15 şubat/ beşê du:
Li 15 şubata sala 1999an, girtina Ebdula Ocalan û pey were ew tişt û bûyerên hatîn jiyan kirin, rastiya van bûyeran ji layê Ocalan û PKK’ê ve hatîye veşartin, bi qasî wan dewlet jî vê pêvajoyê veşartî digire.
kes nizane pişt perdê çi munaqeşe çêbûn û çi peyman hatin îmze kirin, dem bi dem ew zaniyarî yên têne belav kirin û şahidên wê ser demê carna di axivin, peywendiyên piştî girtina Apo û peymanên çêbûy, dihêle ku ev pêvajo were fam kirin, bi rastî eger ev zanîyarîye jî neban, şoperêya bûyeran, axaftinên Ocalan yên dadgehê, pirtokên wî, notên hevdîtinan, dihêle ku peywendiyên Ocalan û dewletê were berçav kirin û zelal kirin.
Roja 15î şubatê Ocalan li Nayrobî ya paytexta Kînya û piştî li balefirê siwar bûy li gorî axaftinên hêzên taybet yên Tirkiyê: «Di navbera 60 sanyan de Ocalan hat bê tesîr kirin, jxwe Ocalan qed berxwedanekî fîzîkî jî nedaye nîşan dan», piştî balefir bi hewa dikeve, bandê çavên wî dihên vekirin, destên wî dihên vekirin, berpirsê vê tîma dewleta Tirk dibêje: «Ebdula Ocalan tu bi xêr hatî bo memleketê xwe, û berdewam dike, dibêje: Tu mêhvanê meyî«.
Kî dibe bila bibe, dev jê berde ku siyasetmedarekê Kurd, heya Kurdekê zerer jî gehandiye Kurdan, di nava destê eskerê Tirk de êxsîr bê dîtin û di heman demê de li bin alaya Tirkan de wêneyên wî werin dîtin, ji bo me bingeha xemgîniyekî mezine, lê belê bersivên Ocalan yên wê demê, li cem gelê Kurd û layengirên wî de bûne cihê dilsariyê, gotina wî ya «Dayka min jî Tirke ez ji boy dewletê amademe xizmetê bikem», bûye cihê dilgiraniyeke mezin di wîjdana hemû Kurdan de.
Eskerê turk dibêje : «tu Bersiva wan pirsên me bidî ji bo me xizmeteke».
Ocalan: «Ez rastiya dibêjim, ez hej Tirkiyê dikim, u ez hej gelê Tirk dikim, ez hej ji Kurdan jî dikim, eger hûn derfetê bidin min, ezê xizmeteke mezin ji boy we bikim.«
Ew roja Ocalan hatiye girtin û ev gotinên wê demê kirîn, hêjan jî li ser wan gotinên xwe ye ku bi hemû hêza xweve dibin xizmeta dewleta Tirk daye.
li sanya destpêkê wexta Ocalan gotî: «Ez ji bo xizmetê amademe», li bin vê gotina wî de, tesîra ew baskê dewletê ewê ku Ebdula Ocalan di gel de peywendî hey, êdî ne bes bi tenê di gel baskekî dewletê de di peywendiyan de ye, niha ew bi hemû hêza xwe ve di bin xizmeta dewletê de ye, anku peywendiyên wî bi hemû hêz û saziyên dewletê ve heye.
Layengirên Ebdula Ocalan hersal li 15 şubatê wêneyên «Qazî Mihemed ,Şêx Se’îd Efendî» û gelek serokên Kurdan bilind dikin, û li kêleka wan, wêneyên Ocalan jî radikin, ew dixwazin Apo jî li astê hemû rêberên Kurd bidin nîşandan.
di rastî de di navbera helwesta Ebdula Ocalan û serokên Kurdan yên dî, ferqeke pir mezin heye, wexta Şêx Se’îd Efendî hatiye sêdare kirin, dizivre û dibêje walîyê Amedê, «Emê li roja mehşerê hesaba xwe di gel hev bikin», nivîskarê Ingilîz «Lord Kîn Ros», di wê pirtoka xwe ya li ser Etatorkî nivîsî u dibêje: «Şêx Se’îd pîran bi curet û bê tiris diçe ser darê sêdarê, serê xwe bi çi away netewand.«
Li heman demê Pêşewa Qazî Mihemed jî beranber dewleta Îranê helwesta wî di nava arşîfa dewleta Rûsya de wiha têt ser ziman, «Qazî Mihemed hemû pêvajoya xwe ya dadgeh kirinê de bê tiris, bi curet û serbilind di axift û digo: Ez ne pûşmanim û çi carekê serê xwe netewand û hemû tawanbariya dadgeha leşkirî red kir, Kurdan ji ber zulma Îranê çek helgirtîye û tekoşîn meşandiye û ew îd’ayên dibêjn ku ev yariyeke u lîstikeke dewletên biyanî ye direweke mezine, me bi biryar û îradeya gelê Kurd xebata xwe meşandiye».
