GIRTINA OCALAN PÎLANEKE NAVNETEWEYÎ BÛ YAN JÎ ŞANOGERIYEK HERÊMÊ – Beşê 1

“demê xetere jî ketî ser, Ocalan razî nebû biçe çiyayên Kurdistanê “

Ebdulla Ocalan bo dema 19 salan rêxistina PKK’ê li Sûriyê bi rêveber derketina Ebdulla Ocalan li Sûriyê qedera rêxistina PKK’ê jî guherî, bi taybetî jî girtina Apo bandoreke mezin li ser gelê Bakurê kurdistanê kir. Gelo bi rastî çi çêbibû weke PKK’e dibêje Apo berxwedaneke mezin dabû nîşandan? Girtina Ebdulla Ocalan pîlangêriyekî navdewletî bû yanjî ji kêmasiyên wî çêbibû? Çewa hat girtin dema di balefirê de bi rastî jî gotbû dayîka min Tirke û ezê bibim xizmetkarê dewleta Tirk? Di dadgehê de çi got bû di van rêze nivîsînên xwe da emê li berisva van pirsa bigerîn.

Sûriyê bizavên Ocalan nirxandin û gihîşt wê bawerê ku bernakeve ji ber Ocalan metirsiyeke mezin bo xwe dirust bike

Ocalan dixwest ji vê rewşa di navbera Yunanistanê û Tirkiyê de mifa wergire, ew weha difikrî ku Yunanistan û Yekîtîya Ewropa wê bixwazin wî li himber Tirkiyê ji bo xwe bikar bînin

Dewleta Sûriyê ji ber Ebdulla Ocalan demeke dirêje gefan li dewleta Tirkiyê dike. Dewleta Sûriyê dizanî ku eger şerek di navbera wan û dewleta Tirkiyê de derbikeve dewletên Rojhilata navîn vê yekê qebûl nakin, û ji bilî vê dewleta Sûriyê ji peywendiyên APO di gel dewleta Tirk yên ji sala 1993 û virde bi şik bû û heman dem dizanî ku APO weke salên 80yan niha ne li bin çavdêriya wan de ye, lêgereke wî digel dewleta Tirkiyê ji bo agirbestê heye Sûriyê jî ev hewildanên APO hemû  nirxandin û qenaetek pêre çêbû ku bernakeve jiber APO xetereyeke mezin ji bo xwe dirist bike, şerekê digel Tirkiyê zirarek mezin wê bigihîne Sûriyê, Ocalan bi dem dirêjî qada Rojhilata Navîn mabû dewletên weke Îran û Sûriyê jî yên ku APO pişta xwe dayê zêdetir tişt ji APO teleb dikirin heman dem pêvajoya ketina Tirkiya ji bo Yekîtiya Ewropa dest pê kirbû, dinavbera Yunanistanê û Tirkiyê da peywendî pirr bi nakokî û aloz bûn, Ocalan dixwest ji vê rewşa dinavbera Yunanistanê û Tirkiyê de îstîfade bibîne weha fam dikir ku Yunanistan û Yekîtiya Ewropa wê bixwazin wî himber Tirkiyê ji bo xwe bikar bînin li ser vê yekê digel Yunanistanê peymanek çêkir, jiberku peywendiyên PKK’ê û Yunanistanê xwedî dîrokek dirêj bûn gelek tevlîbûnên PKK’ê li ser rêya Yunanistanê çêdibûn heya dewleta Yunanistanê li kampa lavrov ya Penaberan mecalê perwerde dayînê dabû PKK’ê sala 1997an ev peywendiye gihan astekî bilindtir, Yonanistanê mecalê perwerda leşkirî jî ji bo şervanên nû li kampa Kînesa û Dîleysî bi PKK’ê dabû, Ocalan dixwest weke pêş niha Sûriyê çewa bikar aniye Yunanistanê jê ji bo xwe bike sahekî perwerdê û rêveberiyê, 6/10/1998an wezîrê veguhastin û gihandinê yê Yonanistanê parlementerê PASOK’ê Kostas Badovas li Şamê digel Ebdulla Ocalan hevdîtinek pêk anî.

