Beşê: pênc – Gelo Ocelan hespê Truva ye? – Beşê 5

Beşê: pênc – Gelo Ocelan hespê Truva ye?

Hinek kes mîtolojî, efesane û çîrokan pêkenok û derveyî rastîyê dibînin. Dibe ku hemû ew bûyerên dihêne behskirin ne rastbin, lê jibo em îro û raborîya xwe fêmbikîn pêwîste mirov mîtolojî û efsaneya fahm bike. Weke çîroka Truva ya têde behsa eşqa Parîs û Helen ê dike.

Homeros di wê pirtûka xwe ya binav û deng ilyada de behsa jîyandeyên dinava Truva de anku eşqê, îxanetê, dostîniyê, şerê desthilatê, fetih û standina kelhê dike.

Fermandarê Akhaî yan yê jîr Odysseus jibo ku Truva dagîr bike bi salan çendîn car xwe lê ceriband lê nekarî bistîne. Têgehişt ku ewji derve nikare bircan xirab bike û kelhê bistîne.

Têdigehe ku yek rêka standina Kelha Truva heye, ewjî dı nava kelhê bi xwe daye. Jibo vê plana xwe hespekî mezin ji texte tête çêkirin. Ew û çend leşkerên xwe yên jîr dinava wî hespî de xwe diveşêrin. Artêşa wî ya binketî bi tektîk şûnda vedikşe, siwarî belema dibin û diçin.

Leşkerekî xwe li gel hespê dihêle. Ew leşker ji xelqê Truva ê re dibêje, ev hespe pîroze. Xelqê Truva bi kelecanekê wedizanin ku tiştekî pîroz dest xwe xistîye û wî hespî diben nava kelhê de.

Bi Şev dest bi pîrozbahiyên serkeftina xwe diken. Di vê navberê de fermandarê Akhaî yan Odysseus û leşkerin wî ji nava hespî derdikevin û kelhê ji navde dagîr dikin. Belê, di hûner siyaset û şerî de ev tektîk pir caran hatîye ceribandin.bi taybet li ser me Kurdan jî ev tektîk gelek caran hate bikaranîn.

Hespê Truva, yê dewleta Tirk, di sedsala 21an Evdila Ocelan e

Peywendiyên stratejîk yên dinavbera Evdila Ocelan û dewleta Tirk de, heya roja me ya îro jî berdewamin. Ger em çalakî û gotinên Evdila Ocelanî yên piştî 1999 û vir de lêkolîn bikîn dê vê êncamê pir zelal bibînîn: Ocelan ji boku gelê Kurd netewe bûna xwe ava neke, ketîye dinava xebatekî pir berfireh de.

Tiştê herî girîng jî ewe ku di qada fikrî de sîstema ramana Kurd şolî ne zelal kirîye.

Gotin, çekekî pir mezine. Ocelan û Dewleta Tirk weke endazyarê civakê ji bo Kurdan hindek peyvên nû xuliqandin.

Babetê ocelan gotî û fikrî pêwîste tu carî neête biçûk dîtin. Soz, tê wateya bawerî yê. Ocelan bi hezaran rûpel pirtûk nivîsandin û têde behsa pêwîstnebûna netewe bûna kurda kir. Behsa mafên mirova, ekoloji, mafê jinê, mafê jîngehê û mafê hevcinsxwaz (homosexual) a kir.

Ramanekî eklektik û berhev kirî, avakir. Feminism, ekoloji, anarşizm û peyvên civakî xistin nava têgeha Kurdan de. Û dinava van peyvên weke “girara gavanî” de mafê Kurdan yê bi serê xwe rêvebirinê, ber wan berze kir. Ocelan li gorî van peyvan xwest rêxistinê avabike û mirovan bixuliqîne. Ev 21 sale ev peyvene dinava sîyaseta Kurdî de tekoşîna hêz bûnê dide.

Misoger Apo û dewleta Tirk a dagirker, bi hevra vê xebatê dimeşînin. Ew bi devê xwe di hevdîtinên ligel dewletê de wiha dibêje: “ger hûn hişyarî lêbinêrin min weke mamostekî hemû ew tiştên we gotîn sepandin ev neşereme .

Ez dê sibe vana hemîyan bo rêxistinê jî bibêjim; dê bejim min dewlet fahmkir û aha dewlet eve ye. Neha ji min feyde kirin hundirê min dixwe. Niha yên me (PKK) nikarin fehmkin. Rojekê firset bikeve destê min ez dizanim ka dê çewa şerê PKK ê bikim. Dê hûn bibînin ku ez dê ji we pêtir şerê PKK ê bikim u dê xwe ji bo we îspat bikim, înşaellah.

