kanî Yulmaz: PKK’e astenga herî mazine li himber çarekirina doza kurdan – Beşa 4

KANÎ YILMAZ: BEŞA ÇAREMÎN

Dema ez veqetiyay ev rêxistine êdî ne ji bo faydê vî gelî xebat dikir belku gihabû astê zirar û xusaretiya vî gelî, min ji vê bawer kir û jiber vê çendê ez ji rêxistnê veqetiyam, ji bo rêxistina nû jî min pê bawere ku ez xizmetê bikim. Dema ez veqetiyay jî jiber vê yekê bo ku êdî vê rêxistinê “PKK” xizmeta gelê kurd nedikir lewma ez veqetiyam, û îro ez dikarim bidim xweya kirin ku PKK bûye astengek pir mezin li himber çareser kirina pisgirêka kurdan li Bakur ez vê dibînim û astenga herî mezin bizava PKK’ê ye min ji vê bawer kir û ji bo ku min ji vê bawer kir ez veqetiyam.

 

Têzên îmraliyê ji bo hewe çi îfade dikir?

Niha ev têzên îmraliyê, têzên dûr xistna çareseriya pisgirêka kurdane, niha vegera têza komara demokratîk pêşxistine û niha dinav rêveberiya qadroyên rêveberiyê de ez bawerim tu kesê tiştek zêde ji vê fêhim nekiriye, ez bawer nakim, yanî gotineke wisaye tu dikarî her tiştî bikey dinavda û qed jî nekey navda, yanî PKK’e rêxistineke wiha ye ku li Kurdistana Bakur û di parçeyên din ên kurdistanê de jî xwe rêxistin dike, komara demokratîk bi taybetî ji bo kurdên Bakur û kurdan tiştekê îfade nake, yanî statoyekê bi taybet îfade nake, ji bo partîya me yanî partîya “PWD” nahêt qebûl kirin em wek elternatîf federasyonê dipejirînîn ji bo em bigihin vê federasyonê jî û bizaveke sosyal demokratîk encam bistîne û piştgirî standina navdewletî ve em serketinê bi dest ve bînîn.

 

Mercên bingehîn çêbûna yekbûna neteweyî ye bi şeklê federasyonê bi bernameya yekgirtî ya netewî ve ruhin bikin em di vê fikrê dane ev tişt me di bernameya partiyê de di civîna giropa sazkar de jî me xwast îfade bikin, me di kongreya xwe ya yekê de zelal kir ev biryara ku hatye standin biryara şer ya ku hatiye standin ji bo kurdan leyistokek û xetereyeke pir mezine, em dikarin bibêjîn ev xefik û daveke jiberku di Tirkiyê de ew komara demokratîk ya pêkhatî ji bo dinya me ya îro de demokrasî bûn û hemwilatî bûna azad me ev şerê çekdarî daye meşandin.

 

Ji bo min ev biryar di nava pêvajoyekê de tesfiye bike “konsebtekî” statoya heyî ya eşkere bi dûr bêxe ez bawerim ku konsebtekî wihaye û berdewame jî liser karê xwe û şer jî di berjewendiya wê daye, yanî wek partî em bi tundî li dijî vê derdikevin.

 

Têzên îmraliyê di xala lihevhatina yekîtiya netewî de astengek herî mezin îfade dike yanî tu hereket û bizavên siyasî nemane ku nehatbine rexne kirin û bi erdê ve nekirbine yek, yanî rehîn girtinek liser yekîtiya neteweyî hatiye danîn!

 

