BOÇÎ YEKEMÎN KONGIREYA PKKÊ BI NAVÊ GEL HAT SAZ KIRIN? – Beşa 1

KANI YILMAZ – BEŞA YEKEMÎN

Ji bo veqetandina me gelek tişt hatine gotin û hêjan dihên gotin û gelek piropagindeyên xirab hatin encamdan û ji bo guherîna rêkxistinê helwestên erênî û nerênî dirist bûn ji bo cûda bûna me û heya niha jî hêjan di rojevê dane û berdewam dikin, ev yek ji bo min siroştiye “xwezaiye” jiberku ev yek di dîroka PKK’ê da yekem care di vê astê de û bi vê fikrê di astê qadroyên rêvebir de veqetandin çêdibe, veqetandina di vê astê de hejandineke bihêz di rêkxistinê de dirist kir û ev yek zor bi bandor bû, veqetandina xwe me bi rêkên nivîsandinê bi gel re da xweya kirin, çima em veqetiyayîne yek bi yek hemû bi giştî me ji gel re daye xweya kirin, me xwast ji dinya û alemê re îfade bikîn ku çima em ji rêkxistinê veqetiyayîne.

Pêşekî ezê tiştekî bidim xweya kirin ku dibe feyde têde hebe, ev giropa ku qut bûye berî hingê di rêkxistinê de tu mecalê wê nebûye lihev bicivin û fikir û nakokîyên xwe ji hevdu re bas bikin û tiştekî hevbeş bi hevre dirist bikin ger hewlek jî hebe di astê pêtvî de nebû, ji bo kesê ku sîstema PKK’ê nas bke dizane di vî astî de “qadroyên rêveber” di şert û zirofên nava PKK’ê de nehêlaye Qadro lihev bicivin û fikirên xwe bi hevre nîqaş bikin, jiberku sîstema PKK’ê bi xwe rê bi vê yekê nade, PKK’e nikare rê bi vê yekê bide.

Bi taybetî ew tiştê ku di pêvajoya îmraliyê de li sala 1999an û piştre tesîra pêvajoyên li îmraliyê hatî encamdan tiştê ku pêtvî bo ji bo gorankariyê di nava rêkxistinê de hatiban jiyan kirin nehatin jiyan kirin, ev yek bo sedem ku gelek ji qadro û rêveberên rêkxistinê bi goman bêxe û ne aramî û nakokîyên diyar bke, nava rêkxistinê de xebat bi başî bi rêve nediçû di dîroka kurdistanê de tu bizavek weke vê bizavê nebûye ku zû mezn bibe û zû bikeve nava gel de û zû saziyên xwe çêbike û bikeve di nava qada navdewletî de û 15 salan bê navbir şer bike, bizavek bi vî awayî niha nemaye.

Sererayî gelek kêmasî û aliyên xwe ên nerînî û erînî PKK’ê “realîteke” ku di dîroka Kurdistanê de cihekê xwe ê taybet heye, şert û zirofên dinyayê û pêşkeftinên herêmî û hêvyên gel hemûyan delîve daye vê bizavê ku ciyê xwe yê cuda peyda bke, lê bi taybetî di 1999an û pêş wê salê êdî rêxistin hatye astê xetmînê, û bi vê terzê xwe ê heyî û bi vê sîstema xwe a siyasî û vê nêrîn û aydolocîya wê a li himber dinyayê gereke ev tişte  ber çav re derbas bikiriba lê ev nekir û ev yek bo sedema berdewam xwîn  berbûna rêxistnê, sîstema PKK’ê tu caran ne’elmye ku veqetandnek bi vî astî têde dirist bibe, li naverasta salên 1990an de ew peywendiyên di astê navdewletî de dirist bûy hêdî hêdî beref lawazyê çûn, bi taybetî şer seknandna 2/8/1999an û biryara hatye dan ji bo bêdeng kirina çekî, gereke hevdem xwe digel van karan de nûjen kiriba lê ev kar encam neda û nakokî û xwîn ber çûn zêde tir berdewam bû, bi vî rengî em hemû pê bi bandor bûyn.

