Ji xeta 15’ê Tebaxê heya xeta 15’ê Sibatê; Di nav PKK ê de çek û dijwarî

Beşa 5: Salên bi Baasîkirina PKKê ji hêla Ocalan û bertekên navxweyî

Pêvajoya dîroka PKK di navbera salên 1980 heya 1990an de pêvajoyeke girîng bû. Di vê heyamê de, PKK ê Kongreya xwe ya 2yem û 3yemîn li dar xist, berxwedaneke mezin li zindanan de hebû, dest bi şerê çekdarî hate kirin, û artêşa gerîlla hate îlan kirin. Lê ev tiştên me hejmartî hin bûyerin ku PKK ê di vegotina xwe ya fermî ya dîrokî de jî nivîsandîye. Lêbelê, van 10 sala ji bo PKK ê wateyên pir cûda hebûn. Kîmyaya PKK ê hete guherîn. Teşkîlata rêxistinî, sîstem, pêvajoyên wekî meşandina partiyê bi lez guherîn. Dostên kevn bûn dijmin û Dijminên kevn bibûn dost. Libnan bû navenda van guherîna hemû yan.

“Serokê” ku Kurdistan qed nedîtî

Piştî ku Ocalan di Tîrmeha 1979 an de derbasî Sûriyê bû, heta 15 Sibata 1999 hatî girtin wî carekê jî pê li axa Kurdistanê nekir. Bi rastî, Ocelan ji bilî wan 10 mehên sala 1978an li Amedê derbaskirî, qet li Kurdistanê nemaye. Ew 20 salan li ser xeta Libnan-Şamê bêyî ku rastî tu pirsgirêkên ewlekariyê were jiyaye. Werin em ji bo kesên ku dixwazin li ser vê mijarê lêkolînan bikin nîşejêrekê deynîn vir; Mînak, dewleta Tirk 12 kanûna 1980an li Sûrîyê bajarê Qamişlo êrişî malekê kirin û hindir de 7 serkirdeyên rêxistina Kawa û 9 welatparêz ango 16 Kurd qetilkirin. Ocalan tu carî bi rewşek wiha re rûbirû nemaye. Ew li qesrên têde melevangeh heyî, li şiqan, li ser rêken Şamê, cîyên sîyahî û dîrokî û hwd, bi serbestî digerîya.

Gelo pêwendiyên Şamê li ser berjewendiya bûn an jî li ser hevgirtinek Enternasyonalî bûn?

PKK di vegotina xwe ya dîrokî de, mayîna xwe ya Libnanê pir efsanewî qaldike. PKK beşdarî pevçûnên Filistîn-Israîlê bi bû. Di 2 Hezîrana 1982an de, 10 kadroyan di şerê li dijî Israîlê li Libnanê, jiyana xwe ji dest da. Bi rastî, Duran Kalkan di sala 2018 de got, “Têkoşîna gelê Filistînê têkoşîna me ye, di navbera Kurd û Fîlîstîniyan de biratiya şer çêbûye.” Ewî ev mijar pir mezin binav kir. Her çend PKKe têkiliya bi Filistînê re wekî hevkariyek navneteweyî nîşan bide jî, cewhera wê ne wusa ye. Li vir PKK ji bo her karmendekî meaş distîne û ev pere diçin sindoqa rêxistinê. Li hember vê jî PKK li gorî berjewendiyên Sûriye, Libnan û Filistînê tevdigere. Ocalan hêza kadroyên xwe mîna Lejyoner an bikar anî.

Kodên zihnîyeta Ocalan yên nû û berxwedana kadroyan

Ocalan li Şamê Û Beyrût ê kevneşopiya partiya Baasê pir baş xitimkir. Loma jî rastîya Baasê di kodên zihnîyeta Ocelan de cihekî girîng girt. Êdî Ocelan hêdî hêdî PKK dikişand ser xeta partîya Baas ê. Lê endamên PKK ê ji vê rewşê nerehet bûn.

