Kemalîzm çewa hat sipîkirin û baş kirin – Beşa 2

AZADBÛNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MÎNA DIRUSTKIRINA ÎSRAÎLEK BIÇÛKE

Qadroyê serkirde yê PKK’ê yê kevin Kanî Yilmaz sedemên veqetiyana xwe ji PKK’ê eşkere dike

 KANÎ YILMAZ – BEŞÊ DUYEMÎN

Me dixwest ew tiştê ku Ewropayê weke binyata yasayî danay bi binaxe wergirîn û me pişta xwe bi wan binyatan ve girêda û bi siyaseteke demokratîk ku heyî em bikarin vê şêlatiyê û vê belavbûnê û van nakokîyan û bi vê xwîna winda bûyî bisekinîn û derbas bibîn.

Di kongreya yekemîn ya kongreya gel da, mirov dikare bibêje ku di naxê her kesê de coş û kelecanek çêkir, veqetiyana ji rêxistinê di nava eqlê me de derbas nedibû, lê dibe hinek kes hebin di nava PKK’ê de ku dixwest ji rêxistinê veqetin, lê ew veqetiyan ne veqetiyanên hizrî bûn, belku veqetiyan bû ji bo jiyan kirineka normal, ev yek jî tişteke normal û îstîsnae, ji bo çi ez van gotinan dibêjim? Ji ber ku îdîayên bi vî awayî pir hebûn, lê ev tiştê ku wek min gotî hinek kes bûn lê belê veqetiyana me ji rêkxistinê veqetiyanek hizrî bû.

Eger ew tiştên ku dihatin hizir kirin guherîn têde ban û hatiba kirin û çêbiban û ev mixalefet di nava rêxistnê de bi asteke demokratîk bi rêveçûba, rêxistinê ev qeder xwîn winda nedikir û rêxistin bi xwe jî nedibû dû beş, lê mudaxele di vê de hat kirin.

ev belavoka bi nav û deng  ya 25ê Şiwatê heye ewa ku Duran Kalkan bi xwe nivîsandî û em bi xîyanetkar nav krî û ev tişt dest pê krî, rexmê ku em hêjan di nava rêxistnê da bûn û di qada Îraqê de me xebat dikir, ev mudaxele bi rêya parêzeran ji aliyê Îmraliyê ve dihatin kirin, rexmê ku Cemîl Bayik li wê demê de bê erk jî bû lê mafê mudaxeleyê di xwe de didît, wî hem teşhîr kir hem jî nakokî kûr û gran kirin û ketine di nava kirîzeke pir giran de, ew biryarên kongreya gel girtî yek ji wan pêk nehat û yek biryar jî ne ket di nava jiyana rêxistnê de, di kongreya yekemîn de ew kesên ku ji nava siyaseta sivîl de hatin hinek kes ji wan me dane pêş ku di nava rêveberiya rêxistinê de cî bigirin û me dixwest vê hizrê biparêzîn, lê li vê derê tiştê ku me hêvî nedikir derket himberî me, ji ber ku kesên di nava siyaseta sivîl de hatî kesên bê îrade bûn, ew di wateya siyasî û şexsî de bê îrade û lawaz derketin, hem li erkê xwe xwedî nederketin, hem jî jiberku ji nava siyaseta sivîl hatbûn û hêvî dikirin rêxistin bigehe asteke demokratîk ji bo vê jî nikarîn bibin bersiv.

Ev pêşketin bûn sedem ku pêvajo me ber bi kongreya duyemîn bibe, dema ku em çûye kongreyê li wê demê rêxistin ber bi qetandinê bû, ji ber ku mudaxele di nava rêxistnê de pir bi bandor ketbûn, ew kesên ku di nava siyaseta sivîl jî hatî ew jî ketin bin bi bandora kesên dogmatîk û girtî û bi wan re bûne yek, di nava kongreyê de ew mudaxeleyên Ocalan ku li îmraliyê dikirin û bi taybetî jî biryara şer kirinê, ew biryarên ku di kongreya yekê de ji bo jîyaneke sosyal hatiye standin rakirine rafê û bi awayekî bê giftugo kirin, yekî parêzer rabû û mîkrofon girte destê xwe û got: “lazime yekê Xizîranê biryara şer were îlan kirin” giraniya bandora wê axaftinê di wê demê de ew kesê peywendiyên xwe ên taybet heyî û hem jî ew notên li îmraliyê dihatin di nava rêxistnê de ku di aliyê mihafizekaran de rencîde kirin, telîmatên îmraliyê hemû di şikeftekê de kom kirin û telîmat ji bo kongreyê standin.

