Kanî îlmaz: rastîya apo di zîndanê da aşkira bû – Beşa 5

KANÎ YILMAZ – BEŞA PÊNCEMÎN

Têzên Apo yên nû pêşya xebatê digrin, destkeftên heyî pêngav bi pêngav jinav dibe û bi şêwazekî pêlangirî dibe ber bi tesfiye bûnê jiber vê jî em rast nabînîn. Lê belê eger ez bibêjim Ocalan ji bilî girtna xwe dikarî bibêje “min bawerî bi Hevalên xwe, Gelê xwe û Rêxistna xwe heye. Ez êxsîrim bi taybetî jî li cihekî di bin çavdêriya fermanda giştî de tême girtin, ji niha û virde ez bi piraktîkî rêveberiya rêxistnê nakim.

Ne mumkîne ez li vêrê bikarim rêxistnê bi rêve bibim. Min bawerî bi hevalên xwe, Partiya xwe û Gelê xwe heye bila ew (rêveberiyê) biken, ez jî dê îradeya xwe tevlî wan bikim”, lê mixabin (Apo) tiştek wiha ne got û bi îsrar rêxistin ji wir (Îmraliyê) hat birêve birin. Niha hûn jî dibînin binav kirineke nû ezjî nizanim çiye li gorî zanyariyên me yên ji nava rêxistnê me bihistî rêveberiya rêxistnê jî hêjan tu tiştek jê fam nekiriye, konfedralîzma demokratîk tişteke xeyalî ye, wê kurdan demekê jî bi vê ve bixapînin, Ocalan jî xwe weke serokê konfedralîzmê dibîne.

Şer û tekoşîna li cîhanê didome jî weke tekoşîna dinavbera xwe (Apo û Corc Boş) bi nav dike û rêxistnê jî xwe li ser têzên nû weke “koma komeleyên Kurdistan” rêxistin kir. Zaten navê rêxistnê guhertın, terz guhertın weke saborê (yazboz) lê hatiye li dinyayê da di nava salekê de tu bizavan ev qas navê xwe ne guhertine, her sal armanc û bernameya xwe jî di guherin û pêwîstiyên rêxistinê jî ne guhertine ev jî têrî tesfiye kirina bizavekê heye eger plan wiha bimeşe ev jî têrî tesfiye kirina bizavê heye.

Yanî bi qasî em dizanîn ku li çîya 3 hezar heya 3 hezar û 5 sed hene, em li Başûr dinêrîn yên qut bûy û rûnşitî weke awaran bê semyan tevdigerin nêzî 2 hezar heya 2 hezar û 5 sed kesan ye li Ewropa jî bi qasî van, yanjî nîva vane însanê rûnşitî hene digel Qadro û xebatkarên cebhe. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewş ji vê cudatir nîne û bi taybet temamiya yên qut bûyî di rewşeke bê seruşîn da ji sîyasetê qut bûne û weke ku dihêt îdîa kirin evane çûne jiyana xwe ya şexsî ava bikin, ne weye nikarin jiyana xwe ya şexsî jî bi rêve bibe.

Ne derfetên wan têra wan dikin û ne jî li başûr firsetek bi dest xwe xistine, hemû di nava diltengiyekê de dijîn, wê demê pêwîste mirov bipirse qasî qadroyên li çîya nava rêxistnê de may heker ew qas jî Qadro û Rêveber ji dervey rêxistnê de rûnşitî bin ma mirov dikare van kesan tawanbar bke?