Ji bilî vê hevdîtnê 9/10/1998an Ocalan bi rêya balefireke Sûriyê li balefirxaneya Sûriyê ya navdewletî diçe Athena, balefirxaneya Hellîkon li vê rêvîngatiya xwe da Apo bi paseporteke sexte ya Tirkî bi navê Ebdulla Serikurt siyahet dike, di balefrê de digel Ocalan kod nav Rozerîn ya bi navê Ayfer Kaya digel du endamên îstixbarata Sûriyê ku yek ji wan fermandarekî nêzî malbata esed bû.

Nefamîya Ocalan ji sîstemê navdewletî ew tûş kir

GIRTINA OCALAN PÎLANEKE NAVNETEWEYÎ BÛ YAN JÎ ŞANOGERIYEK HERÊMÊ

Lê belê kar weke dihat xwestin nehat meşandin, Ocalan di qada navdewletî de weke serokê partîyeke di lîsta terorê de û hem jî bi qaçaxçîtiya bi maddeyên hişber dihat naskirin ew wilatên Ewropa kesekî wiha zehmet qebûl bikin, li balefirxaneya Athena Ocalan ji îstixbarata Yunanistanê serokê EYP’yê Haralambos, Stavrakakis û Stavris Kalenderis dibîne Serokê îstixbaratê Stavris Kalenderis dibêje Ocalan em te weke dostê xwe dibînîn lê belê Hikûmeta Yunanistanê ji hatina te bêxebere, em û Tirkiyê hev sînorên hevin, di vê demê de hewe gelek çalakiyên bi xwîn li Tirkiyê pêk anîn, qebûl kirina te ji bo wilatê me wê weke qebûl kirina şerekî ji aliyê wilatê me digel Tirkiyê were dîtin, niha em şerekî digel Tirkiyê nagirîn berçav, pêşniyar dikîn to herî wilatê Swedê wê ev yek ji bo te baştir be, Ocalan jî bersiveke bi vî awayî dide baweriya min bi wilatê Swedê nayê hêşta ew PKK’ê weke berpirsyarê kuştina serokê xwe Olof Palme dibîne, ev yek wê ji min re bibe pisgirêk, ma dem ku hîn wiha dibînin ezê mafê xwe yê penaberiya siyasî daxwaz bikim, serokê îstixbarata Yunanistanê jî weke bersiv dibêje ger to bixwazî mafê penaberiya siyasî teleb bikî pêwîste to tekoşîna çekdarî û şerê niha birêve diçe bi dawî bînî, Ocalan weha fam dikir ku yek du wezîr û çend parlemantarek wê bikarin biryareke dewletê biguherin yên APO deiwetî Yunanistanê kirî ne dewlet bû belku giropeke parlementeran bû, ev jî dide diyar kirin Ocalan ji sîstemê navdewletî yê siyasî fam kirinê dûre.

Apo bi ti awa diçe Rûsya û 33 rojan çewa li wêderê derbas dike

Li ser vê Ocalan dixwaze biçe Rûsyayê parlamentoya Rûsyayê ji bo Ocalan daxwazyê firê dike bi balefireke taybet ya Yunanistanê derbasî dewleta Rûsyayê dibe dixwaze ku di balefirê de berpirsekî Yunanistanê ji digel wî biçe Rûsyayê, li balefirxaneya mosko pêşwaziya Ocalan cêgirê Serokê parlemena Rûsî Vladimir Jernoviski û ew parlementerê ji bo wî daxwazî firê kirî Alex Metrovanov pêşwazî lê kir, cêgirê serokê parlemenê Jernoviski APO hembêz dike û qefdekî gulan û şalekî pêşkêşî wî dike, 9/10/1998an Ocalan li balefirxaneya Moskoyê tê xwarê li vir parlamentoya Rûsî baskê wê yê jêrîn ji bo Duma serlêdana mafê penaberiya siyasî dike û ev daxwaza wî tê qebûl kirin, êdî Ocalan li Rûsyayê weke penaberek fermî ye û 33 rojan li Rûsyayê dimîne.