Her wiha Şêx Mehmûd Berzencî wexta ku birîndar dikeve destê Ingilîza, li jûreka nexweşxaneyekî Bexda, ji terefê îstixbarata Ingilîza ve dema dûvçûn tê kirin, Şêx Mehmûd yek gotin dibêje: «Ez serhildêrekî Kurdim, min şerê we kiriye û li dûv dadgeha şer, mafê min yê kuştinê ye, ez ne pûşmanim ji wan hewildanên xwe.
dewleta Ingilîzan sozên ku dayne Kurdan pêk ne anîne, serhildana min ji boy edalet xwastina Kurdistanê ye û li heman demê li berîka xwe de biryarên (wîlson) dertêxe û dibêje Ingilîzan hûn li dûv van mebdean te’amulê li gel gelê Kurd nakin».
Lê mixabin wexta dadgeh kirina Ebdula Ocalan destpêkirî, li 31î meha gulanê gotina wî ya sereke ev bû: «Heya nuha min ji dewletê gotinekî nebaş nebihîstiye, xeberekê ne baş ji minre nekirine û taybetî jî dixwazim bibêjm ez îşkence nekirîme, li ser vê nêzîkbûna Tirkiyê ez dixwazim ji bo Komara Demokratîk xizmet bikim û ji bo biratî û aşitiyê ez biryara xwe didim nîşan dan.
ew rêza Komara Tirkiyê nîşanî min day, weke bersivekê beranberî wê, ez jî di vê astê de biryara xwe, rêza xwe û sipasiya xwe didim diyar kirin, rêzdarên bi rumet, hemû daykên şehîdên eskerên Tirk, ez dixwazim gotarekî kurt bo we bêjim, ew xem û êşên we jîyan kirî, ez jî di nava dilê xwe da dijîm, û parve dikim, bara xwe ya vê êşa hûn dijîn, ez jî bi dilgiranî hest dikim, bi rastî ev êşên bingeha xwe ji vê brînê civakî digire dixwazim çareser bikim, û ji bo ku xwîn bêt seknandin û aşitî bihêt saz kirin, tiştê bi destê min ve bêt heya dawiyê ezê bikim, ez dikarim li ser vî babetî soz bidime we, û digel rêz û silav.ên xwe>
Ev helwesta Ocalan ya dadgehê, tesîra xwe li ser gelek tişta kir, rêzdarî û sipasiya xwe ji bo dewletê da nîşan dan, di raya navdewletî de qena’etek ava kir ku dewleta Tirk adile, û dadgeh kirin jî li ser pîvana edaletê çêbûye, ew kesên Tirk ku di şer de jiyana xwe ji dest day, lêborîn ji wan xwastin.
Li hemberî vê qet behsê şehîd û êşên Kurdan nekirin, u dibîte cihê gomanê ku ev şerê li beranber dewletê hatî kirin, şerekî ne di cihê xwe de bû.
Ji vê helwesta Apo ev encam derdikeve, wêneyek wisa derketiye ku «kesên xaka wan hatî dagîr kirin li Dêrsimê li Geliyê Zîla bi hezaran însan hatîn qetil kirin û li ser ziman û çand û mêjûya Kurdî ew qedexeyên heyî û yên jiyayî her weko ew ne Kurdin, û ev kesên bi navê dewleta Tirk hatîn vî welatî ne dagirkerin.
serhildana Kurdan weke serhildaneke nemeşru’ dihêt nîşan dan, yanî vê helwesta Apo ya dadgehê dewleta Tirk paqij derxistiye.«
Ev helwesta Ebdula Ocalan startek bû ji boy xeyalên dewleta Tirk ku Mîsaqa Millî li ser Kurdan feriz bike, û ji niha û pêda ji boy vê pîlana dewleta Tirk, Apo partiya xwe û hemû Kurdan bêxît di xizmeta vî karî de, ji ber vê jî peyvên nû hatin xulqandin, weke «Tirkiyebûn û qebûl kirina yekêtiya axa Komara Tirkiyê», ev jî dihêt wê watayê ku statoya dewleta Tirk ji bo Kurdan feriz kirî, ew ji bo dagîr kirina Kurdistanê bi fermî dihêt qebûl kirin.
