Ji xeta 15’ê Tebaxê heya xeta 15’ê Sibatê; Di nav PKK ê de çek û dijwarî

Beşê 2: Pirojeya dewleta Tirk, li dijî tevgerîna Kurdatîyê li Bakurê Kurdistanê û PKKe

Nivîsandina dîroka dijwarî û çekan a PKKê bi wateyekê, nivîsandina dîroka PKKê bi xwe ye, ji ber ku PKKe li ser dijwarîyê avabûye, bêy eşkerekirina xetên giştî yên dîroka Bakurê Kurdistanê di nîva duyemîn a sedsala 20an de, ne mumkine ku mirov derketina çekdarî ya PKKê were fehim kirin.

Salên 1950-1960, salên Kurdan ku xwe ji westîyan û çavtirsînê rizgar kirinê ye

Li Bakurê Kurdistanê ji sala 1942an vir de, tevgera Kurd dest pê kirîye, hîn di sala 1958an de, wan karîbûn li dijî wekîlên Tirkên ku Kurdan dikin armanç pirotesto bikin, di berdewamîya salên 1950an de, tevgerek civakî hebû.

Li salên 1960an de li Bakurê Kurdistanê wê mandîbûna ku piştî serhildanên Şêx Seîd, Komara Agirî û Jenosîda Dêrsimê dihate jîyan kirin hêdî hêdî radibû, lêgerînên siyasî dest pê kiri bûn. Yekem partiya nûjen a Kurd li Bakurê Kurdistanê, PDK-T (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkîyê) hat damezrandin, PDK-T xweseriya Kurdên li Tirkiyeyê parast û ew wekî şopdarê PDK-I xwe bi nav dikir.

Li bajar û çiyayên Kurdistanê Kurd asîmîle nebûne, bi taybetî tekoşîna PDKê li Sûriye û Iraqê bû motora vê şiyarbûna li Bakurê Kurdistanê, li herêmên li ser sînorê Sûriye û Iraqê, Kurdên li xeta Botan, Hekkarî û Mêrdînê dikarin têkoşîna PDKê ya li wir bibihîzin û dilsoz bin, sînorek di navbera herêman de hebû, lê yekîtiyeke çandî û dîrokî ev sînor nasnedikir, wan xwe wekî beşek ji têkoşîna li wir, bi taybetî jî têkoşîna Pêşmerge dîtin. Gelê Bakur di zanista tekoşîna netewî de bû û bi Kurdî dipeyivîn, yanî Bakurê Kurdistanê di nava lêger û tevgereke zîndî de derbas dibû.

Ew têza  PKKê ya ku dibêje me cara ewil got ku “Kurdistan koloni ye” li Bakur Kurd mîna laşekî mirî bûn me Kurd zindî kirine” lê ev têz ji rastîyê dûre, Kurd ne mirî bûn û ew ne yê yekem bû ku digot “Kurdistan Kolonyal” e.

Zinar Silopi, yanî Qadirî Cemil Paşa, berê diyar kiribû ku Kurdistan di salên ewil ên sedsala 20 an de kolonî ye, her wiha, yek ji damezrênerên PDK-T ê Şakir Epozdemir, di sala 1969an de ji rûyê dadger re got, “Kurdistan 46 sale koloniya Tirkiyeyê ye”, ango, Kurd têra xwe hişyar bûn ku di başbûna siyasî de rewşa xwe baş fam bikin, hemû Dewletan û dewlet Tirk jî haydarî vê vejîna Kurdayetî bûn.

Raporên Amerîka û Tirkîyê di derbarê Kurdan de

Di 1952 de, konsulxaneya Amerîkî li Tirkiyê E.N. Wagoner serdana hin bajarên Bakurê Kurdistanê dike û raporekê dinivîse. Di raporê de wiha hat gotin: “Her çend hukûmeta Tirk bi domdarî dibêje ku pirsgirêka Kurda li Tirkiyeyê tune jî, lê bi qasî 1-1,3 mîlyon mirovên ku bi Kurdî diaxivin di nav sînorên welêt de bi vî rengî dijîn hene ku ji bo Tirkan pêşerojê pirsgirêkan derbixin” yanî, potansiyela berxwedanê ya Bakurê Kurdistanê di rapora Kurdî ya sala 1952an de jî bi zelalî di hate dîtin.

Dewleta Tirk hem ji tevgerên Kurdên li Bakurê Kurdistanê, hem jî ji pratîyên PDKê ên  li Iraqê û Sûriyê zêde ditirsîya û ev ji bo xwe xetereke mezin didît, Tirkiye di rapora serê salên 1960ê de van nîgeraniyan digihîne Amerîka û dibêje: “Tevgerên Kurdan yên li hundir û derve xeternak in”, û Wekî din, di raporê de tê gotin ku “Pêwîste Amerîka li hember vê rewşê xwedî helwest be û em jî wê li gorî têgeha dewletê xwedî pirojeyek bin”.

Vejîna Kurd û Kurdistanê a li 4 parçeyên Kurdistanê kolonyalîzma Tirk xistibû nava liv û tevgerê, Dewleta Tirk di serê sedsalê de xwest ku pirsgirêka Kurd bi qirkirin û jenosaî ve ji holê rake, Lê ji ber rastîya civakî ya Kurd, nekarî encam bigire. Di encamên vê de, dewletê di salên 1960an de konseptek nû ji Kurdan re derxist: tevgerên Kurd ji hev cûdakirin, destxwe xistin û birêvebirina tevgerên Kurd, Ango afirandina Kurdên Tirkiyê. Tirkiye di vî warî de bernameyeke demdirêj meşand, ew bername heya dawiya salên 1990an hate meşandin, Di beşa bernameyê de heya 1980an, kontirol kirina tevgerên Kurd û tunekirina kesên netewperwer û radîkal.

