Ji xeta 15’ê Tebaxê heya xeta 15’ê Sibatê; Di nav PKK ê de çek û dijwarî

Beşa 4: pêvajoya şîdeta poletîkayê anjî pêvajoya bi piştgiriya dewletê şîdet pêşxistin “1978-1980”

Abdulla Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê rênmayên partiyê de ku li sala 1996an de belav kirbû ev gotine digot: “Em sala 1977an li Kurdistanê belav bûyn, 1978an jî me li ser vê siyaseta bi çek ango li ser bingeha tundî siyaseta çek me li ser zêde kir.” ev gotina Ocalan raste, PKKe hebûna xwe ya poletîk li ser bingeha tundiyê pêş xistiye, di xeta PKKê de lihevhatin, parvekirin û lihevkirin tuneye. Em di navbera sala 1978 û 1980an de vê taybetmendiya PKKê pirr bi zelalî dibînin.

Tiştekî pirr bi guman heye ku dewleta tirk jî di heman demê de pêl dukmeya kaosê kirbû. Li bajarên Tirkiyê bi destê dewletê rêxistinên sexte çêdibûn û nakokî û pevçûnên çep û rastgiran kûrtir dikirin, rewşeke wusa peyda dibû ku heger derbeyek eskerî çêbûba kes nedikarî bibêje na. Vê yekê jî rê ji derbeya 12ê Eylulê re vedikir. Ev şîdeta poletîk ku Ocalan qala wê dike û yên dewletê di heman demê de dest pê kirbû, helbet ku ev ne tesadûf bû, dewlet û PKKê siyaseteke hemwext dimeşandin.

Hereketa kurdkuj

PKKe di sala 1978an de li bajarên kurdistanê de li himber rêxistinên din yên kurdî zirûfên pevçûnê amade kirin. Li vê demê de PKKe li Diyarbekir ê bi DDKD e “Komeleya Çandî ya Demokratîka Rojhilat” û bi “Rêya Azdiyê” li Mêrdînê li dijî Kuk “Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê”, li Dêrsimê jî li hember HK anku Rizgarkirina Gel pevçûn da destpêkirin. PKKê di wan bajaran de yek esker yan polîsek jî nekuşt, lê belê bi dehan kadroyên Kurd kuştin.

PKKe jiberku vê tundiya xwe meşrû bike ji kadroyên xwe re digot DDKD e derheqa me de biryarek girtiye û dixwazin me tune bikin, gotine em PKKê nakin di nava Diyarbekir ê de, bi vî awayî kadirên xwe tûj dikirin li himber rêxistinên din, û bi vî awayî jî li hizra însanan de kuştina kurdan meşrû dikir, projeyên dagirkeran “Kurd Bi Destî Kurdan Bi Kuştin Dan” dest pê kirbû. Li gor PKKê kuştina kurdan ji boy ramaneke mezin bû, heger ku em li rojên xwe yên niha jî bimeyzînin emê bibînin PKKe îro jî heman tiştê dike û bi rêya propaganda dide meşrû kirin ku kurd dikarin hevdu bikujin û bi çavên dujmin li hev bimeyzînin û ji ber vê ger em bibêjîn di destpêkê de PKKe hereketek kurd kuj bû, ne şaşe. Di navbera sala 1978 û 1980an de em dikarin bi dehan mînak ji bo vê yekê berçav bikin.

Gelo grûpa PKKê ya li Enqere yê û ya li Kurdistanê wek hevin?

Di navbera grûpa PKKê ya ku li Enqere yê çêbibu û grûpa PKKê ya ku li Kurdistanê de çêbibû ferqîyek mezin hebû, ev kesên ku li Kurdistanê li derdora PKKê kom bûbûn bi rastî welatperwer bûn û bi tekoşîna Kurdistanê bawermend bûn, lê belê ew grûpa PKKê ya ku li Enqere yê bû grûpa li Kurdistanê ji xwe re bi xetereyeke mezin didît. Jiberku xeterî hebû ku qluç “Şax” guh derbas bike. Grûpa Enqere yê ku muhra dewletê li ser bû didît ku ev PKKeîyên li Kurdistanê muhra neteweyî li sere wê ji wan mezintir bibe. Ocalan dît ku pêwîste desthilatdarî yeke zêdetir di nava kadroyên PKK de çêbike, ji boy vê jî tirs û xûf pêwîst bû. Ji bo vê yekê pêwîst bû bide qebûlkirin kuştinên di nava PKKê de tebîî ne, bi vî awayî dikarîbû hevsarê rêxistinê di destê xwe de bigre.

Înfaza yekemîn ku hatiye kirin Celal Aydin bû. Çi îspat nebû, lê dihate gotin ku ev li gel rêxistinên din kar dike, du kesan biryara kuştina wî dan û navên van herdu kesan me matmayî nahêle ku bi hevre hin biryarên din yên kuştinê dabûn: Ocalan û Bayîk.