Weke berî niha min amaje pê krî ew têzên ku ji îmraliyê derdiketin di asta sitratîjîk de birêz Ocalan sererayî wê yekê ku girtî jî bû û di şert û zirofên îmraliyê de û dibin kontirola “Genel Kormay” da bû lê ev telîmat û têze ji wê derê ji bo rêkxistinê dihnartin, ev têze hem digel bizava me a berê de nakok bûn hem jî ji bo rojeva me nedibû bersiv, ji bo hêviya gelê kurd ji bo pêwîstiya pêşketina herêmî û ji bo yekîtiya netewî a dinavbera kurdan de û ji bo peywendiyên navdewletî de ev têze berisvek pir dûr bû, ev têzên îmraliyê bi tu away nedihatin nîqaş kirin  û gereke ketibane di warê piraktîk da, li gorey wan sîstema PKK’ê û serokatiya PKK’ê sîstemeke hatye çêkirin  lê sererayî wê yekê ku serok girtiye jî lê dibe li gorey sîstemê birêve biçe, weke pêş niha min amaje pê day ev yek dibe ku pêtir xwîn  winda bibe û hem jî dibe  fişar ji bo ku rêkxistin gorankaryan dinava xwe de encam bide, kesên ku ev tişte ferq kirin  di nava rêxistnê de nakokiya wan pitir digel rêkxistinê pêş ket, di civîna navenda mezn a blind ku li tebaxa 2003yan hatye pêk anîn ev yek xaleka werçerxanê ye, ger em di wateyeke teng de bifikirin  gelek hevalan ger nîqaşek jî encam dabe dîsan jî ji bo wê derê em ne bi wê amadeyê çûbûn ku mixalefetek xort pêşbêxîn lê di nava civînê  de hate dîtin bi serekî qadroyên rêveber bi hejmareke zêde bi dengek blind nîqaş kir ku ev yek êdî bi vî awayî nabe bimeşe û dibe gorankarî wern encam dan, di vê civînê  de tiştê ku gorankarî têda hatye biryar kirin  ku rêkxistinê di rewşeke xirab de derbêxin û bi biryarek û pirogrameke nû navê “KADEK” were goherandin û bi vê re biryara kongreyê hate girtin.

Biryara hat dayîn ku yekemîn kongreya, kongreya gel were lidarxistin û ji bo vê yekê Komîteyeke amadekar hat pêkanîn, Cemîl Bayik nirxandinên xwe ên kongreya Ewropayê esas digre û rê bi komîta amadekariya kongreya gel a yekemîn daye ku karên xwe encam bide, ji bo vê çendê jî me serê bendikî ji dest da, ji bo wê çendê jî bi gotna “Cemîl Bayik” kesên ku dixastin rêxistnê parçe bikin bi bandortir bûn.

Cara yekê ye îmkan derdikevin pêş ku bi nêrîneke rast, rê li hember gorankariyên rêxistnê dihat vekirin  û ev firseteke dîrokî bû, yanî bi vê bernamê kongreya gel hem da rêkxistin hête dîmokratîze kirin  û hem da gorankarî pêş kevin û hem jî ew şêlî dîtinên armancên kurdistana Bakur da hêne xilas kirin  û hem jî îtîfaqa dinava kurdan de bo nimûne ew partî û saziyên kurdistana başûr bi nêrîneke wiha mirov dikarî têkilîyên xwe digel wande ser rast bike û hem jî da rê li himber rêxistnê hêt vekirin  ji bo têkilîyên navdewletî ku têda bibe fişar ji bo ku rêxistin ji lîsta terorê der bikeve, heta dikarî peywendiyên navdewletî pêş bêxe jiberku pêvajoya Ewropayê û Tirkiyê dest pê kirbû.

Pustên heman beş