Heya îro li ser vîdyoyên lêkolîna Apo asta sosyolojîk, Poletîk û Piskolojîk de tehlîlekî berifreh nehatiye çêkirin, rewşenbîrên kurd bijlî girtina Apo li ser notên hevdîtnê û parêznamên wî çi lêkolîn nekirine ji ber vê yekê jî nifşê nu yê ciwanên kurd di bin bandora nerînên Apo yên ku xwe wekî qehremanên mîtolojî dide nîşan dan de ne.
Bi rastî jî armanca Apo ya bikaranîna van peyvan hemûyan xîtabî pîskolojiya însanên bin dest dikir û xizmeta pîskolojiya serdest ya dagîrkaran dikir, dema to îro wan vîdyoyên Apo nîşa alîgirên wî bidey dibêjin serok ev negotiye, ev vîdyo montajin, dema ku to dibêjiyê PKK ê jî ev vîdyo belav kirîne û nivîsîna bi dest xeta Apo jî nîşan bidî “ew dê bêjin, serok dixwazît dewletê ji bo xwe bişoxlîne, ew poletîkayê dike” lê belê ya rast poltîka kirin ne ewe ku mirov wek Apo tevbigere, poletîka eve ku mirov bi heysiyet cihê bihêt pêwîst kirin parastina nirxên xwe biket û bê ku xwe înkar biket bişêtin bazarekî siyasî bidet nîşandan.
Bê goman carna zirofên siyasî ji îrada bizavên siyasî mezintir dibe, mînak yek parçekirina her çar parçeyên Kurdistanê û mecalên kurdistanek serbixwe û yekbûîy çîkirin di van 80ê salên derbas bûyî de pirr zor bûn zirofên em niha têde wek 2020an jî zirofên kurdistanekî yekbûîy dibe ku baş negehiştibin di pêşerojê de ev tişte ne dê baştir diyar dibin, dibe ku şêwazên îradeya siyasî ya kurd pîçek cuda tir bibe hêjan li rojhilata navîn kevran cihê xwe negirtine mirov bêjît Kurdistaneke serbixwe û azad heya sibe yan şeş mehên din emê ava bikîn berisva vê yekê di siyasetê de nîne lê belê ku ev zirofên em bas dikîn niha nebin jî nahêt wê wateyê ku em înkara nasnameya kurdî bikîn, înkara ku kurd qedere xwe cîbicî bikin ku em bibêjîn mafên kurdan yên dewlet çêkirinê nîne.
PKK ê dema ku dinya hemû weke du qotba tev digeriya û di hêza kesê de nebû bikare sînoran biguhere wan “PKK ê” Kurdistanekî serbixwe û yekbûyî dixwast heman dem PKK ê partîyên kurd yên wekî PDK ê yên ku di nava sînorên dewletê de hukmê zatî û federalî dixwast weke xaîn dida diyar kirin û digotin ev layengirên dagîrkara ne, bi sedan kesên weke Ferîd Ozon serokê rêxistna Kawa bi navê reformîstî yê û hevkariyê hatin kuştin.
Li salên 2000an vir de sîstema dinyayê ket nava kirîzekî kûr de bijlî sala 2010an jî ev pêvajo ber bi guherîna sînorên dewletên herêmê ve çû, guhartina peymanên Saykis-Bîko û Lozanê di rojeva hemû cîhanê de ye demeke weha gurankarî dihên jiyan kirin vê carê jî Ocalan kesên dewletxaz weke şirîkên Îsraîlê û Amerîka bi nav dike, dewletxaziya kurdan weke dujiminayetî ji bo kurdan şîrove dike gelo çi hatbû guhertin? Bê goman tiştê hatî guhertin peymana dinavbera Ocalan û dewleta Tirkiyê ye, Ocalan tiştê ku li Îmraliyê dike dixwaze Kurdan wek kêmenetewe û nasnameya jêrîn nîşan bide û gelê kurd li ser hindek nasnameyên cur be cur pinî bike.
