Ji xeta 15’ê Tebaxê heya xeta 15’ê Sibatê; Di nav PKK ê de çek û dijwarî

Beşa 3: di salên 1970 de PKK ê guleya yekemîn berda kê?

PKK dîroka salên 1970ya wekî efsaneyeke mezin ravedike. Ger têkilî û rastiyên PKK ê yên di vê serdemê de werin zanîn, wê rastiya PKK ê heta radeyekî mezin were ronîkirin. Wê di warê tecrubeyên dijwarî û çekdarî de jî PKK baştir were fehm kirin.

Xala ku divê em ji serî de behs bikin eve. Ji bo PKK ê mijara dijwarîyê ne rêbazek şer e. Ji xwe PKK tevgereke pir tund e. Hebûna hêzekî li ser bingeha dijwarî û zorê rastiya bingehîn a PKK ê bi xwe ye. Ango PKK û dijwarî heman tiştin.

Di awayê bikaranîna vê dijwarî ya PKK de nexweşî heye. Pêwendiya vê yekê bi kesayetî, têkilî û armancên Ocelan ve girêdayî ye. Ji ber ku PKK ê di cara ewil a bikaranîna çekan de ew çek ne ji bo dozeke neteweyî bikar anîn, PKK ê heta sala 1980 an çi esker, polîs û karmendên dewletê nekuştin. Bi rastî, ji bilî êk du çalakiyên Enqere yên lêdanê, PKK ê şerê faşîstan jî nekirî ye. PKK ê tenê ji du cure mirovan kuştin e.

Yekem; karmendên xwe

duyem; kadro û alîgirên tevgerên din, endamên eşîretên Kurd

Ango yên kuştî her Kurd in.

Civîna Dikmen bi rastî civîna ji Enqere derketinê bû

PKK ji bo ku hinekan bitirsîne qala hin cînayetên ku kirî li her derê dike û rêbazên pir zalimane bi kar tîne. Lêbelê, PKK hin cinayet, kuştin û kiryarên tundûtûjiyê li ser xwe qebûl nake, û ew kesê ku wan kuştî jî qehreman îlan dike. Wusa dîyar dikin ku kesên din ew kuştine. Ango, dijwarîyeke pir kor a PKK ê heye, ne diyare ka kî dê çawa dijwarî bikar bîne. Qurbanê yekemîn ê vê rêbazê rêhevalê yekemîn ê Ocalan Haqî Karer bû.

Grûpa despêkê li civîna ku di 1976an de li Dîkmen ê hat encam dayîn de biryar da ku vegere Kurdistanê û şerê çekdarî bikin. Bi rastî, da ji Enqere derkevin û hemû xebatkar vegerin Kurdistanê. Jixwe di 1975 de, çend kom vegeriya bûn Kurdistanê ji xwe li Kurdistanê partî û tevgerên Kurd ji berê de hebûn û tanzîmkirî bûn. Van partiyan li bajar û gundan şerê desthilatdariyê dikirin, li hember hev rêbazên tûj bikar nedianîn, tûj bûn tenê di xebatên îdeolojîk da bû. Ji ber ku dihat zanîn ku gel û kadroyên herêmî nedixwest çeka hemberî hev bişoxilînin.

Lê dewlet bi biryar bû ku Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin

PKK ji hemû partiyan lawaztir bû û xwedîyê bingeha girseyî ya herî kêm bû. Wê demê, PKK bi berdewamî axaftinek belav dikir û digot KUK ê li Amedê civînek li dijî me pêk anîye, ew nahêle em bikevin Kurdistanê, ewê êrîşî me bike; bi vî rengî PKK bingehê pevçûnên navxweyî amade dikirin. Cara ewilî li Bakurê Kurdistanê PKK kuştina Kurdan û şerê navxweyî yê Kurdan meşrû kir.

Ocelan û hevalên wî yên ji Mît ê derketin sefera Kurdistanê

Hemû kadroyên PKK ê di sala 1976an de hatin Kurdistanê. Şert û mercên xebatê tunebûn, pirsgirêkên aborî hebûn. Evdila Ocelan, pêwîst bû hatiba Kurdistanê, lê ew ji Enqere dernediket. Sê endamên navdar ên MİT ê yên PKK ê, Kesîre Yildirim (jina Apo), Pîlot (Necatî Kaya) û Abdurrahman Polat bi Ocelan re li Enqerê dijiyan. Pîlot pereyên pir zêde distandin û baş çavê xwe dida grûpa li Enqere mayî. Nîqaşa ku Pîlot sîxure bi elenî dihate kirin. Wekî din, têkiliya Kesîre ya bi Evdila Ocelan re jî bi bû mijara nîqaşê.

Êdî her kesê we difikire ku divê Ocelan jî were Kurdistanê, lê Apo di xwest mayîna xwe li Enqere dirêj bike. Piştre Ocelan bi navê gera Kurdistanê ji Agiriyê dest pê dike û li her derê digere, bê guman, Pîlot jî bi wî re ye.

Ocelan li Dîlokê ye, lê Heqî Karer acize

Rawestgeha dawîn ya gera Apo Dîlok e. Dem; Hefteya yekem a Gulanê ye. Yanî hefteyek beriya ku Heqî Karer bê kuştin. Li Dîlokê, Heqî Karer û komek hevalên wî hene. Heqî Karer, Bozan Aslan, Mehmet Uzun, Ali Yaylacık, Ahmet Ballı, ev grupa Heqî Karer bi xemalî dijiyan û hewl didan ku rêxistinê jî li Dîlokê cî bikin û li Dîlokê pir ciwan rêxistin kiribûn. Piraniya xebatkaran ciwanên karker bûn.