Kongreya yekemîn ya kongreya gel de biryarên hatye dest pê kirin bi temamî hatine têkdan û biryara şer derket û pêtir bi rengekî gran û xurt bi ser me de hatin, anku ew kesên ku peywendiyên xwe ên taybet hebûn bi ser me de hatin.

Ew hevalên di nava kongireyê de dihên zanîn, pişt re gotin em bi neçarî veqetiyane, ev gotine bi kurtî hatîne gotin, esl û esasê wê wihaye yanî me hemûyan kêm û zêdehiyên xwe hene çi jî çêbibe bila çêbibe kêm û zêdehiyên me yên piraktîk ên 25 salan li himber netewe, tawanên hatine encamdayîn em jî bara xwe di nav da dibînîn, yanî ez dikarim vê yekê bibêjim em hemû ji bo Kurdatiyê tevlî vê tekoşînê bûn, ji bo rizgariya vî gelî tevlî tekoşînê bûyn bê îstîsna 25 heya 30 salên jiyana xwe me dane tekoşîna vê rêxistnê, temenê xwe û salên xwe me di vê rêyê de xilas kirin, lê em hatîne xaleke wiha ew bedelên ku me ji bo vê rêxistnê dayî, lê kurdistana Bakur hate bê armanc kirin, bi pêvajoya îmraliyê re ev îfade ku di manofêstoya yekem de digotin Kurdistaneke serbixwe û azad û yekgirtî em zivrîne komareke demokratîk ku tu kes nizane di nava wê de çi heye, rayeke aydolojîk me hebû bi şûna realîta sed sala bîst û yekemîn bi hevre jiyaneke guherîna demokratîk hatiba kirin, lê raya me ya aydolojîk kete wareke wiha ku her nameyek ku ji îmraliyê dihat em gihiştine wê xalê bi nirxandinên Kemalîzmê ji nû ve şîrove kirina Kemalîzmê.

Lê em hemû dizanîn ew felaket û ew dawiya neşirîn ya bi serê gelê kurd krî kemalîzm bi xwe bû, ji bo vê neheqe em tevlî vê tekoşînê bibin, lê pêşberî vê bizava mezin Kemalîzm sipî kirin “başkirin” û ji nû ve şîrove kirin di komara yekê de cewherê wê yê şoreşgerî ne dijî kurdan bûye yanî weke erkê me be wekî erkê Kurdan be danîne pêş berî me.

Emerîka mudaxela Îraqê kirbû û ev mudaxele herêmî bû, ew encamên li kurdistana başûr çêbûy dibe ku li kurdistana Bakur û parçeyên din yên kurdistanê jî derkevin holê, ji bo mudaxela Emerîka rêxistnê “PKK’ê” helwest danîn, û li kurdistana başûr pêşketinên girîng hebûn û ber bi federasyon û azadbûnê ve diçû, prisgirêk ne ew dû partîyên xwedî hêza bingehîn di nava başûrê kurdistanê de bûn “PDK, YNK”.

Di nava PKK’ê de ew giropa dogmatîk hemû bi vê derketinê re nirxandin li ser kurdistanê dikirin ev berevajî kirin bû, kurdan di vê demê de li parçeyên din bi vê têgehê yanî têgeha neteweyî lihevhatin û rêxistinên xwe lazime bi rêve birban, lê rêxistin “PKK” bi germî nêzîk nebû, cara yekemîne bizavên siyasî di kurdistanê de di statoyekê ve derketibane holê, û wek Îsraîlek biçûk hate şîrove kirin, evê jî di me bi xwe de nerehetîyek peyda kir, nerehetîya me ya bingehîn biryar girtna şer bû, di yekê Xizîranê de, biryara şer kete di warê cêbecê kirinê de, ji xwe em rêxistineke hêza şer bûyn, bizaveke şerî bûyn û di vî şerî de encamên girîng derketbûn holê û sala 1999an telîmatek ku ji îmraliyê hatbû, şerê çekdarî bi dawî kirbû, carek din nazivirin çekî û her di dinyayê de, êdî bi çekî encam nahêne dest û mumkin nîne bi vî şerê çekdarî em jî û dewlet jî negihiştîn encamekê, ji îro pêde emê tekoşîna demokrasiyê esas bigirin, bi vê biryarê şer û çek hatin sekinandin ku rêxistin li wê demê herî kêm bi armanca dest xistna federasyonê şer dikir ev biryar pir vekirî bi rêxistnê re ragihandin.

Pustên heman beş