Beşa 7: Di Kongreya 3yemîn de mirina PKK ya salên 70yan û ji nû ve xuliqîna Ali Yoldaş wekî Serok Apo
Çar salên navbera 1986 û 1990an ji 3yemîn Kongreya PKK heta Kongreya wê ya 4 ê, ji bo PKK serdemek derbasbûnê ye. Ango PKK yek nû, û Evdila Ocelan ek nû xuliqî.
Kongreya paqijiyê û paqijkirina rêya Serokbûna Ocelan
Kongreya 3yemîn ji bo PKKê xaleka werçerxanê ye. Kîmyaya PKK ê gav bi gav guherî. Heta Cemîl Bayik di pirtûka xwe ya Dîroka Partiyê de di derbarê Kongreya 3yemîn de wiha bibêje: “Ev kongre ji hemû kongreyên din girîngtir bû. Ji ber ku pêvajoya afirandina PKK ê qediya. Êdî pêwîste hawîrdora PKK ê were zelalkirin û paqijkirin.”
Biryara Cemîl Bayik rastiyekê bi awayekî veşartî eşkere dike. Di PKK ê de bijavek çêbû ye. Paqijkirina kesên ku PKK afirandî, hemalî kirî, li Libnanê nîv birçî nîv têr jîyayî, yên ku PKKe li ser milên xwe gêrandî, hatin “paqişkirin”.
Di bingeh de, ji salên 1980an heta 1992an di nav PKK ê de şerekî navxweyî yê bi xwîn û veşartî hebû meşandin. Dê rast be ku van salên PKKê em wekî “Serdema Navîn a Tarî” di dîrokê de binav bikin. Ew kesên ku şiyanên wan yên serokatî kirine hebûn hemû li Lolan û Libnanê hatin kuştin. Kesên ku ji PKK ê veqetiyan jî hatin kuştin. Li nîveka Ewropayê, PKKê mirov parçe parçe kirin. Her kes bi hinceta ku tu delîl û şahidan pay xwe nehêlin bi hovîtî hatin kuştin û winda kirin. xeletî ya herî xeternak; çêkirina teoriya xeletîyê ye. Ya ku PKK ê kirî jî eve.
Di salên 1970an de, PKK bi dizî ve dijwarî di nava xwe de bikar tanî. Lê Ocelan piştî 1984an kuştina kadroya teorîze kir, êdî kuştina navxwe weke şervanîya rêxistinê hate binav kirin û zûrzanê vê şervaniyê jî Ocelan xwe weke mînak di de. Du pirtûkên sereke yên PKK ê hene; “Pirsgirêka Kesayetiyê li Kurdistanê, taybetmendiyên Milîtanê Şoreşger û Jiyana Partî û Tesfiye kirina tasfîyeciya”, kuştinên navxweyî yên PKKê bi van pirtûkan ve hate meşrû kirin. Destûra kuştina her kesê ku ne li gorî standardên PKK ê be helal e.
Dûran Qelkan: Mejiyê min gêç girtîye
Kadroyên PKK nikaribûn bawer bikin ku ev partiya ku ew tevlî bûne û afirandine ev partî ye. Rêveberê PKK ê Dûran Qalkan ji ber pratîka xwe ya Başûrê Kurdistanê beriya kongreya 3yemîn lêpirsîn jê tê kirin. Qalkan dixwaze bi Evdila Ocelan re biaxive, lê Ocelan vê pîşnîyara wî red dike û Qelkan jê re nameyekê dinivîse. Qalkan ji ber rû bi rû mayîn a hinek nêzîkbûn û helwestan yên di pêvajoya Kongreya 3 de wiha dibêje: “Mejiyê min gêç girt”.
Ocelan di kongreya 3yemîn de ew kadroyên ji bo xwe wekî astengî didîtin hemû derxistin. Ocelan bi rêya kadroyên wekî Dûran Qalkan, Alî Heyder Qaytan, nifşek wekî Semîr ji holê rakir. Êdî dema tasfiyekirina kesên mîna Dûran Qalkan û Alî Heyder Qaytan hatibû. Endamtiya PKK ê ya Qaytan, Qalkan, Fatma (Kesire Yıldırım) hate jêgirtin û ew xistin statuya enîyê, ango kirin endamên ERNK ê û ew şandin Ewropa.