Yanjî ev qut bûn sedema sîstema rêxistnê ye, pêkînandina wê ye, ji perwerde ya wê ye yanjî ji terzê rêxistna wê bi xwe ye, me li wir ((nava PKK’ê da)) hewilda hinek guherîna dirist bikîn lê firset bi me nehat dayîn, li gel rêxistnê xsosên parastina wan fikaran baweriya wê di gel me nemabû me ev ne gotin û em jê qut bûyn, vê carê jî derbarê me da gotgotkên nehatî gotin neman adeten vê serederiyê dikin yanî rêxistinek ji Kurdatiyê dûr dikeve lê belê nabe xaîn, to ji wê rêxistina ji Kurdatiyê dûr ketî qut dibî tu xaîn têy îlan kirin, bi hezaran însan weke min gotî nava wan hatye vala kirin hemû şiyanên wan hatîne kore kirin nizanin wê çi bikin weke bê bosele digerin, yanî mirov dikare bibêje qirkirina însanî û tirajîdiya însanan heye û hêjan jî rêxistin bi îsrar naxwaze vî rewşê bibîne, şûna ku vê rewşê bibîne gelek corên dîmogojî “gotnên drew” û bi navên seyr weke komara demokratîk tête nav kirin gel bi vê ve bê hiş dikin, nakokîyan kûr û tîj dikin û bi vî şêwazî dileyizn, hnek qadroyên Rêveber jî weke gava dî min gotî li çîya li ser îmkan û postan xwe didin jiyan kirin eve ji bo xwe kirine terzeke jiyanê, temenê gelek ji wan jî weke me 10-15 sal mane, mecalê wan ku tevlî siyaseta sivîl bibin nîne ji kesatiya xwe jî fîdakariyê nakin ji bo ku van zirofên xwe yên îdarî jî ji dest nedin herçend baweriya wan bi van têzên Apo neyê jî, lê bi dest pêyan hembêz kirine esla tirajîdiyê jî eve.

Pirs, dê şêy derbara partiya we PWD’ê de hinek agahiyan bidey me kanî?

Niha PWD   bi civîneke damezrîneran ve hat avakirin ev nêzî 10 mehane ava bûy ji pêwîstîyekê bi vî şiklî xuliqî: rewşa niha da destkeftên Gel û pêngav pêngav tesfiye bûna destkeftên tekoşîna kevin rewşa siyaseta Legal “yasayî” û binkeftna xebata nihênî mînakekî berçave û bi taybetî jî terzê tekoşîna PKK’ê û armancên danayne pêşya xwe yek jî piştî em qut bûy gelek bi dijwarî supeklasyon hatin çêkirin li derbarê gelek hevalan da û derbarê me hemûyan de qut bûna me ji bo jiyana taybet hat nîşan dan, digotin ji bo jiyana xwe ya şexsî tenzîm bikin qut bûne, digot mirovên ketîne û heya bi îxanetê em hatîn tawanbar kirin, ev heman demê ji bo vane jî berisveke, tevahiya ew hevalên qut bûy dixastin siyasetê bikin û bi sîyasetê ve mijûl bibin û dixwazin li kurdistanê bimînin xebata xwe bidomînin û çi niyetekê wan ji bo çûna Ewropayê nîne, ev qas nîqaş di encam da hinde rexne hatin kirin dema em di nava rêxistnê da, em weke giropeke opozisyon derketîn holê, rexneyên me hebûn ev rexneyên me jî berpirsyariyeke ji bo me ava dikin, me bi siyaset xwast doza gelê kurd ji bo azadiyê bimeşînîn me bi vê bawer kir ev jî bi rêxistineke siyasî ve wê dirist bibe, ji ber vê sedemê jî nîqaşên heyî bi bername û tuzukekê “mebdeên karî” hatin biryar dan û PWD teşkîl bû, belê PWD hat ava kirin lê belê mirov nikare bibêje pirr bi amadekarî hate avakirin, ma mir bi bernameyeke baş hat avakirin?

Nexêr lî belê damezrandina wê mudaxele kirina pêvajoyekê bû, niyetên me çine em dixwazîn çi bikîn ji bo ku em li gelê kurd û raya giştî re bibêjîn ev damezrandin pirr girîng bû me pêngaveke bi vî şiklî havêt, niha ger mirov mentiqî lê binêre PWD jî xwe bi bizaveke demokratîk dinirxîne, ji wan rexene xwarnên ji PKK’ê, encam derxistine û bizaveke wê bi xwe, xwe xuliqandiye bi vî sedemê jî li Bakurê Kurdistanê dema ku hedefên xwe diyar dike bi van rexneyên xwe ve dixwaze sadiq bimîne ji bo Bakurê Kurdistanê pêwîst bi statoya siyasî heye û ev jî weke federasyon.

Pustên heman beş