Celal Aydin demk bû nediyar, ti kesekî nedizanî çi bi wî hatiye, piştre kadroyekî PKKê bi navê Şahin Dönmez teslîmî dewletê bû û çarenosa Celal Aydin eşkere kir, Şahîn Dönmez , Alî Gündüz, Aytekin Tuğluk “birayê Aysel Tuğluk’un”, ev kesane bang li Celal Aydin dikin û jêre dibêjin civînek girîng heye ku pêdvî dike em biçin wir û merrekî jî didin destê wî û wî dibin goristanê û dest pê dikin tirba wî pê didin kolandin û jêre dibêjin biryara kuştina te hatîye dayîn, li gor gotina Şahîn Dönmez  piştre yek fîşek li serê wî didin û bi pehînekê tavên di tirba wî de, piştî çend heyva Dönmez  îtîrafê dike û dewlet diçe tirba wî dikole û xweya dibe hêjan cesedê Celal Aydin bi temamî xerab nebûye, bi vî awayî kuştina hevalê xwe wek tiştekî muqeddes dikeve nava aydolojî û dîroka PKKê de.

Cemîl Bayîk: yan emê li Diyarbekir ê bimînin yan DDKD

PKKê êdî dest bi êrîşa li ser rêxistinên kurdan kirbû, PKKe diçe cîhên hereketên din û dixwaze wêne û sembolên xwe bi wan bide bilind kirin, dema ku îcaze bi PKKê nayê dayîn, PKKê vê dike sedema êrîşê û ji kadroyên xwe re jî dibêje, vane rê nadin em li kurdistanê xebat bikin û bi vî awa kadroyên xwe li dijî rêxistinên din tûj dikirin. Cemîl Bayîk di nivîsekî xwe de ku li sala 1993an de belav kirbû dibêje: “1978an de li Amedê DDKD e û Rêya Azadiyê hebûn, ev li dijî xebatên me bûn, digotin ger hûn wusa bikin wê qetilam li ser gelê me çêbibe. Me li dijî wan êrîşek destpêkir, biryara me ev bû eger rêya Azadiyê jî alîkariya me bikin em wan ji Diyarbekir ê bavêjin. Diyarbekir yan da ji me re bimaye yan ji wan re, cîyê ku em têde bûna ti kes nedikarî tê de bimîne.”

Cemîl Bayîk piştî Ocalan navê tarî yê duyemîne di nava PKKê de, ev gotina Bayik rast bû, mînak tenê li Mêrdînê di nava du salan de 57 kadroyên pêşketî yên KUK hebûn ku bi destê PKKê hatbûn kuştin.

PKKe di Kurdistanê de êrîşî wan weşanxaneyan dikir ku PKKe rexne dikir, kemîn ji rojnamevanan re di danîn û teqîn di nava sazî û dezgehan de çêdikirin. PKKe weku bayekî terorê hatbû ser Kurdistanê.

Dûra şerê Eşîran

PKKe her bajarek yek bi yek kir şûna alozîyekê. Agirî, Diyarbekir û navçeyên wê, Bîngol, Dermis, Batman, Sêrt û gelek cîyên din bûbûn şûna alozîyekî, lê belê hinek bajar hebûn ku bi rêya komele û saziyan nedikarî aloziyan têde çêkin, jiberku li vê derê tebîeta civakê hinekê ciyawaztir bû mînak Orfa. Ji bo ku Orfayê bikşînin nava alozîyekê de dibîya şerekî eşîreta çêbûba.

Ew bûyera Hîlwan ku bi destê PKKê çêbûbû, bûyera çêkirina alozîyekê bû, PKKe vê bûyerê wusa pênase dike ku li Hîlwanê li himber axa û serok Eşîran berxwedaneke mezin hatiye çêkirin. Heqîqeta vê bûyerê ev bû PKKê di navbera du Eşîretan de bûbû piştevana eşîra bihêz û li himber eşîra din şer dabû destpêkirin. Li Hîlwan ê du eşîr hebûn, yek ji wan eşîreta “Suleyman” ev bi piraniya xwe însanên feqîr bûn, ev însanên ku bi piraniya xwe feqîr bûn û ne xwediyên erd û zevîyên xwe bûn, di nava dewletê de zêde cî negirtibû, û xwandevanên wan jî pirr kêm bûn, eşîreta din “Paydaş” bû, Paydaş zengîn bû, parlamenterên wê hebûn û di nava CHP ê de cî digirtin, PKKê di nava şerê van du eşîran de piştevaniya Paydaşan kir û eşîra Suleyman ji Hîlwanê avêtin, ji eşîra Suleymanan bi dehan însan hatbûn kuştin û xaniyên wan hatbûn sotin, PKKê li Bakurê Kurdistanê pêngava xwe ya herî mezin li bajarê Hîlwanê avêt, tiris û xûf çêkir bû û navê xwe bi her kesê dabû bihîstin û kuştina kurdan hêşta jî berdewam dikir.