Mînak, dema Kemal Pîr ji Libnanê diçû Kurdistanê, ji Cemîl Bayik re digot: “Ez careke din navegerim Libnanê”. Her çend Bayik xwest vê gotina Kemal Pîr bi Fatma re bide girêdan jî, lê di cewher de, hemî kadro ji siyaset û şêwaza jiyana Ocalan ya li Beyrût û Şamê acizbûn. Her çend bi cûre tiştan ve were şirove kirin jî, lê rastî eve: kesên ku ji bo doza xwe mirin dayî berçav, ew keda hatî dayîn, li gel şêvazê jîyana Apo gûncaw ne bû loma jî wan bi veşartî ji Apo gilîdikirin.

PKK’ê Tîrmeha 1981 ê Konferansa xwe ya Yekem û di Tebaxa 1982an de jî Kongreya xwe ya Duyemîn pêk anî. Di van kombûna de acizîya hember Apo gihişte astekî wusa ku Sekreteriya Ocelan ya partîyê jî bo mijara nîqaşan. Ocalan bi kutekî li ser posta xwe ya berê (sekreterî) ma. Evê xeteriyê Ocalan pir tirsand. Apo piştî kongerê ew kesên ku jêre bibin asteng û muxalif bin û hemû ji holê rakirin. Dest bi vewjartina nava rêxistinê kir. PKK di salên 1980yî de şerekî navxweyî yê veşartî meşand. Ocalan di pirtûka xwe ya binavê tasfîyekirina tasfîyecîyan de wiha dibêje: ” ger ji bo tasfîyekirina yek kesê tasfîyecî, pêwîst be ezê hemû partîyê jî tasfiye bikim.” Ji ber vê yekê şerê navxweyî pir hêrs bû. Ev helhesta Ocelan bu sedem ku hemû kadroyên xwe yên berê, yên ku PKK kirî PKK, yek bi yek ji nav dibe. Ocalan têkoşîneke mezin û bi xwîn dimeşîne da ku PKK bibe partiya Baasê û ew jî  bibe zilamê yeke yê partîyê. Wî dixwest bibe mirovek mîna Saddam, mîna Esed.

Li geliyê Bekaa, Ocelan guh da kesên ku dibêjin “bi’r-ruh bi’d-dem nefdik ya Esed” (bi can bi xwîn em bi tere ne, ey Esed). Apo jî di xwest ku ev şîar ji bo wî were avêtin. Wî ji bo vê yekê pêvajoyek pir bixwîn da destpêkirin. Wî damezrînerên PKK ê, rêheval xwe û hemû berxwedêr jicav derxistin. Li Lolan, Libnan û Ewropayê bi dehan kes wek xayîn hatin tometkirin û kuştin. Vê pêvajoyê heya 1986 berdewam kir. Kongreya PKK ê ya 3êyemîn piştrast kir ku rêheval Alî êdî dibe Serok Apo. Berê dirûşma ” An Kurdistan an neman” diqîriyan, niha endamên PKK ê yên li geliyê Bekaa dest bi dirûşma “Bi can bi xwîn em bitere ne ey Serok” dihate qîrkirin. Ocelan ji bo ku bigîhe xeyalên xwe yên weke Saddam û Esed bûnê li ser cinazên hevalên xwe gihiştibû yê. Êdî Ocelan ne Elî bû û ne jî heval; ew bi bo “Serok Apo”.

Çavkaniya îlhamê ya PKK ê çi bo ?