Bi dengên cûda bi rengên cûda îmkana demokrasî bûnê heye, hertim demokrasî bûnê diîne ziman û gelek îfadên cûda diîne ziman lê di pêkanînê de pisgirêka yekîtiya netewî de tê red kirin, dem dem bi bangewaziya re û di pêk anînê de ji bo yekîtiyek pêş nekeve her tiştî dikin, mînak: ji îmraliyê nirxandinên li ser başûrê kurdistanê gotnên ji Îsraîla biçûk bigirin heya ku nejad perêsî ya kevne perês û dewlet bûn xerabiyeke herî mezine ji bo gelê kurd û bi îxanet bi nav dike û gelek nirxandinên seyr û ecêb hene, ew gotnên ji başûrê kurdistanê re dibêjin Îsraîla biçûk dixwaze çi îfade bke em jî nizanin, bi her hal bandoreke “sempatîk” a tekoşîna Felistînê ye liser gelê kurd dide şuxilandin, yanî ez bi dengek blind dibêjim li Kurdistana Başûr wek Îsraîlek biçûk jî pêk bê dibe, yanjî weke Îsraîleke biçûk pêk bê jî dibe, yan jî kurd bi statoyek mayinde bikevin sed sala bîst û yekê jî dibe, me hemûyan bi salaye ku dixwest parçeyeke Kurdistanê were azad kirin, niha parçeyek ji kurdistanê azad bûye, lê çi sîfetek xirab û heqaretek û neyartiyek nemaye ku me ne kirî û me li rengê wê ne dîtiye kesê li vê derê ne “PDK’e û YNK’e”ne, li vir gelek heye îradeya gelekê heye û teleb û daxwaziyên gelekê hene û van partîyan çi kêmasiyek jî hebe lê ev daxazê dawiyê bi destê van partîya dihên pêşxistin û li gor min kurdistana başûr û ji bo her 4 parçeyên Kurdistanê jiberku em jêre dibêjin Kurdistana azad ev ji bo beşên din ên Kurdistanê bo çavkanî û moraleke mezin.

 

Di serî de bo kurdên Bakur bo navendek ku kurdan bi aliyê xwe de bikêşe û ligel vê jî bo beşên din jî statoyekê bi dest bêxin rê li wê jî hat vekirin, cesaret dayê û bi xwe bi tenê ve sînordar nema ji bo parçeyên din jî û ji bo Kurdên dervey wilatî bo çavkaniya moral û cesaretê û ji bo dahatî hêvî û destek hatiye dayîn û xulqandin.

 

Em li dijî van têzane û em qebûl nakin nirxandinên Kemalîzmê yên pir seyr û ecêb liser rêxistnê bên sepandin. Hinek ji van têzan di vê demê de me pir bi goman dikin mînak: têzên hatye pêş xistin dibêje yekemîn komar “kumara Tirkiyê” pir demokratîk bû û ne li dijî kurdan bû lê yasaya bingehîn ya sala 1924an de heye meclîsa yekemîn ya komara yekê “komara Tirkiyê ya yekê” biryarên girtî hene ji serhildana Şêx Se’îd bigre û serdemê komara yekê de ew serhildanê hatiye tepeser kirin hene û Lozan jî di vê demê de hatye îmze kirin yanî kanê demokrasiya komara yekemîn “mebest li vê axaftinê têz û şiroveyên Apo ne ku liser Tirkiyê û Mistefa Kemal Etaturk li îmraliyê ji rêxistnê re dişandin”.

 

Mumkîn nîne mirov têbigehe Apo fikarên cûda diparêze heta hind caran ewqas pêşve diçû mînak: nameyeke Apo ya hevdîtnê hebû ku dibêje “Letîfe xanim”, Mistefa Kemal Etaturk elaqe û peywendiyê digel jinên ceneral û rêveberan de danay pir bi tundî rexne dike û dibêje “Leftie Xanim” li Mistefa Kemal Etaturk negehiştiye “Letîfe Xan hevjîna Kemal Etaturk bû”, Mistefa Kemal Etaturk bi wî şêwazî peywendiyên azad xulqandine ev têze nedibû bi destê rêveberê rêxistinekê werin pêş xistin.

 

Yanî em têzên Kemalîzmê û nirxandinên kemalîzmê bi temamî red dikin û tevlî nabin, “Apo” heta nirxandinên xwe ên liser Lozanê baş zivrandin yanî “Apo” digot Lozan ne li dijî kurd û kurdistanê bû, niha hinek xalên taybet yên wê dide pêş û dibêje: van gotnên Ocalan hemûyan dane ber hev wê têgehek “konsebtek” derkeve holê di vê konsebtê de tiştê ku em jê fam dikin pêşya maf û azadiya kurdan tê girtin ku bigihin statoyekê, û destkeftên gel yên halê hazir pir bi sîstem rê lê tê girtin, em van têzan rast nabînin.

 

Em dibêjîn Ocalan piştî girtna xwe dikarî vê bke û bibêje ez bi hevalên xwe û gelê xwe û rêxistna xwe bi bawerim, ez niha dîl girtî me, min dibin cîyekî ku dibin kontirola “Genel Kormay Başqanî de” bicî kirîme ez ji îro pêde rêveberiya rêxistnê nakim û ez nikarim rêxistnê li vir îdare bikim ev yek mumkîn nîne.

Pustên heman beş