”Bi rastî jî Ocelan ji dewletê pir tişt fêr bibû. Nebes tenê fêr bibû, fêrî dewletê jî kiribû. Mîzanîya dinavbera PKKê de, biyografîya serkirdeyên PKKê, dewlemendên baca xwe didin PKKê, peywendiyên PKKê ligel dezgehên îstixbaratî… û hemû di ser navê lêpirsînê, dabûn dewleta Tirk.

Dewlet êdî bi xêra Apo hemû nihênî sirriyetên PKK ê dizane. Liser Kurdan jî bibû mamoste û aqilmendê dewletê. Bi taybetî jî gilî liser Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkan dikir û digot “ li başûr Îsraîl ek duyemîn tê avakirin, Kurdistaneke biçûk dihête avakirin” bi van gazindan dixwest berê dewleta Tirk bide ser destkeftên Başûrê Kurdistanê. Weke şêwirmendekê ji bo dewleta Tirk kar dike. Bi vî şêwazî jibo dewletê şêwirmendî dike û PKKê jî rêve dibe.

Layengirên PKKê hersal 4 Nîsan ê rojbûna Apo Pîroz diken û roja 15 Sibat ê jî, dibêjin me komploger binxistin. Apo parêz jî weke xelqê kelhê , Hespê tiruvayê, yê Odysseus parast û derbasî nava kelhê kirî. Çewa Truva î bi pîrozkirina wî hespî ve binketibin, ger Kurd jî xwe ji wan fikrên li derdora Evdila Ocelan avabûyî dûr nexin dê hertim dê binketîbin.

ji bo Ocelan erkên hespê Truva bikaribe bileyîze pêwîstî bi avakirina bingehekê dike. Hemberî hev, bawerî avakirin û demdirêjî bi hevra xebatkirin pêwîste. Jiber vê, hinek pêngav dihên avêtin.

Pêngava 1: Telîmat û biryarên 2 Tebaxê 1999- 2 Tebaxa 2002

Dema mirov ji dûr ve li van dîroka dinêre, tê hizirkirin ku çi eleqe bi hevre tinene, lê rastî de ev herdu dîrok bi hevre pir eleqedarin. Lê dinavbera van tarîxan de jest heye.

Dewlet bi berdewamî dipirse ka bi rastî jî desthilata Ocelan liser rêkxistina (PKK) heye an ne. Ocelan di hevdîtinekî xwe a sala 1999an de vê dibêje “guhdarî min kirin û ne guhdarî min kirin wê bicîh anîn a sizayê min dîyar bike”.

Lewra jî Ocelan pêşda pêwîstî dibine ku desthilata xwe ya liser rêkxistinê, biceribîne. Pêngava vê ya yeke biryara 2-tebax-1999 ji gerîlla ji bakûr şunda vekêşandinê ye. Li pahîza 1999 rexmê ku çi ewlehî ji bo jîyana gerilla nebûn, bi hezara gerilla liser emrê Apo, ji Bakur vekêşîyane Başûrê Kurdistanê.

Di vê şunda vekêşanê de gorî hinek hejmarên dest me de 1500 gerîlayan jîyana xwe ji destda. Bi sedan gerîla hêja aqîbeta wa ne diyare. Weke pezê birbûyî bi fermanekî necîhde, hemûyan çantên xwe dan pişta xwe û berê xwe da bêdawîyê.

Çi bo çi çêbibû kesekê nedizanî emre û here. Bi hezaran wendayî ne tenê ji ber tedbîrên dewletê werbû, PKKê jî bê ku ewlehîya rêkê bizane bi darê zorê berê gerîlayan da Başûr. Li ser wendahîyan parêzer dema Apo agahdar diken Apo wiha dibêje “dema gerîla dizanî ku dê şer derbikeve bila teslîmî qereqolên dewleta demokratîk bibin” belê bersiva Apo eve bo. Parêzer matmayî dimînin. Tenê ji bo Apo hêza desthilata xwe ya liser rêxistinê nîşa dewletê bide, bi hezaran çekdar bê amadekarî ber bi mirinê ve ajotin. Di karîn wê zivistanê bi rihetî li kempên xwe yên zivistanê bi silametî darbaz kiribane.