Apo ew gotina Xeyrî Dûrmûş a “Ger ez bimirim, li ser kêlîya gora min binivîsin deyndar bû” li dijî xebatkarên PKK ê wekî çek bikar anî. Digo her kes deyndarê partiyê ye. Her kes dê hewl bide ku xwe îspat bike heya ku bimire. Her kes dê îrada xwe teslîmî PKK ê bike, ango hemû kesayetî û şayînên xwe dê teslîmî Ocelan bike, yên ku teslîm nekin mafê wan yê jiyanê nîne. Ocelan miroveke ku tu carî ne çûye şer, tirsa mirinê nejîyaye, dengê fîşekekê jî nebihîstî ye, lê bi awayekî bêrehm endam û şervanan rexne dike.
Edî PKK gihiştiye hevsengiya ku Ocelan dixwest
Cudahiya di navbera serokatiya taktîkî û serokatiya stratejîk de
Piştî 1986an, tu têkiliya PKK ê bi rêzname û bernameyê nema bû. Edî rêzname û bername tenê belgeyên propagandayî bûn. Li gorî rêznamê tu xebatkar nikarî bûn mafên xwe bixwazin. Rêveberî li gorî destûrê nayê hilbijartin an betal kirin. Tenê yek rêzname û yek bername heye ew jî bê şik û bê şirîk Serok Evdila Ocelan e.
Wê demê, Ocelan ji bo rewakirina vê rewşê gotarek teorîk a nû derxist pêş: Apo ev du sazî kirin rojevê: Serokatîya taktîkî û serokatiya stratejîk. Bi rastî, ev veqetandine ji bo ku karmendên rêvebir sînorên xwe bizanin hatibû avakirin. Ji ber ku Rêberê Stratejîk Evdila Ocelan e. Nayê guherîn, nayê nîqaşkirin, nayê rexnekirin. Rêberiya taktîkî jî, dê xeta Evdila Ocelan cîbecî bike, her gav mecbûr in ku xwe îsbat bikin, Ocelan her dem dikare wan bê erk bike û jêdera hemî kêmasîyan jî serokatîya taktîkî ye. Em dikarin bibêjin ku şûrê Ocelan her dem li ser stuyê wan bû, dikare her kêliyê stuyê wan bifirîne. Encam de jî wisa çêbû.
Ocelan û serokatiya ya taktîkî ya nû
Hilbijartina yekem a Ocelan ji endamên Rihayê bûn. Ji Rihayê tenê navê Mirad Qarayilan wê rojê heta îro maye. Lê tenê Rihayî têrî karê rêxistinê nedikir. (Divê çavkaniya nakokiya di navbera Qarayilan-Bayik-Qalkan û Qarasu de, li vir were dîtin.) Ocelan hewceyî hinek navên bêtir şerxwaz bû. Hin navên wekî Kor Cemal (Halil Kaya), Hogir (Cemil Işık), Zekî (Şemdin Sakık) û Şahîn Balîç derketin pêş.
Ji van navan re wezîfeya pêkanîna xeta Kongreya 3yemîn hate dayîn. Bi rastî, erka sereke ya Kongreya 3yan cîbecî kirina “qanûna leşkeriyê” şervan tevlî PKK ê kirinê bû. Heman dem peywira du yem jî xerakirina “xeta xayîntî” ya li Kurdistanê bû. Van her du biryaran li herêmên wekî Botan-Mêrdîn û Zagrosê pêvajoyek nû da destpêkirin. PKK rê qudkirin, ciwan direvandin, muxtar dikuştin, dirav komdikirn, kesên ku jê hez nedikirin ceza dikir û pereyên wan je distendin. Gund hatin sergirtin, stûnên ceyranê hatin birîn, dibistan hatin şewitandin, mamoste hatin kuştin. Hejmara sivîlên ku Pkk ê kuştîn ji hejmara leşkeran hatîn kuştin pir û pirr zêdetir bû. Di çalakiyan de tenê mirovên sivîl hatin hedef girtin. Li seran serî Botan-zagrosê cewekî tirsê hate afirandin.
