Beşê sêyemîn
Ji bilî girtin û mehkema Ocalan hem di nava PKK’ê de hem jî di Bakurê Kurdistanê de gelek guherînên mezin hatin jiyan kirin, bi taybetî jî rakirina biryara sêdaredanê de ev guhertine bi leztir pêk hatin, pêşiyê de gerîla li çiyayên Bakurê Kurdistanê hatin vekişandin.
Li Bakurê Kurdistanê sala 1999an heya 2017an bi berdewamî nîqaşa guhertin û nû kirina sîstemê û ji nû ve avakirin hatin çêkirin.
Ji bo kurdan şoreşa mejîkî destpêkir.
Salên 1990an de dewleta Tirk pirr bi dijwarî bi ser Kurdan da diçû, bi 10 hezaran bûyerên kujerên wan nediyar, rojane rû didan, lê heman demêda ji vî Gelî dikarî xwe li ser lingên xwe bigire, partîyeke weke DEHAPê biryara daxistina wê tê dayîn, ew kesatiyên demên pirr dijwar ra derbasbûyî, bi tometa ku wan paradîkma nû fam ne kiriye û bi hîncetên cur be cur ji dervey siyasetê hatin hiştin, tenê ne bes DEHAP, piraniya saziyên çand û huner û saziyê jinê bi vê aqîbetê rû bi rû man. Ev rêxistinên bi rengên kurdî û berxwedanvan ketin nava pêvajoyeke rehabilîtasyonê.
Anku guherînên pirr bingehîn dihatin jiyan kirin, Kurdistanî bûn û bi rengê neteweyî jiyan kirin, weke fikreke teng û şûnde mayî dihatin nirxandin, zîhnîyetek dihat avakirin û li gorî wê jî gelek peyv hatin guhertin, termînolojiya berê ya tekoşîna PKK’ê hat rebîze kirin. Şûna Kurdistanê komara Tirkiya şûna netewa kurd, netewa demokratîk, şûna tekoşîna rizgariya neteweyî, Yekîtî û biratiya Gelan hat cîbicî kirin.
Ebdulla Ocalan mafê kurdan yê gorî destûra Neteweyên Yekbûyî (mafê qedera xwe teiyîn kirinê) li ser navê kurdan bikar anî. Mafê kurdan yê dewlet ava kirinê û xwe bi rêve birinê dewrî komara Tirkiyê kir, gelo çima?
Ocalan yeke miqawile?
Taybetmendîyeke PKK’ê ê herî mezin eve ku dikare sîstema xwe û taybetmendiyên xwe biveşêre, dema mirov dûr de lê dinêre, her tişt normal tê diyar kirin, lê dema mirov bi çavekî ilimdarî lê binîre qet jî li gor mirov dixwaze kar na meşe û kêmasiyên cidî diyar dikin.
Mînak, ji bo tekoşîna rizgariya Kurdistanê 40 hezar însanan jiyana xwe ji dest da, lê heman dem li wê parça Kurdistanê zimanê kurdî pirr lewaz bûye û ber bi winda bûnê ve diçe,
Cihekî weke amade ku weke paytexta Kurdistanê tê nasîn û DEHAP ê li wê derê 60٪ ya dengan bi desve dianî lê neha zimanê kurdî pirr kêm tê axaftin, dûrketina ji zimanê kurdî û entegrebûna wan digel civaka Tirk da, bêtîrî xwe li salên 2000ê li gel siyaseta demokratîk zêde bû, salên 2000an kurdan asmîlasyon qebûl kir û mirov dikare bibêje oto-asîmîlasyon vê demêda hate qebûl kirin.
Belê li Bakurê Kurdistanê helandina nasnameya kurdî peywendîyeke nêzîk li gel peymanên Ocalan û dewletê heye, di navbera Ocalan û PKK’ê de peyman hatine çêkirin, ev peyman van 20 salên dawyê li Bakurê Kurdistanê, pîsko-sosiyal û rewşa siyasetê dijî mirov dikare fam bike, heman dem notên hevdîtnê û di pirtûkên Apo de mirov dikare bi zelalî vê encamê jê derêxe, belge kirina peymanên Ocalan di gel dewletê mirov wan dîmenên lêprisînê de jî dikare bibîne.
Pêvajoya lêpirsîna Ocalan pêvajoya dirustkirina peymana dewleta Tirk digel Ocalan e
Sala 1999an dema Ocalan tînin Tirkiyê û ew cihê lê dihat nîmayişkirin ku lêpirsîn digel Ocalan dihat encamdan, cihê lêprisînê Gireva Îmralî bû, çi ecêbeke ku piştî hatî dadgeh kirin û biryara sêdaredanê li ser hatî sepandin jî, lê dîsan jî lêpirsîn berdewam bû, di rastî da, lêpirsînê pêvajoyeke zêdetir didan û standinê çêbû û di armanca wê da jî şirîkatî çêkirin bû.