Apo beramber wê pêngava 2 Tebax a 1999an avêtî, ji dewletê dîyarîya xwe wergirt. Piştî şunda vegeriyana gerîlla temam bû, êdî PKK hatibû asta ku dewlet wê diecibîne. Dewletê jî beramber vê pêngava Apo 2-8-2002 ê biryara sêdaredanê ji destora bingehîn derxist. Anku beramber 1500 kuştîyan jîyana Apo hate garantî kirin.

Ocelan ev roja 2 tebaxê 1999-2002 weke roja Cejna gula binav kir. Got pêwîste roja 2 tebaxê hemû Kurd weke Cejna Gula vê rojê pîroz bikin. Lê rêveberiya PKKê jiber hesasîyetên çêbûyî ev biryara Apo cîbecîh nekir.

Pêngav 2: Dizayna rêkxistinê

Piştî Apo hatî girtin hemû beşên xebatê anku çîya, Avrupa û Tirkiya endamên partîye yên tundrew hatin armanc kirin. Hemû endamên rêkxistinê yek be yek berçav hatin derbaskirin. Ji endamên kevin yên ku dema damezrandina partîyê de bi hevre meşîn, dest pê dike û wiha dibêje dewletê

“en endam hemû sifirin lê ger ez di navendê de ne xuya bim dê navê min karbînin dê bibêjin em birayê Apo ne, em zilamên piştî Apo yên rêza yekê, dûyê û sêyê ne. Li gorî min Coma (Cemîl Bayik) ne zêde polîtîk e. Dê wî liser tilîya xwe bizivrînin û xeberê wî pê çênabe. Dê ji mîrasê min dû pişka sê pişka bi wî biden kar anîn. Ev gotinên min ji bo Kanî (Faysal Dunlaycı) û Ferhat jî (Osman Ocelan) derbaz dibe.”

Apo weke ku jibo hevalê xwe dibêje hemû endam û erkên wan jibo dewletê yek bi yek bi hûrgilî ve dibêje. Êdî dizayna rêkxistinê despêdike. PKK, ji ala wê, heya reng, arma, bername, endam û armancên wê, ji layê Apo dibin çavdêrîya dewletê ve ji nû ve dihête çêkirin.

Yên ku dijî van biryarên Apo derdikevin yek u yeku têne wenda kirin. Mînak yên biryara vekşînê qebûl ne kirî û gotî em dixwazîn dijî dewleta Tirk şer berdewam be, anku fermandarên eyaleta dêrsimê Îsa Dersim (Orhan Îlbay) û Kemal Zap (Haydar Alparslan) pahîza 1999 û bihara 2000 de bi şik têne kuştin.

Apo û PKK ê bi daxuyanîyekê got ev grûp ne girêdayî me ye, û çi pêwendi bi mere nemayne. Bi canê xwe, bedelê vê neqebûlkirina şunda vekêşanê da. Ji xwe Ocalan ew nîqaşên ligel dewletê dikir de dibêje ez u dewlet bi hevre PKK ê dê bimeşînîn. Û dibêje:

“demekî nêz de, ez dê rêkxistinê jî derbas bikem, bernamê danim alîyekê, ji bo xizmetkirina dewletê ez ji her demê amadetirim. Neha mirovekî aqil yê dewletê lazime vê bibîne. Emê vê bikîn. Ji bo rêkxistinekî pir girîng dibêjim pêşî dewleta xwe nasbike. Ma heya tu dewletê nas nekî, dê çawa dijî wê rabî, ma qey tu dînî”

Dewlet: dê bibêjin ev mirove dîne

Apo: me carekê xeletî kir em careke din nekîn” Piştî Apo çeka xwe ya herî mezin anku rêxistin û endamên wê dizayn kir, êdî ma pêngavên rojane biavêje.

Ev dîroka ku dihête behskirin weke 15 sibat kompluya navdewletî, ji bo Apo rastîya xwe de vegera male ye.

Ocelan bi xwe jî dibêje “Veger”. Em di van 5 beşên nivîsa xwe de xwest cewherê vê dîrokê jibo we binivîsîn. Ya rastî vegera Apo ya jibo Tirkiyê xirabîyek liser Kurda kirîye. Divê xelqa nivîsê de behsa hemû ya nehatîye kirin.

Lê belê weke sîyasetmedarê Tirk Erdal İnonî jî gotî “rastî; xwedîyê xûyekê ye ku rojekê aşkere dibe, ” pêwendîyên di navbera dewleta Tirk û Evdila Ocelan de heyî jî, heroj ji alîyê ciwanên neteweperset de dihêne zelal kirin û kifşkirin.

Dawî

Pustên heman beş