Italia her li destpêkê weke gunehbarekê reftar di gel Apo kir

Dema ku ragihandina Tirkî dinvîse ku Ocalan li Rûsyayê ye ew dibêje vêrê ji bo min ne ewle ye û pêwîste ez derbikevim, mirov dikare bibêje li serî da nîyaza Ocalan ew bû ku xwe bihavête wilatekê Rojavayê Ewropa, ji bilî 33 rojên Rûsî APO derbasî paytextê Italia, Roma dibe, bi çûna wî serok wezîrê Italia Masîmo Dalêma agahdar bû 12/111998an Ocalan li balefirxaneya Leonardo Davinşî tê xwarê, ji bo vê pêvajoyê APO wiha dibêje: dema ku ez gihîştî Italia ez li hêviya dostatiyê bûm lê ez hatim binçav kirin, dadgehê piştî demekê girtina wî rakir lê di bin dûrpêçekî tund de ma, nêzîkbûnên wan jî hişk û bê rêz bûn weke gunehbarekê serederî digel min dihat kirin, pencemora min hat hilgirtin û wêneyên min hatin kêşan.

Ocalan ji nêzîbûnên Italia rihetsiz bû lê heman dem 19/11/1998an serok wezîrê Italia Massimo Dilemma li pirês konferensekê de got bû em Ocalan radestî Tirkiyê nakîn û li pey wê re jî bi ç away bi xortî derxistin û girtna Ocalan çênebûye, himber vê helwesta Italia Tirkiyê kelupelên Italia baykot kirin û gelek çalakî li dijî Italia hatin lidarxistin lê dîsan Italia pêngav paşde ne avêt, rexmê van nêzîkbûnên baş jî APO li Italia namîne, piştî 66 rojên mayîna li Italia 16/1/1999an Ocalan ji Roma yê derdikeve, Ocalan ji bo cara duyemîn berê xwe dide paytexta Rûsya, Moskoyê, lê APO û Rûsya li ser zirofên mayîna wî li wir li hev nahên, Rûsî dixwazin APO îqna bikin ku dîsan vegere Sûriyê, Ocalan vê yekê qebûl nake û li 29/1/1999an dîsa vedgere Yunanistanê lê Yunanistan hêjan li balefirxaneyê dibêjin em te li wilatê xwe naxwazîn, derbikeve, ew jî diçe paytextê Belarusian yê, Mênsik, digel wî jî ji îstixbarata Yunanistanê kesek bi navê Kelenderîs hebû, ji Mênsik da herin Holenda lê belê ew balefira biryar bû bihêt wan bibe, nehat ew jî vegerîn Yunanistanê, îstixbarata netewî ya Yunanistanê EYP dibêje wî em nava tengavîyekê dane, bila seqa hinekê rihet bibe, vê navberê emê te bibîn wilatekî Afrîkayê, mayîna te li wirr wê baştir be herçend girtina xwe APO bke stoyê Yunanistanê da jî di nava hêzên navdewletî da jî yê herî zêde alîkarî ji bo wî krî dewleta Yunanistanê bû, hertim bi passport û balefirên Xisosî dihat gêrandin û eve hemû jî Yunanistanê ji bo wî dabîn dikirin, mînak dema çûy Kenya jî passeportek bi rojnamevanekî navdar yê Qibrisî bi navê Lazaros Mavros bo hatbû dirust kirin, armanca Yunanistanê ji bo rê kirina Ocalan ji bo Nayrobî ku ew mafê penaberiyê li Başûrê Afrîkayê wergire, li ser vê babetê Yunanistanê digel Afrîkaya Başûr hevdîtin çêkirin, lê belê carna di navbera Ocalan û Yunanistanê nakokî derdiketin, heman dem wilatê Kenya ew ji bo gera Ebdulla Ocalan ya 130 rojî bo qonaxa dawyê jiberku êdî dê ji vir bibin Tirkiyê.

