KANÎ YILMAZ: GIROPEKE STALINIST Û DOGMATÎK “GIROPA ENQERÊ” PKK’Ê BIRÊVE DIBE – Beşa 3

Kanî Yilmaz Qadroyê Rêveber yê PKK’ê ku li sala 2006an li bajarê Silêmaniyê ji aliyê PKK’ê xwe hatbû teror kirin, di hevdîtineke rojnamevanî ya berê de behis li sedemên Qutbûna qadroyên PKK’ê paş salên 2000an û girtna Ebdulla Ocalan dike.

Ew di axafitnên xwe de ew cudabûnên di nava PKK’ê de bo du texên cuda polîn dike, texeke asayî ku dixwest bi jîyaneke normal bijîn û li jiyana di nava rêxistnê de têr bibûn ku ev jî hejmareke kêm bûn, texa duyemîn jî texa qadroyên birêveber ku ji hizir û sitratîca nû ya PKK’ê ya bi navê Demokratîk kirina gelan û rêvebirina rêxistnê ji aliyê kesekê ku teslîmî dewleta Tirkiyê bûye nerazî bû, ev jî ev danpêdan û rexneyên Kanî Yilmazin:

KANÎ YILMAZ – BEŞÊ SÊYEMÎN

Vekirî bû alîyê wî yê veşartî nebû, Biryar bû hêzên me ên Bakur vekşin kurdistana Başûr, Jiberku vekirî bû ev hêze dema paşde vekşînê dikin hem zêde kemîn hebûn hem jî şert û zirufên heway zor xirab bûn,  jiber wê yekê jî me bi hezaran şehîd da, Me şer ragirtin îlan kirbû, lê di Xizîrana 2004an ji nû ve biryara şer hat standin.

Armanca sîyaseta vê rêxistnê Komara Demokratîk bû, di cîhana me ya îro de tu kes ji bûy Komara Demokratîk şerê çekdarî nake, Şerê çekdarî ji bûy wê armancê hem pir bi nakokîye hem jî gereke nehê qebûl kirin, hem jî em jiberku konsepta Îmralî û Genel Kormay bû ji bo wê yekê em li dijî derketin, lê di kongireyê da hêza me têra nekir û ev nakokîyeke bingehîn bû, dibe jiberku di nava şerê tund de hatin derbas kirin zêde li ser neyê sekinandin lê êdî di roja me da ev pêkhatinên Stalînîstî ku di terzê rêve birina ku di însanan de îrade nehîştin lazim were guhertin.

Terefekê li himber guherînê liber xwe da û li himber pêşketinê bûne asteng, me ev girope bi giropa Enqerê bi nav kir, ema Giropeke çekdarî a dogmatîk û bi salê dûr û dirêj rêve birina rêxistinê girtine destê xwe û ew giropa çepgera dogmatîk, yanî qut bûna ji heskirina Kurdistanê û ya ji daxwaza azadiya gelê kurd qut bûyn, yanî pir bi xeyalî bi gotinên teng ên ku demokratîk bûna rojhilata navîn bi lojîkek teng ê çepgera hereket kirin û jîyana çîya û ew îmkanê di dest rêveberiyê de ji xwe re mîna şeklekê jîyanê dîtin nexwest van ji dest xwe berdin ji bo van îmkana jî ku ji dest xwe nedin li hemberî wê berxwedan rastiya Ocalan jî têda û şert û zirufê êxsîr bûna wî a di îmraliyê de ev jî li himberî rêxistnê mîna hest da dîyar kirin ev jî ji xwe re dan şuxilandin û îmkanê gorankariyê nehate dayînê me hîngê ji van re got û binav kirin.

Pisgirêk çiye ji bûy tekoşîn kirinê tekoşîn dayîn û di hundirê hereketê de ev îmkanê di destda ji dest xwe nedin û piştgiriya îmraliyê jî dan pişta xwe giropeke bi vê rengê û ji bo gorankariyê îmkan nehate dayîn û ji bo vê jî em ji rêkxistinê veqetiyay, yanî me dikarî vê bikin û ew qeder bi ser me de hatin çêbû hinek hevalên me şehîd kirin û hêjan jî ku me tesfîye bikin di nav amadekariyên pir mezin dane Ji bo qetil kirina me şandina tîmên hêzên taybet, bi taybet ji bo kuştina hinek hevalêt dîyar lê hinek ji vane ji aliyê YNK’ê ve hatin girtin, yanî ku me tesfiye bikin çi j destî bihêt dikin yanî ku em nekevin rewşeke wiha ku bi guneh kirina îxanetê em nehên sûçdar kirin û rû bi rû nemînin, lê ev rewşa ku me ferq kirî û em di nav de em ji nedîtve hatibane, me dikarî navê xwe û ew îmkan û erkê di dest me de, me dikarî vê bikar bînin û mîna hinek kesan digot me dikarî xwe nexîn rewşeke wiha û me dikarî nava rêxistnê de xwe bidîn jîyan kirin û maban, me dikarî wekî şexis va zehmetiya jîyan nekîn, lê me ya din helbijart, yanî em di xasîyeta xwe de feregat jî bikîn û bi xasîyet jî bikevîn zehmetiyê lê bi wijdan ev tişta ku hatîye meşandin gereke hatiba qebûl kirin.