Tirkiye weke dewlet navê miletê xwe wergirtiye û dewletekî wihaye ku yek nejad dihête feriz kirin û wilatê Tirkan bi xwe ye, û welatê Kurdan jî Kurdistane, ev mesela Tirkiyebûnê bi heceta aşitiyê gelek mehsûm dihêt nîşan dan, eger em vegerin berya 20 sala peyva «çareseriyek li gel dewletê jî» weke îxanet dihate bi nav kirin û dîtin.
lê mixabin îro Tirkiyebûn weke pîvaneke azadiyê û şehristaniyê dihête dîtin, bingehê vê jî ew peymana li navbera Ebdula Ocalan û dewleta Tirkiyê bû, ku li ser wê mijara ji bo ku hemû Kurdan bêxin nav pergala Tirkiyebûnê da, mutabqatekî bi vî şiklî hatiye îmze kirin, helwestên Ocalan yên dadgehê jî vê yekê dide diyar kirin.
îxaneta Ocalan bi xwe li beranberî hemû Kurdan û bi taybet jî partiya xwe, ji bo ku veşêre bi çîrokên mîtolocîk bi peyvên felsefîk, xwe weke «Prometos» dane nîşan dan, weke efsaneyên Kurd «Derwêş û Edolê» xwe bi nav kirin, lê ev têrî veşartina vê îxanetê nakin.
Ocalan li zîndana Îmraliyê de bi nivîsna 8 pirtokan gelek teoyorî û gotinên nû bi kar tîne, weke «Konfederalîzim, Komara Demokratîk, Modernîta Demokratîk, Netewa Demokratîk» di sîstema fikirên Kurdewarî de tu cihê van peyvan nîne, .
Dema li 15 şubatê Ebdula Ocalan anîne Tirkiyê, paş bi rojekê hemû dezgehên ragehandina Tirkiyê li ser dûvçûn û lêpirsîna Ocalan zanîyarî belav dikirin, manşetên hemû rojnameyan di nivîst ku Ocalan gotiye: «Yunanîstan çek dane me, navên serkirdeyên xwe yên partîyê hemû êtiraf kirine û Ulof Palm jî PKK’ê kuştiye», bi vî rengî gelek manşet hatin avêtin, ev gotinên Apo yên di lêpirsînê de, birîneke kûr li nava dilê gelê Kurd vekir.
Tirkan feriq kir ku êdî rêza Kurdan ji bo Ocalan namîne û çi destihlatdariya Ocalan li ser Kurdan namîne, ji ber wê jî Tirkan bi carekê ev şêwazê raghandinê hemû da rawestandin, êdî rojnamên Tirkan dest bi axaftinên dijî Apo kirin û di gotin: «Apo dewletê tawanbar dike, gefan li dewletê dike, û Apo dibêje emê şerî berdewam bikin», bi vî rengî manşet hatin bikaranîn.
Rastiya vê ew bû ku ew teslîmiyeta Apo têde bû, bu sedem ku Kurd ji APO bi dûr bikevin, lê Tirkiyê di xwest Apo wek mexdor û qehreman di çavê Kurdan de bidet nas kirin, dewlet di hesaba xwe de rast bû, ji ber ku ew peymanên di gel Apo de hatîne kirin, bi rêka Apoyekî bê desthilat nedikarîn êncam jê bigirin, berevajî wê dewletê dîsa Apo wek qehremanekê wek berxwedanvanekî nîşa gelê Kurd da, ji bo ku desthilata wî dîsan li ser Kurdan berdewam be, ji ber ku hindek erkên Apo hene ku ji bo dewleta tirkiye cêbecê biket.
Li destpêka dadgeh kirina Ebdula Ocalan ku li 31î gulanê dest pê kir bû, bi cizayê darvekirinê li roja 29 xizîranê bi dawî bû, heya dadgeh berdewam bû, layenên dijî PKK’ê jî weke temaşevan û bi bê dengî ev pêvajo di şopand, ji bilî ku helwesta wî ya li dadgehê ne li gorey rastiya mêjûya Kurd û helwesta serokên Kurdan yên berê bû, êdî dengên mixalif derketin û dest bi rexne kirina vê helwesta teslîmkariyê kirin.