GIRTINA OCALAN PÎLANEKE NAVNETEWEYÎ BÛ YAN JÎ ŞANOGERIYEK HERÊMÊ

Li Kînyayê çi çêbû, çima delîva bazdanê ji bo Apo çêbû lê wî xwe radest kirin hilbijart

“Ocalan dizanî ku wê were girtin, ew dikarî çekî wergire lê newergirt, li şûna mirinê Ocalan teslîm bûn hilbijart”

Yunanistan helwesta xwe ya baş li Kenya diguhere, mijara Ocalan wan gelek tengav dike, mirov dikare bibêje helwesta Amerîka jî li ser Yunanistanê tesîr kiriye, li Konsolxaneya Yunanistanê li bajarê Nayrobî dimîne û dixwazin bi zorê ji Konsolxaneyê derxin, zêrevaneke jin, gerîlayek kevin bi navê Şemsê Kilç bi kodnavê Dîlan hemwelatî ya  Almanya yê digel 2 pasewanên din digel Ocalanin, digel Dîlan demanceyek jî heye dema ku karmendên Konsolxaneyê hewl didin vane ji Konsolxaneyê derxin Dîlan demancê dikêşît lê Ocalan dikeve navberê û rê nade şer derbikeve, piştî ji Konsolxaneyê derketin, Dîlan dixwaze digel Ocalan di êk ‘erebê de suwar bibe lê ev yek nayê qebûl kirin, Dîlan jî demanca xwe dide destê APO lê APO hilgirtina demancê qebûl nake, pey wê re li ser vê rewşê APO wiha dibêje: ” xwestin sîlehê bidin min û li hêvîyê bûn ku ez berxwedaneke kilasîkî bidim nîşandan lê min qebûl nekir, min ev yariye bi pêşxistina biratiya Tirk û kurdan ve vala derxist, li ser vê bûyerê Şemsî Kilç jî weha dibêje: “Ocalan dizanî ku wê were girtin, dikarî sîlehê wergire lê newergirt, şûna mirinê teslîm bûn hilbijart, dema ku Ocalan ji Konsolxaneya Yunanistanê li Nayrobî derketî êdî dizanî ku berê wî li Tirkiya ye, û Ocalan 15/2/1999an bi hinceta dê te bibîn Holenda, dibin balefirxaneya Nayrobî li wêrê balefirek li hêviya Ocalan e li ser  balefrê ala wilatê Malesia heye lê belê di nava balefrê de jî tîmên taybet yên Tirkiya hebûn li wir Ocalan tê grin û diînin Tirkiyê, belê Ocalan ji destpêkê hey niha di nava dewletê da di gel baskekê di nava peywendiyan de bû, li salên notan li ser destê Doxo Perînçek û Yalçîn Kuçuk di gel dewleta Tirk di nava peywendiyan de bû lê belê Ocalan ne li hêvîyê bo weke girtî biçe wilatê Tirkiyê, hêjan dema ew li wilatê Rûsyayê texmîn dikir ku ew nikare xwe ji destê dewleta Tirkiyê rizgar bke bi rexmê vê jî naçe çiyayên Kurdistanê û vê weke rêya rizgar bûnê nabîne û nadane pêşiya xwe, pêşniyarên ji gelek serok û rêberên kurd ku ji bo wî hatbûn daku derbasî çîya bibe jî qebûl nake û van pêşniyaran ji bo xwe xetere û weke kompiloyek dibîne.