Civîna rêveberiyê tê kirin. Heqî Karer û hevalên wî yên ku me li jor behs kirî, belgeyek nivîskî didin Evdila Ocelan û têde dibêjin ku biryarek wan a hevpar heye: Di belgeyê de wiha tê gotin:

 1- Divê hevalê Evdila di zûtirîn dem de ji Enqerê derkeve û were Kurdistanê.

2- Rêwîtiya bi ajanek mîna pîlot re nayê qebûl kirin, divê pîlot zûtirîn dem ji partiyê were avêtin.

3- Nayê qebûl kirin ku Fatma (kesîre Yildirim) û Heval Evdila li Enqerê di heman malê de bimînin. Malbata Fatma bi Mît ê ve têkildarin. Dibe ku Fatma jî MIT be. Wekî din, divê nîqaşên bi vî rengî yên têkiliyên bi Fatma re werin asteng kirin.

Cînayeta yekem, lehengê yekem û tolhildana yekem

Ocelan wê notê digire. Di notê de bi awayek veşartî Ocelan bi revîna ji Kurdistanê û hevaltiya bi sîxuran re tawanbar dike. Heqî Karer keseke ku di nava rêxistinê de xwedî bandorek mezine. Ocalan fikara nasnameya xwe dike ku îfşa bibe. Loma jî Ew dengê xwe nake, dibêje ku ewê di zûtirîn dem de dîsa vegere. Ew diçe û 10 roja piştî dîtina Ocelan, Heqî Karer dema ku diçe hevdîtinekê di rê de tête kuştin.

Şêweyê kuştina Heqî Karer di dîroka PKK ê de timî bi şik û guman tê vegotin. Dibêjin: “Ew çû hevdîtinekê, grûpa bi navê Stêrka Sor ew gulebaran kir”. Li gorî vê yekê, hin kesên ku not dane Ocelan jî li kêleka Heqî Karer jî tevlî bûyerê bûne û di gotin ew bi kesên ku li dijî Karer komplo kirin re hevkariyê dikin. Lêbelê, paşê, Cemîl Bayik bixwe di vegotina xwe a dîrokê de bibêje, ” Ewên ku Heqî Karer kuştîn êk*du ciwan bûn, ew kujer ji hêla polîsek jin ve hatibûn wezîfedar kirin.”

Bi rastî, di nirxandina fermî ya PKK ê de, tê gotin ku kesên ku Heqî Karer gulebaran kirin nasnameyek avêtin ser wî, mîna ku ew li cîhê bûyerê mirî ye. Lêbelê, rastî ne wusa ye. Tenê guleyek bi Heqî Karer ketî bû. Li nexweşxaneyê, serum a wî tê kişandin û ew tê kuştin.

Bi rastî, kuştina Heqî Karer tê wateya jêbirina şopê, şahid nehiştin. Karer bû qurbana nota ku daye Evdila Ocelan.

Li gel Heqî Karer, hevalên wî yên ku ev not dane Ocalan jî heman tiştî difikirin, hemû xebatkarên PKK ê yên Dîlokê wiha difikirin: Karer ji aliyê Ocalan ve hate jinav birin, PKK di bin kontrola MIT’ê de ye.

Hemû dilsoz û xebatkarên li Dîlokê ji rêxistinê cûda dibin. Hinekan jî bi temamî Kurdistan terk kirin. Çavê hemûyan li Ocalan e. Bê guman wê demê zirofên danûstandinê kêm bûn. Herêmên din ji vê bûyerê zû agahdar nabin. Ocelan li ser vê bûyerê Senaryoyekê çêdike û dibêje; sîxur nava mede hane, dewlet dixwaze me tune bike, tevger û partîyên din dixwazin me tune bikin. Ocalan, li ser wan çar hevalên bi Heqî re not dayî ne wî weke sîxur binav dike û ew çar kesên mayî di nava mehek-du mehan de ji aliyê endamên PKK ê yên ji herêmên din hatine ve têne kuştin.

Bi PKK ê re şikestinên mezin dest pê dikin, kadro û girse ya heyî we bawer dikin ku PKK tevgereke ajan e. Kesekî mîna Kamer Ozkan ku di nava grûpa ewilî ya Ocelan da bû jî, dest ji tevgerê berda. Lê Apo piştî 17 salan ew Kamer Ozkan ê ku ji salên 78 ê ve li çîya bû, li Dersim ê sala 1993 bi dr. Baran da Kuştin.

Projeya dewletê ya ku Kurd-Kurdan bikuje dest pê kir.

Bi kurtasî, PKK û Ocalan guleya yekem berda hevalê xwe yê yekem ango Heqî Karer. Dûv re wî guleyên xwe yên din berdan kesên ku dixwestin kuştina Heqî Karer ronî bikin.

Fîşek avêtina yekem kodên genetîkî ya PKK ê jî diafirîne. fîşeka yekem li dijî Kurdan e. Dûvre, PKK dest ji kuştina Kurdan hilnagire, Ferit Uzun heta Semir, ji Lamia Baksi heya Gûlan Garzan, ji Hikmet Fîdan heta Pêşmergên Kurdistanê…û hwd. Edî PKK ê ji bo berjewendiyên xwe dest bi kuştina Kurdan kiribû. Belê, PKK jî ne kêmî dewleta Tirk Kurd kuştin e.

Beşa 4: Kuştina Kurdan çawa pêş ket û kî bûne armanc.

Pustên heman beş