Zîndana Îmraliyê bi ewlekariyek di asta bilinde dihat bi rêvebirin, hemû quncîkên wê di bin çavdêriyê dabûn, jûra Ocalan ya lêpirsîn têde tê kirin, du kamîre li erdê û du li banê hene, 24 saetan ev lêpirsîn û nîqaş tê kirin û tê qeytkirin, lêpirsîna wî ji dozgeran pêtir endamên Mîtê û arteşê bi rêve dibir, lê belê ew kesê ku lêprisînê bi rêve dibe General Hesen Atîla Oxir e, heya sala 2011an jî, Gel ne dizanî yê ku lêpirsîn bi rêve dibe Hesen Atîla ye, dewletê ew kesen ku lêpirsîn bi rêve dibirin navên wan veşartî dihêlan, lê dema sîstema komara Tirkiyê de bedilbûn çêbû ,we demê navê Hesen Atîla Oxir jî di vî pêvajoyê da hate pêş.
Atîla Oxir endamekî dewleta Tirk’ yê girînge, wezîfedarê dewletê yê, ji destpêkê da hatîye bijardekirin, ji sala 1971 an heya 2007an warê leşkerî de xizmeta dewletê kirîye, li sala 1981an û vir de li Kurdistanê weke fermandarê îstixbarata Cendirman bû, anku ew kesekî îstixbaratçî bû, di îmha kirina gelek gerîlayan de roleke mezin leyîstiye, pirr operasyon bi rêve birîne, ew kesekî xwebexş ê dewleta Kemalîstiya Tirk û fikrê Kemalîzmê bûye.
Piştî AKP’ê dewlet bi dest xwe ve anî, Dewlet ji xeta Kemalîzmê hat dûrxistin, Atîla Oxir ji erka xwe ya arteşê îstîfa kir û ev kes li 5/8/2013an li ser doza Ergenekon ê hate girtin.
Yalçîn Kuçuk ku sala 1990an heya 1998an weke dost û şêwirmendê Apo kar dikir, li gel Atîla Oxir di yek dem da tên girtin, û her du kesan baş hevdu nas dikir, her du bi hevrê bûn û endamên yek sîstemê anku Ergenekonî bûn.
Cuda ji vî Hesen Atîla Oxir, hevalê dostek di yê Ocalan bi navê Doxo Perînçek bû, û sala 2015an tevlî partîya Doxo Perînçek dibe.
Gelo Apo li gel kîjan baskê dewletê peyman çêkir
Piştî AKP hatî ser hukim hêdî hêdî kîmyaya komara Tirkiyê hat guhertin, paradîkmaya dewletê hat guhertin, kemalîzm êdî ne nirxeke sereke bû, hem di nava arteşê de hem jî di nava Mîtê de fikrê Kemalîzmê dihate jinav birin.
Ji destpêkê ew baskê ku Ocalan digelda û di peywendî û tifaqê de bû, baskê Ergenekon ê bû, anku baskê Kemalîzm bû, ew dewleta nû ya bi reng AKP’ê êdî dikeft dinavbera peywendiyên Ocalan û baskê Kemalîzmê de,
Ocalan jî êdî di her pêvajoyekê hilbijartinên Tirkiyê de agirbest îlan dikir, ew jî mifa ji bo AKP’ê û şirîkê wî yê wê demê Fethula Gulen çêdikir ku di nava arteşê de bihêz bibin, ev helwesta Ocalan Kemalîst dil giran kirin, û hêdî hêdî peywendiyên xwe di gel Ocalan kêm kirin, ev peywendî îfşa kirin û ji bo raya giştî bi belge ev peywendî aşkera kirin.
Destpêkê Hesen Atîla Oxir pirtûk bi navê “MIN ÇEWA LÊPIRSÎN DIGEL APO KIR” nivîsand, Hesen Atîla dibêje: “ku Ebdulla Ocalan sala 1999an hevalên xwe çewa firotin û çi qas hez ji mistefa Kemal Etaturk dike, û ji bo ku neyê sêdaredan çi gotin û çi kirine min nivîsandin”.