Piştî demekî kurt ku Ocalan hatî girtin 7î Xizîranê di hevdîtinên notên Îmraliyê de weha dibêje: “dara mezin Tirkin, kurd jî şitla wê ne”, ev peyve înkar kirina dîroka kurdane, lêpirisîna li ser Ocalan de li Îmraliyê pêvajoya çêkirina peymanekî ye digel dewleta Tirk di van hevdîtinên di gel dewletê de dibêje: “netewa Tirk qurmê darê ye lê kurd jî çiqek wê yê mezine, tiştê ez ji bo kurdan dikim ev çiqê rizî, ew cihên jê rizî ez jê dibirim û jê dihavêjim û ji nû ve petrome dikim”, sozên Ocalan day dewletê wihaye: “dara mezin tirsin, kurd çiqên wê ne, emê wan çiqan bikezêxîn ji bo ku dar bihêztir û mezintir bibe”, tiştê rû dide jî eve li vir de tiştê Yalçîn Kuçuk di mehkemeya xwe de gotî dozgerî jî eve: ” min kurdên li Tirkiyê dijîn ji Barzanî bûyînê vekirin, ne xwe ew jî da daxwaza axê kin, demekî nêzîk de ev kurdane dê ji bo komara Tirkiyê ya demokratîk tekoşînê bikin û bimirin, ma tiştê ji vê baştir heye birêz dozger?”, ev peymanên Apo vê gotna Yalçîn Kuçuk pişt rast dike gelo kurd ji bo kê dimirin bijlî Ocalan peyman digel dewletê çêkrî û soz dayê êdî kurd bi destê dewletê dihên jinavbirin, dihên asîmîle kirin.
Sê pêvajoyên asîmelekirinê hene yêk lawaz kirina nasnameya kurdî û rakirina nexşên kurdewarî, du di nava rêxistin û siyasetê de reng û remzên kurdayetî yê ji holê rakirin ya sisêyê jî avakirina zîhinyetekê li dijî netewe bûna Kurdan.
DÊ HEKARÎ BI TIRKÎ BAXVE
Tiştê netewê ava dike nirxin, wateya netew ji ziman, çand, abûr û alê pêk dihêt, mirovek bi kîş zimanî baxve, ziman dibe nasnameya nijada wî kesî, zimanê hûn pê diaxvin mejîkê we jî diyar dike jiber wê jî ziman qasî avakirina nasnama netewî ewqas jî di avakirina nasnama kesayetiyê de diyarde û girînge, yanî ziman nasnameya erdinîgariyê ye, biçmê peyvê, cîbecîkirna ristê fonetîka qirgê, awaza wê, şînî û şahyên wê, dema mirov hemûyan diînît gel hev di mejîkê mirovî de hinek şîfreyan ava dike jiber vê jî zimanê me beşekî mezine ji nasnameya me ye.
Li Bakurê Kurdistanê li van salên dawiyê bi şiklekî pirr sir’et bi hevkariya PKK ê zimanê kurdî ber bi kuştinê ve birin, ev hevkarî Apo û dewletê bi hev re encam da, li Îmraliyê axaftinek dinavbera Ocalan û rayedarên dewletê weha derbas dibe
Ocalan dibêje: “jiyana min hemû bi Tirkiye, dema ez li wê derê (Şamê) jî bûm weha bûm
Dewlet: anku to dibêjî ez kesekî Tirkim, to xwe weke parçeyekî ji Tirkan dibînî?
Ocalan: belê ez parçeyekî Tirkanim lê gelek elaqedarî kurdanim jî, dema ez li wir “Şamê” bûm ez fêrî du peyvan jî nebûm, min pîçek kurdî dizanî ji bo peywendî kirin digel gel, lê belê hemû tiştê xwe çêkirina hizrê, xebatên rêxistnê û hemû curên xebatê min bi Tirkî birêve birin”.