Gelek welatan Apo ji ber karên wî yên nebaş ret kir

“bazirganiya maddeyên hişber, parê reş û kuştin û tesfîye kirin li ser PKK’ê îsbat bibûn”

Pêvajoya girtna Ebdulla Ocalan ji aliyê wî û rêxistina PKK’ê da weke Plansaziyek navdewletî hat binav kirin, gera wî ya dinavbera gelek dewletan da jî têgeheka Plansaziyek navdewletî dida nîşandan lê di rastiya wê de jî bingeha red kirina APO ji aliyê gelek dewletan ji ber kiriyarên wî yên berê yên nebaş bû, kuştina Serok Wezîrê Swedê Oleo Palme, li Almanya li bin navê çalakiyên Otobanê kiriyarên hatî kirin bûn sedem ku PKK’e li Almanya bêt qedexe kirin û heman dem bazirganiya madeyên hişber di asta navdewletî de îsbata li ser PKK’ê, ev hemû dibûn sedem ku Ocalan kesekî nehê xastin were dîtin, yên ku li Ewropa bac ne dida PKK’ê dihatin kuştin, şirket û kargehên wan dihatin şewtandin, kurdên mixalif û bizavên cuda rû bi rûyê dijwariya PKK’ê dihatin û bazirganiya parê reş mecalê mayîna Ocalan li Ewropayê nehêlabû.

Çi pilangêriya navdewletî bo girtina Ocalan nebûn, belku Ocalanek ji sîstema navdewletî nezan hebû

Alîgir, rêxistin û qadroyên PKK’ê Apo wek feylesofeke siyasî didît, lê belê Apo karê xwe bi îstixbarata Sûriyê re texmîn dikir

GIRTINA OCALAN PÎLANEKE NAVNETEWEYÎ BÛ YAN JÎ ŞANOGERIYEK HERÊMÊ

Ocalan di warê aydolojîk de jî li dijî sîstema Ewropayê bû, dema li Rojhilata Navîn dima di gel dijberên Ewropayê, Îran û Sûriyê, tev digeriya wî jî weke wan dewletên Ewropa weke imperialist dinirxandin niha jî li jivanêye weke ti tiştek çênebûy ev dewlete wî qebûl bikin, yanî li holê de Plansaziyek Navdewletî nîne belku Ocalanekê ji nîzama navdewletî nezan heye, alîgir, rêxistin û qadroyên wî ew weke feylesofekê siyasî mêze dikir lê belê APO bi xwe hemû karê xwe yê dinyayê li ser îstixbarata Sûriyê texmîn dikir ku wê bikare birêve bibe, qanûnên dewletan, temawîlên navdewletî, ferqa di navbera kes û sîsteman nexist bû hesabê, dema ku salên notan de APO li Şamê bû gelek rojnamevanên Ewropa, parlementer û nivîskar di hatin gel wî, APO weha hizir dikir ku hatina wan û sozên wan, peyman û sozên dewletên wanin, cuda ji van di şexsê APO de, nexweşyeke Patalojî ya serokatiyê û hêrsa wê heye, arezoya wî ku hemû kes wî qebûl biket û tiştê ew dibêjît 100٪ rastin û pêwîste werin qebûl kirin ew birbû weke kesatîyeke pivdayî, Ocalan xwe wiha didît ku desthilatdarê her tiştê ye û hêza wî li ser her tiştê de ye, pirensîbeke sîyasetê Ocalan bîr kirbû «yê bixwaze her kesê bikar bîne heman dem her kes jî wê wî bikar bîne» Ocalan li Sûriyê digel Tirkiyê, Îranê, Îraqê û gelek wilatên din peywendî pêş xist bûn dixwest bêxe xizmeta xwe, heman dem de ew bi xwe jî ketbû di xizmeta van dewletan hemûyan de, pêvajoya 9/10/1998an jî wiha bû we dizanî ku her kes mihtacî wî ye arezoya wî ya ku dixwest hemû kesî bêxe bin xizmeta xwe nehişt ku ew zirofên xwe bi rastî dest bigire û binirxîne.

Gelo Ocalan di balefrê de kî dît bû?!

Di gel çi rû bi rû ma?!

Helwesta Tirkiyê çi bû?!

Di nivîsîna me ya duyemîn de emê berisva van pirsan bidîn…

Pustên heman beş