Ew pêvajoya bi navê aştiyê li 6/2/2014an de hatî destpêkirin dinavbera PKK’ê û AKP’ê de û heman dem peywendiyên dinavbera (serokê Mîtê) Hakan FÎDAN digel Ebdulla Ocalan, baskê Kemalîst yê dewletê pirr dilgiran kirbû, wan jî li hemberî vê dîmenên lêpirsînên Apo belav kirin, ev dîmene di kanalê “Ulusal TV ” de yê dostê qedîm yê Ebdulla Ocalan Doxo Perînçek de hatin weşandin,
weke tê zanîn Doxo perînçek kesekê bi salan jêr navê çepgeratîyê de ji bo dewletê xizmetek mezin kiriye, bi belge kesekî qedîm yê endamê Mîtê ye, nejadperestek Tirke, lê belê di gel desthilatdariya AKP’ê de li dijî wê pêvajoya dewletê girtiye ber xwe dil giran bû, wî jî karta Ocalan bi kar anî û armanca wî dijatî kirina baskê dewletê yê îslamî bû,
Di vê babetê de Ocalan bi rêya parêzerên xwe dijî Doxo Perînçek serlêdanê li dozgeriya Stenbolê dike, û di vî serlêdanê de dibêje ez kesekî weke hostayê aştiyê me, ew dixwazin min bê îhtîbar bikin, wekî me lîstika Ermenan xirab kirî em dê vê lestikê jî xirab bikîn, di van dîmenan de montaj hatiye kirin, li ser van xalan li dijî Doxo Perînçek dozê vedikim.
Dîmen bi kurt kurt hatin belav kirin, rêveberên PKK’ê jî nedixwest ev dîmene werin belav kirin, lê belê piştî pirs zêde bûy neçar man hinek bersivan bidin, Mistefa Karasu digot ev dîmen montaj kirîne û dixwazin serokê me li pêş çav reş bikin, ji ber wê jî pêwîste em pêtir li serokê xwe xwedî derkevin, fikra wî û paradîkma ya wî li hemû qadan belav bikîn.
PKK’ê bê navbir digot ev dîmene montajin û dixwazin pêvajoya aştiyê ji nav bibin, lê belê Doxo Perînçek û hevalên wî ev dîmenên Ocalan di gel dewletê teqdîmî (pêşkêşî) mehkemê kirin û diyar bû ku ev dîmen ne montajin û Doxo Perîncek bangewazî li parêzerên Ocalan û hinek siyasetmedarên kurd kirin ku ew bi xwe werin û li van dîmenan binêrin û Ocalan nas bikin, ev dîmenên ku peywendiyên Ocalan û dewletê eşkere dikin.
ji bo mirov dîroka PKK’ê û ya tekoşîna Bakurê Kurdistanê fam bike ,gelek zanyarî têda hene, ew huqebaziya dinavbera Ocalan û dewletê de heye ,êdî eşkere bibû û nedikarî vê yekê perdepoş bikin,, ger mirov van dîmenên Ocalan û notên hevdîtinên wî bîne gelhev mirov dê bibîne ku Ocalan gelek soz dane dewletê û ji aliyê dewletê jî ve hatye erkdar kirin.
Erkên Ocalan yên miqawilî yê “taşaroniyê”
Di wan vîdyoyên Ocalan yên lêprisînê de Ocalan wiha dibêje: “ez zêde tiştekî naxwazim, ez bi sînor amarên kar ji we dixwazim, emê bi nîqaş pîlanan dirust bikîn, wê demê jî hêzeke bê sînor heye, niha dewlet raste rast nikare van kara bike, Tirkiye bi hêza xwe zehmet bikare va kara bike, Amerîka jî hêzê miqawila bikar diîne, lê askerî ti çare tine”.
Hesen Atîla Oxir jî weha bersiva wî dide: miqawilî “taşaron” tu li ser van babetan bisporî, miqawil bikar anîn, miqawilî “tşaronî” kirin ew babetên yên tu têde bispor, pêwîste tu alîkarê me bî”.
Nûnerê dewletê û Ocalan di babetê miqawilî “taşaronyêda” li hev hatin.
Gelo erkê Ocalan çi bû?
Di armanca peymana dinavbera Ocalan û dewletê da, ji bo xurt kirina komara demokratîk kar kirine, Ocalan dibêje ezê bi can û dil vê bikim û ez nahêlim tu aliyek din kurdan ji bo xwe bikar bînin, di wateyek din de jî, gotina Ocalan pêwîste weha bihêt xwandin, ezê peywendiyên kurdan di gel hemû hêzên din qut bikim, û dê wan mehkûmî dewleta Tirk bikim.
Tiştê Apo bi dengê xwe gotî eve “niha ev ne pirr dîrokî ne, niha jî bûyerên weha tên jiyan kirin, ez dixwazim bala we bikêşim ser, ger bûyera kurd em bi başî bi Tirkiyê ve girê nedîn, rêya Asiya Navîn wê were girtin, vê qet ji bîr nekin”.