PKK ji şerê çekdarî re dibêje şerê gerîlla û bingeha xwe ya dîrokî bi rêxistênên Çep, Marksîst-Lenînîst û li ser mînakên gelek welatên dûr ên wekî Viyetnam, Angola, Filistîn ve girêdide. Şerê PKK ê Pêşmerge wek model ji xwere pejirandi bû. perwerdeya leşkeri ya Libnanê ji ber şert û mercan ji bo Kurdistanê guncaw nebû. şerkirina li Kurdistanê pîwîstî bi naskirina çiya, naskirina erdnîgarî, zanîna vêxistina agirê , zanîna xwe veşartin, zanîna rêveçûna bi şev û hwd. Ev hemû tecrûbe di nava Pêşmerge de hebûn. PKK ê E-B-C şerê partîzanî ji Pêşmergeyan fêr bûye. Pêşmerge wek hêza şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya Kurd mohra xwe li sedsala 20 an dabû.

Înkarkirina vê rastîya dîrokî ji bo PKK ê tê wateya înkarkirina hemû destkeftîyên heyî ne. Heman deme de dîyar dibe ku Pkk ne din ava mala netewa Kurde, ye. PKK di bêje min ji bizavên şerê gerîllayê vîyetnam- Angola sûd wergirtîye lê bele Pkk ê çiz û jibîr kir dema ku nan ji mitbexa Pêşmerge dixwear, çak a pêşmerge dişûxiland, di bin xîvetên pêşmerge dinivist, şûtik girêdan ji Pêşmerge fêrbû û hwd…  nûke PKK hewl di de ku Pêşmerge biçûk bixe û kenîya xwe pêdike. Ev helwest înkarkirina dîroka xwe bixwe ye. Luma jî Pkk bê kok e û nanheram e. Cîhana PKK ê ya fikrî li ser bê kokiyê ava bûye.

Têkiliyên bi PDK ê re

Mehmed Qarasungûr (xalit) di sala 1980 de diçe Rojhilatê Kurdistanê û bi tevgerên Kurd ên li wir re têkildar dibe. Qarasungûr nêzî salekê li baregeha PDK ê li Şino dimîne. Bi giranî, ji kevneşopiya Barzanî û pêşmergeyan bandor dibe. Ew di wê baweriyê de ye ku têkoşîna Pêşmerge cewhera têkoşîna netewa Kurdistanê ye. Qarasungûr di sala 1981 ê de diçe Libnanê û “projeya derketina ji Libnanê û çûyîna Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Apo dike”. Bi rastî, Qarasungûr yekemîn fermandarê leşkerî yê PKK ê ye. Ew kesek e ku beşdarî şerê Hilvan û Siwêregê bû. Bi rastî, Mihemed Qarasungûr yek ji kesên pêşîn e ku broşûra “Li Kurdistanê şerê çekdarî” nivîsandî. Kesê ku PKK anî Başûr û yê yekemîn bi PDK ê re Peyman girêda Qarasungûr bû. Kesê ku PKK anî Başûrê Kurdistanê Mihemed Qarasungûr e. Qarasungûr kesekî neteweperwer û welatparêz e kî mezin bû. Wî bawerî bi tifaqeke neteweyî di anî. Dema ku hewl dide di pevçûnên navbera YNK û IKP de berevanî yê bike, Ew bû hedefa guleyên endamên YNK ê yên ku êrîşî kampa IKP kirin, û ew di 2 ê Gulana 1983 an de li baleyakatî şehit ket. Şehadeta Qarasungûr ji bo Ocelan bû weke nanê qeymax kirî.

Bandora têkoşîna pêşmergeyan li ser kadroyên PKK tenê bi Qarasungûr re sînordar nebû. grupên yekem ên ku hatin Başûrê Kurdistanê li kampên PDK di  man û ji wan fêrî jiyana çiya di bûn. Mînak, PDK ji navenda xwe ya partî re dibêje Liq, PKK jî wusa digot. Cil û berg, şûtik girêdan, çek hilgirtin, raxt hildan hemû ji Pêşmergeyan fêr bûn. Bi rastî, mebesta kadroyên despêkê, afirandina versiyona şerê Pêşmergeye li bakûrê Kurdistanê bû.

