Beşa 6: Hûrgilî û bandora Çalakiya 15 ê Tebaxê
Çalakiyên Erûh û Şemzînanê ku wekî Pêngava 15 ê Tebaxê tê binav kirin, pêvajoyeke bi encamên girîng da destpêkirin. Di şîrovekirina vê pêvajoyê de xeletiya herî mezin ewe ku nêzîkatiya vê çalakiyê û encamên wê bi tevayî ji bo PKK ê têne hesibandin. Çawa îdîaya PKKê ku dibêje çalakiya 15 Tebaxê me bi tena serê xwe kir di warê dîrokî, siyasî û sosyolojîk de neraste, heman tişt ji bo wan kesên ku PKK ê rexne dikin dibêjin ku “ev çalakî provokasyona PKK ê bû” di warê dîrokî, civakî û sîyasî de dinava xeletîyê de na. Ji ber ku ne yên ku çalakiya 15 ê Tebaxê li dar xistine û ne jî yên li dora wê çalakiyê kom bûne ti têkiliya wan bi îdeolojiya PKK ê û kesayeta Ocelan re nîne. Çalakî ne ya PKK ê bû, ev serhildana gelê Kurd a li dijî mêtingeriya Tirk bû.
Mîmarên çalakiyê
Ev çalakiya Dihê (Erûh) û Şemzînan bi plansazîya kadroyên PKK ê yên li Lolan û Botanê bicîh bûne hate kirin. her çend tenê navê Mehsûm Korkmaz were bikaranîn jî, lê ji bo van her sê çalakiya derdora 80 kes tevlî bibûn. Hin ji van bejdarvanên çalakiyê piştre ji aliyê PKK ê ve hatin îdamkirin. Ji wan yên hatîn îdamkirin Terzî Cemal (Alî Omûrcan) fermandarê grûpa çalakiya Şax ê (Çatak) û cêgirê Egîd (Mehsûm Korkmaz) yê sîyasî Mistafa Çîmen (Tewfîq) bû. Ji van yên tevlî çalakiya 15 Tebaxê bûne 13 kes dijîn. Nîzamettîn Taş (Botan) ê ku niha ji aliyê PKK ê ve weke xayîn tê binavkirin, yek ji wan 29 kesên ku beşdarî çalakiya Erûhê bûn bû.
Bi gelemperî, di derbarê çîroka rastîn a çalakiya 15 ê Tebaxê de pir kêm tişt têne zanîn. PKK qet çîroka rastîn a vê çalakiyê û navên kesên ku beşdarî çalakiyê bûne belav nekirin. Ev ne ji ber pirsgirêka ewlekariyê, ev ji ber siyaseta yek kesî ya Ocelan û PKK pêk hat. Mîna ku Mahsûm Korkmaz bi tena serê xwe çalakî kiribe û ew jî şehîd ketibe tê servîskirin. Ocelan bi zanebûn tenê navê Egîd şixûland û derxist pêş, li ser vê têgehek afirand. Ev wekî bijarteyek têkildarî îlahkirina Ocelan hate kirin, ku em ê li jêr dîsa li ser vê mijarê bisekinin.
Yên ku çalakî li dar xistin û yên xwedî lê derketin Kurdistanî bûn
Ne PKK, ne yên ku çalakî kirîn û ne jî kesekî din nikaribû bandora pêvajoya 15 ê Tebaxê texmîn bikin. Di dema çalakiyê de û piştî çalakiyê, ne tenê dewlet, PKK bi xwe jî şok bû. Ji ber ku gel piştî çalakiyê bi tena serê xwe derketin çiya. Weke ku agirê pelexî carekê de gûr bû.
Di beşa duyemîn a nivîsa me de, li ser rewşa sosyolojîk a Bakurê Kurdistanê di salên 1970an de û bandora şerê çekdarî ya Pêşmerge û PDK me qala wê kiribû. Bi taybetî li devera Botan-Colemêrg û Mêrdîn ê, gelê herêmê çek hildan. Beriya pêngava 15 ê Tebaxê, ev herêmene hemû di bin bandora siyasî û leşkerî ya PDK ê de bûn. Ger PKK xew weke hevalbendê PDK ê xuya nekiriba, wan nikarîbû li wan deveran bihewin. Ji ber ku gel xwe girêdayî PDK ê didît. Bi fikra ku di 15 ê Tebaxê de li herêmên wan şerê çekdarî hatiye destpêkirin, ew tevlî refên gerîla bûn û bi tena serê xwe jî derketin çîya. Ev kes û deveran bi îdeolojiya Marksîst û Lenînîst a PKK û fikrên çepgir ve çi girêdan nebû. Îro jî, girseya PKK ê bi rastî bi armancên PKK ê yên siyasî û îdeolojîk ve çi girêdanek nîne.
Gel pêngava 15 ê Tebaxê hembêz kir ji ber ku gel ev gave weke doza xwe ya neteweyî didît. Piştî 15 Tebaxê, gelê herêma botan û Colemêrgê ji gelek gundan mînak ji Omyanis, deşta lala, Gûyîna û hwd tevlî bûnên komî çêbûn. Berî ya çalaki were kirin jî liv an deveran mehkûmên dewletê bi çekdarî hebûn, Weke Hasan çaviş, selîm (fewzî) gûyînî û hinek kesên tevlî PKK ê bûn.
Di rastiyê de, kadroyên çalakî kirin û gelê deverê yê ku piştevaniya pêngava 15 ê Tebaxê kirî, hemû Kurdistanî bûn. Hemûyan ev çalakiya ji bo Kurdistanek serbixwe û azad hembêz kir.
PKK çima nikarîbû gel rêxistin bike?