Apo girîngîyeke pir mezin dide ser mezin kirina Tirkiyê û wiha dibêje “hemû dewletên dinyayê bi vê rêyê sextîyê li ser Tirkiyê dikin, niha kar berevajî dizivre, Bi herêmêra Tirkiye hemû dinyayê wê bigre bin bandora xwe, Rûsyayê wê bigre bin bandora xwe, Berîtanya xelas bû, Amerîka dikeve pilana duyemîn, jiber vê ez dibêjim ezê bi Tirkiyê mezin bidim qazanc kirin”.
Ev hesasiyeta Apo ya parastin û pêşxistina Tirkiyê, di bin her zirofan de berdewam kir, li hemû parêznamên xwe da şûna ku qetilamên dewleta Tirk yên li geliyê Zîlan, Dêrsimê û gelek cihên din encam day mînak bide, weke gunehbar modernîta kapîtalîzm, yekîtiya Ewropa, Amerîka û Îsraîlê dide nîşandan ,şûna ku Faşîzma Tirkî gunehbar bike hiqoqa Ewropa tawanbar dike.
Yanî tiştê ku pir felsefî û dîrokî tê xweya kirin, bingehê xwe de ji bo peçaftina faşîzma dewleta Tirke, Ocalan ji bo mezin kirina dewleta Tirkiyê , erkên destê wîve cîbicî dike, herî dawî li 2/5/2019an bi rêya parêzerên xwere li derbarê rewşa Sûriyê û rojava de weha dibêje “kurd pêwîste hesasiyeta Tirkiyê li ber çav bigirin”.
Kurd wê bibin xwîna taze ya komarê
Dema mirov wan vîdyoyên lêprisînê temaşe dike, dibîne ku Ocalan ji bo dewletê çewa weke stratejîsîyenekî harîkar dibe, peymana Ocalan ya destpêkê daye dewletê, ku gelê kurd ji bo xizmeta dewleta Tirkiyê amade biket,
li ser vî babetî weha dibêje “ez li vir leyîstikê nakim, ez pir vekirî dibêjim bila dewlet mecalê riya xizmet kirinê ji bo min veke, hûnê bibînin pêşkeftinên ku hûn pê bawer nekin wê bixulqin, min duh ev got yanî dixwazin gelê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) dê bikim xwîna taze ji bo komara Tirkiyê, ger we ev modêle nepejirand, ew dem hûn çi bixwazin bi min bikin”.
Ne pilangêriya navdewletî ye, vegera malê ye
Belê nakokiya herî mezin di vêrê de ye, ew kesê ku dibêje ez rêberê gelê Kurdim, pêşya dewletê naxwaze peyva kurd bikar bîne, şûna ku bibêje kurd, dibêje gelê Rojhilatê Tirkiyê, ev peyva Gelê Rojhilat, peyveke ku Faşîzma Tirk û kemalîzm bikar diîne, li gorî wan kurd nîne, belku Tirkên Rojhilat hene, Ocalan jî nefsî peyv bikar tîne û ji vê peyvê zêdetir jî dixwaze gelê kurd bike xwîna nû ji bo komara Tirkiyê, komarê wê pê mezin bike û xizmeteke baş ji bo komara Tirk bike.
Di heman dem di wan Vîdyoya da, Ocalan li ser babetê kurd bûna xwe dajî weha dibêje “ez ne kesekî xalis û muxlis Kurdekim, ez weke milet weke min gotî aliyê min yê Dayîkê terefeke û aliyê Bavê jî terefek cudaye, ez xwe ji Tirkekê pir baştir Tirk his dikim, ez vê herdem jî dibêjim tu nejadperestên Tirk bila xwe ji min Tirk tir nebîne”.
Belê ew pilangêriya navdewletî ya tê bas kirin û berxwedanvaniya mezin ya ji bo Ocalan tê bas kirin, eve ya ku niha me bas krî, Ocalan ne bûye qurbanê pîlangêriyekî navdewletî, Ocalan vegeraye mala xwe, û wetenê xwe, û ji bo dewleta xwe ya Tirk jî ji her demê pêtir bi biryar xizmetê dike.
Beşê me yê çaremîn da emê bas li wê yekê bikîn ku Ocalan bi t awayî kurd xistin bin xizmeta dewletê.
Gerîla li sala 1999an de di kîjan zirofan de şûnda vekşan.
Kîbun li dijî Apo derketin.
Ocalan di lêpirsîna xwe de navên kê dan dewletê, Ocalan sîfatê rêberiyê çewan wergirt, emê van binvîsînîn.
Me bişopînin…