Ema ya herî bi zehmet û herî bi wijdan me pejirand û em cuda bûyn, Veqetandina me ne mîna yên pêş me bûn û dinavbera wan de cudahî heye, Ji xwe piştî veqetandina giropeka berifreh ya qadroyên Rêveber û bi dengekê blind mixalefeta xwe dana di dîroka xwe de PKK’e fêrî van tişta nebûye Jiberku hûn dizanin pêş niha kesatî êk bi êk yan didu di veqetiyan pir tişt bi serê wan diînan, yên qut jî dibûn neheq nebûn jiberku di nava rêxistnê de mafê wan nebû bikarin rexna bikin, rastiya (Nasr) dihate zanîn û ew însanekê cuda bû xwedî helwest bû di kongreyê û civînê de bû mixalif û rastiya wî jî hat qetil kirin, Ji bo wê çendê jî ew hevalên ku pêş niha jî ji rêxistnê veqetiyay ez helwestê wan û sekina wan rexne nakim.

Lojîk ne wihaye cudahiya wê heye em giropeke berifreh bûyn û zêde bi hêsanî nedikarîn bi ser me de bihên teşhîrkirin hebû, di nava rêxistnê de piropaginde dihatin pêşxistin derheqê mede ji bo îmraliyê hinek gotin li gor xwe dihatine şandin lê nîva mekteb siyasî ya rêxistnê di mixalefetê de bû û nedikarîn bi hêsanî bi tawana îxanetê binav bikin Jiberku paş em veqetiyan gotinêt wekî îxanet hatin kirin, dibe cara yekemîn be evê gotinê cihê xwe negirtibe, heta di serê gelekan de nakokî dirist kirin ev giropa di van deh, pazde salên dawiyê de veqetiyay, bi dest wan ev rêxistin dihat rêvebirin yanî ew gotnên ku ev girop bi xaîn hatîn îlan kirin, ne xwe ev 10-15 salên dawîyê tê wateya ku rêxistin di aliyê xaînan de hatiye îdare kirin encamek wiha derdikeve.

Bi wan gotinan zêde bawerî pê nehat kirin yanî avantacekê me yê wiha hebû ferqa me ew bû, me dinava rêxistnê de ev mixalefet destpêkir, yanî pêşiya ku em veqetin me ev mixalefet destpêkir lê em serketî nebûn yanî dinava rêxistnê de hinek hengavên guherînê me avêtin, di encamê wê de me çandekî wiha dinav de pêş xist lê me encam negirt, yanî ku ev gotnên pêş niha min gotîn bi taybet gotinên îmraliyê derdiketin pêş, yanî ji bo vê yekê jî veqetiyan û cudabûna me û tekoşîna xwe a siyasî di zemînekê cuda de me biryar da ku em berdewam bikin, ez dikarim vê bibêjim ku min beşekê jîyê xwe yê dirêj di vê rêyê û rêxistinê de derbas kir, baş nebaş xizmet me da Ji bo ku min fam kir û bawer kir PKK’e ji armanca xwe qut bûye ez veqetiyam, aniha me rexneyên pir gran kirin û hêj jî rexnê me ê giran hene.

Aniha li gur me ev rêxistin ne di xala xizmetkirina gelê kurd daye û ev di kevin de winda kirîye rêxistineke ku ji bo gelê kurd tekoşîn dida û ji bo berjewendiyên gelê kurd bike vê carê zivirî û tiştekê ku ne di berjewendîya gelê kurdan deye dike,  ji niha pêde jî emê rexneyên xwe berdewam bikîn, lê feyde heye ku hinek tiştên din jî bidim xweya kirin, yanî dema ku em dinava rêxistnê de jî ji bo me jî rexne û sûçdar kirin hebû, gelek kesên derdora me û ji dervey me jî ji me re digotin ew biryar danên şaş ji bo wan tawana hatîne wergirtin beşa wan jî têda hebû, raste lê pisgirêk ne şexsî ye yanî flan tişt heye bêvan tişt heye cizayê kuştinê heye, bi dileke rehet ez dikarim bibêjim ku min di jîyana xwe de weke şexis, te caran biryara ceza kirina kesê nedaye lê ev sîstemek bû û em hemû jî Rêveber bûyn di nava vê sîstemê de û raste ku em hemû hevbeşin û parçeyek jî bûn ji bo biryar dana van tawana feqed ev tiştê ku weke me krî di rabûrî de rêxistin çi bû dizanîn û rêxistin wê bi kude biçe me dizanî û li vir de ez veqetiyam û bi rengek pir vekirî û pir samîmî min ev tişt anîn ser ziman.

Pustên heman beş