Dema ku ev axaftine digel nûnerê dewletê dikir, ev kes ew bû yê ku ji bûy serokatî û kurdistana ser bi xwe daye rê, ew tîatro ya lêpirsîna Apo dema digot ez parçeyekî Kurdanim heman wext de bi tenê dinavbera salên 1980 heya 1999an nêzîkî 7 hezar gund hatbûn valakirin û wêran kirin, nêzî 20 hezar şehîd hatbûn dayîn û li zîndana Amedê di bin darê îşkence de jî dixwastin bêjin tu Tirkî lê wan jiyana xwe kir qurbanî û qebûl nekir bêjin em Tirkîn, lê belê yê ku xwe bi serokê vane dibîne Ocalan bi dev kenî beramber rayedarên dewleta Tirk digot ez parçeyekî turkame û digot dewletê ez bisporê zimanê Tirkî me, êdî di nava PKK ê de û taybet di nava kurdan jî ziman ew qas hatbû sivik kirin ku kesekî kurdî nezanîba jî yan jî Qadroyek ji herêmek din ê kurdistanê dema tevlî rêxistnê dibû di maweyekî pirr kêm de fêrî zimanê Tirkî dihat kirin, hemû çapemenî û xebatên perwerdeyî yên PKK ê bi zimanê Tirkî dihatin meşandin, zimanê kurdî tenê ji bo peywendiyên rojane pir kêm kesan bikar diîna, daxuyaniyên rayedarên PKK ê hemû bi Tirkî ne, PKK bi Tirkî dihêt meşandin, mînak yekî kurd dibîje ez kurdim û yê dibêje ev 45 salin ez ji bo kurdan siyasetê dimeşînim bi navê Mistefa Karasu yek peyva kurdî nizane, ew nikare gotineke kurdî bike lê ji bo gelê rojava ku yek peyva Tirkî nizane bangewaziya berxwedanê ji bo wan dike, kurd vê rewşê pirr normal dibînin, dema ku ev pirsgirêk dikeve rojevê jî dibêjin em şoreşa kurdistanê dikîn û îdîa dikin ku kurdayetî bi wan ve zîndî bûye ev peyvane gorî pîvanên zanistî pir bê watene tiştê xwezayî ewe ku di siroştî de hey mînak sîvandokek wek teyrekê nikare bixwîne, palpatiya weke gulê bên jê nahêt, dengê rûbarî û dengê kaniyê ne yêke jiber vê jî kesê ku kurdî di axvît bes ne jiboy merema xwe bicî bîne di axvît di nava wê axaftinê de peyvên Melayê Cizîrî hene, gotinên Feqiyê Teyran yên li ser eşqê hene û dinava devoka zazakî de dengê bayê çiyayan heye, ziman bîrdanke, tiştê ji me dihêt veşartin û dizîn û bîrvekirin ev bîrdanka kurdî ye, Ocalan bi eşkere vê dibêje:
“ji berê pêtir li hekarî bi Tirkî dihête axaftin û emê hekariyê pirr baş fêrî zimanê Tirkî bikîn bi hemû awayî qasî Stanbolîyekî dê Tirkî fesîh bi axvin, wê bibe senterekî pir baş ê Tirkî, dibêjim senterê Tirkî”
Û rastî jî tiştê Ocalan gotî pêkhat, Hekarî êdî bi Tirkî di axvin, Amed li Bakurê Kurdistanê weke navenda siyasetê dihêt naskirin bi Tirkî di axvin û kurdî bi tenê dibêjn şev baş û roj baş û heval, kurdî bûye zimanê silavî di jiyana rojane da zimanê kurdî nemaye, asmîlasyon bes bi tenê di zimanî de pêk nehatîye di nava kurdan de bizavekî kezaxê hat destpêkirin, tiştê kurdistanî hemû şûn de hat xistin, heya PKK ji bo Qadroyên xwe jî pîvana çi qas Tirk ew qas rêveberî cîbicî dike. Poletîka Apo ya destgirtina endamên xwe carna ber bi jêr bû carna ber bi jûr gorey berjewendiyên xwe şiyanên endaman gor pêwîstiyên piraktîkî bikar di îna di serê salên nûtan de tevlîbûn ji bû nava PKK ê de girseyî çêbûn bi taybetî jî di nava kurdan de bandora raperîna sala 1991an ya başûrê kurdistanê tesîrek mezin li ser Bakurê Kurdistanî kir pêlekî netewe perwerî di nava kurdan de berê ciwanan da PKK ê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanî kesên aşiqê welatê xwe tevlî vê rêxistnê bûn, di nava PKK ê de pir endamên bi nêrîn û hestên neteweyî ketin nava xebatê, ev rewş ji aliyekê de ji bo PKK ê pêwîst bû û ji aliyeke din metirsîdar bû, hestên millî û netewî ji bûy şer da wêrakî û fîdakariyê ava bike pêwîst bû lê belê ger di asta siyasî da nehêt kontrol kirin di xeta rêxistinî de bandorê li ser nerînên komonîstî û xeta rêxistnî dike, Ocalan ji bûy ku hevsengiya wê çêbike ji bo xwe rêbazek diyar kirbû, rojeva di hundirê rêxistnê de pirr baş kontrol dikir û şûna xeta netewî ya kurd rojevên cur be cur derdixistin pêş, kesên asmîle bûy û riha wan ya neteweyî ze’îf weke rêveber di cîhên girîng de bicî dikirin, kesên xwedî hestên netewî û millî jî di xebatên piraktîkî yên şer de didan pêş ev tektûk Apo di nava rêxistinê de pir bikar di îna bi taybetî jî piştî sala 1995an telefizyona xwe ava kirî di mijara rojev avakirinê de bû bispor.