27ê Mijdarê sala 1978an de PKKê bi kongireyekê bû partî. Li gor gotinên Cemîl Bayik ji sedî 95 Evdila Ocalan di kongreyê de axvî, PKKê xwast vê kongreya xwe bi çalakiyek mezin bide zanîn û xwest li himber serokê eşîreta “Bocak” bi çalakî navê xwe eşkere bike, lê ev çalakî bi ser neket. Dibêjin ku heqîqet di nava hûrgilyan de veşartiye pirsek heye ku wek hûrgilyeke diyare, lê di nava berisva wê de heqîqetek mezin heye, ew jî eve; “PKKê çima damezrandina xwe bi kuştina esker û bîrokratek tirk ranegehand, lê belê bi kuştina kesek kurd ragihand.”

Şik û guman û îtîraf

PKKe di dîroka xwe de dibêje ku pereyê me yê çek kirînê nebû, em li kolanan radizan, gelo PKKê ev çalakî çewa kirbûn? Gelo eqlekî veşartî alîkariya PKKê kirbû, ev guman tenê li cem me nîne, li cem xelkê din jî ev guman heye, heta hinek rojnamevan ji nav dewletê de vê yekê dipirsin.

Mînak, 1979an de rojnamevan Yalçîn Doxan vê şîroveyê pêş dixe: “PKKe rêxistina herî dijwar û êrîşkare û hemû kesên ku bi destê Apoçîyan hatine kuştin yan însanên Şoreşger bûn yan endamên rêxistinên din bûn.” heman demê Yalçîn Dogan vê gomanê di serê her kesekî de weke pirsekî lê dike: “mînak, li yek ji navendên wan li Batmanê her kes dizane kî Apoçî ye, kîj Apoçî tevlî kîjan çalakiyê bûye, çekê Apoçîyan li ku derê hatiye veşartin. Xelk van tiştên han hemûyan dizanin, tiştê ecêb li virr dest pê dike, tişta ku her kes dizane çima dewlet nizane.” dema PKKê ev çalakiyên dijwar encam dayî çima dewlet jêre nebû rêgir, tiştek din ê balkêş hebû ku li her derê wek reşebayekî şer dest pê kiribû û Abdulla Ocalan û hevjîna wî Fatma li Diyarbekir ê li taxa Ofîs ku cîhê dewlemenda bû di nava şuqeyekî de rûniştibûn û her tişt bi rêve dibir, lê belê ti kesekî dest li wan neda û çi ji wan re negot.

Heta Şahîn Dönmez vê demê teslîmî dewletê bû, cîhê Ocalan û her tişt ji dewletê re gotbû, lê belê dewletê Ocalan negirt, heta Cemîl Bayîk demekî dibêje ku dema Şahîn Dönmez teslîm bûyî polîsê Elezîzê hinek hevalên me girtin, lê belê ji navenda dewletê li Enqere yê hişyarî ji boy polêsê Elezîzê hat û got dest nedin wan, gelo sedem çibû dewlet wan negire û yê girtî jî berde?.

Li Hîlwan ku PKKê bi heyva şer têde kir, dewletê dengê xwe dernexsit, ji boy 14 rojan artêşa tirk hat nav Hîlwan ê û hemû PKKe ji Hîlwan ê derxistin, Hîlwan di dema 14 rojan de aram bû, lê belê bi sebebek nediyar piştî 14 rojan dewlet ji Hîlwanê vekişya û careke din PKKe vegeriya, ev bûyereke bi guman bû, heta hinek ji serokên  partiyên mixalefetê ji serok wezîrê vê demê Bülent Ecevit pirs kir, ev artêş çima vekêşiya, diyare ku aqilek û destek piştevaniya PKKê dike ku ew li Hîlwan ê bi ser bikeve.

PKKê dest danî ser serokê şaredariyê û wan endamên meclîsê ku piştgirya PKKê nedikir, piştre PKKe van kesane dibe û bi mîkrofona şaredariyê bi wan dide gotin ku bibêjin em xayînin, em teslîmî şoreşgeran bûne, hûn jî teslîm bibin, ev yek di demekî de bû ku avahiyê asayîşa Hîlwan ê 50 metran û fermandariya artêşa Tirkiyê li Hîlwanê jî 200 metran ji cîhê mîkrofonê anku avahiyê şaredariyê dûr bûn, ti kesekî mudaxeleyê vê rewşê nekir. Gelek belgeyên din hene ku ev aloziya Hîlwan Sîverek û li bajarên din yên Kurdistanê heyî dewlet û PKKê bi hevre gor kirin.

Encam Kurdistan di nava alozî û pevçûnekî de bû. Kadro û pêşengên kurdan dihatin girtin û dihatin kuştin. Dewletê nedihişt kesek nefesê bistîne, di şert û mercekî wiha de Ocalan ê ku hevjîna wî MÎT bû û hevalê wî jî MÎT bû yek kevir jî di destê xwe de negirtibû, çû Sûriyê û xwe rizgar kir û derbeya 12ê Eylolê çêbû.

Ev aloziya ku dewletê dixwest derketbû, hemû aliyên siyasî ji bilî Ocalan birîndar û belav bûbûn.

Beşa 5: Ocalan bi xwe xwe rizgar kir yan hinekan ew rizgar kir, çi l benda kadroyên PKKê bû

Pustên heman beş