Ji xeta 15’ê Tebaxê heya xeta 15’ê Sibatê; Di nav PKK ê de çek û dijwarî

Beşa 1: 15 Tebax û analîza wê ya objektîf (Analîza şer ji HRK heta HPG)

Ev 37 sal li ser şerê çekdarî yê PKK ê di 15 ê Tebaxa 1984 an de dayî dest pêkirin de derbas bû. Bi vê çalakiyê, PKK ê yekem rêxistina xwe ya çekdarî ango damezrandina HRK (Hêzên Rizgarîya Kurdistan) jî îlan kir. Bi darxistina sê çalakiyên ku li Erûh, Şemzînan û Çatakê bên kirin, wê damezrandina HRK bihata ragihandin. Çalakiya Mahsûm Korkmaz a li Erûh ê pêk anî, deng da lê her du çalakîyên din bêbandor bûn.

Her çend wisa dixuye ku bi çalakiyê Erûh re şerê çekdarî tê destpêkirin jî, lê bi rastî Pkk ê di sala 1977 an de dest bi çalakîyên çekdarî dike.

Di vî mawê nîv sedsalê de xeta îdeolojîk a PKK, armanca wê, dijminên wê, rêbaza wê qadên wê yên şer û hwd gelek tiştên din hatine guherîn. Lêbelê, ev guhertine ne ji ber şert û mercên de tê tên guherîn, naveroka guherînêde çuha pêşdikeve. PKK neguheriye, lê ber bi eksê cuda ve çûye. Ev guherîna eksênê wekî ” ji xeta Mahsûm Korkmaz a 15 Tebax ê ber bi xeta Evdila Ocelan ya 15 Sibat ê ve belav bûye”

Ma Kurd çiqekî Tirkiyê ne?

Bingeha daxuyaniya damezrandina HRK ê (Hezên Rizgariya Kurdistan), ku di 15 ê Tebaxê de hatî îlankirin de, li ser redkirina kolonyalîzmê û avakirina serxwebûna neteweya kurd û welatê wî Kurdistan ê bû. Di daxuyaniya îlanê de van vegotin hebûn: “Armancên kolonyalîzma faşîst û pêşeroja ku ew ji bo gelê me dibîne diyar e. Weke netewe û gelên di bin xulamtiya kolonyalîst de jinavbirin, dixwazin Kurdistan û gelê Kurd bikin beşek ji Tirkiye û neteweya Tirk, me wekî koleyên îtaatkar ji bo xwe biden karkirin”

Her tiştê ku HRK ê di daxuyanîya xwe de red kirî, îro bûye bingeha paradîgmaya Ocelan. “Demokratîzekirina Tirkiyeyê, di bin nasnameya jorîn a tirkbûnê de yekbûnyîn û bûna parçeyek ji neteweya tirk e” bingeha armanca proje çareseriyê ya Ocelan e. Cihê ku Evdila Ocelan armanca xwe herî zelal rave dike ev Îmralî ye. Êcelan ji kesê lêpirsîn wî dike(Attîla Ûgur) re dibêje: “ Qurmê darê neteweya tirk e em Kurd jî çiqên wê darê ne.” Peyre Ocelan bi sedan rûpelên pirtûkan dinivîse ku bikare kurda bi de qebûl kirin ku ew çiqê dara neteweya Tirk in. Pêdivî ye ku em kevanekê vekin û viya diyar bikîn: bûyîna çiqê darê tê wê wateyê ku her tim were kezaxtin. Ger Kurd çiqek ji neteweya Tirk bin, wê dem bi dem ev çiqlene bihên birîn ku ew dirêj nebin.

PKK e weke tevgereke dije-şoreşgerî

Guherandina armanca PKK ê bandora xwe heta guhertina navan jî dike.  Ew rêxistina leşkeri a binavê HRK e, di sala 1986 de bû ARGK (Arteşe Rızgariya Gele Kurdistan). Ango ji rizgarkirina neteweya Kurdistan veguhezî rizgarkirina mirovên Kurd. Lêbelê, bi salên 2000an re, PKK ê hema hema di tu tevgerên xwe yên leşkerî de navê Kurdistanê nehişt. Hemû hêzên xwe yên leşkerî wekî “Hêza Parastina Gel” kom kirin. Piştre, ji bo Rojava Yêkîneyên Parastina Gel-YPG ava kir, ji bo bakûr Yekitiya Parastina Sivîl-YPS ava kir, ji bo Şingalê “Yêkîneyên Berxwedana Şingalê YBŞ rêxistin kir. Ev guhertin ne bi sedemên gûncaw an jî tesadufî çênebûne. Armanca PKK bi van guherandinan, dixweze navê Kurdistan û neteweya Kurd berze û nedîyar bike.