Di aliyekî de hêza vî gelî ya herî mezn anku tekoşîna neteweyî li ser giyanê ciwanan dida meşandin anku ciwan didan kuştin di aliyê din de jî Ocalan li derdorên vê dilsoziyê dûrî netewayetiyê rojev ava dikirin, weke sêhirbazekê ji bû ku hêla xwe ya sêhirbaziyê ji bîneran veşêre bala wan dikêşa ser aliyên cur be cur, Ocalan di hevdîtineke xwe de weha digot:
“ez niha dikarim bi milyonan însanê kurd bi dewletê ve girê bidim weke mîimarekî wê kurdan bi dewletê (dewleta Tirk) ve girê bidem li wê demê di mezin bûna min bihêt fam kirin. Weke mîimarekê tiştê ku parlamento niha nikare encam bide sê caran hindî wê ezê encam bidim niha li vê derê ev tişta ne dihên axaftin, artêşa Tirk dixwaze bi hindek derdoran re şol bide kirin, ev tiştekî pir ciwane û min hertim eve bi rêzdarî pêşwazî kiriye, vê bûyera kurd de sê car, pênc de ji welatan bi tonan îstîxbarat kom kirin ku bi kemyekî mezn ji pere jî to nikarî vî karî bikî ez bi tena serê xwe yek quruş jî mesref nakim û dê pirr jî dewletê bidem zêde kirin û dê bimeşînim”.
Heman dem Ocalan ji bo ku kurdan bike hêzekî dewleta Tirk van gotinan dike:
“ji bo xizmetkirineka mezin ji bo dewletê ez pir xwedî baweriyek bihêzim, derfetên min bê sînorin, ew qas însan di xizmeta dewletê de bikaranîn bûyereke pir mezine”.
Her li dema Ocalan hatî girtin heya niha ku dibe dema 21 salan hemû tiştên hatî rûdan di vî demî de pêwîste di çarçûva vê peymana wî digel dewletê encam day şîrove biket, hemû biryarên ji aliyê PKK ê ve hatî girtin pêwîste em di vê çarçûvê de şîrove bikîn “bi dest bigirîn” û lêkolîn bikîn, biryara şûn de vekşandina gerîlayan li sala 1999an ji bo başûrê kurdistanê jî heya damezrandina HDP ê jî, avakirina KCK biryara yekî Xizîranê li sala 2004an de ji nûve dest pêkirina şerî jî hemû di çarçûva peymana Apo digel dewletê çêkrî hatiye pêkînandin, Ocalan weha dibêje:
“kesekî ev îsyane hinde mezin birêve birî, ger milê xwe bide milê dewletê hûnê bizanin wê bikare çend pêşkeftinên mezin ava bike?”.
Di noqta em gihîştînê Ocalan ji bo pêşxistina dewleta Tirk pir pêngavên girîng û mezin avêtin û hemû sozên dayî dewleta Tirk lê xwedî derket.