Tiştek balkêş ku piştî çalakiyê 15 Tebaxê pêşketî ew bo; dewletê hemû hêzên xwe yên leşkerî li xeta Botan û Colemêrgê vekişand nêzî bajaran. Li seranserê Botan- Colemêrgê hema bêje leşker nemabûn.
Gel nişkave rabû, Lê PKK ê nekarî vê derfetê baş binirxîne. Gel vegeriya gundên xwe, çekên xwe veşartin û hêvîya pêşketinan man. Cemîl Bayik di pirtûka xwe ya Dîroka Partiyê de wiha dibêje: “Hesreteke dîrokî ya gel hebû, ew nişkav de derketin çiyê, me neakrî wan bidin şerkirin, paşê dewletê ew girse kirin, cehş.”
Xeta PKK ê parçe bike-belav bike û bimeşîne
Têrê nake ku mirov sedema serdevkî hiştin a gel bi amadekarî, bêpêşbînî yê ve girê bide. Di eslê xwe de, ya rast eve ku PKK ne pêkhateyek neteweyî ye. Hêza damezrîner û rêvebir a PKK ê, yanî Evdila Ocelan û koma Enqerê, ji destpêkê ve, xebatek li ser bingeha neteweyî nemeşandiye. Grûpa Enqerê di warê fikr û raman de Enqereyî bûn. Ji ber vê sedemê, wan tu carî nikaribe tevayî kurdan hembêz bikin. PKK bi sedemên pevçûnên civakî û aborî layanek girtibû ba xwe û yên din jî rakiribûn pêşberî xwe. PKK eşîrên Botan û Colemêrgê, gundewarên Kurdan tu carî wekî perçeyek ji xwe nedidît. PKK ê çîna gundî ji bo xwe tenê weke kanîya şervanan bi kar anî.
Lê di pêvajoya navbera 1977 û 1984 an de, PKK ê bi zelalî dît ku gelê Kurd di esasê xwe de neteweperest e. Ne mumkîn bû ku PKK bikare kurda bi peyvên sosyalîzmê bide şer kirin. Kurdên ku dikarin bibin motora şerê gel ê dem dirêj, di esasê xwe de neteweperest, serxwebûn xwaz bûn û Kurdistanî bûn. Ne tenê gel her weha kadroyên PKK jî di esas de neteweperest û dilsozên serxwebûnê bûn. Ya rast, di navbera girse û serkirdeya PKK ê de di cîhana hest, raman û baweriyan de dûrahîyek ji hev a mezin heye. Heya ku ev dûrbûne fêhmnekin em nikarîn roja îro a PKK ê jî fêhim bikin. Ji ber ku girseya ku PKK wek sotemenî bikar tîne û ji enerjiya wê sûdmend di be girseya Kurdistanî ye. Lê PKK bi xwe dijberê Kurdistanê ye. PKK ê xeta Kurdistanî bûnê girte nava xwe, ew ji bo partîya xwe şûxiland lê tu çarî ev xeta Kurdperwer nekir desthilatdar. PKK ê ev xeta welatparêz weke xişîm û kevneşop didît û bawerî pê netanî. Mînak, xelkê Botanê xwe weke şopdarê Mîr Bedirxan Beg didît, lê PKK ê Bedirxan ji bo kurdan wekî zêdebûneke bêwate didît. Xelkê Colemêrgê Şêx Ubeydullah Nehrî ji bo xwe nirxek pir mezin dibinin lê PKK ê şêx Ubeydillah keseke kevneperest binav kir. Xelkê Çewlikê digot qey ew li pey şopa Şêx Seîd dimeşin, lê li gorî PKK ê, Şêx Seîd ajanekî Britanya bû. Ango, du ajandeyên PKK ê yên ji hev cûda û veşartî hebûn. Ajande ya vekirî Kurdistana Serbixwe-Yekbûyî û Yekîtiya Neteweyî bû. Rojeva veşartî heza Ocelan ya serokbûnê û daxwaza PKK ê ya bihêz bûnê bû. Girseya welatparêz kevirê şer zivirand. Zarokên gel got ku em kur û keçên wan dikin bûk û zava ji bo Kurdistanê, lê tiştê serketî serokbûna Ocalan ya bê nîqaş bû. Li ser vê ked û xwîna hatî dayîn Apo sulta xwe ava kir.
Yên ku dixazin Pkk ê fehm bikin pêwîste vê rastîya dubendî a PKK ê baş bi bînin ji bo ku nekevin nava nirxandinên xelet. Pêdvî ye ku Ocelan,rêxistin,şervan,layangir,endam û gel cûda-cûda werin destgirtin û dîtin. Ji ber ku yên jîyana xwe ji dest da, yên bedena xwe parçe parçe kirî , bi bawerîya Kurdewarî derketî bûn rê, hêdî, hêdî rê hate guherîn.
Sefera PKK a Sariqamiş ê
Piştî êrîşên Erûh-Şemzînanê, PKK nikarîbû serkeftineke ciddî ya leşkerî pêk bîne. Heya nakarî bû li bakûr çalakîyekê jî bike. Ocelan bênavber serkirdeyên xwe yên welat weke Dûran Qelkan û Selehattîn Çelîk bi destpêşxerî tawanbar dikir. Rêveberîyê jî di Adara 1985 an de bi wê lezê û kerbê bi dehan kes ajotin bakûr. Hemû grup bi sir û seqemê îmha bûn. Apo ev pêvajo weke sefera Enwer Paşa yê Tirk ya li Sariqamişê binav kir ji ber ku wî jî hemû artêşa xwe ji ber sedemên berfê winda kiribû. Ango, raste PKK ê guleya yekem ji bo Bakurê Kurdistanê avêt, lê gel pay xwe di nava destê dijminî da bi tena sere xwe hişt û nekarî bû şer bidomîne.