tomar kir û bi qasî 1% bi hember kirin digel nirxa roja eynîyê blind bû. Li bazarê cîhanê îro blindibûneke mezn di nirxa petrolê de hat dîtin, dema yek bermîla petrola brêntê bi qasî 1% blindibûy û gehşitîye asta 61 dolaran. Herweha petrola rojavayê Emerîkayê
Author: darka mazi
Rojhelata Kurdistanê.. Xwekuştna xurtan berdewame
Bi sedema rewşa herî xirab, xwekuştin li cem cwan û xurtên rojhelata kurdistanê berdewam tê dîtin. Piştî ku keçeka bajarê Nexedê yê rojhelata Kurdistanê şevê din dawî bi jîyana xwe anî, hejmara kesên ku di hefteya bûrî de li seranserî rojhelata Kurdistanê dawî bi jîyana xwe anî, gehişit 6 kesan.
Balefirên Tirkiyê 4 gerîla li Qendîl berteref kirin
Balefrên cengî yên Tirkiyê cardin êrîşî PKK li nav sînorê başorê Kurdistanê kir û 4 gerîla berteref kirin. Wezareta berevanyê ya Tirkiyê di beyaneke nivîsîkî de eşkere kir, balefrên cengî yên leşkirê Tirkiyê, pêgehên partîya karkerên kurdistanê li çiyayê Qendîl li nav sînorên herêma Kurdistanê borduman kirin û zîyanên gîyanî
Temellî: bêy kurd rojhelata navîn wê her bi alozî be
Hevserokê partîya demokratîk ya gelan HDP îro li Hewlêrê ragehand, bêy çareserkirna pirisgirêka kurdan, rojhelata navîn qet aram nabe. Sezayî Temellî ku îro bi serokatîya şandeke perlemantarên partîya xwe seredana herêma Kurdistanê kirîye, di yekemîn daxoyanîya xwe da behsa prisgirêka gelê kurd û grêdana wê bi pirisgirêkên rojhelata navîn kir.
Şengal.. Teqînekê 3 leşker kirin qurbanî
Di teqînekê da ku îro roja şemî li Şengalê çêbûy, 3 karmendên arteşa Îraqê kirin qurbanî. Îro li yek ji navçeyên başorê çyayê Şengalê, malek teqîya û bi sedema wê 3 karmendên tîma jinavbirna mînan ên arteşa Îraqê canê xwe ji destda. Zanyarî diden xuyakirin ku kesên di wê teqînê
Başorê Kurdistanê dê Encûmenekê bi raberatîya Barzanî pêkînît
Partîyên başorê Kurdistanê gotubêja pêkanîna Encûmeneka rawêjkarî diken, lihevhatineke destpêkî jî heye, Barzanî raberatîya wê Encûmenê bike. Mihemedê Hacî Mehmûd, sikirtêrî partîya sosyal demokrata Kurdistanê di civîneke medyayî de eşkere kir, partîyên sîyasî piştevanin ku encûmenek jibo meremên rawêjkarî bihêt pêkanîn û Mes’ûd Barzanî bibe Serokê wê encûmenê. Herweha dibêje:
Birîtanya: ji Îranê pir dilgranîn
Hikumeta Berîtanyayê îro dilgranîya xwe a herî zêde ji komara îslamî a îranê ragehand û eşkere kir, ragirtina pabendîyê bi lihevhatna etomî gaveke hêvî têde tuneye. Wezareta karên derve a Berîtanya îro di beyaneke nvîskî de, dilgiranîya xwe a herî zêde ji gavên Tehranê ên ragirtina pabendîyê bi lihevhatina etomî
Erdogan: navçeya aram wê li dawî heftîya vê mehê were diristikrin
Serok komarê Tirkiyê îro jivana diristkirna navçeya aram a bakorê Sûryê eşekere kir û got: navçeya aram wê li heftîya dawîyê a vê mehê were diristikrin. Receb Teyb Erdogan îro di cvîneka rojnamevanî de got: di pirsa damezranidna navçeya aram a rojhelata Firatî li bakorê Sûryê gelek rijde, herweha eşkere
Rojavayê Kurdistanê… Arteşên tirkiyê û Emerîkayê manor kirin
Wezareta bergiryê a tirkiyê eşkere kir, îro sêyemîn manora hevbeş a arteşên Tirkiyê û Emerîkayê li asîmanê rojavayê Kurdistanê brêveçû. Wezareta bergiryê a Tirkiyê di beyaneke nvîskî de ragehand, îro manora sêyemîn a hevbeş a arteşên Tirkiyê û Emerîkayê li asîmanê rojavayê kurdistanê birêveçû, weke berhevî jiboy diristkirna navçeya aram
Arteşa Tirkiyê 5 jin li Efrînê desteser kirin
Hêzên arteşa Tirkiyê îro 10 kesên sivîl li herêma Efrînê a rojavayê Kurdistanê desteser kirin. Rêkxistneka mafên Mirovan a Sûryê îro roja pêncişembê eşkere kir, hêzên arteşa Tirkiyê û bi hemahengîya polîsên sivîl ku grêday mîlîşyayên arteşa Sûrya azadin, 10 welatyên sivîl li herêma Efrînê a rojavayê Kurdistanê desteser kirne.