Çepê Tirk, Kurd û gumanên heyî

Di salên 1960 û 70an de, tevgerên çep û rast li Tirkiyeyê zehf çalak bûn, rastgirên Tirk her dem vekirî bi dewletê re di nava têkiliyê de bûn û piştgirî ya dewletê dikir, her çiqas ku çepgirên Tirk li derveyî dewletê xuya dikin jî, lê dewletê çepê Tirk bi “Zilamên Xwe” û hêzên tarî ve bi rêve dibe.

Têkiliyên veşartî yên kadiroyên pêşeng ên gelek tevgerên çep, ku heya damezrênerên TİP ê jî di nav de, bi dewletê re hene. Gelek navên ku têne nîqaş kirin wek Kemal Sûlker, Mahir Kaynak, Dogu Perinçek û hwd, wan kesan ji bo pêşeroja dewleta Tirk xizmetê dikin.

Eşkere ye ku çepgirek Tirk ji hêla dewletê ve hatiye afirandin, bi gotina Mistafa Kemal a “Ger li vî welatî hewcedariya komunîzmê hebe, ewê jî emê bînin” Mijara me ne çepê Tirke, lê dewletê ji salên 1960 î û vir de, erkek daye çepên Tirkan, ev rêke jî ewe ku Kurdan û bizavên Kurdan Kurdên di bin bandora xwe de bihêlin, Ango, şûna ku Kurd bi nasnama xwe ya neteweyî tevbigerin, bila pirsgirêka Kurd weke mafê edalet û wekhevîyê were dîtin, bi rastî, em dizanin ku dewletê çepê Tirk wezîfedar kir ku nehêle Kurd xeteke neteweyî û serbixwe ji xwe re biafirînin.

Çepê Tirk weke wargeheke tekoşîna Kurdan hate dest nîşan kirin, lê ew xefik bû li ber ciwanên Kurd hatî danîn, Ji ber vê sedemê, çepên Tirk hewlek mezin dan ku di salên 1960 î de ciwanên Kurd di nava zihniyeta xwe ya “çep” de bifetisinin, loma jî pêşî li wan hate vekirin, di hewldana dewletê ya ji bo afirandina “Kurdê Trikîyê” gaveke girîng ew bû ku Kudan di nava çepê Tirk de kedî bikin, ev siyaset heya îro jî hatîye domandin.

Vewjartina rê û paqişkirina Kurdên xerab

Dewleta Tirk bi vê gotina çepgir nikarîbû Kurdan “têkoşîna hevpar a li dijî emperyalîzmê” de bikar bîne, Kurd bi gotina “Em hemû Misilman in” ve jî nehatin xapandin, êdî Kurd xwedî dilsozîya PDKê bûn, Dewletê nedikarî pêşî li Kurdayetîya Kurdan bigire, dewleta Tirk bi awayekî eşkere an jî veşartî ew kesên ku pêşengî li doza Kurd dikirin, dikuştin.

Mînak Faik Bucak jî yek ji wan bû, di 4ê Tîrmeha 1966an de li Rihayê hate şehid kirin, birîna wî ne kujer bû li nexweşxanê ew hate kuştin.

Dewleta Tirk rêberên Kurdistanî yên Bakur yek bi yek îmha dikirin, Dr. Şivan ango her du said jî berdewama pêvajoyeke wiha ne, Ji aliyekî ve dewleta Tirk rêberên Kurdan tune dike, ji aliyê din ve jî pirojeyên ketina nava tevgerên Kurd çêdike, Gelo bi vewjartina rê, dewleta Tirk xwest rê ji bo hinekên din veke.

Ocalan û MIT

Di vê rastiya ku me behs kirî de cihê Evdila Ocelan çi bû? Bi rastî divê ku rewşenbîrên Kurd bi cidî li ser vê pirse bisekinin, Ji ber ku di vê pirsê de bi sedan xalên tarî hene û ya herî balkêş jî ewe ku bi qasî PKKê, dewleta Tirk jî van xalên tarî vedişêre, têkiliyên Ocalan û MIT ê wekî xeta sor a dewleta Tirk xuya dike.

Nivîskar û rojnamevanê Tirk Ûgur Mûmcu di 23ê Sibata 1993an de dema ku li ser pêwendiyên Evdila Ocalan û MITê di lêkolîna û nivîsandina pirtûkekê bi navê “Dosya Kurd” dikir, bi bombeya ku di wesayîta wî de hatibû danîn ve, hate kuştin, dewletê kujerên wî nedîtin, paşê jî eşkere bû ku naxwazin kujer werin dîtin.

Kuştina Ugur Mumcu, rêxistinên ku Evdila Ocalan berî ya PKKê ku endamê wan bû, zewaca Ocalan bi keça xebatkarekî MITê re, hevalên wî yên MIT û hwd, û gelek pirsên din nîşan didin ku têkiliyek di navbera Evdila Ocalan û Mitê de dixuyê.

Erê Têkiliya Ocalan û Mît ê çawa bû? Ma li şûna kadiroyên Kurdên ku di salên 1970an de ji hêla dewletê ve hatin kuştin dewletê di xwest rê ji bo Evdila Ocelan veke? Gelo rê ji wî re hate paqişkirin?

Em pirsên ku pêwîstî bi bersiveke dirêj û dirêj heye dikin, ji ber ku dema em dîroka PKKê ya çek û dijwarî yê dinivîsin, pêwîstî dibinin ku em ji vî alî ve jî, li bûyeran binêrin, wê demê dê dîrok zelal tir be.

Pustên heman beş