Xeta Libnanê û xeta Lolan ê li hev dikevin

Ocalan vê xetê weke xayîn û tasfiyekar îlan dike. Ji bo ku kadroyên li Lolan û Başûr têk biçin, Apo hemû giranî û pirsgirêkên xwe yên Libnanê , bi taybetî Fatma jî, rê dike ser wan.

PKK paşê di vegotina dîroka nivîskî û devkî de van rastîyên başûr înkar dike. PKK, bi rûmetdarî pêvajoya Filistîn-Libnanê bi bîr tîne. her tiştê ku tekoşîna PDK ê û Pêşmerge tevlî wê kiriye red dike. Lêbelê, heke peymana 1982 an nebû ya, PKK ê nedikarî linge xwe pavêje Başûr û Botanê. PKK ê têkiliyên li Botanê û Başûr ji PDK ê deyn wirgirtî bûn. Xelkê Botan Behdînan Pêşmerge wek perçeyek ji xwe dîtin. Endamên PKK ê jî weke berdewamîya tekoşîna Pêşmerge didît û loma jî ew himêz kirin.

Hamit Bozaslan diyar dike ku “Piştî 1920 an, kurd bûne xwedî çandek hevpar, xeyalek erdnîgariya hevpar”. Ev tespîtek pir rast bû. Kurd li ser xetên sereke hevpar bûn. PKK dîroka xwe li ser dîroka Kurdistanê de dibine xwe li derveyî vê dîrokê dihesibîne û dibêje dîrok bi me despê dike. bêyî ku pêwendiya xwe bi tevahiya dîroka Kurd re hebe, darbeyek mezin e ji bo dîroka Kurdan ya hevpar. Heya PKK hew qas bêperwa dibe û dibêje min Kurd afirandine. Înkara hemû dîroka Kurd û Kurdistanê dike. Di rastiyê de, PKK ê zemîna netewbûna kurdan ji holê radike. PKK ê ji destpêka şerê çekdarî de ev rol lîst û di warê siyasî û leşkerî de hevkariya bi kurdan re red kir. Mînak, Ocelan dît ku Duran Qalkan û hin rêvebirên din bi endamên PDK ê re bi hevre dixebitin ew wekî tasfiyegeriyî tometbar kirin. Duran Qalkan û hevalê xwe li Başûr kovara bi navê Pêşmerge wek weşana fermî ya HRK (hêza Rizgarîya Kurdistan) derxisti bû. Paşê jî, heman Duran Kalkan pirtûkek bi navê “Pêşmergê Biçûk” nivîsîn di bû.

Ev rewşa kadroyên PKK ê bû. Lêbelê, Ocalan PDK ji xwe re wekî dijminekî dît. Wî gelek caran di talîmatên xwe yên wê demê de qala vê yekê dikir. Cemîl Bayik, ku xwedî heman zîhniyetê ye, vegotina dîroka PKK ê de, ji peymana PDK ê re hatî kirin re wiha dibêje: “Diviya Botan bihata girtin. Ji bo ketina me ya Botanê jî pêdvî bû em PDK ê bêbandor bikîn. Ji bo vê armancê me bi PDK ê re tifaqî çêkir”.

Ji despêkê heya îro gotinên PKK ê yên mîna Yekitiya neteweyî û bi hevra xebat kirina Kurdan peyvên bêbingeh bûn. Ji ber ku PKK bê mebde û pragmatiste. PKK ji alîye kê ve, amadekariyên ketina Botanê dikir, ji aliyekî ve bi Saddam re di nava pêwendiyê de bû, ji aliyek din ve jî bi wan cehşên ku dijî Pêşmerge şerkirî re dinava danûstandinan de bû.

Li rexmê van hemû rastî yên PKK ê jî, zarokên gelê Kurd, ji bo serxwebûna kurdistanê berê xwe da bûn çîya. Ev rewşa PKK ê ya beriya çalakiya 15 ê Tebaxê bû.

Beşa din: Pêngava 15 ê Tebaxê û gelê Botan û Zagrosê

Pustên heman beş