Pir girîng e ku Kurd mihasiba şer û dijwarî ya vê nîvê sedsalê a PKK ê dayî meşandin bike. Lêbelê, şîroveyên van pêvajoyên dîrokî nahêne kirin. ew şîroveyên heyî jî yên PKK û dewleta Tirk a dagirker in. Diyar e ku di cîhana lêpirsînê de ku aliyek xwe diparêze alîyêdin jî wana weke şeytan dinirxîne de, çi rastî dernekevin holê.

Di şiroveyên PKK û dewleta Tirk de rastî têne veşartin

Dewlet hemû pêvajoyên PKK ê bi pêngavek dij-Tirkiyê ve girê dide ku bi teşwîqkirina hêzên biyanî ku dixwazin Tirkiyê tune bikin pêk tê. Misogere ku dagirkerê Kurdistanê yê herî xeternak di derbarê xwe û şer de agahîyên rast belavnake. Her tişt li ser çîrok û propagandayê tête ava kirin. Rêbazek bi vî rengî (manîpûlasyon) ji hêla PKK ê ve jî tê bikar anîn. PKK tevahiya dîroka xwe li ser çîrok û propagandayê ava kiriye. Li gorî daxuyaniyên fermî yên PKK ê, her tişt bi saya Evdila Ocelan çê bûye, ku berdewam gavên bêqusûr diavêt. Her kes paşverû ye, xirab e, bêxêr e, lê ocelan rêberek bêqusûr, bêkêmasî û pîroz e. PKK tenê li ser bawermendî liser linga maye.

Wusa dîyar dibe ku nirxandina vê pêvajoya 45 salî ya Bakurê Kurdistanê li gorî van her du manipulasyonên propaganda û têgihiştinê dê ji me re alîkar nebe.

PKK dîroka Kurd înkar dike

Bi gotina ku PKK şer dike û xwînê dirêje yek rexneya herî biçûk jî nehê qebûlkirin yên biken jî, têne aforoz kirin. Bi taybetî nifşê nû yê Kurd daneyên PKK ê bi hestyarî nêzdibe û bêyî ku were pirsin û şikbirin, hemû tiştî rast qebûl dike. Lê belê zirar û sextekariya ku PKK ê di dîroka Kurdistanê de çêkiriye, ji ya dewleta Tirk zêdetir e. Ji ber ku vegotina dîroka Kurdistanê PKK bi xwe re di de destpêkirin. Li gorî vegotina PKK’ê, beriya PKK’ê, Bakurê Kurdistanê û heta li tevahiya Kurdistanê kurdayetî nebû û Kurd nebûn. Kurdîtî ber bi tunebûnê ve diçû. Bi PKK ê re “kurdê mirî” ji gor ê hate derxistin. Xala ku di dawiya vê axaftinê de gihîştî yê ev e: “Ger PKK tunebûya, dê Kurd wenda bibûna. PKK çi bike, rast e, Wê demê her kes deyndarê PKK ê ye, Pêwîst e her kes îtaatê bi PKK re bike.”

Dema ku PKK vê dike, dîrokê weke mitolojik dinirxîne û vegotina wê bi hestyarî dike û rastîyan vedişêre.Tiştên ku PKK dibêje tenê efsaneyek e. Lêbelê, di rastiyê de, bi hezaran înfaz hene, kuştin, valakirina gundan û êşa wan zarokên sêwî hiştî, ajansên îstîxbaratê, rêkeftin, bazirganî ya li ser xwîna ciwanên Kurd heye. Ya herî girîng, şerekî li dijî kê bi çi armancê tê kirin kes nizan e,heye. Ya rast, şerekî li dijî Kurdan bi her wa yî tê meşandin heye.

Kî şer dike kî dimeşîne

Ji destpêka şerê PKK ê û vir ve, tenê li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û bi hezar an gund jî hatine valakirin, Bi hezaran kes birîndar bûne û milyona Kurd penaber bûn e. Gelê Kurd kuştinên kiryar nediyar, înfaz, zîndanî kirin û şewitandina gundan jiyan kirin. Bi hezaran ciwan ji bo şerê dijî dagirkerîyê berê xwe dan çiyan. Dîrok bi dehan mînakan dagirtî ye ku armanca gel û armanca bazirgnên şer dimeşînin ne yeke. PKK’ê ev têkoşîna gelê Kurd neafirandî ye. Gelê Kurd jixwe miletekî şerker e, gelê berxwedêr e, her dem berê xwe daye çiyayên bilind. Rexnekirina PKK ê, nahê wetaya rexnekirina gelê Kurd û rexnekirina yên canê xwe dane. Berevajî, eşkerekirina dîroka PKK ê ya di nava 50 salan de ke çawa PKK bûye tevgereke dij-şoreşa serxwebûna Kurdistanê û xwedîderketina li xwîn û keda gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, em ê detay û çîroka dîroka PKK ya şer û dijwarî yê a 50 salan ji were binivsînin.

Pustên heman beş