Karesata qanûna leşkerî û pergala cehşatî yê
PKK li her devera ku dikare bigihîje, wek Botan û Colemêrgê, dest bi cîbicîkirina qanûna leşkeri (bi zorê şervan komkirin) kir. Çû malên ku her roj nan lê dixwar û di çadirên wan de di man, vê car dest bi girtina ciwanên wana kir. Heta Pkk ê carinan jin û zarokên piçûk ji malê direvandin û ji wan re digot heya ku ciwan neyên û xwe radestî me nekin em we ebrnadin. Zarokên di navbera 8 û 9 salî de jî wekî “qanûna leşkerî” bi zorê hatin birin. Gelek ji wan ji ber ku dixwestin şûnde birevin hatin kuştin. Êdî gelê Botanê ji wê PKK ê ya ku di sala 1983-85 an ew hembêz kirî, pir ditirsîyan.
Hev-afirandina dewlet û PKK ê: pergala Cerdevanî
Di sala 1986 de, PKK dest bi şerê dijî eşîran kir. her kesê ku fermanên wan bicîh neanîn û guhdarî wan nekirî ew wekî xayîn hatin nasandin. Nakokiyên heyî yên di navbera eşîr û gundî yan de kûrtir kirin. PKK ê eşîrek an jî malbatek digirt cem xwe û yên din jî digirtin hemberî xwe û ew li hember hev bikar dianî. PKK ê civak ji hev veqetand û anînî hember hev.
Qanûna leşkeriya mecbûrî ya PKK ê û pergala cerdevanîya dewleta Tirk xwedî yek armanç bûn
PKKê ji van eşîrêtên ku serî ji bo kesê netewandî xwest ku bi zorî ji wan re bîat bikin lê eşîret desthiladarên ne fermî yên herêmê bûn û xwedî xan û xanedan bûn, PKKê Eşîr ber bi dewletê ve dehf da. Yek ji wan eşîra, eşîra Ala bû.
Kurê serokê Eşîra Ala Sadun Ağa, diçe pêwstîyên lojîstîkî ji endamên PKK ê re dibe. Di serdanek xwe de, fermandarê PKK Alî Dirêj ji Xelîl tebanca wî dixwaze. Xelîl dibêje ev ji bapîrê min weke mîrateya malbatê ye ez nadim te. Paşê Alî Dirêj radibe û Xelîl li wir dikuje. Tebanca wî ji bo xwe hildide. Cesedê wî jî li hêstirekê bar dike û dişîne gund. Piştî vê bûyerê Eşîra Ala çek digire.
PKK ê eşîret wekî dijmin didîtin û êrişkarî tevdigerî loma jî, hember vê helwesta PKK ê eşîret hêrs dibûn, bi destê PKK ê eşîret ber bi dewletê ve hatin dehf dan dewletê jî ev yek wekî derfet bi kar anî û ew vekêşandin gel xwe.
Jîrkî bi heman awayî piştî ku hinek porsipî yên eşîretê û malbata Kerevan axa hatîn kuştin çek hilgirtin. Ew Îdeolojiya çep a PKK ku ya ku neteweya Kurd ne pejirîne û dijminatiya eşîretan dike ji berê de hebû. Dema ku PKK ê xwe tenê wekî desthilatdar dîtin, serwerî li ser hemû herêmê ferz kir û eşîret mane nava nal û bizmarê de. Piştî kuştin ji eşîreta hate kirin êdî eşîran berê xwe da Dewleta Tirk. Ji sala 1985 heya 2009 ê bi fermî 123.476 kes li Bakurê Kurdistanê bûne cehş û artêşeke ji wan hate ava kirin. Em nikarîn rastîya girseya Cerdevanî tenê bi jîr bûna dewletê îzah bikin. Yê hiştî ku cerdevanî bibe girseyî pratik û karvedanên PKK ê bûn. Cerdevanî ji encama pêwendî û nakokiya PKK û dewletê xuliqî.
Mîna her carê, PKK guneh xist stuyê serokatiya taktîkî û rêveberên wê serdemê jî yek bi yek hatin paqijkirin.