Li beranberî vê ev hat gotin: «Hûn li hêvya rêberê me ne ku berxwedaneke kilasîk bide nîşan dan, helwesta rêberê me pîlangerîya nav netewey bin xist.
heya Ocalan bi xwe jî ew parêzerên digotin pêwîste tu li ber xwe bidey, APO ew parêzer bi sîxoriyê u casosî tawanbar di kirin, yanî gunehbar ne Apoye, gunehbar ew kesin ku li berê da di berxwedanên kilasîk da jiyana xwe jidest dayn, lê di rastiya xwe da berxwedana kilasîk û berxwedana modêren nîne, yan tu dê li ber xwe bidî, yan jî tu yê teslîm bibî, ew dixazin ev perxwedana bi şêwazê serokatî diden nîşandan direweke ku dixwazin vê teslîmyeta Apo têda, di çavên kadir û gelê Kurd de bi veşêrin.
Ocalan li beranberî gelê Kurd û hêzên navdewletî li gel dewleta Tirkiyê peymanek çêkir bû, mînak, ev pîlangîrî weke pîlangîriyeka nêvdewletî tête bi nav kirin, u dewletên «Îsraîl, Amerîka û Berîtanya» weke dewletên neyarên Kurd dihêne bi nav kirin, nerînên dewleta Tirk li ser hêzên navdewletî di alyê Apo de jî dihêne qebul kirin.
Gelo merema PKK’ê çî ye ku di girtina Apo da rolê dewleta Tirk hinde biçûk dike?
Çima Tirk ne gunehbarin û Îsraîl û Amerîka dihêne gunehbar kirin, bi vî şêwazî Apo dixwaze hemû Kurdan bike dijminê «Cuhî û Amerîkiyan», dixwaze îsbat bike ku ji dervey Tirkiyê çi fikir û rêkên cuda bu çareserîyê nînin.
sêdare kirina Apo wexta di rojevê de jî, ew dewleta bi salan di xwast wî dadgeh bike û bi daliqîne, vê carê hewlên ne sêdare dan kirina Apoy ragehandina xwe da belav kirin, di hemû rojnamên Tirkan de di nivîst ku «heger em vî sêdare bidîn dê bibîte qehreman, şerekî Kurd û Tirkan dê were dest pê kirin, Yekîtya Ewropa û Amerîka ji me teleb dikin em wî li sêdare nedîn, û li her derfetekê jî Apo digot pêwîste ez ji bo aşitiyê bijîm».
Di pêvajoya dadgeh kirinê de Ocalan biryara agirbestê da, ew çalakiyên întîharî yên dihatin kirin ji boy xwe weke îxanet bi nav dikirin, di mixabirata hêzên Gerîlayan da jî peyva dijimin hat qedexe kirin û êdî peyva çekdarên Tirk hat bikaranîn.
Rexmê hemû hewildanên Apo yên ku dewletê paqij bide diyar kirin û xwe bide Efo kirin, li 29î xizîranê li derbarê biryara sêdare kirina wî helwestekî zelal ji aliyê dewletê ve hat diyar kirin.
lê belê ew usola di biryarên sêdaredayînê de dihên nîşan dan, anku «qelem şikandin» nehat kirin, ev jî gilopekî kesik bû ji bo Apo ku em te li sêdare naden, çi helwestên dewletê yên ji bo sêdaredana Apo ne di rojevê da bûn, ji ber ku ew dewleta bi salane ne dikarî Kurdan îdare bike, êdî bi rêka Apoyekî li bin desthilatiya xwe mecalê vê îdare kirinê ji bo çêbibû.
dewlet herdem di nava nîqaşekê de bû, bi taybetî dezgehê îstixbarata Tirkiyê Mît, ji boy sêdaredanê bide rawestandin di nava gelê Tirkiyê bi rêka ragehandinê xebatek mezin dida nîşandan, û gazî rojnamevanên mezin dikir û ji wan di xwest ku foksên rojnameyên xwe û gotarên xwe li ser nesêdaredana Apo binivîsnin, bi vê pêvajoyê ve, li 3 tebaxa 2002an, di destûra bingehîn ya Tirkiyê de, sizayê sêdaredanê ser APO hat rakirin.